STÛNA HER NETEWEYEKÊ ZIMAN E

 

Arþevê Oskan

        

Her pêvajo di dem û çaxên xwe de taybetî û pîvanên xwe berçav dike; ew taybetmendî di hemû qounaxên sereke de dibin mîna nîþanekê û her gelekî ji gelên din yên dinyayê cuda dike. Helbet ev cudahî tiþtekî pêwîst di nava xwe de hildigire û tiþtekî bi xwe re tîne holê jî.          

Bê guman, ev stûnên ku cudahî xwe dispêre wan ne tenê ax, dîrok û ziman ine. Li ba me kurdan, destê me ji axê bi birîn e, ango ji hezarên salan de pilan û xapandinên cînaran û xwedanhêzên dîrokî, ew ax tim û tim ji bona qezenc û berjewendiyên xwe xebitandine; ew kirine lîstikgeha nakokiyên herêmî. Hem di hêla aborî û hem jî di hêla ramyarî de, ew dane ber pêla wendabûnê. Geh bi navê olê û geh bi navê asoyên mirovatiyê – di gel ku kurdan jî ji bo nirxandina pirsgirêkên mirovatiya xwe, di nav gelên cihanê û cînaran de, axa xwe li bin lingan raxistine û fîdakarî di hemû waran de pêþþ kirine. Lê belê heyanî kîjan radeyê bersiv ji hevbeþ û hevparên xwe yên dîrokî girtine.... ew jî li ber çavan diyar e.          

Di heman demê de, dîrok jî nebûye samaneke mezin û sûdekarî nedaye mirovên Kurd; ew jî ji sedema ku axa me ya dewlemend, ji zîv û zêr û petrol û çandiniyê, ji destê me hatiye girtin, herweha hêz û îmkanên kurdan sînorkirî mane.

Çendî mirovê Kurd, ji xwe bawer nake, ku rojekê ji rojên dîroka berfireh, di welatê xwe yê dewlemend de serdarî kiriye. Gava ew li vê rewþa xwe ya îroyîn dinêre, xwe belengaz, xizan û bêcare dibîne; tevî ku çerxa dîrokê gelek diyar e… ji Keyxisroyê Mîdî, Zerdeþt û Noþîrwan bigire heya bi Selahedînê Eyûbî... û hwd.

Ev hemû bûyerên dîrokî bûne encam ji bo guhertineke fîzîkî, ku di kesayetiya mirovên Kurd de cih girtine; ew kiriye mirovekî ji xwe nebawer û xwediyê dilekî kêm eþq û evîn – ew di moralekî þikestî de dijî. Helbet ev bandor li ser beþekî mezin ji gelê Kurd rolekê dilîze, û þaxên xwe bi tewþî berdide nav rahên civaka Kurd.

Ji ber wisa jî, guhertin û çareserkirin ji aliyê saziyên civakî û tevgera siyasî ve pir li keleman rast tên. Da ku mirovên Kurd karibin xwe bigihînin refên xwe yên perîþan, da ku xwe bigihînin baweriyeke tund û dirust, divêt ew jî wekî hemû mirovên seranserê cîhanê xwedan doz û berjewendî bin, bigihînin asteke bilind, ku bê pirsgirêk û alozî bi jiyana xwe þad bibin; bi taybetî di vê rewþa niha de, ku cîhan bûye mîna gundekî biçûk, bi lezgînî û bi alavên hemdemî li hev dizîvire.

Heger em – wek mirov – li van mafan xwedî dernekevin, kesekî din nayê û nabêje: Kerem bike kurdo mafê xwe bi diyarî wergire!. Vêca… pirsa ku heyanî niha neteweya me li ser lingan hiþtiye û em wek milet parastine ziman e, ewa ku mijara me li ser ava dibe, di binê gundan de, ji devê pîr û kalemêrên me ye. Ev parastina ziman, ku çendîn di bi zor û zehmetiyan re derbas bûye jî, ew gewdeyê xwe û taybetmendiya xwe winda nekiriye. Ev fîdakarî bi xwe dibe nîþaneke payeberz ji kesayetiya mirovên Kurd re, û sembola resenî û kevnetoreya wî ya dîrokî bi bingeh dike.

Piþtî ku zimannasên me yên mîna Celadet û Qenatê Kurdo û hestenasên me ji Cezîrî û Xanî heyanî bigihe Cegerxwîn û Namî, ev ziman bi me dan naskirin û hezkirin, rê li pêþiya me vekirin, kelem û astengî rakirin, divêt ku em jî wan kedan li pey xwe nehêlin û wan temîniyên pîroz di ser guhên xwe re navêjin; em bi wan netewe û taybetiya xwe biparêzin; di van nîr û guhertinên lezgîn de ji nifsên paþ xwe re bidin naskirin û hezkirin.

