|
Newroz
Agirê Jiyanê ye!
Mêvaneke
silavdar e, li
ser lêva dîrokeke vejandî tê ristin. Dilopeke
hêsir e, li ber koka dareke nûpiþkivî dadiwerive. Mûmeke
pêketî ye, li þevên tarî sîwan vedigre. Keskesoreke
pozbilind e, li asîmanê hêviyên kurdewariyê tê vegirtin. Dîlbereke
xwînþêrîn e, li rûbarê demsaleke nûhatî de digernije. Bi
xwe re çavên binefþan kil dike û lêvên xecxecokan sor dike. Stêreke
geþ e, li asîmanê dîrokeke birîndar diçirise. Evîndareke
sozdar e, di dema xwe de li diriyê bîranînên me dide. Kêlîkekê
jî ji soza xwe namîne, kêlîkekê jî xwe jibîr nake. Straneke
li ser zimanê Eyaz û Þêxo þax vedide û bejna xwe bi rojê re li ba
dike. Me
û çiya û lîlavan, bi dîlanekê re li hev dicivîne. Me bi pêta agirê
xwe germ dike. Bi
lêvên xwe kenînekê li rûyê xemên zarotiye diçîne. Her
tiþtên me bi te re aj didin, evîndar
li sozên xwe hiþyar dibin, awazên nû li ser têlan saz dibin, hest
û awazên me mîna kanîkên buharê diherikin, bi
xwe re rengên nû ji keskesoran dihûnin. Rojên
me xwe di nav rengan de pîroz dibînin. Newroz...
Tu
navekî þêrîn î ..Salpêde li ser zimanê me þax vedide û bêhna
sorgulan ji te difûre. Min
û bilbilan bi xwe re serxoþ û mest dikin. Tu
bîranîneke xweþ e, di hiþê xwedayan de narize. Her
ku em nêrgizan dibînin, mîna pêlekê di çavên te de winda dibin. Her
ku em ji kanîkên çiya keseran dinoþin, mîna hêsirekê di evîna te de
kûrtir dibin. Her
ku em li bilûra bayê zozanên te guhdar dikin, dilê me mîna çûkan
dikeve xefkên evînê. Her
ku çav li bejna agirê te dikevim, ji nû ve evîn, jiyan û azadî xwe li
dilê min dipêçin. Þopa
te di xwezaya welatê min de, çîrokeke bê dawî ye. Çîroka
mirin û jiyanê, bi te tê nasîn û nifþ bi nifþ tu ciwantir dibî. Tu
xemla rojê ye, soza Zîn û Memê ye. Bi
te re jiyan destpê dike û bi te re bi dawî debe. Arþevê
Oskan 21.03.2007.
Elmanya.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org