Malperên me dikarin evînê biparêzin?

Arþev Oskan

 

 

Ev çend sal in, rûpelên elektronîk, yên hemû dunyayê vebûn. Di nav wan de, Kurdan jî xwestin bi rola serdemê rabin û cihê xwe di nav vê xiricirê de bibînin. Mirov dikare ji her çar perçeyên Kurdistanê, yan bi gotinek din ji herçar þaxên dara Kurdistanê ya ku ji yek kanîkekê dimêje, li ser kompyoteran bibîne. Ji rûpela destpêkê ya malperê diyare, ku berê vê malperê li kû ye, ji kîjan perçeyî tê û kîjan girûpê diparêze. Ev gotin li ser hinekan pir giran tê, ji ber vê sedemê, karê wan tune ku xwe li ber ronahiya rojê veþêr in û bibêjin em serbixwe ne.

Di nav wan malperan de, gelek nakokî û xirecirên veþartî û navxweyî hene. Kes bi raza wan nizane ji bilî yên gelekî  nêzîkî wan. Gelek ji wan, bazarê li ser hesabê kurdperwerîyê dikin û tovên bi zîwan li qada têgehê diçînin. Ew þûv þîn dibe, ji çavan xweþ tê xwanêkirin û ew jî bi çeman wê þînahîya suxte av didin. Lê kes bi dawiya mûsima wê berhemdanê nizane, ku ne bi kêrî xwedanê xwe û ne jî bi kêrî paþeroja civakê tê. Hinek jî, navên mezin yên internasiyonal li xwe dikin, bêyî ku bizanibin li kû dimînin û þîrê pêsîra xwe li kû didoþin. Hinek jî bi keriyan mêþan ji derdora sergoyan diqewirînin û bi rola teriyê radibin .

Gotina em bibêjin filan malper serbixwe ye, ev gotin li ser malperan, ji sedî sed pêk nayê. Ew jî, pîvan jê re hene, piranî bi xiþxiþk û rêþî ne -lê ne bi ecêba çendekan-. Ez naxwazim navê wan li vir bibêjim, lê ez bawerim dema ku ez li deriyê mijarê didim, her kesên ku haya wan ji malperên elektonîk hene têdighêjin bê halê me çi hal e. þirove ji her gotinê re navê, gerek em ji rengê fikî bizanibin tama wî çi ye. Dibe jî, wek berya niha hevalina ji min re gotibûn ku mebesta te, di nivîsan de hinekî tarî ye. Ez dibêjim heta radeyekê ev gotin rast e, ji ber ku ew jî bi rewþa me ve girêdayî ye. Mirov nikare ji pêþîn ve mar bigre.

Gelek ji malperên me, ne  têgehên piransîban bihîstine û ne jî rexne li hesabê wan tê. Mirov dikare wan kesên ku malperan birêve dibin, bi berhemdana saziyan ve girê bidin, ji ber ku ew bi xwe zarokên vê dibistana tije nakokî ne. Tiþtê ku mirov li ber dikeve, ku navê globalizmê bi xwe re hetikandine. Ev navê mezin ku mirov dikare bi her awayî bikar bîne, û encama wê li xwediyê vedigere. Dibe ku wek þûrê di destê nezanan de, ku bibe sedema kuþtina xwediyê xwe.

Sal bi sal xwezî bi par“ gelek malperên me hene her ku diçe rewþa wan ber bi lewaziyê ve dere. Gelek ji wan di destpêka xwe de, navê wan li her derê belav bû, ku ev malper, ziman, kultur, dîrok û wêjeya Kurdan diparêze. Dihatin wê nasandinê ku bibin zimanê netew û çanda kurdperwerîyê, lê mixabin niha dikarin ji bo xatirê kesekî bibin zimanê bêbextî û birakujiyê. Hinek jî niha amade ne ku ji bo çend qirûþan hemû piransîpan binpê bikin. Dibe jî, ku berê haya me ji van têkçûn û kambaxiyan tune bû, ku ji destpêka xwe de, ev rê dimeþand in. Yan jî, li ser vê bingehê hatibûn avakirin.

Gelek malper wek kopî ji hev hatibin girtin diyar dikin. Gotara ku em li vir dibînin li dehên malperên din jî dibînin. Ku wisa be, çi wate ji pirbûna malperan re dimîne?  Gelek ji wan berhemên malperên din li cem xwe kopî dikin û carnan jî nivîskar bi yek emailê ji dehê malperan re bi tikandinekê diþîne. Ew malperên ku dûbarekirina nivîsan ne pejirîn in, ew jî ji mehê tu yan nivîsekê yan jî du nivîsan lê dixwîne. Yan ew nivîs dibe xwedanê melperê nivîsandibe yan jî divê ragihandina nûçeyên mirina welatiyan be. Ragihandina mirina navdaran li seranserî cîhanê mirov dikare di rojname û malperan de bixwîne, lê yên me kurdek, þivanek li kû dimre nûçeya mirina wî/wê tê nivîsandin. Heta çi radeyê ev nûçe ji raya giþtî re girîng e, ez bi xwe nizanim.

Ji ber vê rewþa kambax niha mirov nikare doza malperên taybet bike, wek malperên rexneyî, pêkenok, wêjeyî, zaroktî….. hwd. Tiþtê mirov hîn bêhtir bê hêvî û xemgîn dike, vekirina van kockên me yên ku her yek ji wan dahola çend partiyan lêdide. Sosreta hîn mesintir ku her yek jî bi eþkerebûn þerê ya din dike. Yan wan jî çend euro ji partîkê qezenc kirine yan jî kîn û reþahiya dilê xwe di serê hev re derdixin, bêyî ku zanibin çi dikin. Ji wan paltokan, kockên ziman û mûzîkê jî hene, lê tu dikare mêvanên wan li ser tiliyan bihijmêre, þer li kû hebe mêvan li wir in. Ev jî bi çi ve tê girêdan em tev de dizanin, lê em rastiyê nabêjin, ji ber ku rastî tal e. Bê guman ev destnîþankirin li ser her malper û kesayetan wek hev pêk nayên. Hinek ji hinekan bêtir rola xwe ber bi erk û têgehan ve dilizin. Dibe jî rojek bê em bêçar bibin ku hinekan bi nav bikin û van tiþtan di destê wan de bigrin. Ev têbînî û gelek têbîniyên din mirov dikare wan bibîne û destnîþan bike.   

 

17. 02. 2007.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org