|
Zimanê Wêje
Arþeve Oskan Dema ku navê wêjeyê tê
gotin, bi xwe re gelek tiþtên giring tîne hiþê mirov, ji wan tiþtan
jiyana civatê, ezmûneyên kesane, têgihiþtina di rewþa jîwarî de, bûyer
û serpêhatî…. Bê guman ew ziman ji bo
civatek wek civata kurd dibe neynikek giring, ku her kes xwe têre bibîne,
çi ji layên serpêhatî û jiyana kesên yekoyek, yan jî bûyer û rewþa
gel bi tevayî, ku bi awayekî ji awayan di dîrokê de dibe xwedan rol. Bawer dikim, li cem kurdan
ev ziman hinekî ji gelên din cûda ye, ji ber ku wêje jî bi pêþveçûn
û nîrên dîrokî ku di ser miletekî re derbas dibe tê girêdan, û hêza
lehengên wê bûyerê bi wan nîran re tê pîvandin. Ku em werin û di wê
neynikê re li wêjeya kurdî binêrin, emê li gelek kuþtar û qîrîn û
gaziyan rast bên. Ev nijad di wêjeya kurdî de eþkere ye. Her tim mijarên
me bi awayên tevahî hatine ristin, ji ber ku hîn kesayetên me ji bin
bandora siyasetê nehatine rizgarkirin, lewra jî bi piranî bêhna zimanê
siyasetê ji zimanê wêjeya me difûre. Her ku topek dijminan teqiyaye, beþekî
mezin ji gel daye ber xwe, ti caran cûdahî nexistiye navbera kal, pîr,
zarok û jinan. Li vir ez dikarim bibêjim hawar ji gelek seriyan bilind bûye
û ew deng ketiyê guhê wêjenivîsan, lewma wêje bêçare ku van êþan
himêz bike û di rûpelên xwe de hilgire. Li ser vê mijarê romannivîsê
kurd Laleþ Qaso li ser qaba pirtûka xwe ya Rewþenbîr wisa nivîsiye „Ronakbîrî her çi tiþtên ku
mexzena êqil bindest digire û rê nade aqilyetê, pêþketinê civakî û
ilmî, pêþverû dibîne; xweþiya jîn û jiyanê bi bilindahiya maqûliyeta
kesan û civakê ve girêdide û li hemberî zulm û zorê pevçûneke bê
westan emir dike“. Ji aliyekî din ve ku
bindestî û tiþtên ku bi xwe re aniye, badoreke mezin li ser nivîsandinê
kiriye, wek nemûne ku nivîskar kurd Helîm
Yûsiv jî navê romana xwe ya dawiyê dike Tirsa
bê diran û ji me re dibêje
„Eger rojekê kesek ji we li tisê rast hat, jê bipirsin bê li kû ji
dayik bûye. Wê ji we re bêje li wê çargoþeya ku di navbera Sûrî,
Tirkî, Îran û Iraqê de ye“. Li vir mirov teqez dike ku têkilya zimanê
wêjeyê bi jîwariya mirovan re heye (Cografî). Çi di romanê de yan di
çîrok û helbestê, yan jî ew wêneyê xwîna zarokan gelek caran di
tabloyan de jî reng vedide. Ji layekî din ve, zimanê
wêjeyê dikare bi gelek þêweyan bipeyive, lewra ez dikarin di du xalan de
binav bikim; zimanê wêjeya pîroz û zimanê wêjeya erzan. Ew zimanê ku
nirxê serdemiya kesan û girûpên wan didin û ji bo hin berjewendiyên
kesane, dîrokê serobinî hev dikin. Lê zimanê wejeya pîroz, ewe yê her
dem di gewdekirina asta rastiyê de dilive û qelen jî buha dide. Du nerînên cihê hatine
gotin li ser forma nivîsandina zimanê wêjeyê, ew jî nerîna Îtaliyan ku digotin: „Nûjenî, hunermendya formê peyda dike“
lê Rûsan berovajî wan
dinirxandin û digotin: „Naverok ji formê dizê“ . Di derbarê zimanê helbestê
de, ku nûneriya wêjeya bilind dike, ev ziman bi taybet li cem hinek gel
wek Ereb û derdorên wan û kurd jî di nav de, pir dewlemend e, lewra li
cem kurdan, tu bê û dîroka wêjeyê bipîve tê di derîkî fireh re
derbasî helbestê bibe û dibe ku dîroka wêjeya kudî bi xwe bi helbestê
tê naskirin, û vê yekê hetanî niha cihê xwe li cem nivîskarên me
girtiye. Dema ku bixwaze dest bi nivîskariyê bike, xwe li helbestê digre
ku bi serket, berdewam dike, ku têkçû rûdinê û nema bi nivîsandina wêjeyê
mijûl dibe, ev nemûne li ser piraniya me pêkhatiye. Helbest zimanê hest û
giyane, ev zimanê hest gelek balê dikþîne ser xwe, ji ber ku zimanekî
rasterast e û xwe dighîne her beþê civatê, çi di hidurê mûzîk de
yan ji devê helbestvan bi xwe be. Di helbestê de pêwistya mûzîkê xurt
e, gelek caran bi pêþkêþkirina helbestê re mûzîka romansî roleke
xurt dilîze, û dihêle ku helbest bi awayekî xweþiktir bighêje guhê
guhdar û aliyê giyanî dewlemend dike. Helbest zorê li
hevoksazioyê dike, lewra ku zimanê devokî li ber radiweste. Hûnandina
hevokên helbestî, formeke nû ji hevoka zimanê devikî re peyda dike, û
gelek caran jî êrîþê dibe ser aliyê kevnar yên ziman jî, bi vî awayî
form û rengekî afirandî derdikeve pêþ xwendevan, gotin ji wê helbestê
re dibin stûnên zimên yên balkêþ, ev yek ji bo þayikkirina hêrmonî
di pêlen dengan de, hêzê diyar dike. Lê zimanê roman û çîrokê ne wisa ne, dikare bibe zimanê
civatnasînê û serpêhatiyan. Sê tiþt dikarin bi
serkrftina berhemeke wêjeyî de, xwedan rol werin dîtin, yek jê
dewlemendiya zimanê ferhengî ku bi rola nasname tên dîtin, di riya wî
zimanê dewlemend tu dikare mijarên xwe têr bike, bê aloziyên hûnadinê
û ya duwem babeta ku berhem li ser tê avakirin û armanca nivîskar tê
zelalkirin, bê vî nijadî berhem seqet û bê wate dimîne, û ya siyem
xeyala nivîskar bi xwe ne nijadekî ji yên berî xwe kêmtir e, di
baweriya min de, ji ber ku xeyal û nîgara nivîskar dikare ji mijarên biçûk
berhemên tê wate û wêne biafirîne, li vir bayê xwedanê gotinê dikare
rabe, ji nemûneyên ku di cîhana wêjeyê de derketine pêþ,
mirov dikare Ahmedê Xanî yê Kurd, Nazim Hikmetê Tirk, Ferdosiyê
Farisan û Mutenebî yê Ereban û Boþkînê Rûsan ……. Hwd, niþan
bide. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org