Kesayetên Serbixwe

 

Arþevê Oskan

 

Di van demên dawiyê de, ji tevgera gelê Kurdistan, gelek ji me, navên serbixwe li bejina xwe û saziyên xwe tiþtekî pîroz dibînin, tevî ku gelek ji wan hêzan, di bin basikên partiyan de, kar û xebatên xwe dimeþînin. Li vir mirov dikare bi gelek awayan, vê pirsê ragihîne. Ji wan ragihandinan; yan ev sazî û dezgeh bi partiyên xwe ne pir bawer in, yan jî, ji hêzên hikumetên dagirker bi tirs û saw in, yan jî xapandineke siyasî, li ser gelên xwe  dimeþînin, da ku hijmareke mezin ji wan kesayetên, ku bi rastî serbixwen in, himêz bikin û wan ber bi xwe ve rakiþînin.

Di gel van hemû awiran jî, mirovên têgihiþtî bi rewþa, ku niha li ber çavên me, bawer nake, ku bawer bike jî, wê zû ew kes ji wan saziyan veciniqe, dema ku rastiyê pipelîne. Lê pirsa ku herdem tê pêþiya me; çima ev nav þêrîn bûye, yan jî ev hêzên han, ji kê serbixwe ne??. Gelo ji partiyên siyasî, yan ji tevgera netewa kurd -bi tevayî-, yan ne ji vana herduyan, wê demê mirov dikare bi pirseke din were hiþyarkirin.

Dixwazim di hudirê vê mijarê de, hinek tiþtan vehûnin û dibe ku ez li gelek kesayetan mikurbêm, bêyî ku ez navên kesan, di mijara xwe de binivîsim. Bawer dikim, ji dengvedana gotinê, ku gelek tiþt dê bên eþkerekirin, û di baweriya min de, ev ya herî pêwîste. Ev gotina min nayê wateya, ku ez li gel partiyan, di rûye kesayetan de radiwestim –bê ewarte-, yan jî berovajî wê.

Li gorî ezmûneya min, hem di warê sazûmendîyên siyasî û rewþenbîrî, û hem jî di warê rojnamegerî û nivîsandinê de. Li dervî welat û bêhtir li hindurê welat, ku gelek reng û celebên curbecur dihatin dîtin û piraniya wan, ew li xwe mikur dihatin. Kesayetên rastgo û ji wana bêhtir, kesayetên keysebaz û dirû. Di wan kesayetan de, dihate dîtin ku bi gotinên xwe serbixwe ne, di hema demê de jî, li gel partiyên din, di çalakî û pesindanê debûn, dijî çalakiyên li ser gora Cegerxwîn bûn û li gel rojbûna partiyên ku partiyên xwe perçe kiribûn. Ji wan reng û kesayetan:

·                    Kesayeta yekem, ku bi þev û roj, þerekî bê wate, li dijî hemû partîyên siyasî û berpirsyarên wan, li seranserî Kurdistanê lidardixîne. Hemû raman û rêbazên wan partiyan, derewîn û bê hêvî dinerxîne. Ji hemû tiþtî ne razî û ti wateyê, ji hebûna wan re nabîne, her bi gazin û lome. Li gel, ku ne xwedî kedeke bi rûmet e jî. “Ji ber ew kesana hîn hene, lewma ez bi zimanê îroyîn dinivîsim”.

·                    Kesayeta diwem, ku ew bi xwe, di bin re hevalê partiyekê ye, carcaran jî þerê partiya xwe dike, û bi wan hevalên xwe re, bi pilan û soz e. Tektîkekê bikartîne, da ku yên ne havalên partiyan be, wan ber bi xwe ve bikþîne.

·                    Kesayeta sêyem, ne nivîskar û rewþenbîr e, ne jî siyastmedar û welatperwer e, lê dema ku du kevir lihevdikevin, dibe her tiþt. Ku rewþ normal be, naxwaze deriyê xwe, li ber kesî veke, li gel vî tiþtî jî, dixwaze her kes pesnê bejin û bala wî bide, û bila quriþekî wî jî, di ber dozê de neçe, li ser telefonan agir bi heriyê dixîne û sixêfan ji her kesî re dide.

·                    Kesayeta çaran, tim bi hawar û gaziyê, ku yekîtiyekê di navbera partiyan de ava bike, hemû tiþtên xwe dixe xizmeta, çalakî û pêþvebirina tevgera çandeyî û siyasî. Tim û herdem, serê wî þikestiye, û ti kes jê hez nake, lê li gel vî karê xwe, nabe hevalê ti partiyan jî. Carê bi gunehekî tewambar dibe.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org