Perwerda Seqet Kesayetên Têkçûyî Diafirîne

 

 Arþevê Oskan

Ji her çar peçeyên Kurdistanê, peçeyê herî biçûk Rojava ye. Li ser asta vî peçeyê han, ji roja ku tevgera siyasî hatiye damezirandin heyanî roja îro, tiþtên ku her têde bi serketine, perçebûn û tîþkirin e. Digel perçebûn û belavkirina wan jî, dijmin jî dixwazin, mejî û ramanên me, ji hev taromaro bikin û ev yek wek diyar e, kirin e. Li þûna yekîtî û lihevkirinê, pevçûn, dixsîtî û bêbextî derxistin navberê.

Ji salên þêstî, heyanî roja îro, tevgera me ya siyasî –heger ku tevger be- bi zikêþeke bê pîvan ketiye û heyanî niha jî, ji xwe re ti derman peyda nekiriye. Xwanê dike, ku kesayetên me, li gotina bav û kalên xwe guhdarî kirine û wê meselokê pêktînin, ya ku dibêje: „Malê, ji te bi hezar mal be“. Heger ew be, tiþtekî xwezayî ye û nejadiye, naxwe li gotina bav û kalên xwe, em baþ guhdarî dikin. Lê, ku ew be jî, bila li hember wê, li gotina Mîrê helbesta kurdî, Ahmedê Xanî jî, guhdar kiribana. Wê hîna rûmet bidana bav û kalên xwe. Ya ku dibêje:

„Ger    hebûya  me   îtifaqek
Vêkra  bikira   me   înqiyadek
Rom  û  Ereb  û Ecem temamî
Hemyan ji me ra dikir xulamî » .

Xwanê dike, ku dijminê me jî, baþ vê rewþê bikartîne û di asta baweriya wan kesayetên me de, têgihiþtiye. Her kesayetek, ji wan kesayetên ku em dibêjin siyasetmedarên me ne -xwedê giravî-, bi çend gotinên erebî fêrbûne û wan hevokan, ji xwe re di bin navê felsefeya siyasî, ya ku xwe wêran dikin, bikartînin.

Ji salên þêstî de, ev dijberî û tewambarkirin, li ser asta belavokên wanî mehane, dihate weþandin. Ji wan kesayetên nexweþ, niha nifþên nexweþtir hatina afirandin, yên ku mejiyên wan bi dehê salan, ji aliyên mamosteyên wan ve, hatiye þuþtin û dilê wan bi kîna hev tije bûye. Ew þika wan, ya ku li dijî hev dinivîsin û hewldanên, ku yek yê din bilikumîne, tenê dikeve xizmeta dijminên kurdayetîyê.

Bi guhertina alavên ragihandinê re û piþtî ewqas pêþveçûna teknologî. Xwanê dike, îcar ew jardan û Bekoyên, ku partiyên Kurd, mîna beranan lihev gûr dikin, yan mîna dîkan berdidin hev û kumikê li wan sor dikin. Karên xwe, firehtir kirine û malperin enternêtê, yên vekirî di bin navê azadiya ramanê de bikartînin. Yên ku li bûyeran guhdarî dikin, ew baþ dizanin ku kîjan malperin, yên ku rola fesadî û bekotiyê dilîzin.

Bi hêvîme, ku xwedanê wan malperan jî, vê gotara min bixwînin û hinek rûmeta kurdayetî, li cem wan peyda bibe, divê dest ji wan karên xweyî qirêj berdin. Ez navê wan û malperên wan nanivîsim, da ku gelekî liber xwe nekevin û wan pencerên xweyî giravî bigrin. Lê ku negirtin, ez û gelekî din ji hevalên min yên ku li ser pirsa kurdayetiya xwe ditirsin, dê wan bi nav bikin.

Piraniya wan navên nivîskaran, ne nevên wanî rastekî ne. Ev tê wê wateyê, ku ew jî, ji ber karên xwe þerm dikin û dizanin xismeta kê dikin. Da ku, ji aliyê kesên bi exlaq ve, neyên þermezarkirin, navên xwe diguherin. Ezmûneya tevgera Kurd, li seranserî Kurdistanê, ji baþûr heyanî bakur, ji rojhilat heyanî rojava, di dijberî û birakujiyê de, berbiçave. Di dawiya dawî de, li wî karê xwe poþman bûn e, û destê biratî û yekbûnê dane hev. Wekî ku þerê hev kirin e, þerê dijminê xwe ne kirin e.

Ev tiþt, ji hemû kesan ve diyar û eþkere ye. Xelasî, rezgarî û pêdiviya gelê Kurd, bi hevgirt û hezkirinê tenê heye, bi dijberî û bêbextiyan, kes bisernakeve. Bi taybet jî, li perçeyê Rojava, ku di rewþeke pir xirab de ye, mixabin. Ku li ser asta Kurdên Sûriyê, panzdeh partî hene, rewþeke ne normal e, ez bawerim. Ku sê partî bi navê Yekîtî, sisê bi navê Partî Demoqratî, sisê bi navê Pêþverû, sisê bi navê komenîst –ji ber ku ew jî hemû Kurd in,mixabin- ... hetanî ku du partî dibin yek jî, ji wan du partiyan çarê din ava dibin û her yek bi navekî dijî karên xwe tê naskirin.

   

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org