Axaftina serekê Navenda PENa Kurd,
Dr. Zerdeþt Haco ji bo kongireya 5an,
2003an ya Navenda PENa Kurd

Gelî mêvan, heval û hogir û endamên birêz yên Navenda PENa  Kurd

Ez bi dil rêz û silavên xwe ji we re dibêjim, bixêrhatina we hemûyan dikim, ku gelekan ji we ew riyên dûr û dirêj dane pey xwe û xwe westandiye, da hûn werin û beþdarî vê kongireya salane ya Navenda PENa Kurd bibin; ev kongireya ku bi taybetî ji me Kurdan re di demeke rêzanî pir dijwar de tê li dar xistin.

Gelek ji me îro di bin barana agadriyên rast û nerast de li wê yekê bi goman in, ka gelo ew vê rewþa niha, bi taybetî helwesta Amêrîka û Inglistanê derbarê þerê Iraqê þermezar bikin, yan xweþbîn bipejirênin.

Li aliyê dî bê goman em hemû di yek helwestê û di yek baweriyê de ne, ew jî ew e, ku em hemû li dijê þer in, ev rastiyek e, ti mij û dûman li ser nîn e, rastiya dî jî ew e, ku tiþtên Seddam Hisên ê xwînrêj bi serê gelê me kiriye, bi serê ti gelên dinê cihanê ne kiriye.

Ji ber vê yekê gelek hevwelatiyên me yên kurd di wê baweriyê de ne, ku rewþa gelê me li deverên Kurdistanê yên hê di bin destê Seddam de û rewþa gelên Iraqê bi giþtî nikare ji halo xirabtir bibe û hêvî dikin, ku rêjîma Seddam, gava ti çareyên dî nebin, bi alavên çekdarî jî be, bila were gêr kirin.

Ji aliyekî dî ve em dizanin, gava ku þer bibe, ewê ziyaneke mezin bigihêne giþtiya gelên Iraqê, belê dîse wê gelê kurd be, yê ku bikeve ber hêrîþên sereke yên þer û goriyên herî mezin dîse emê bidin.

Sedemekî ku dihêle tirs mezintir bibe, ew e, ku dewleta Tirkiyayê çavên xwe berdane dagîrkirina baþurê welatê me û jinavbirina parlementoyê Kurdistana me.

Rast e, ku di rewþa îro de parlementoya Tirkiyayê ne pejirandiye, ku emêrîkî yekîtiyên xwe yên leþkerî li Tirkiyayê bi cih bikin, belê helwesta dewleta Tirkiyayê, ya ku mebesta wê ya sereke ne dagêrkirina rêjîma diktatorî ya Seddam e, belkû, weke ku ew hiþkere jî dibêjin, qedexekirina avakirina dewleteke kurdî ya ser bixwe ye, dihêle ku em Kurd zani bin, ku neteweya me îro dîse di demeke dîrokî  gelekî bi tirs de re derbas dibe. 

Ev rewþa îro rewþeke wiha ye, ya ku dixwaze bi taybetî rewþênbîrên kurd li hev kom bibin, bîr û baweriyên xwe bi hev biguherin û bi yek dengî helwesta xwe hiþkere bikin. Bawer im, ku di xala 7an de ji rojeva me em dikarin bi ferehî li ser vê yekê rawestin.

Gelî birêzan,

ez di vê axaftina xwe de naçime ser rewþa gel û welatê me li parçeyên din ên Kurdistanê û deverên ku Kurd lê dijîn, ji ber di piþt axatina min re wê li gor rojeva civîna me bi taybetî li ser wan were axaftin.

Ez bi dilxweþiyeke mezin bixêrhatina hemû mêvanên me dikim, bi taybetî  dilxweþ im bi hatina Stiya Lucina Kathmann, cihgira serekê PENa Navneteweyî û sereka Komîteya Nivîskarên Jin û bi hatina sekretêrê giþtî yê Navenda PENa Navneteweyî, birêz Terry Carlbom, yên ku ew riyên dûr û dirêj dane pey xwe, xwe westandine û hatine, da li vê civîna me amade bibin. Ez hêvîdar im, ku di piþt re ewê çend gotinan pêþkêsî civîna me bêjin.

