|
Hostayê
peyv û denga (Ji
bo Mehmet Uzun)
Ayhan
Erkmen Tu ne merivê vî
wextî bûyî Wextê qedîm de
hatibûyî Lê belê peyv û
dengê te
pîrozwer bûn. Te neynoka ve koland Rêça lingê gelê
me
kû
derê ketibiye
rûyê dinê Rastî xeznê
peyv û dengê hêzar salan hatî.
‘Dengê jibîrbûyiyan
Dengê bêdengan’ Tu qedr ne dîtiye
kesî Xêncî çend kesî Te wana ve
xwe naskir Min te ve Ew peyv û deng
emanet bûn Te ewna yadîgar da
me Ziman evgas þîrîn
bû Ba hevbûna peyva
viqasî hev dikirin Dengbêj viqasî kur Êgîdê me viqasî
zêde
Gotinê wan viqasî giran bûn Ew peyv û deng Car caran hespê
seqlawî, rûyê welatê me Car caran darbeþanek,
ser Dîclê ber ve Basrayê Tu û ez em siyarê
wan Rêberê me êgîdê
Kurdan
Mîr Bedirxan
Surmelî Memet Paþa
Îhsan Nûrî Paþa
Mîr Celadet
Memdûh Selîm Beg
û kevok………… Destbirakê me Pira dîroka me Dengbêjê me
Biroyê Kor
Êvdalê Zeynê
Êhmedê Fermanê Kîkî Der û dora me Rengê Mezopotamya yê
miletê qedîm Keldan, Sûryan,
Nastûrî, Kurd, Ermenî Car caran cem
Êvdalê Zeynê Qesra Ýshak Paþa,
Bazîdê Tevî refê Surmelî
Memet Paþa Cem Osmanlî, pêþberê
Dadaloxlî
torosa
þer de
Gelo zanibûya Surmelî Memet Paþa
Ya wê rojê hate serê Dadaloxlî
Îro hatiye serê nebiyê wiya
Yê dîsa biçûya alîkariya Osmanliya Car caran tevî
Biroyê Kor Bîrca Belek qonaxa
Mîr Bedirxan Cîzra Botan Germiya serhildanê û Sermiya…..
sirgunî û penaberiyê Car caran
þahîdê aþqê mezin bûn Tevî Mîr Celadet
û Canan Îstenbolê, Beyrûdê Tevî Memdûh Selîm
Beg û Ferîhayê Sûriyê Vê demê dilê me
tevî kevoka,
serê çiyayê welatê xwe. Tu nava destê nexwaþiyeke
bê namûs,
paytexta dilê me Ez serxetê hîvya
te Tu yê dîsa bibînî
peyv û dengê pîrozwerbûn Dîsa
bêjî
Rabe dema pey ketina peyv û
dengaye emê dîsa serê xwe
hildin û herin Hela gelek
cî,
kes
û tiþt hîvya te ne
hevî te ne de were de were de were de were
Ayhan
Erkmen 10.08.06-pazarcýx
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org