„Piþtî Reþê Rewþen Tê“

 

Arþevê Oskan, arsevoskan@hotmail.com

 

Piþtî herifandina pûtê dîktator Seddam Huseyn û hatina hêzên navnetewî, þovinistan di heremê de, çendî di ber xwe dan, lê ji wan tevgerên xwe yên terorane, bê encam derketin, ji ber hêza ku hatibû, bi darê zorê tovên mirovatî û demoqratiyê çandin, li ser wê xaka ku bi hezarê salan bi xwîna mirovan hatibû avdan, lewra hinekî bi dijwarî, ev zemîn, azadî û demoqratî û mafê mirovan pêþewazî kir, ji bo vê armacê mixabin dîsa gelek xwîn hate rijandin, li seranserî Iraqê, dîsa jî herema ku aramî û aþîtî lê peyda dibû Kurdistan bû û li Kurdistan, dolaba þaristaniyê bi lez dihate zîviradin... pirsên wisa, bê guman ku bi mirovan ve girêdayî ne, ne bi ax û avê yan bi çiyan û deþtê... di van guhertinên dawî de, dîsa rola mezin û bikêrhatî ya kurdan bû, bi partî û ciwanên xwe, heta radeyeke bilind gel ji destên teroristan parastin, ji bilî çend bûyrên mixabînî ...

Ji hezarên salan ve, aramî li ser xaka Îraqê pêk nehatiye, heta radeya ku kuþtin û talankirin, li cem gelê Iraqê bûye tiþtekî hêsan, ji berya Islamê heyanî Sedamê dev bi xwîn... lê wekû diyare dema herî dijwar dema Sedam bû, bi hemû cînarên xwe re pevçûn û car caran jî sînorên cînariyê derbas dikir, lê ya herî dijwartir, gelên ku di nav xwe de qir dikir, dixwest reha wan ji kokê de bibire, bi hemû þêweyên hovane,  wek Kurd, Fîlî, Suryanî, þî´î, Aþurî û Izîdî ... hd .

Ev hemû bûyer, di pirtûkan de hatine erþîvkirin, ez naxwazim wan bûyeran yeko yeko dîsa dûbare bikim, ji ber ku ne mijara gotina mine. Piþtî du salan ji lêkolîn û lêgrîna hêzên nevnetewî, da ku bingeha karê teroristan ji binî de bîne xwarê, di kesayetîya Sedam û partiya Bass de, ev hemû hewildan pêkhatin û hikûmeteke hilbijartî pêkhat, tevî ku gelek astengî ji derve û hundir hatin çêkirin, hemû jî ketibûn taya avakirina dewleta Kurdan, Turkiye, Sûriyê, Êran û hinek çavnebarên din, lê dîsa jî miradê tevan di gewriya wan de asêbû û ji bêçarî nameyên pîrzbahîyê, berî herkesî þandin, dîsa jî li hember hemû hewldanan siyasetmedarên kurd bi zanyariyeke bilind, ev rê li pêþiya wan girtin û siyaseta xwe berdewam kirin, her kevir danîn cihê wî yê dirust .

            Her çûn bilind bûn .. heyanî qada herî bilind di Iraqê de bi dest xistin, ango serokatiya komarê û cara yekemîn di dîroka kurdan de, wanê ku pêvajo giravî dikirin û alîkariya terorê dikirin, serokatiya mam Celal pîroz û mubarek dikin, ew jî ne ji camêriya xwe, lê ji bêçarî .

            Heta kîjan radeyê, wê ev pirs giring be ji bo pêþeroja kurdan ?, em wê ji demê re bihêlin çêtire di baweriya min de, yên ku ev pêvajo gihande vê radeyê, dikarin berdewam jî bikin û nehêlin dîrok dûbare bibe, ez bi xwe bê gumanim, ku wê pirsa Kurd û Kurdistan, cihekî bilind di dîrokê de bigre, wê bibe ezmûneyeke navendî, ji bo herema rojhilata navîn, di warê demoqratî û mafên mirovan de, û akameke erênî li her sê perçeyên din jî bike, wekû diyare îdî pirsa kurdan nema dimîne pirsek qedexekirî, di rojhilatê de, gelê kurd cî li kesî teng nekiriya, li ser axa bav û kalên xwe dijîn, lê belê ez bawer dikim ku wê heremê ber bi nûjenî û þaristaniyê ve bibin, ne tenê wê li mafê gelê kurd xwedî derkevin, lê belê li yên Asûrî û Ermenî û hemû olên ku qedexebûn, ango wê tabloyeke rengîn bête afirandin û her yek bi azadî cihê xwe têde bibîne, bi aramî bê xwîn û qîrîn û giryan...

 

Pîrozbe mam Celal serokê komara Iraqê .. gelek li bejna te tê, li hêviya bilindtirîn cih .

Pîroz be li te serokatiya Kurdistan, kek Mesûd kurê þêran, pêþmergetî li bejna te þerfa kurdayetîyê ye .

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org