Belê dîse jî rê bidine min, ez Lucîna bi wê yekê nîþan bikim, ku ew hevaleke li ber dilê me gelekî giranbiha ye, ew ji destpêkê ve, hê di dema damezrandina Navenda PENa Kurd di bin serektiya birêz Hisên Erdem de û heya niha  heveleke herî nîzîk ji me ye û piþtgîrya xebata Navenda PENa Kurd dike. Ez ji vê derê  bi navê hemû endamên navenda me rêz û silavên xwe jê re pêþkêþ dikim.

Di heman demê de ez dixwazim rêz û silavên Navenda PENa Kurd ji birêz Terry Carlbom re bêjim, yê ku di gelek rewþ û helwestan de li aliyê me rawestiyaye û piþtgîriya xebta Navenda PENa Kurd kiriye, ez bi taybetî dixwazim Kongireya ku me li parlementoya Ewropayê li Bruksil kiri bû, bi bîr bênim. Ji wî û ji hemû mêvanên me re careke dî em dibêjin, hûn ser chavan hatin.

Gelî endamên birêz,

Ez dixwazim bi we re hin çalakiyên Navenda PENa Kurd ji civîna giþtî ya bihûrtî ve, ya ku di 30.06.2001ê de bû, di bin çavan re derbas bikim, ji ber gelek çalakiyên nû çêbûne, yên ku di dîroka xebata me de bi rastî giring in û bi dîtina min cihê serbilindî û þanaziyê ne.

Heye, ku heryekî ji we bihîsti be, lê dîse jî ezê bêjim, ji sala par ve êdî  Navenda PENa Kurd di Internetê de jî di bin navnîþana pen-kurd-org de heye.

Ev malper bi arîkariya endamê me birêz Mustefa Resîd, yê ku tim çavdêriya wê dike, wê nû dike û bi pêþ ve dibe, bi awayekî serketî hate vekirin. Ji bona vê û gelek çalakiyên din, yên ku bê alîkarî, rawêjkarî û piþtgîriya kekê Mustefa Reþîd ne dibûn, ez dixwazim bi dilxweþî rêz û spasiyên xwe ji wî re pêþkêþ bikim.

Çawa ku em di riya nivîsên ku ji me re tên re dibihîzin, vekirina malperê dengekî xweþ vedaye û dilxurtiyê dide nivîskarên me li her aliyekî welêt jî. Bi vî awayî ew tim dikarin bi me re di têkiliyan de bin.

Di vê malperê de çalakiyên rojane yên navenda PENa Kurd û dengê kar û xebata wê di rojnamegeriyê de, gotarên nivîskarên kurd û bîr û baweriyên cihê tim dikarin werine weþandin.

Ew dikare bibe navenda çalakiyên me û bi taybetî gotaran, helbestan, kurteçîrok û berhemên rojnamegerî yên endam, heval û hogiran me biweþêne.

Ez li vê derê bangî we hemûyan dikim, ku hûn kelkê ji vê derfetê bigirin û berhemên xwe ji kekê Mustefa Reþîd re bi rê bikin, da ew jî wan ji we re di malperê de biweþêne. 

Her weke min berî niha jî got, di riya internetê re em ji aliyê gelek nivîskarên xwe ve li welêt jî hatine nas kirin.

Îro hijmarek ji endamên me yên çalak li Kurdistan û Tirkiyayê bi me re di xebatê de ne. Hin ji wan hatin û li rojên wêjeyî, yên ku me li elmaniyayê li dar xisti bûn, beþdar bûn.

Li gor biryara civîna me ya 30.06.2001ê bi avakirina þaxên PENa Kurd li her çar beþên Kurdistanê em ketine xebatê û me peywendî di riya kekê Salihê Kevirbirî re bi çend nivîskarên Kurd re li bakurê welêt danî. Di qûnaxa demekê ji têkiliyan de kekê Berken Bereh komcivînek ji nivîskarên kurd re li Amedê bi rê xist. Encama civînê ew bû, ku -bi piraniya dengên endamên civînê- pêwistî niha bi avakirina þaxekî PENê li Amedê nîn e. Dîse jî îro hijmareke ne biçûk ji nivîskarên Bakur bûne endamên Navenda PENa Kurd. Belkî birêz Salihê Kevirbirî kari be di piþtaxaftina min re  hinekî li ser tevgera vê xebatê li wir ji me re baþtir ronahî bike.

