Qevdek wêne ji helbestên "Zindana Piçûk"
 
 
Arþevê Oskan
 
 
 
Tiþtê ku ez dixwazim bibêjim, di vê serdema dawî de û bi taybet piþtî salên heþtêyî, bi sedan kes ji nifþên nû li nivîsandina bi zimanê kurdî zêde bûne. Li herçar perçeyên Kurdistanê bi giþtî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî. Ev dîmen ji reng û dengvedana rojname, govar, televizyon û rûpelên enternêtê diyar e.
 
Di vî warî de, Rojavayê Kurdistanê taybetmendiyeke xwe ya cihê, ji perçeyên din heye. Çawa ku di bin sîstema dewleteke Ereb û li dibistanên wan dixwînin, lê dîsa jî ku tên û bi zimanê kurdî mijûl dibin, berê xwe didin tîpên latînî û bi wan dinivîsin û dibin xwedan berhem, ango berovajî Baþûrê Kurdistanê û di vî warî de ji Baþûr bêhtir nêzîkî Bakur dibin.
 
Di baweriya min de, yek ji sedemên herî bingehîn di vê çarçewê de, hebûna Mîr Celadet û govara Hawarê roleke mezin lîstiye, ku li Þamê derdiket û yên wek Cegerxwîn, Qedrîcan, O. Sebrî … li civata Hawarê kom dibûn. Vê sedemê hiþt ku sedsala bîstan, bi dehan nivîskarên ku bi tîpên latînî dinivîsin li vî perçeyî peyda bibin. Bi taybet jî, piþtî salên heþtêyî, ev rewþ ber bi dewlemeniyê ve çû. Ciwanên me berê xwe dan vê þopa resen û xwenaskirinê û êdî bi zimanê bav û kalên xwe nivîsandin û temîna pêþiyên xwe bi cih anîn. Yek ji wana helbestvanê me Ezîz Xemcivîn bû.
Tiþtê ku ez dixwazim bibêjim, di vê serdema dawî de û bi taybet piþtî salên heþtêyî, bi sedan kes ji nifþên nû li nivîsandina bi zimanê kurdî zêde bûne. Li herçar perçeyên Kurdistanê bi giþtî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî. Ev dîmen ji reng û dengvedana rojname, govar, televizyon û rûpelên enternêtê diyar e.
 
Di vî warî de, Rojavayê Kurdistanê taybetmendiyeke xwe ya cihê, ji perçeyên din heye. Çawa ku di bin sîstema dewleteke Ereb û li dibistanên wan dixwînin, lê dîsa jî ku tên û bi zimanê kurdî mijûl dibin, berê xwe didin tîpên latînî û bi wan dinivîsin û dibin xwedan berhem, ango berovajî Baþûrê Kurdistanê û di vî warî de ji Baþûr bêhtir nêzîkî Bakur dibin.
 
Di baweriya min de, yek ji sedemên herî bingehîn di vê çarçewê de, hebûna Mîr Celadet û govara Hawarê roleke mezin lîstiye, ku li Þamê derdiket û yên wek Cegerxwîn, Qedrîcan, O. Sebrî … li civata Hawarê kom dibûn. Vê sedemê hiþt ku sedsala bîstan, bi dehan nivîskarên ku bi tîpên latînî dinivîsin li vî perçeyî peyda bibin. Bi taybet jî, piþtî salên heþtêyî, ev rewþ ber bi dewlemeniyê ve çû. Ciwanên me berê xwe dan vê þopa resen û xwenaskirinê û êdî bi zimanê bav û kalên xwe nivîsandin û temîna pêþiyên xwe bi cih anîn. Yek ji wana helbestvanê me Ezîz Xemcivîn bû.
 
Xemcivîn di sala 1965an li Hisiçayê hatiye dunyayê û em dikarin wî ji nifþê salên heþtêyî bihjmêrin. Piþtî ku pirtûkên wî yên nûçapkirî gihan destê min, min rêzên hestên wî di wan rûpelan de pelandin. Ez bi encameke wisan derketim, ku mîna ez serdana bexçeyekî pirreng bikim, lê gelek caran ew bexçe dibe xewn û xeyal û ew jî birçîbûna xwe yî giyanî lê diçêrîne û dema ku ji wê xewa xwe hiþyar dibe, xemgîniya xwe bi hevokên helbestê rêz dike û li jana birînên xwe hayedar dibe.
 
