Karwan Dimeþe!

 

Arþevê Oskan

 

“Diyarî giyanê seydayê Keleþ”.

Karwan di rêça çûn û nehatinê de dimeþe.
Gelek rawestgeh pêrgî karewanî dibin
Li ser her rawestgehekê, yekî bejinbilind, bendewar e.
Li bendêye, ku wî jî tevî rêvçûna xwe bike.
Her diçe, karewan mezin dibe.
Her diçe, rêç dirêjtir dibe.
Celadet, Qedrîcan, Osman Sebrî, Mihemd þêxo, Tirêj….. û gelekên din.
Her yek ji wan bejinbilindan, barê dîrokekê li ser milên xwe hilgirtibû.
Di asîmanê vê dîrokê de, mîna stêran diçirisin
Tariya þevan, bi tirêjên xwe diþikandin.
Her ku yek diçe, ji nû ve serê me li dîwarê bergorê dikeve
Em li kabokên xwe dixin û dibêjin „ax… mala minê“ lê piþtî çi!?
Hîn jî, karewan dimeþe, em jî li bendê ne, ku me bi xwe re hilgire.
Me û birînên me, axînên me, hêviyên û merezên me…
Bêçarî ye, em ê tevî karewanî bibin, zû be, dereng be.
Berê vî karewanî li me ye.
Her diçe, dengê xirepiþa wî dikeve guhê me û nêzîk dibe.
Em xwe dixapînin û xwe nadin ber þepêla vê rastiyê û xwe jibîr dikin.
Bi sedan îro di nav me de hene, lê em ji bo wan li kabokên xwe nadin.
Em li bendî koçkirina wan in, em tenê li ser miriyan digrîn, lê ser saxan na!
Par bû, Cegerxwîn li ser Celadet û Kamuran û Qedrîcan digriya.
Pêr bû, Tîrêj li Cegerxwîn, Musa Enter û Mihemed Þêxo digriya.
Do bû, Keleþ li ser hemiyan digriya....
Îroj em jî li ser Keleþ digrîn...
Sibê, erê sibê.. kî ji me li ser kê dê bigrî?
Belê em ê hemû li ser hev bigrîn.
Karwan tê û nêzîk dibe...
Hîn jî, li gelek rawestgehên giring, em bendewar in.
Hêza vî karewanî, destê dilovaniyê li serê ti kesan napelîne.
Li gazind û gilîyên ti dayikan guhdar nake.
Dilê wî, bi ti welatên bindest û qîrîna zarokan naþewite.
Erê.. mîna batozekê li serê simbilan dixe û diçine.
Hay ji xwe hebin, hay ji hev hebin….
Em hemî rêwiyên rêça bê veger in.

20. 6. 2007- Hamburg



 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org