|
CEW,
ZILAMEK JI XIWI, NAMEYEK JI QIBRISEVE Cew! Festîvala
Hûseyn çelebî Kûrte
çîrok
Nivîskar: Azad kerîmî Dema
kû masîyê sipîyê tirsnak û mezinê nava fîlmê "JAWES"[1]
devê xiwe ve dike, diranên tîj û bir birê wî der dikeve kû mîna miþarin,
can û leþê meriv bi dîtna van sahneyê diheje. Xudê dizane ev diran û
poz û difin a fireh bi çiqas
goþtê re têr dibe û canê çend candarn pêwîste were kiþanidin heya kû
bona yek dem bihere bin derya û destê xiwe ji xiwarinê hilîne! Girûpekî
zehf li xelkê di sînemayê de rûniþitine û li fîlmê dinêrin. giþt
sendelîya vê salonê hatiye girtin û tije temaþawanan e. destika naylonîya
sendelîyan -hemî- bi sedema perçiqînê destê temaþawanan xiwîdan
kiriye û ter û þil bûne, Ew destên kû li tirsê masîyê sipîyê hûrtê
nav fîlmê "JAWES" xiwe penahendeya destike sendelîyekî bê can
û hest kirine! Jiyan
her çiqas nerind û nexiweþ be jî, lêbelê mirin bi wî awayî karesatekî
mezine û hemû tiþt li pêþîya çavê meriv tehl dike. Ew
kesên kû diketin cewa dev û diranê masî bi demek kûrt, perçe perçe
dibûn û dihatin xiwarin û paþmayî ya cil û þepikê wan bi ser awê de
têkelî xiwîna wan dîbû… Jinek
li rex wî de rûniþîtîye, porê xiwe zer kirîye û bi modela "Ajda
pekan"[2]
xemilandîye… Bêhna
mekyaj û powdra wê der û dorê girtiye. Di tarihîyê salonê Sînemayê
de soretê wê xûya nîne lê bûyîna jinekî wisa kû bêhna parfûm û
mekyaja wê hewesê mêran ji xewinê radike, di wî tarîkîyê de li kêlekê
gencekî nozde salan de îhsasê mirinê ji bîr der dîxê. Herdem masîyê
sîpîyê fîlmê devê xiwe vedike û kesek digire, vê jinik tije gewrîya
xiwe qîrîn dike, weke ewe kû masîyê hûrt ew girtîye! Carna dilerze û
destê xiwe bi rengekî hîstrîk li ser çokê xiwe radike û nefesekî
dengdar û tîj dikþîne û dîbejê: Ah! Neynûkên
drêjên wê sîber dixin ser dev û difina wê. zend û desta wê gelek
nazik û xiweþikin, mîna krîstalin!
Bi
koþeya çavan dinêre, jinik li vê dinyayê qêdiyaye, bi nax û bi ruh
temaþayê fîlmê dike, birastî tîrsiya ye hereket û qîrînên wê ew
tirs derdixe.Li ser sendelîyê de xiwe nagire. Lingên xiwe bi rengekî hîstrîk
dihejîne destê xiwe bi lez dixe ser dev û lêvên xiwe û dikþîne. Car
car tilîyê destê rastê dixe
ser dev û lêvên xiwê û ew jî ji tirsan de bi diran neynûka xiwe
dicewe… Dilê
wî ji jinikê re diþewte, nava dilê xiwe de difikre û dibêje: ew jina
reben bi van hest û îhsasê nazik û nermê ve çawa dikare jiyan bidomîne?!
Ew nikare li hembera dû meraqan xiwe bigre! Heyfa wê ye heke xiwedîya van
îhsasên nazik here bin axa sar! Sûndê dixûm eger îzrayîl here cem wê
bi carek bêhiþ dibe! Bi
sedemê dilsozîyê ve ew hest di dilê wî de çê bû kû bi þêweyek bi
wê jinikê re bûye xiwediyê peywendiyekî îhsasî yê. xûya bû bêguneh
û feqîre, raste xiwe mekyaj kiriye, ew jî sûça wê nîne belkû civaka
wan wisa dixwaze. Gerek însan mîhreban û birehim bibe û ji merivê din
re dilsozî bike. Poþetê
biçûkê dendikê xiwe bir pêþîya jinik û got: kerem ke! Xiwest rehm û
dilsozîya xiwe nîþan bide.jinik nebihîst û bersiv neda. Piçek þermezar
bû, lê vê carê bilind got: fermo xanim! Jinik reficî
û bi meraq ve temaþayê wî kir. Di
nav tarîkî yê de mîmîka soreta wê xûya nebû heya kû bizani be îhsasê
wê çawa ye lê bi dengekî sar got: Naxûm! Sipas! û dîsa berê xiwa da
perdeyê sînemayê. Piçek qîrî û got: Ah!, û xiwe avêt sendelîyê. Kûrik
difikrî wê jinik zanibû kû ew xiwestibû merhemetekî di heqa wê de
bike, lewma dixiwaze kû dendikê
wî bixwe, jinik jî lewma dendik nexiwarye ji ber wê kû zani bû kû genc
bi tirsê wê rê hesyaye û ew jî xiwest nîþan bide kû ne mihtacê
dilsozîye! … diyare jinekî bicerg û dil frehe, ew xiwest bêje ne
mihtacê merhemetê ye… û çiqas netirse
û qet li fîlmê tirsnak natirse! Keyfa
wî pê re hat, jinekî nazik lê dilfreh … dîsa dest bi xiwarinê dendikê
kir.Çavê xiwe awêt jêr ve. mêze kir: Xiwedîya çi bedenekî xiweþ
forme! Çok
