þevê.. û çavên te

 Arþeve Oskan

 

Stêran ji bo me

Li dora sîwana heyvê, govend digirtin

Bayê ku li pencera min dida

Awazên jidayikbûnê dinuhirandin

Dixwestin bibêjin

Em nêzîkî barandina berfa sersalê dibin

Belê dikeniyan

                  Distrandin

                            Dilorandin..

 

Stêrên wê þevê

Li bendî civana me ranedizan

Ji asîman xunaveke hûn dibarandin

Li ser lêvên sorgulan radiwestandin

Û bi þînahiya çavên te re mat dibûn.

 

þevê..

Çavên te dibûn deryake aram

Dilê min

         Awirên min

                  Giyanê min

Nikarîbû bi hêsanî tê de avjeniyê bike

Çavên te … ax çavên te

Kûr in, dûr in, bê delav in

Evîna asîmanekî sayî

Deryake xulmaþ li xwe dipêçin

Wan fêrî rengên xwezayê dikin.

 

Min jî dixwest

Gemiyekê ji soz û hêviyên birîndar

Li ser siwar bikim û bajom

Bê westan sînga xwe bidim bahozan

Da ku wê gotina ku te tim digot:

„Berxwedan Jiyan e“ pêkbînim.

 

Çavên te dixwestin bibêjin

Em û sersal bi yek sirûdê afirîne

Bi yek berfê disotin, dibrijin

Di bin yek kevirî de þîn tên

Lý yek asîmanî dighêjin hev.

 

þevê..

Tirêjên ji çavên te çendî watedar bûn

Di´axivîn, soz didan, çîrok diwestandin

Cengeke giran bi dilê min re li dar dixist

Sînorên di navbera min û te de

Êdî ji xwe þerm dikirin û diherifîn

Û tiliyên fediyok li hevdû digeriyan.

 

þevê..

Giyanê me,

destê me, ji hevdu nedibûn

Li bexçeyê sorgulan

Tovên sozan diçandin

Evîna Siyabend û Xecê, Mem û Zîn

Salar û Mîdya, Cîm û Gulperî.. diwestandin

Hetanî bi silava berbangê re

Di nav xewnan de em diherikîn 

Ber bi agirê evîneke sor ve, di xew re diçûn.

 

Arþev          12. Nov. 2006 Hamburg

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org