Sê dan
ev derdên giran,
peyveke vêketî dernayê…!!
ev dilþewatî,
hineriya te
li min …
ez ê çi bikim.?
dîsan vegeriyam
li te zindana piçûk… ? (R27)
 
Siruþta welat, xwînþêranî û evîna dilberan, xwîngermiya tekoþînê, bêhna sorgul û xwendina bilbilan… di van pirtûkan de dicivîne.
Gelek caran min xwest navan li van helbestvanên me bikim û pênûsa her yekî ji wan, di derkê de bipîvim, ango „Helbestvanên xewn û þevan, helbestvanên xweza û siruþtê, helbestvanên bêhna axê û netewê, helbestvanê balende û hêlînan, helbestvanên xewnên zarotiyê …hwd „ lê min nikarîbû helbestvan Xemcivîn di warekî bi tenê de zeft bikim û di nav du kevanan de wî bi nav bikim. Gelek caran di gewdeyê helbestekê de, ji þaxekê diçe ser þaxeke din û min jî li pey wî baz dida. Gelek caran evîna dîlber û suriþta welat, bi destanên kevn re girê dide û piþt re jî, li xwe hayê dibe ku hemû xewnên xulmaþiyê bûn û ew hatiye xapandin:
 
Ez bêriya dengê
dilê te dikim.
Hogir im,
li þevan þevîndar im.
Li ber bêhna þevnemê
þivanê gula xwe me.
Ez ê bêjim û morîka xewê
ji guhê buharê derînim!. (R44)
  
Li rûpeline din, Xemcivîn bi destê mirov digire û bi xwezaya welatê xwe ve dide naskirin, mîna wê buhiþta ku bi destê hostayekî hatibe nexiþandin û bi destê çavsoran hatibe þewatandin û talankirin. Her çendî xwestibe ku ji kûrahiya xweristê ber bi asoyan ve here jî, bi heyv, stêr û ewran re biaxive, dîsa wek balendeyekî basik þikestî, xwe li çiya û deþtê, di himêza welatê xwe de dibîne. Çendî hewil dide ku berê xwe bide wan deriyên ku bi sedên salan li ber wî hatiye kilîtkirin û wan li ber xwe veke, nikare û ji dilê xwe diqîre, lê bi qîrîna xwe re hiþyar dibe û xwe dîsa di himêza xewneke beravêtî de dibîne. Poþman dibe û bi jana birînan re diponije. Carcaran xwe wek wî bilbilê herî deng xweþ dibîne û bi kulîlkên rengereng re diaxive û strana destaneyî distrîne û li awayekî hêrmonî li xwe vedigerîne û dibêje:
 
Li ber kaniyê,
perwanan li xwe dicivînim.
Bilbilê welêt,
ji hêlînê bi þadî difirînim.
Xema gula bihriyê,
ew jî wek me dixwîne! (R19)
 
Di xewnan de, ji dûriyê vedigere û li nav malbat û zar û zêçan, dê û bavan civatan digerîne. Di hindurê kêlîkan de, bi hezaran kîlometran derbas dike, sînoran diþkîne, mîna hechecûkan nikilê xwe li rûyê ava golên welêt dide, bêyî ku xwe li ser kevirekî li rexgehan vehesîne. Xwe di xewnan de azad dibîne, li jiyana ku sînor li dûv sînor, qada ku bombe li rex bombeyê hatiye çandin, bi hêsiran av dide. Di kêlîkekê de, bi sedan sal mîna filmekî sînemayê, di ber çavên xwe û me re derbas dike û dide temaþekirin. Li wan þikenandinên zaroktiya xwe mikur tê, wekî dengvedana xewneke nixumandî dengê îske-îska wî li hev vedigere:
 