Me hewl da li rojhilatê welat jî peywendiyan girê bidin û þaxekî PENa Kurd ava bikin, destpêkê di riya birêz Kakþar Oremar re û di piþt re di riya birêz Hesen Îrandost re, mixabin heta roja îro ev xebata me bi pêþ ve ne çû ye.  Belkî her dû birêz kari bin di piþt vê axaftinê re vê biwarê hinek ronahiyên bihtir bidin me.

Me pêþî bi alîkariya  endamên xwe, kekê Pîr Xidir Silêman û di piþt re bi alîkariya birêz, kekê Tengezarê Marînî re, yê ku me di çûna wî ya baþurê Kurdistanê de bi maf kiri bû, ku bi navê PENa Kurd bi berpirsiyarên rêxistinên nivîskarî yên baþurê welêt re rûne û peywendiyan girê bide, dikarî em van sê birayên ezîz nas bikin û wan vexwênin kongireya xwe ya îro.

Ez bixêrhatina nûneriya nivîskarên me ji baþurê welêt, ji Hewlêr û Dihokê birêzan kak Hesen Silêvanî, kak Mehdî Xoþnaw û kak Dr. ... Hîto dikim û hêvîdr im, ku ev civîna me bibe gava pêþî li ser riya jihevnêzîkbûn û lihevxwedîderketina  nivîskar, helbestvan, rojnamvan, weþanger û hemû rewþenbîrên Kurdistanê. Hatina we bi rastî serketineke mezin e, ji tevgera rewþenbîrî ya kurdistanî re. Emê pir dilxweþ bin, ku heryek ji wan were bi kurtî xwe bi beþdarên civînê  bide nas kirin.

Li gor heman biryara civîna me ya 30.06.2001ê me hewl da em bi nivîskarên kurd re li Baþur-Rojavayê Kurdistanê bikevine têkiliyê. Di çûna birêz Mustefa Reþîd de ya Baþur-Rojavayê Kurdistânê me maf da wî, ku ew bi navê Navenda PENa Kurd bi nivîskarên kurd re li vî beþê Kurdistanê rûne û ji wan re biryara civîna me bi avakirina þaxekî PENê li wê derê þirove bike. Birêz  Mustefa Reþîd çû Çiyayê Kurmênc û ji wê derê jî çû Cizîrê  û bi nivîskarên me re rûniþt. Encam ew bû, ku ewê di piþt re biryarekê bidin û bi me re bi bikevine têkiliyan. Ez hêvîdar im, ku birêz Mustefa Reþîd di piþt vê axaftinê re were vê derê û bi kurtî li ser  çûna xwe biaxive. Encama çûna kekê Mustefa û têkliyên me, ev nameye ye, ya ku ji aliyê birêzan Konê Reþ û Rezoyê Osê ve ji me re hatiye

Em hêvîdar in, ku hevalên me yên nivîskar li welêt, ne tenê beþdarî pêsveçûna   xebata PENa Kurd bibin, belkû ew bi bêderengî komîteya birêvebir bi girtina mirovekî ji nivîskarên me agadr bikin, da komîte jî zû dest bi xebatê bike û bihêle PENa Navneteweyî jî bikeve tevgerê.

Niha ezê werime ser komcivînên navnteweyî, yên ku em di van herdû salên dawî de li wan amade bûne. Di destpêkê de ez dixwazim kongirya London ya PENa Navneteweyî di sala 2001ê de û û ya Mekedoniya di sala 2002an de bi nav bikim.

Li kongireya London 2001, kekê Dr. Kemal Mîrawdelî nûnerîtiya Navenda PENa Kurd bi encameke baþ kir û di sala 2002an de xuþka Hêvî Berwarî û ez  çûne Mekedoniyayê û heftiyekê li hemû civînên kongireya navneteweyî bi awayekî serketi amade bûn.

