Destana Vezayinê

Azad ZAL

 

1.
Di berbanga biharê de rojê þitleke helkiþande ji baxçeyê jiyanê,
li qeraxê vejînê,
li ware bêxwedî –ku bûye tarîstan wê þitlê danî

Bi tiliyên xwe yên zirav û dirêj jiyên deng saz kir.
Ji bo di binê awirên tirsê de venemre giyandêriya þitlê
pêlên deng ahenga xwe girtin,
û bi lezgînî xwe li ba kirin.

Li der û dora þitla rojê azadî vejen da,
rengê sor û þîn bi hev re xwe li avê girtin.

Avê pel da xwe,
xwe bi asmana ve xist
ji bo ku tirêjên rojê yek bi yek biþo.

Xunaviya avê û tirêjên rojê hev hemêz kirin li asmanê bêzagon,
bûn yek di þeva evîniyê de
û ji wan têkela rengîn veza...

Ava sor û þîn damar damar hilkiþiya ji xem û xeyalên xewa mirinê
û avê rengê xwe vegerand,
û avê rewþa xwe veçirand...

Xwîn bu haveyn li ser vezana xaka dîldarên tarîstanê,
ji nû ve jîn û jiyan afirî,
xwînê cî vegerand...
Xwîn vereþiya ji rîçalên pelgê erdnîgariya wenda
û ji xwe re li besterûbaran geriya.
Newal û çemên ku di birîndariyê de niþtecih bûne
bi hewar û gazî xwe pêþkêþ kirin,
û daketin bi hêrsa derengmayî.
Ji evînê viyan der bû û
jiyan pîroz bû li azadiyê...

Dilxwazî bû xelata lehiya rûbarên sor û herikî,
viyan ji þitlê re bû destî û piþteka xweragirtinê,
û berê rûbaran ber bi jor ve da,
û xwîn herikî ber bi rojê ve....

2.
Roja ku rojê ji asmanan destê xwe dirêjê tarîstanê kir,
gulbuhar û zeringer vebûn û dawet û þahî li dar ket.
Rojê destê xwe dirêj kir ku gulbuharek biçine
ji bo pêþkêþî hevhemeziya di asmanê bêzagon de bike.
Di nîverojê de li asmanê sayî jê birûsk vejen da
û li tarîstanê destê rojê birîndar bû...
û sist bûn destên di hev de,
govendgêr û berbûrî ji xwe de çûn,
bûk û zava gêj bûn þev û roj li wan geriya...
(lêgerîna þev û rojê xwe di xwe de wendakirin e)
Þûrê viyandêr di navbera jiyana dualî de
bû bergîdana temen û jînenîgariya evîna bûk û zava

3.
Þitil di taldeya per û baskê bazê çiyê de xwe parast,
mezin bû...
Bazê çiyê di ber xwe da...

Baze çiyê bi hêza çiyayê xwedaferîn di ber xwe da...

Þitil di talda per û baskê wî de bû terh bû nihal...

4.
Bazê çiyê ji ber bêbextiya rûreþ tîra mirinê li ser xwe dît,
xwe dûr neda,
perê xwe dananî,
baskê xwe ji bajeniyê venekiþand.
Taldeya wî terhê distrand,
warê wî nîhalê heldibistand,
û baskê rastê birîndar bû...
Tîra mirinxwaz þaxê terhê þe’itand...
Tîra bi jana zirav çuqlê nihalê þikand...
Bi birîndariya xwe baz hewar û feryada xwe di xwe de strand.
Dengê raza gencîneya çiyayan bi rengê wolqanan di nava dilê Zagiroz de peqiya,
li bilindahiya warê jînê veniþt û tar girt...
Evîn vejiya li ba baz,
baz bi dengê raza evînê jiy bi jiy strand helbesta evîndariya xwe,
û ginciya xwînê ji ser birînê vekiþiya,
û birîn der bû ber bi jêr ve wer bûn jana zirav û jana reþ ji çiyê...
bi derbûna birînê re li welatê bilind lehî rabû...
Ava ku bi xwînê haveyn girtiye dagirt her derê,
û çiyayên bilind tenê bi serbilindiya xwe man
Xwîna ku xwe li bejna çiyayan digirt hew xwe ragirt,
û tîrêjên rojê di ava xwînê de tewiyan,
û bêhna xwîne her tiþt vexwar,
û xwîn bi xwe re bû serwer...
Rojê hew xwe ragirt
atlasa asman vegirte destê xwe li hev pêça û guvaþt
banga bilind
banga giran ji atlasê dawerivî ber bi bazê çiyê ve,
banga dawerivandî pertav da per û baskê baz
û baz xwe amade kir,
û baz xwe amade kir ji bo pêþwaziyê,
ji navbera her du felqên heyvikên bi heybet kevokek çîl spî afirî,
û xwe li tîrêjan girt.
bang herikî bi tîrêjên rojê re
û bang beriya kevokê gehiþte baz
«çiya bi çiya bihesîne! Bazbendê verêke!
Delaliya ber dilan wa ye ber bi jêr ve tê!... »

