BINGEHA VEGUHERÎNÊN CIVAKÎ Û HÊZA WÊJEYÊ (*)

 

Azad Zal
azadzal@hotmail.com 

 

 

 

 

 

I-                   Wêjeya Gelêrî

 

·        Di dîroka mirovahiyê de karbeþiya yekemîn di navbera jinê û mêrî de çêbûye. Ji jinê re kar û bare malevaniyê û xwedîkirina zarokan; ji mêr re jî kar û barên nêçîr û bidestxistina xwarin û vexwarinê dikeve.

·        Ji bo malbatê karbeþî  bi rengê dê û bav xwe nîþan dide. Ji bo zarok bav dema ji nêçîrê tê serboriyên xwe yên seyd û nêçîrê dibêje; dê li ser bûyerên ku li der û dora malê dibin hevî û raman û tasawuran vedibêje. Bav serboriyên rastîn dibêje; dê hêvî û daxwazan li hev dihûne û wekî çîrok û meselokan ji zarokan re vedibêje.

·        Di vir de mirov dikare vê bibêje wêje (edebiyat) di karbeþiya yekemîn de bi “hebû û tunebû…” yên dayikê pê kiriye.

·        Bûyerên pêkhatî bi hêviyên dahatuyê re bi zimanê axaftinê hatine vegotin û jê wêjeya devkî derketiye meydanê. Çîrok, biwêj, gotinên pêþiyan, pêkenok, xeberoþk û hwd. wêjeya gelêrî derketiye meydanê û bi xwe re bûye bingeha pêþdeçûn û geþedana nifþ bi nifþ peresîna civakê.

·        Her çîrokeke ku bi “hebû û tunebû…” dest pê kiriye hêviyeke nû di hiþ û mêjiyê zarok de afirandiye; her biwêjek bûye xweparastina ji kêmasiyan û hêza karkirinê; her gotineke pêþiyan bûye þîreteke lixwexwedîderketinê.

·        Em dibînin ku di nava her gelî de wêjeya devkî bi awayekî xurt heye û giyana wî gelî bi van berhem û afirînekên gelêrî û wêjeya devkî xwedî dibe.

·        Gelê kurd jî yek ji wan gelan e ku wêjeya wê ya devkî bi her awayî xurttir e.

 

II-                 Wêjeya nivîskî

 

·        Demek þûn de em dibînin ku nivîs derket û þekl û îþaret bûn amûr û alavên derbirandina hizr û ramanan.

·        Kesên ramanxurt, pêþîvekiroxên pêþdeçûnê derdikevin û rastiya civakê û hêvî û armancan li hev dihûnin û berhem û afirînekên bandorker derdixin meydanê.

·        Ev ji aliyekî ve armanca civakê vedibêjin û ji aliyê din ve hêviyan diçînin di dilê civakê de.

·        Em dibînin ku Sîn Leke Unîyê Qasîtî serboriyên Gilgamêþê Ûrûkî bi hêviyên nemiriyê dinivisîne û ji nifþên nû re dibe armanc.

·        Destan, çîrok, roman, helbest û berhemên bi vî rengî di vê çarçoveyê de ne.

 

III-               Wêjeya Olî

·        Paþê em dibînin ku ji aliyê bawerî û maneviyatê ve jî hêvî, armanc û daxwaz bi rengê utopyayê di astên bilindtir de dertên meydanê û ol û bawermendî weke bingeheke hêzdariyê çêdibe.

·        Rasterast dinyayeke manewî (dinyaya din) ava dibe û taswîr û xeyalên xurt û zelal dibe perspektîfeke civakê.

·        Hem pirtûkên pîroz û hem jî menqîbe û serboriyên muqedes wekî berhemên wêjeyî her di nava civakê de cî digirin û bi awayekî dibin bingeha pergala civakê ya siyasî û hiqûqî. Lê ev jî di bingeha xwe de wêjeyî ne.

 

IV-             Wêjeya kurdî

·        Niha jî ku em li wêjeya kurdî binêrin em ê bibînin ku ev pêvajo rasterast di civaka kurdan de pêk hatiye û “hebû û tunebû…”yên dayikên kurdan heta niha jî di hiþ û ramanên kurdan de zîndeweriya jiyanî; bîreweriya dahatûyê; hêviya azadiyê hunandiye.

·        Ji Sîn Leke Ûnî heta Baba Tahirê Hemedanî; ji Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî heta Cegerxwîn; ji Mestûre Erdelanî heta çîroknûs, þairên jin yên kurd û heta niha bingeheke guherbariya civakî, evîneke pak û pîroz, hêviyeke xurt û zelal di wêje û wêjevaniya kurdî de heye.

·        Mukemeliyeta evînê di van çarînan de nîþan e.

Delal, her du çavên min qesra te ne

Nav du çavên min cihê piyên te ne

Ditirsim tu xafil gav bavêjî û

Bi mijangê min biêþin piyên te (Baba Tahir)

·        Welatê xweþ û tasawura bihiþta olî û oldariyê di van rêzan de diyar in.

….

Nuqteya daîreyê zîndan im

Lew þubê daîre sergerdan im

….

Tu mebîn bêser û bêsaman im

Þebçiraxê þebê Kurdistan im

….

Lew di iqlîmê suxen xaqan im

Sibehê îd e û ez pê nizanim

Gulê Baxê îremê buhtan im

Du bi dêra te seher qurban im

Wek birîndarekî bê derman  im

Carekê þefeq ke rihim, canim 

(Melayê Cizîrî)

 

·        Lêgerîna razên kûrewer di vê malikê de diyar in.

Perde ku rabitin ji ber aridê dilîstanê xoþ

Dil ji xeman ku bê te der bilbilê gulîstanê xoþ

(Ehmedê Xanî)

 

·        Kesandina xwezayî û bîreweriya lêgerînê di van çarînan de diyar in.

Ey av û av ey av û av
Ma tu bê eþq û muhbetê
Mewc û pêlan tavêy belav
Bê sekne û bê rahetê

Bê rahet û bê sekneyî

Yan aþiqê baxê xwe yî

Yan þubhetê qelbê me yî

Ji iþqa kê natebitê

(Feqiyê Teyran)

V-               Li ser vê rastiyê mirov dikare çi bike?

 

·        PÊÞNIYAR:

1-     Berê her tiþtî divê ku di roja îroyîn de ku derfet bi her awayî guncaw in; KONGRE ya jî KONFERANS bê lidarxistin da ku hemû wêjevan û edîbên kurdan bi taybetî yên ku li ser xaka Kurdistanê dijîn bigihîjin hev û hevpariyek ava bibe.

2-     Ji bo ku pirsgirêka alfabeyê çareser bibe divê ku rêze-civîn ji bo çareseriya pirsgirêka ALFABEyê bêne lidarxistin. Di destpêkê de li 4 navendên 4 parçeyên Kurdistanê (Amed, Hewlêr, Mihabad, Amûdê) þûn de jî ev berfirehtir bibe.

3-     Ji her çar parçeyan muteþekîl xebateke ANSÎKLOPEDIYA WÊJEYA KURDÎ bê destpêkirin û berî vê sersalê bingeha wê bê amadekirin.

(27 Rezber 2009)

 

(*) Ev nivîs wekî teblîx di Foruma Civakî ya Mezopotamyayê de, di Asambleya LI ROJHILATA NAVÎN VEGUHERÎNÊN ÇANDÎ Û AFIRÎNERÊN WAN de hatiye pêþkêþkirin.

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org