ÞEKOYÊ QAÇAXÇÎ

 

Arþevê Oskan

 

Her ku roj diçû ava, Þeko çavê xwe li hespê xwe digerand û diçû serdana wî, da ku li axurê wî binêre û rewþa wî ya tundirustî bipelîne û pêdiviyên wî bidêyê, helbet ev hesp hevalekî dilsoz û giringe di jiyana Þeko de, gelekê caran bi kêrî wî hatiye û ew ji mirina dijwar parastiye, ewê Þeko çawa jê hezneke û wî neparêze ?.Ji pûk û sermaya zivistanê.

Dema ku Þeko pûrta iniya wî ya poz dixuran, wî jî serê xwe pêre li ba dikir û sipasiya wî dikir, lewra hesp bi hatina wî þad dibû, tenê ew û hespê xwe ji hev fam dikin, wî hespî tîne hember xwe, mîna mirovekî xwedan bîr û bawerî.

Helbet ew jî mîna xwedanê xwe li bendî pêla þevê ye, da ku têde hunera xwe bi`afirîne, bi xatirê xwediyê xwe xemgîn û tengezar dibe, simê xwe li qadê dide û xakê bi wan nalên xweyî tûj dikola, nirxê tengijandina xwe berçav û xwiya dike .

Wê kengî þev bê û hespê inî~boz, sînorê tozê di bin simê xwe re derbas bike û bombeyên nû~çandî û bê rûmet biqelêþe, sînorê derewîn ku bûye astengî, di navbera wî û mirovên wî de, di ser guhê xwe re davêje, da barê xwe bighîne mebestê .

Þeko destê xweyî rastê, ku bi sê tiliyan mabû, daye ber riwê xwe û demjimêr dema wî jê didize, serê wî bi 

ramanan, di hiþ û gumanên wî de þax û bax vedide, li ser xetê zar û zêçên bi çavên zelûl, bendewarê hatina wînin, jina pepûk û hejar bi xwedîkirina zarokan mijûle, ango nahêlin diya wan çavê xwe kêlîkekê li jiyanê veke. Dema ku zarok li derdora wê ker û lal dibin, ew jî bi dizî derdikeve ser banê xênî û çavnêriya hatina Þekoyê xwe dike, destê wê li ser birûyên wêne û ji hêla baþûr keseran dikþîne, li gel ku newêre li mêrê xwe mikurê ku Þeko, qaçaxiya tûtinê li binya xetê dike, ji tirsa ku polîs wî navêjin binê zindanê .

Helbet çavê wê li rê diqerime, dzane ku Þeko berê xwe daye mirina reþ, bi sedema ku nanê zarokan bidestxîne û zarokan ji birçîbûnê rêzgar bike, her carê di ber xwe de dibêje û keserên dijwar dikþîne: Bila ez bimrim, lê zarokên xwe birçî nebînim ...!!

Li bin xetê jî, hogirî keça mirovekî xwe bûye, bi dîtina wê gelek þad û bextewer dibe (Nesrîn). Nesrîn jî, bi çavekî bendewar û dilekî bêrîkir, li bendî hatina Þeko radiweste, da ku çavê xwe bi dîtina wî kil bike, di çavê Þeko de, hêvî û mirada xwe dipelîne û sênorê jiyana xwe dikêþe .

Dema ku Þeko çav li riwê Nesrînê dikeve, ji ber xwe ve, simbêlên sorî sosinî, li ser lêvin girnijîn, govenda þadûmaniyê digre û diçirise, ji keldûmana dilê bi evîn .

Evîna dijwar dilê nazdar perçe~werçe dike û roj bi roj bi pêteke bîranîn tête þewitandin, di þevên zivistanê yên diroj de, nîgarê Þeko ji xewn û xeyala Nesrînê naçe, heyanî banga sibehê, ku dengek ji paþ~xanî dihat, ji xew çeng dibû û serê xwe di pencera biçûk de asê dikir û dilê xweyî nazdar û evîndar dixiste cî .

Ew dilê ku mîna tenûreke sincirî ji agirê evîna Þeko, qet bi pûk û bahoz û berfa zivistanê sar nabe, di rojên ...

buharan de jî, dema ku keçên gund diçûn kerengan, li nêzî þiva hesin, ya ku Kurdê serxet û binxetê ji hev diqetîne (Tirkî û Sûrî) yê, asoyê welatê Þeko bihn dikir û sitranên evîndarîyê davête ser delalê dilê xwe, pêre hestê xwe dihûne û derman dikir .

Herwisa, dilê Þeko jî, bûbû mîna gogekê, li serxet û binxetê diçû û dihat, di navbera zar û zêçan û Nesrîna evîndar de, lewra roj bi roj, çûn û hatina wî bêhtir û pirtir bûbû, li binxetê di xewn û hêviya zarokan de dixew de diçû û winda dibû, li serxetê jî, jana evîna Nesrînê di dilê wî de þax vedide û janê xwe li hinavê wî belav dike .

Þeko ji ber vê rewþa dijwar nema dihedinî, ne barê tûtinê û ne jî xwedîkirina hespê inîboz, þevekê ji þevên bê sitêr, li bayê serê xwe siwar hat û ji nîvê þevê û pêve, Nesrînê li paþ xwe kir û berê xwe da sînorê hesin, bi dilekî fîdakar, tije evîn û derd û kul, helbet evîna dilê Þekoyê Kurd, zora her tiþtî bir û xwe li sînor qelipand, bê tirs û sawîr, ji kêfa dilê xwe, neramiya ku xwe ji leþkerên Tirk biparêze û bi zanyarî koça xwe bibe serî, lê li Þeko bû teqîn di nav bumban de, lingê hespê wî kete ser bumbakê û nema xwe dîtin û miradê wan di gewriyê de sarbû .

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org