Rêjîm
û Rewþenbîr
Di dîroka gelan de, gelek serpêhatî û bûyerên mezin pêkhatine, hem di nav gel de, hem jî ji aliyê dijber ve, lewra ji bo amadekirina zemîneke dahînanî, hemû alavên afirandinê li ber destan hatine raxistin; ew alavên, ku bi mejiyekî rewþenbîrî dikarin roleke balkêþ bilîzin, û di pêþerojan de bibin samanekî bilind û bikêrhatî, ku mirov wekî belgeyên þaristaniyê bi hebûn û nebûna xwe ve girê bide .
Dema ku em dibêjin rewþenbîr, tê wê wateyê, ku bi kêmanî çend gavan di pêþiya civaka xwe de cih digirin. Helbet, ev nerînên nû û nirxandî, wê bibin sedem, ku beþekî mezin ji civata paþdemayî, nerazîbûna xwe nîþan bide. Ji xwe, wan kesên ku di pêþiya civatê de cih girtine, ne giring e, ku hemû beþên civakê jê re çepkan lêbidin, bi pênûsa xwe li dijî hemû þêweyên paþverû radiwestin. Wekî ku ji me diyar e, Cegerxwîn di dema xwe de, nemûneyeke balkêþ bû, ku bi pênûsa xwe, li dijî ol û êlên kevneperest, ku beþekî pir mezin ji civaka wî pê ve hatibû girêdan, û di encamê de ew bi serket, gelek axa û sêx jî bûn mirîdê wan nêrînên wî yên durist.
Ev ezmûne, ne tenê li ser asta gelê ku pêdivî bi rewþenbîr serxwebûnê heye, lê belê li ser asta hemû cîhanê û civakên wanê, ev pêvajo berdewam e. Wekû tê zanîn, civakên hemû dunyayê, bi kêmanî, ji du beþan pêk tên, yek jê rewþenbîr in û beþê mezintir civaka normal, ku di ber bayê demê re, rast û çep diherike, û nikare zû bi zû rastiya xwe nas bike, heyanî ku dem di ser re derbas dibe, ew civaka mezin û berfireh, dibe qurban û têkve diçe, bêhtir ev pêvajo, ji aliyê aydyolojiyan diyar dibe.
Li seranserî dunyayê, ev rêbaz hatiye meþandin, geh bi zanebûn û geh bi nezanî, lê di çarçeweke teng de mayî, û her çûye tengtir bûye, her ku pêlek ji nûjeniyê bilind bûye, beþek ji kilasîkiyetê di ber xwe re biriye. Ev nûjeniya ku em dibêjin, bi guhertinên dunyayê ve jî, hatiye girêdan û akam bûye. Di demekê de, civaka Alman ji bo biryarek Hitlerê dîktator, bi sed-hezaran hatine kuþtin, xwe fidayî biryara wî kirine, li hember vê biryarê jî, bi sedan rewþenbîr û zaniyar, hatine daliqandin û bûne qurban – ji bo rastiya nerînên xwe. Ev þêwe ne li ser asta Almaniya tenê maye, lê belê li Rûssya jî Stalîn, li Îraqê Seddam Husên, li Tþîlî Pînoþêt, li Italiyayê Mosolînî û li Turkiyê jî Kemal Ataturk ...... hwd.
Di dîrokê de ez bawer im, ku wê ev pêvajo her berdewam bibe. Bê guman e, ku Kurd jî wê jê bê par nemînin, ji vê kêferata dûr û dirêj, wê ev yek bê nîþankirin, ji aliyê rewþebîr û lêkolîneran ve, wê dîrok bi hêsanî li gelek tiþtan mikur bê.
Her pêvajo, du aliyên wê yên bingehîn hene, yek neyinî û yê din erênî ye, ku aliyê neyînî zu neyê ronahîkirin, her biçe wê ew civat ziyanê bibîne, lewra ku tiþtekî giring e; ronakbîr bi rola xwe rabin û wî aliyê tarî zelal bikin û rastiya civakê vejînin, tevî ku li hember wan ronakbîran, hewldanên dijber jî tê meþandin, heta karibin wê tariyê biparêzin ji ronahiyê, her çeqas ronahî, ji hêla kêm kesan be jî, lê dîsa pûçbûnekê dixe laþê kêmasiyê, tevî ku ew ronakbîr di dema xwe de, mafê wî karê xwe nastîne, dibe ku heyanî mirina xwe jî wisa derbaske, lê di encamê de, her serkeftin para wî ye. Hatiye bicihkirin, ku dîrokê kesên wisa jibîr nekirine, bi sîngeke fireh ew parastine, rûmeteke mezin ji wan re kiriye saman.
Her yek bi rola xwe, hunermend bi stran û mûzîka xwe, nivîskar bi pênûsa xwe, þêwekar bi tablo û kerîketorên xwe, siyasetvan bi ramana xwe... ev pêvajo di hundirê kêferateke dijwar de meþandiye, pê êþ û derdên wî gelî derman kiriye, ji bo paþerojeke xweþtir û bi rûmettir. Rêjîmperest jî, her qesrekê bi milyonên dolaran ava dikin, pût û wêneyên dîktator li her cih û deverê dadiliqînin, ji þerþokê heyanî mizgeftê.. ji kolanê heyanî hundirê malan.... her tiþt dikeve xizmeta wî ya kesane, dema ku biçe jî, her tistî li dûv xwe diþewitîne.
Bi van kar û xebatên jorîn, hene jî ku hebûna rêjîmê, li hember ronakbîran diparêzin û nanê xwe yê rojane pê qezenc dikin, di çend rojên lezgîn û bê wate de, tên ku bifirin ezmanan, nav û dengê wan, di rêya rêklaman de, li her derê belav dibin. Helbet mirov nikare navê wana jî bike rewþenbîr, ji ber ku rêjîmê yan sîstemê, di kesayeta dîktator de diparêzin, li dijî ronakbîrên þoreþger, ango mirov dikare, ji wan re bibêje (rêjîmperest), dibe reklamvan û pesindarê bejna dîktator, hemû zemîn jê re tên raxistin, lê ku rêjîm diherife ew jî ji ber xwe dimire, mîna masiyê ku tu wî ji nav avê derxîne, bêhina wî diçike û diçe.
Ya herî pêwîst, divê mirov li sedemê bigere, çima gelo ev beþê dijber, dikeve xizmeta rêjîmê û bi rêjîmê re dimire?. Tê diyarkirin, ku berjewendiya kesayetî, roleke mezin di vî warî de lîstiye, yan ji bo qezenckirina çend quriþan, yan jî... li navên xwe geriyane, ji ber netêgihiþtina wan, nizanîbûn, ku navê wan tê kijan asteyê, heyanî kurtêlek nan bê ber, ew jî diqîriýn, ku nan ji ser qut bû, ewê li cihekî din bigerin... Bawer dikim, eþkerekirina vê mijarê zelal e, li cem hemû gelan .
Her ku civat pêþve diçe, ew kesên dirû û ramanfiroþ jî kêm dibin, berovajî vê yekê ye, ku civat li paþ dimîne. Bê guman e, ku civata Kurd jî, yek ji wan civatên dunyayê ye, bi van mijaran tê akam kirin, derfetên bazirganiya bûyeran, bi hêz dimeþe, carê ev civat di kirasekî de tê xemilandin, û felsefeyeke rengoreng, jê re pêþkêþ dibe, lê çakûçê demê, ji her kesî bi hêztir e, dilê wî bi kesî naþewite, lê ku hinekî dereng ma jî, serê sedî sed ewê bê, û wê gelek kesan rûsar derxîne.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org