Wekî dî di sala  2001ê de ez çûme Bled li Slovêniyayê û heftiyekê li civîna Komîteya Nivîskarên ji bo Aþtiyê, ya ku navenda me gelek salan bi kesatiya kekê Hisên Erdem û di piþt re bi kesatiya kekê Dr. Mûsa Kaval cihgirê serekê vê komîteyê bû,  bi encameke baþ amade bûm.

Sala par birêz Dr. Kemal Mîrawdelî çû, li civînê amade bû û bi serketin nûnerîtiya navenda PENa me kir. Em bi hêvî ne, ku di salên bê de Navenda PENa Kurd bi taybetî di vê komîteyê de çalakiyên xwe xurttir bike.

Di derbarê komcivînên ku navenda PENa Kurd yan bi arîkariya wê hatine li dar xistin de, divê berî hemûyan êvarên wêjeyî li bajarê Bielefeld, yên ku bi rêxistina nivîskarên elman „Schriftstellerverband OWL“  re hatine li dar xistin, werine bi nav kirin.

Ji bo bi rêxistina wan herdû êvarên wêjeyî ez dixwazim rêz û silavên xwe bigihênme birêz Nilgün Demirkaya, ya ku hiþt ev êvarên wêjeyî bibine destpêka çalakiyên me di vî warê xebatê de. Ev cara pêþî bû li Almaniyayê, ku bi vî awayî nivîskarên kurd û elman di êvarên xwendinî de ji hev re ji berhemên xwe dixwênin. Ez di wê baweriyê de me, ku hemû nivîskarên di wan êvaran de amade bû bûn, dikarîn ji xwe re kelkê jê bigirin û zanîn û ezmûneyên xwe bi hevpîþên xwe yên elman re biguherin.

Ji 29.8.-01.09.2002an Navenda PENa Kurd sê rojên wêjeyî ji nivîskar û wejevanên kurd re di bin diruþma bipîranîna helbestvanê nemir, Qedrî Can de bi rê xist. Ev jî cara pêþî bû ku bihtir ji 20 wejevanên kurd li Almaniyayê li hov kom dibûn û bi awaekî gelekî bi rêk û pêk berhemên xwe ji hev re dixwendin û guh didan hev. Dilxweþiya herî mezin jî ew bû, ku du nivîskarên me yên li ber dilê me gelekî giranbiha, kekê Dr. Felat Dilgeþ û kekê Salihê Kevirbirî jî ji bakurê welêt hati bûn û li hevdîtina me amde bûn. Piþtî ku dema fermî diçû serî, êvaran nivîskarên me li hev rûdiniþtin, bi hev re diaxivîn, distrandin, dikenîn û dîlan digirtin, vê yekê jî dihiþt, ku ew komcivîna me bi awayekî herî baþ bigihe mebest û armanca xwe,  ev bi xwe jî hevnaskirin û jihevnêzîkbûna wêjevanên kurd bû.

Dîse hevdîtineke wêjeyî bi niviskarên elman re ji 23.11 .- 24.11.2002 hate li dar xistin, vê carê li bajarê Dresden. Komek nivîskarên kurd bi endamên 4 rêxistinên nivîskarî elmanî û nûnerê PENa sorbî re rûniþtin, berhemên xwe ji hev re xwendin, di nav re guhdan awazên mûzîka kurdî, bi hev re xwarin û vexwarin û hevaltî danîn. Di vê hevdîtinê de jî em dîse bi beþdarbûna birêz kekê Salihê Kevir birî, yê ku ji bakurê welêt hati bû, bihtir dilxweþ bûn. Ev hevdîtina me bi nivîskarên elman re gelekî bi ser ketî bû û encamên gelekî hêja dan. Ji bo vê xebata hêja rêz û silav ji bo kekê birêz Ûnis Behram, yê ku bi giraniya kar û barê vê xebatê rabû.

 Hevdîtinên me yên bi vî awayî, yên ku di wan de tenê nivîskarên kurd hebûn, cara paþî ji 03.1. –5.01.2003an, vê carê li bajarê Soest bû û dîse nêzîkî 20 nivîskarên kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê amade bûn. Ji bo alîkarî û birêxistina vê hevdîtinê, rêz , silav û spasiyên min ji kekê Kakþar Oremar re hene, yê ku piraniya kar û barê vê civînê kete ser milên wî.