û belek û lingê wê di nava pantolonê tengê de xiwîna demarên zilamek
þêst salan diherikîne, gelo gencekî nozde salan çi lê dike? Xeyal û
raman ber bi dîmenên qedexe kirî ve çû! Fikirîya kû tirs ew jinikê
çiqas rindiktir û dilxiwaztir kiriye… bêhna mekyaj û matîk hêza
ramanê çend qat zêdetir dike… Niha hindek hêdî bûye û hereketên hîstirîkê
wê kêm bûye lê na! Her car dîmenek ji masîyê hûrt dibine û mirina
merivek mêze dike dibêje: Ah!... wey ji te re bimirim!... Wisa
difikre jinik bi wî re dibêje bimirim
ji te re.Çokan li hev xist. Xiwest here ode ya aparat û mistek li devê
aparatçî yê bavêje û bêje kû êdî fîlmê tirasnak neweþîne, an jî
here perdeyê sînemayê bidire û jinik ji vê skîzofêrnîya derbas bike,
paþê wî jinik sipasîya wî bike û destê xiwe bavêje milê wî ramûsan
bike ew jî dest û zsnda wê bi lêvan maç bike… Ji
wan xeyalan da bû kû dengê qelebalixî hat gohê wî. Deng li derveya
salonê dihat. Derîyên salonê bi dengekî qij ve bûn, bi þeqê pîyan
ve bûn. Dengê bêtel (telsiz) salonê girt bi carek tevahî ya rûniþtîyan
sere xiwe vegerandin alîyê derîyan. Masîyê sipîyê hurtê fîlmê
mijolî xiwarinê bû. Xiwîn ketbû ser avê de. Lambeya
hola sînemayê hat rûhn kirin. Sînema tev çû, rûniþtîyên wê derî
ecibîyan, dest bi narazî bûnê kirin. Zilamek
bi cilê eskerîyê derket holê. Dû demançe (kolt) li kemberê xiwe
xistibû û dû qeytanên dirêj li binê demançeyan hilawîstî bûn û
heya ser botê wî digehiþtin. Çavê xiwe bi nav xelkê de zivrand. Bê
dengî sîberê xiwe bi ser salonê sînemayê de xistibû. Hewes
û mîhrebanî di nav dilê gencê nozde salan de mir û tirs û bêçarenûs
bûn serî hilda. ew generalê serbazî niha bibû deselat darê canê wan
çarsit kesê rûniþitîyê sînemayê… her kes bixiwaze îþekî nabicih
bike canê xiwe sipartîye îzrayîlê! Bi
carek jina kêlekê wî bi xiweþihalî gazî kir û got: Benim Hakanim! û
li seêr sendelîyê rabû û berê xiwe da wî efserê paye bilind. Demakû
gihiþt wî, xiwe awêt hembêzê wî û desta xiwe kir mil û stoyê wî û
lêvên xiwe xist ser lêvên mêrikê. Her dûya bi awayekê ecîb hevdû
maç dikirin. Xelkê hazirê sînemayê dinêhrîyan wana… çi kes perdeyê
sipî temaþa nedikir û kesek tûnebû masîyê sipîyê bêrehim û xiwînxorê
re binêre, hemîya berê xiwe dabûn sahneyê ramûsanê kûmûtan û
jinik. Temaþawanan bi hesret ve mêze dikirin û her kes di nav dilê xiwe
de tiþitêk digot… Kesek
digot: xûyaye li "Qibrisê" ve hatîye û çend mehe hev nedîtine
û gelek bêrîya hev kirine, kesek din digot: diyare kû li fermana
rojihilatê (Dogû)re hatîye. Zilamek pêncî salan got: Qawad! Di pêþîya
çavê xelkê de ka binêre çawa jinikê dihebîne! Jinik digirîya,wêke rûnidik
di çavan de dihat. Bi destmal
hêsrê xiwe hiþik dikir lê hiþê wê hebû kû mekyaja xiwe jî paqij
neke. Bi dengêkî tijê girî, got: min digot belkî te dîsa bibinim? Kûmûtan
destê xiwe bi dilsozî xist ser pirç û porê wê û bi dengekî germ got:
Ez hatim! Netirse! her tiþit bi xiwêþî û kamûranî hat xelas kirin. Di
gel gotnê wan peyvan de destê jinik girt û bi nermî li holê sînemayê
der ketin, ew serbaz û efserê din jî kû liwir bûn piþitê xiwê kirin
xêlik û sînemayê cih hiþitin. Masîyê
sipîyê fîlmê mijolê vegerandinê gemîyek biçûk bû. Gêncê nozde
salan di nav meraq û kul de mabû, hej dikir weke masî har bibê û her
kes bikeve kulabê wî perçe perçe bike û piþt re sînemayê xirab
bike… di wan fikiran de bû, zilamek hat jor ve û got: temaþawanên
delal û ezîz! Ji kerema xiwe re bibûrînin, fermandarê giþitîyê
"Maraþ"ê ragehandîyê sîstema ewlekarîya serbazî li seranserê
welatê de hatye lidar xistin, zehmet nebe
herin derve! Kesek
bi dengekî pir hêdî got: min negot?! Arteþ kûdêta[3]
kiriye!!! [1] Fîlmê herî bi nav û dengê "stîvên þpîlberg" , rêjîstorê Amêrîkî. [2] Hûnermend û dengbêja turk. [3] Kûdêtayê sêrbazî li roja 26.sêp.1980 an kû general "kenan Evren" encam da û heta niha jî berdewame.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org