|
Azad Zal Kovara
W Hejmara 22’an DERKET!
Xwendevanên
hêja û delal, Di
havîna îsal a germ û xelabarî de em bi hejmareke din a Kovara W(e) li
pêþberî we ne. Gelî
xwendevanan, Dîsa
jî em bi dosyeyeke xweser û taybet dertên hemberî we. Me di vê hejmarê
de mijara dosyeya xwe Bavê Felekê hunermendê me yê nemir Mihemed Þêxo
hilbijart. Gelek
alim, hunermend, nivîskarên hêja û delal ji nava kurdan rabûne. Lê
kurd li wan kesan xwedî derneketine, heta dema ku jiyana xwe ji dest
dane, ji aliyê xelkên din ve hatine payebilindkirin û xwedî li wan
hatiye derketin; paþê wekî ku hiþê kurdan hatibe serê wan hêna
xwestine li wan xwedî derkevin. Yek ji wan kesên ku di jiyana xwe de
qedr û qîmet nedîtiye nemir
Mihemed Þêxo ye. Mihemed Þêxoyê ku di jiyana xwe de her tim derdê
feqîrî û hejariyê kiþandiye; bi halê xwe yê belengaz zor û zextên
neyaran li ser xwe dîtiye û her li ber xwe daye. Lê heta ku li ser rûyê
dinyayê jiyaye kes lê xwedî derneketiye. Lê piþtî ku li “Nexweþxaneya
Dewletê Ya Sûriyeyê” jiyana xwe ji dest daye bi deh-hezaran kes li
hev civiyane û darbesta Mihemed Þêxo dane ser milê xwe û ew verê
kirine. Nêzî bîst salan e ku wî wefat kiriye. Me jî xwest ku em dîsa
wî bi bîr bînin. Her
wiha ji derveyê dosyeyê çîrok, werger, pexþan û helbestên balkêþ
di vê hejmarê de cihê xwe girtine. Xwendevanên
hêja, Divê
ku em vê yekê jî bibêjin, gelek nivîs û helbest hatine ber destê
me, lê mixabin ji ber ku rûpelên kovarê bi sînor in, me hinek berhemên
ku hatine hiþt ji hejmarên paþê re.
Bi vê bal û eleqeya nivîskar û helbestvanên me em gelek kêfxweþ û
bextewar in. Di
hejmara beriya niha de ji bo Kovara Wyê Zana Farqînî bi Aramê Dîkran
re hevpeyvînek pêk anîbû. Di vê hevpeyvînê de navên gundan çewt
hatine nivîsandin. Navê gundê “Bamdê” wek “Bamda” navên gundên
Farqînê “Tewerz” û “Zinzin”ê jî bi dorê mîna “Tawernê”
û “Zimzimê” hatine nivîsandin. Em van çewtiyan sererast dikin û
ji xwendevanan lêborînê dixwazin. Heta
hejmareke din bimînin di xweþiyê de.... N
A V E R O K / W-22 Naverok *
Ji Edîtor 2 *
Apê Mûsa / Abdurrahman BAKIR 3 *
Birîna Reþ / Arjen ARÎ 6 *
Êvar / Nesrîn NAVDAR 7 *
Ji dîroka Amedê çar rûpelên wendayî / Receb DILDAR
8 *
Destpêka felsefeyê û taybetmendiyên erdnîgariya Îyonyayê / Alî
GURDILÎ.. 12 *
Kengî mirim / Tewfîq YAÞLI 15 *
Mizgefta Mishefa Reþ / Bahadîn ROBAR 16 *
Deþtenazê xemrevîna dilê azadîxwazan / Mehmûd Badilî
17 *
Baþûrê Biçûk / Rizoyê XERZÎ 19 *
Standardên jiyanê / Dorothy
Rothschild Parker 20 *
Tol zava ye mirin bûk e / Selmet GULER 24 *
Rotiþê yewbanî / Mehmûd NÊÞITE 28 *
Þorê / Ronî WAR 32 *
Tirs / Behlûl ZELAL 33 *
Çîroka evînê / Omer Fîdan 35 *
Niha di koçberiyê de / Mehmûd Derwêþ 38 *
Ciwan ji muzîka populer hez dikin / Hevpeyvîn: Sedran C NEWADAR 39 *
Peþkên þeva bilome / Berken BEREH 42 *
Nexþeya min / Îlhamî OZER 43 *
Mastê koçeran / Dilkanî 44 *
Mirad / Mehmet DEVÎREN 45 *
Xatûn / Sîpan XIZAN 46 *
Mistefayê Bohtî û strana “Were Dînê” / Hîlmî AKYOL 47 *
Pirtûkxane 80 Dosye:
Evîndarê
Gulê MIhemed
Þêxo *
Destpêk û zelalkirina çend
xalan / Azad ZAL - Dîlan AYDIN 50 *
Jiyana Mihemed Þêxo û hunera wî / Îbrahîm EBDÎ û Miþelê OSMAN 53 *
Stran sînoran nas nakin / Qado ÞÊRÎN
57 *
Mamosteyê ola Îslamê û hunermendê gelê xwe; Mihemed Þêxo / Îkram
Balekanî 61 *
Kurtejiyana Mihemed Þêxo / Sedran C. NEWADAR
63 *
Mihemed Þêxo û hilbijartina gotinan / Konê Reþ
66 *
Dema bilbil bo gulê dixwîne Bavê Felek tê bîra mirov / Tayîp TEMEL
67 *
Nefela çarpel / Rêwar Evîndar 68 *
Hevpeyvîn bi kurê Mihemed Þêxo Birûsk re / Hevpeyvîn: Mustafa Gazî
69 *
Nameya Mihemed Þêxo ya destnivîskî / M. Xelef - S. F. Moctevî
71 *
Nalîna axa bi þewat; Mihemed Þêxo / Mehdî Mutlu
72 *
Awaza evîndarî û dengê yekîtiyê Mihemed Þêxo / Mizgîn DÎLAN 73 *
Xwedîderketina li miriyan / Rizoyê Xerzî
75 *
Çend stranên Mihemed Þêxo digel notayan / Amadekar: Sedran C. NEWADAR
76
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org