Civîna me dîse gelekî serketî bû, em bi hev dilxweþ bûn, me hev û berhemên hev ji nêzîk ve nas kirin. Du êvarên xweþ li ber mûzîka kurdî me bi hev re derbas kirin.

Bi van hevdîtinên navbera wêjevanên me Navenda PENa Kurd netenê di ber berjewendiyên wêje û zimanê kurdî de dikeve çalakiyan, di heman demê de ew dibe alavê xurtkirin û bipêþvebirina aþtiya navxweyî û dêmokratiyê di civaka kurdî de.

Hevdîtinên ku me heya niha bi nivîskarên elman re jî kirine, dikevine bin berjewendiya girêdanên hevlatî û dostanî bi nivîskarên gelên din re, danasîna wêje û çanda kurdî, naskirina wêje û çanda gelên din;  em bi hêvî ne, ev çalakî  li ser asta Almaniyayê ne mênin, belkû ew xwe vedin û li ser qada navneteweyî berferhtir û gestir bibin.

Ez bawer dikim, ku ev çalakiyên me di rojnamegeriyê de jî dengekî xweþ dan, ne tenê di rojnamegeriya kurdî de, belkû di rojnameyên elmanî yên herêmî bi xwe e jî.

Ji vî cihî dixwazim bidime diyarkirin, ku hevdîtinên wisan, çi bi nivîskarên navneteweyî re, çi bi nivîskarên ewropî re û çi jî bi nivîskarên kurd bi tenê re yek ji armancên herî sereke yên Navenda PENa Kurd  bi dest ve têne, û ji ber vê yekê divê rista hevdîtinên wisa, ya ku me di sala bihûrtî de dest pê kiri bû, bê dudilî were berdewam û geþ kirin.

Belê ji bona ev yeka ha bi awayekî serketî bi rê ve biçe, divê hijmara endamên çalak, yên ku hevdîtinên wisa li hev tênin, mezintir bibe, ji ber birêxistina van hevdîtinan kar, dem û xebateke xurt dixwaze, û nabe ku ev yek tim li ser milê heman kesan bimêne.  

Ez gelekî bi hêvî me, ku di dema li pêþiya  me de xebata PENa me di qada navneteweyî de jî berdewam bibe, gavên mezintir bide û xebata xwe bi pêþ ve bibe.

Gelî birêzan,

weke ku hûn hemû dizanin, emê îro komîteyeke birêvebiriya giþtî ya nû hilbijêrin û li ser hin guhertinan di rêbaza Navenda PENa Kurd de gengeþiyê bikin. Ez dixwazim bixime bîra endaman, ku li gorî ezmûneya min, divê netenê cihên ku endamên komîteyê lê dijîn jî ji hev ne dûr bin, belkû divê endamên komîteya birêvebir mirovine xwedîperpirsiyarî bin. Ji ber tenê bi vî awayî mirov dikare xebateke biserketî bi rê ve bibe.

Dîse jî û bi ser hemû dijwarî û aloziyên xebatê de komîteya me dikarî heta roja îro –weke ez dibînim- xebata xwe bi serbilindî berdewam bike û bigihêne qonaxa kongireya me ya îro.

Belê ev yek jî divê bê gotin, ev xebat bi vî awayî ti carî ne diçû serî, heke hin endamên Navenda PENa Kurd, yên ku ne di komîteya birêvebir de bûn, hest bi berpirsiyariya xwe ne kiri bana, bi birayane destê komîteya birevebir ne girti bana û gorî bi dem, kar û pereyên xwe ne kiri bana. Ez bi navê xwe û bi navê Navenda PENa Kurd bi dilgermî, rêz, silav û spasiyan xwe digihênim van birêzan Mustefa Reþîd, Dr. Zorab Aloyan, Ûnis Behram, Hêvî Berwarî, Nîlgün Demirkaya, Tengezarê Marînî, Kakþar Oremar û hemû xwiþk û birayên dî, yên ku xwe diwestandin û dihatin di hevdîtinên me de amde dibûn.