5.
Tîra di tarîstanê de li baz wer bûbû dîsa jan da,
lê bazê serbilind parast terha xwe,
nîhalê bi êþa xwe parast
bi evîna xwe darist...

6.
« ax û ax !
xwazika hespe min hebûna bi renge Rexþê Belek ê Ristem
xwazika hespe min hebûna bi rengê Bozê Rewan ê Mem
ew min biavêtana ser piþta xwe
ew min bibirana navsera çiyayên Zagiroz
û min têr karibûna bikirana hewar û feryad
û min têr karibûna bixwendana jana nava dilê xwe…»

7.
Dilê min bi xwîna min re heriki ber bi jor ve,
da ku di çiyayan re bigehîje rojê...
Dile min heriki ber bi rabûna rûbarê hêviya min a çarparî de,
berê xwe da terhê
û xwe li nihalê girt...
Dengê nalîna bazê ku ji terhê re xwe kiriye talde
di guhe min de olan dide,
heviya min bi erdê ve çû
li du xwegoriyên doza rênîþana rojê,
bi ava avdana baxçevanê evînê re
heviya min dawerivî û xwe gihîþtande rahêlê nîhalê...
Rahêl û rîçal jê re bûn rê ku ji nû ve xwe vejîne...
Hevî ku bû hêvî
çû bi þaxên terhê re xwe gehîþtande pelgan
da ku bi tîrêjan têrvejen bibe...

8.
Rojê di talda baz de bi ser terhê re viyana ciwanevîniyê reþand
nihal can wergirt,
mezin bû û bû dara azadiyê û raha wê gihiþt ava sor-rengîn
Giliyê dilê min xwe bi surra buharê re ber da
bu bopisk çû li kulilkên darê danî...
Temenê min -bi deh hezarsaliya xwe- rabû ser xwe,
xwest xwe daweþîne ji qirêj û gemarê,
û êþiya temenê min li hember min,
û di ber xwe da,

Çavê min ji min veqetiya çû xwe li dîmena darê girt...
Pozê min ji min veqetiya çû xwe li bêhna gulbuhar û zêrîngerê girt...
Guhê min ji min veqetiya çû xwe li dengê strana bazê taldeyê girt...
Devê min ji min veqetiya çû xwe li tam û ekla fêkiyên darê girt...
Zimanê min ji min veqetiya çû xwe li gotin û têgînên mizgînxêrka li ser pelên darê girt...
Destê min ji min veqetiya çû xwe li kar û keda vejena rojê girt...
Lingê min ji min veqetiya çû xwe li rêya bahara keskezer girt...
Dilê min ji min veqetiya çû xwe li evîna tîrêjên rojê û ava sor û þûn girt...
Cerga min ji min veqetiya çû xwe li hênkayiya darê girt...
Yek bi yek ji min veqetiyan wesleyên min...
ez mam bi tenê û evîna min ma
evîna min dev ji min ber neda
min bi dû xwe xist û berê xwe da þêwra wan
min bi erdê re kiþkiþand
bi zor û zehmetî çû xwe avête bextê bextewar
da ku roj min biçîne bi tîrêjên xwe dar min vejîne bi dayikbûna xwe
û
baz min bipareze bi taldeya xwe...


Azad ZAL

azadzal@hotmail.com

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org