Lucina Kathmann, 8.03.03.

 

Axaftina xanim Lucina Kathmann, 
cihgira serekê PENa Navneteweyî û sereka Komîteya Nivîskarên Jin

Dema We xweþ!

Ez dîsan digel dostên xwe yên Navenda PENa Kurd im. Gava min nameya Zerdeþt di derheqa vê civînê de xwend, min ji xwe re got: Nivîskarên Kurd hêviya hatina min in. Ez zimanê wan nizanim, herweha ez zimanên wan ên din jî, ku ew dixebitînin, nizanim, lê çi dibe bila bibe, em dikanin rêya dûr ji Meksîko heya Kurdistanê kurt bikin. Bi dîtina min, ev e armanca PENa navneteweyî.

Ez bi taybetî dilþa me, ku hevdîtina me di Roja Jinên Cîhanê de pêk tê. Sala par, di Kongreya PENa Naventeweyî ya Makedoniyê de, Zerdeþt ez bi helbestavana jin Hêvî Berwarî re dame nasîn. Birêz Hêvî Berwarî di civîna Komîsyona Jinan de amade bû û li wir basa rewþa Kurdan kir. Ew li ser dîroka Kurdistanê rawestiya, ku di navbera çar dewletên îro de hatiye parvekirin, û got, ku zorbeya gelê Kurd, nêzîkî 20 mîlyonan li Tirkiya îro de dijîn. Me bihîst, çawa gelê Kurd ji hêla rêvebirên Tirkiyê ve tê êþandin. Wek mînakeke berbiçav, me agahî li ser endama Parlamenta Tirkiyê Leyla Zana standin, ku ji ber gotina “Ez Kurd im” êdî bi salan girtiya zîndana li dervayî Enqerê ye. Pêþtirî vê yekê, Hêwî basa Iraqê jî kir, di nav sînorên kîjanê de beþa Kurdistana wê ye. Hêvî êrîþên gaz û kêmiyawî li dijî gundiyên Kurd anî zimên û got, ku rewþa jinan, ku gelek caran di gundan de tenê mane, zahf dijwar e.

Ez bi rastî nizanim, gelo berê þer û cengawerî tiþtên rind û hêja bûn ya na. Lê ez dizanim, ku zordariya artêþên nûjen pir xerab e, çûnke ew niþtecihên sîvîl azar dike. Amerîka Latînî di salên 70-80î de, Kurdistan di van 15-20 salên dawî de û Rojhilata Navîn îro di bin vê zordariyê de dinalin. Amadekariyên Dewletên Amerîka yên Yekbûyî ji bo þerkariya rezîl wê bêguman gelek Kurd û Iraqiyên din bikin cangorî. Ev rêya han divêt bê sekinandin: Hem li Kurdistanê, hem li cîhên mayîn.

Gelo nivîskarên Kurd di çi rojê de ne? Gelo azadiya axavtina wan heye yan na? Berî ku ez bihême vir, min ji buroya Londra ya Komîsyona Nivîskarên di Zîndana de xwest, ku ew agahiyên nû di derbareyê nivîskarên Kurd li Tirkiyê de dibin min, kê ji wan hatiye binçavkirin yan girtin. Wek encama daxwaza min, belgeya bi navê UNFURL DOCUMENT, lîsteyeke navan ya 5 rûpel kete destê min. Ev bi xwe nîþaneke neyênî ye. Ne tenê metirsî ji bo nivîskaran, lê wisa jî qedexe û bisînorkirina xebitandina zimanê kurdî – ev e rewþa wêjeya We li Tirkyê. Di dewletên din de jî rewþ çêtir nîne: Li Sûriyê 15ê meha Çilê endamê PENa Kurd þanonivîs Merwan Osman hatibû girtin, çûnke ew di xwepêþendana aþtiyane de beþdar bûbû. Heta roja îro em nizanin, ew li ku ye, çi hatiye serê wî?

Ev bûyer di çavên min de girîngiya PENa Kurd zelal dikin. Karûbarên We ji bona çanda kurdî û ji bona PENa Navneteweyî gelek girîng in. Ez bawer im, ku hatina Serokê PENa Navneteweyî nîþana vê yekê ye. Pirsgirêkên nivîskarên Kurd bi her mafekî mirovan ve girêdayî ne; Her Komîsyoneke PENa Navneteweyî bi kêþeyên we ve eleqedar dibe. Zimanê kurdî, wêjeya kurdî, nivîskarên Kurd û her tiþtek bi navê Kurd di bin metirsiyê de ne. PENa Navnetweyî hergav amade ye, aliyê we bike, lê gulvedan û pêþketina ziman û çanda kurdî berî her tiþtî karê We ye. Tenê Hûn dikanin giyanê qenc bidin wêjeya xwe. Tenê Hûn dikanin zimanê xwe ji windakirinê xelas bikin.

Mala We ava ji bo ku We ez vexwendî vê Kongreyê kirim. Ez dizanim, ku zemanê min î bi We re wê xweþ û zengîn be!