Di baweriya min de, ku di van demên dawî de rola berfireh ya teknolojiyê pir mezin bûye – heger em zimanên Turkî, Erebî û Farisî li þûna zimanê kurdî bi kar bînin, emê têkevin þaþiyeke mezin û gunehkariyeke dîrokî. Heger em bifirin esmanan jî, zarokên me dê madê xwe ji me û zimanê me bixelîlin .

Ji bona vê yekê, min hêvî heye, tevgera me ya siyasî, di hemû demên xwe û dezgehên xwe de zimanê kurdî bikin bingeh, heval û hogirên xwe bi wî perwerde bikin. Dema ku em tên welatên Ewropî, di navbera çend mehan de, em di bin þert û mercên zor û dijwar de xwe hînî zimanên wan dikin; lê mixabin em di sîh-çil salî, di nav gelê xwe de, li ser axa bav û kalan xwe hînî zimanê dayîka xwe nakin!. Heger mirov li sedemên vê diyardeyê bikole, dê gelek tiþtên din jî jê derkevin.

Dema mirov xwe dispêre zimanekî - çi ziman dibe bila bibe - girîngî û pêdiviya wî zimanî di jiyana xwe de dipîve. Vêca hêdî hêdî... wî zimanî bi psîkolojiya xwe ve girê dide. Lewra nemûneyên zindî di vî warî de hene; wekû miletê Ereb hînî zimanî Ingilîzî û Firensî dibe, tevî ku cudahî di navbera wan gelên Latînî û Ereban de heye, û zarokên Ereban ji wan çêtir hîn dibin. Ev jî ji sedemên perwerdeyê tên. Wekî nemûne: Gelên Mexrib û Cezayir, heyanî niha jî li malên xwe bi zimanê Firasî mijûl dibin, û zimanê wanî Erebî bi wan giran bûye, ev sedem ji çend salên dagirkiriyê hatiye… bawer im. Ji ber wisa ez jî dibêjim, çawa bav û bapîrên me li çiyan, li koçeriya deþt û zozanên Kurdistanê zimanê xwe jibîr nekirin û ew taybetmendiya tekane (ziman) ku di destên me de bû, parastine.

Di gel ku em dibêjin, em rewþenbîr û zanyar in, lê nikarin vî zimanî têxin tevgera xwe ya rojane, û di gel xwe de bikarbînin, tevî ku me pilanên dijminan li ser wendabûna mijara ziman pelandine û ew tehlî tam kiriye. Talankirina ziman, windabûna neteweyekê bi serê xwe ye.  Helbet ziman di destê mirovan de çekeke mezin e, ku bi ziman çîrok û lorîk û serpêhatiyên xwe di dergûþa hebûnê de dihûnin û þoreþeke vejandî pê dixemilînin. Ev kar dikare ji aliyê sazî û partiyan ve baþ were ronahîkirin; tevî ku rola nivîskaran, ewên ku bi zimanê kurdî mijûl dibin ne kêmî ya wan e; pêwendiyeke cedelî di navbera herdu aliyan de heye.

Ev nayê wê wateyê, ku ez li hember zimanên din radiwestim, lê belê berovajî vê yekê ez diramim, ku her zimanek mirovek bi serê xwe ye. Dema ku mirov bi gelek zimanan hestên xwe derbibire, babeta mirov jî, li gorî wê berfireh dibe. Lê dema ku mirov bi zimanê dayîka xwe nikaribe hestên xwe bihûne, ev tê wateya ku neteweya wî li paþ maye, ti wateyê ji jîrbûn û þarezayiya wî re nahêle, ew di çavên xelkê de jî biçûk dimîne; li ber rola bikaranîna çand û kultura xwe jî kêm û þikestî dibe.

Lê dema ku setelaytên kurdan çêbûn û li hemû dinyayê weþan kirin, ti gotin ji kesî re nehiþtin, ji bilî pirtûk, rojname, kovar, navend û weþanxaneyan... yên ku li Ewropa bi zimanê kurdî diweþînin. Ev hemû akameke erênî li ser gelê Kurd dikin, ku bi zimanê xwe bixwîne û binivîse. Herwekî tiþtê ku hatiye serê miletê Kurd, gelek miletên din jî di cîhanê de, berî rizgarkirina xwe, têre derbas bûne. Lê ev pirsgirêkên yekîtiya ziman dê di dibistanên fermî de bêne çareserkirin.

Vêca, li vir dikarim bibêjim... partiyên me bi kar û barê dewleteke biçûk radibin. Helbet saziyên dewletan jî ji partiyan pêk tên. Ji niha û pêve, ku gelê Kurd bi zimanê xweyî dayîkî nepeyive û nexwîne, tê wê wateyê, ku baweriya wî di warê neteweyî de kêm e, û dûrî giyanê welatparêziyê dijî.    

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org