Xewnê þêrînê çiqas xweþî,
li nav zarokan tu min datînî,
li nav lîstikên “Jîn û Hînê”
li himêza odê, li warê dê û bavan,
xuþk û bira û Nesrînê! (R17)
****
Dilê min wek mendalekî bê dan û standin,
di pêçeka evînê de bê tevger ma
bê çare ket landika xewnan,
temen da ber hêviyan..... (R43)
****
Çi þiyarî me, ko xewna zaroktiyê
bi lîstika “Diz û Xanî” ji “çavgirtînkê”
þiyar bikim?          (R75)
****
Peyivîn û axaftina bi sirurþt û xwezayê re. Bikaranîna mirovkirina elementên xwezayî, mîna hetav, leylan, sîwan û ax û girêdan û têkiliya wê, bi hest û xweristê ve, di gelek helbestan de, bikar aniye. Yek carina bi awayê felsefî û carnan jî, nerîna normal li pevgirêdana mirov, bi rasteqîniya cîhana derdor ve girê dide. Helbestvan ne wek kes, lê belê wek civata ku di her awayê jiyanê de tî û birçî. Mîna masîyekî ku li dûv leylana ku di dirûvê avê de tê dîtin, baz dide. Ev sembola qedexekirina her tiþtên ku di jiyana Kurdan re derbas dibe tê destnîþankýrýn. Helbestvan yek ji vê civata sînorkirî, qedexe, þikestî ye û li dûv hêviyan direve, difire, dilikume û ji xewa giran hiþyar dibe û dibêje:
 
Leylanê
Min tu didît,
aveke zelal .!!
min digot:
kengî ez bigihêm te
ez ê devê xwe têxim
kaniya dilê te,
ez ê tihna xwe biþkînim...(R105)
****
Hetavê
kaniyên ko kenê te dîtin,
gerek ne miçiqin!!
ew destên ko destê te girtin.
gerek li ser serê þêran
neveciniqin!!(R86)
****
Xiricira pezkoviyan, Siyabend û Xecê û zinarên bilind. Mem û Zînê û zindanên kûr. Agirê Laleþê û peresitya ola Kurdan yî kevn... Gelek caran bi min re derbas dibûn. Geh mîna Misilmanekî û geh mîna Êzdîyekî li kevnetorên efsaneyî vedigere û wan di hevokan de, bi mebest bikartîne. Wek min pêþî jî got, tevliheviyeke bê hempa, di mijarên van helbestan de peyda dibin. Berfirehiyeke ji xulmaþî û li xwemikurhatinên veþartî derdikevin pêþ wî û gewdeyê helbestên xwe, bi gulik û terîþên ku hîn di hiþê xwendevan de neriziyayî hene dipêçe. Gelek caran bi xwendina helbestan re mirov ji bêhna toza riyên bi axapînk dibênije û li wan havîngehan, têr ava sar venaxwe. Kêm caran navê berf û qeþa zozanan, bi min re derbas dibûn, tevî ku min bêhna wan dikirin. Dibe jî, ku ev sedem ji germahiya cîhê ku helbestvan bi xwe lê rojên temenê xwe buhirandibe, di bin wan asoyên sincirî de.
 
Þevîna Laleþê
perestina “Feqîr û Evdalê”
bihêre
evîn û kela germ
li dilê buhiþtê!          (R80)
****
 
Dîlê hisreta Xecê li ser Sîpan
li dûv pezkoviyan her û her ma!   (R43)
****
 
Dasîtanên þeva qedrê û gihandina Yezdanan
bi stêrk û morîkên sînoran dirêse!          (R68)
****
 
Hestên netewê bi êþan re tê stran û di van belbestan de dinalin. Kuþtina mirovan, talankirina dîrokekê seranser, serê helbestvan dixe gerînokê. Wê li çi mikur bê û li çi neyê. Laþên mirî, xwîna zarokan, nalîna dayikan asoyan tije gazin û xem, lê kî li wî guhdarî dike? Geh di van êþand de, kûr dibe û geh serrû û bi lez ji wan derbas dibe. Geh gazinan ji dîrokê, Misilmanan, dîktatoran û cîhanê dike û geh jî, jana dilê xwe tîne ser rûpelê û li kesî guhdar nake. Lê mixabin gazinên wî li guh, çav û devên xetimî rast tên. Di nav gazinan re, doza tekoþîn û yekîtiyeke netewî dike, ku li cem Kurdan bûye derdekî pîr û bê derman.
 
Þerme ey dîrok
serê te di axê de û paþiya te li dere!
Þerme.. þerme..
Hêvî di dûmana zer de vemire!               (R39)
...
Baran buharê xweþ dike
evîna me..
dikare jînekê rizgar bike!
Û gava herdu dest bi hev re bin
Dikarin alekê bilind bikin!          (R40)
 
 
11.04.2007. Hamburg 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org