|
|
Ragihandinên
bê prensîp
Arþevê
Oskan
Di
van rojên avdarê de, rojên ku xemên Kurd himbêz dikin, yek ji wan rojên
reþ, diwemîn salvegera Serhildana 12ê Avdarê ye, ku di vê rojê de di
sala 2004an de nêzî 40 ciwanên kurd bi destên rêjîma mêrkuj û
hevalbendên wê hatibûn kuþtin, û bi sedan kes hatin girtin û ji
dibistanan hatin bidûrxistin, û hin ji wan ciwanên ku di zindanan de jî,
ku hatibûn girtin di bin lêdanê de, jiyana xwe ji dest dabûn, û ev pêvajo
hetanî roja îro berdewam e.
Min jî, wek mirovekî dilþewitî li ser xwîna gelê
xwe, di van herdu rojan de kêlîk bi kêlîk bûyer diþopandin, hem li
malperên Kurdan û hem li yên Ereban, rojname, televizyonan û hwd.
Malperên Kurdan wek cavkanî ev bûyer baþ þopandin,
hinekan ji yên bêtir, û bi taybetî amude.com ji bo min bû wek çavkaniya
yekem ku her ji seetê carekê min ew diþopand. Ligel van malperan jî
rojname û televizyonên Ereban kerr man û nexwestin ji binî de qala vê bûyerê
bikin. Hemû nivîsên li ser rûpelên wan qala kesan û bûyerên tekane
dikirin, ku giringî ji weþana wan re tune bû.
Min dîtin, (Þerq Alawsat)- Rojhilata Navîn, ma gelo
qey Kurd ne di Rojhilata Navîn de ne? Yan li kû derê ne?
Bi rastî ev yek baþ bala mirovî dikiþîne ser xwe,
ku hîna hin ragihandina Ereban di xizmeta dîktator xwe û teroristên xwe
de ne, ji wê astê rizgar nebûne.
Aliyekî din ji bo vê pêvajoyê heye, ew jî ev nivîskarên
me yên kurd in, ku bi zimanê erebî dinivîsin. Gelo ew bi xwe niha li kû
dinivîsin? Evên ku bi zimanê din dinivîsin, heta kîjan radeyê ew li
deriyê rojnameyên xelkên biyanî xistin û nivîsên xwe ji bo wan rêkirin?
An çûn û hatin dîsa li hev kom bûn û hev kor kirin, û li wê ortê
çûn û hatin..?
Ev pirs her roj, meh, sal xwe dubare dike û bê
bersiv dimîne. Ev tê wê wateyê, ku ew ragihandinên bê prensîp hîna
di xizmeta serok û grûpên xwe de diçin û tên, hîn ew xêz derbas
nekirine. Tevî ku bi sedan kes li Þamê paytexta Suriyê li ber avahiya
encûmena wezîran a surî hatin cem hev û pênc deqeyan rawestiyan. Lê hêzên
rêjîmê dîsa wek berê bi çavên xwe yên sor êrîþî gel kirin û
hinek ji wan xistin zindanan. Herweha li seranserî bajarên Suriyê ji Qamiþlo
hetanî Þamê, ev gel bi hezaran 5 deqeyan li ser giyanê pakrewanên
avdara 2004an sekinîn û nêzî 10.000 mirov bi meþeke mezin û dirûþman
çûn serdana goristanan û silav li pakrewanên xwe kirin. Herweha bi þêweyekî
þaristanî þeva berî bûyerê bajarên Kurdan bi mûman katin xemilandin,
da ku rê li ber wan destên zorker bigirin, ên ku niha bi hezaran xwe
amade kiribûn û destên wan li ser dîkê tivingê hatibû çandin.
Lê alavên ragihandinê û bi taybet yên Ereban, ne
yên serbixwe û ne yên binbixwe, qala vê bûyera mezin nekir. Tiþtê ku
min ji wan fam kir, tenê guhê xwe didin karên terorê û wan dipesinînin
û destek dikin, xwe wek berdevkên wan hêzan dibînin.
13.
03. 06 - Hamburg
|
|