Þengal Birîndar e!

 

Arþevê Oskan

 

Malên me wêran nabin!

Destên me ji xakê nabin!

Dilên me ji evînê sar nabin!

 

Li Helepçe, Hewlêr û Qamiþlo

Li Amed, Mehabad û Zêwayê

Dîsa li Þengalê ferman e

Li asoyên Þengalî

Çavên dayikan bi xwînê digrîn

Li Þengalê herder sor dike

Aso û xaka suncirî

Bi ser hev de dinixume.

 

Dîsa bi dilopên xwînê,

tovên bexçeyekî ji sorgulan diçînin.

Tovên azadiya dahatû, bi xwîna zarokan dimeyinînin.

 

Erê dayikên Þengalî,

jana birînên zarokên we

di þeva çaredehê tebaxa reþ de

agirê sor berdan hinavên me.

Hîn jî þengalî dibêjin

“Em aþtîxwaz in, em mirovhez in

li ser kavilên xwe dimînin, qet nabezin“.

 

“Ev fermana heftê û sisyan e

Bi pêc topan, mora xwe li dîrokê xist.

Ji jana kal û jin û mendalan diqîre

Ey dayikên bê malxwêmayî bigrîn û bilorînin

Bi wan lorîkan

Sêwiyên di dergûþên hêviyan de di xew re bibin.

 

De bilorînin ta ku dilê çiyan bi we biþewite

Ta ku ji pêsîrên xwedan þîr mîna kaniyan biherike.

Bila li ber lorînên we,

gorîcan birînên xwe yî jandayî jibîr bikin.

De bigrî dayê û bibilîne.

mîna baranê hêsiran ji çavan westiyayî bibarîne

Pê agirê dilê xwe û me vemrîne.

Bigrî hetanî ku li þûna her dilopeke xwîn

Sorgulek serî hilde û zeviyên azadiyê bixemilîne.

 

Kî dibêje Þengal wêran bûye ?

Kî dibêje Helepçe enfal bûye ?

Kî dibêje Qamiþlo dilsar bûye ?

Her ku tevkujîkê pêk tînin,

xwîna me tevlihev dikin.

Evîna axê di dilê me de hartir dikin.

Zimanê me bi ser dîrokê de dirêjtir dikin.

 

Em ê her hebin û her bimînin.

Kokên dara me, di dîrokê de kûr çûne,

her ku ew dibirin þîntir dibin.

Þaxên wê darê bilintir dibin.

Bi gulên sor û zer li ber tîrêjên rojê libadibin.

Û bibêjin: Ez ê kelemên nav çavên we bin!!

 

16. 14. 2007.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org