Payiza Evînê

 

Arþevê Oskan

 

Çi fizefiza bahozên te

Li ser kavilên dilê min in?

Dil hejar e,

Ta bi bilbil bê fixan in

Li ser sorgulên min.

Dikenim!

Û  çav ji rondikan kanî ne

Çavnêrê þopa te me

Di rêça zirav de

Çandiyê can im

Li ber seqema bê tav.

 

De here lê..

Te ez pîr kirim

Hejandin, mirandin

Sozdarê çavên te me

Di kokên ziwa de.

 

Evîna bê mirad im

Ji deryaya evîna te

Tî me û hey Tî me !

Sazvanê bê ziman im

Û ziman qerimiye

Di pesnê te de.

Ciwaniya te

Ez pîr kirim, bê bîr kirim.

 

Bi qizanî çeleng bû

Siwar kirin, bi rê ve xistin

Xêliyeke reþ dane ser

Rêçeke dirêj dane ber

Hejandin, revandin..

Çi gul bû

Bejna zirav, yekta dirist

Di evîna xwe de ziwa kirin

Mîna kevokê ciwan bû

Bi hezaran

Ramam gerandin.

 

Hejandin bestê min

Bi hêz kirin ristên min.

Hejandin...

Hêvî westandin.

Pozbilind bû, Ararat bû

Çav mîna þikeftan

Inî mîna lat bû.

Sîng bexçeyê evîniyê

Lêv mîna nazxelat bû.

 

Ji pêsîrê çem dirijin

Li ser kêferat bû

Hejandin, hilweþandin

Diran, mejî, gerden

Sewdan firandin

Kiras qetandin

Kul û xemên min

Civandin… civandin!!

 

Ji pirtûka minî yekem „Hêviyên Birîndar“ 1995.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org