Li Cizîrê Xebata Atolyeyê ya Gihandina Mamosteyên Zimanê Kurdî hate lidarxistin

 

Azad Zal

 

Cizîr – 07.08.2008 - Di navbera 1-7’ê Tebaxê de li navenda Cizîrê bi tevlîbûna 8 berendamên mamosteyên Zimanê Kurdî Xebata Atolyeyê ya Gihandina Mamosteyên Zimanê Kurdî hate lidarxistin.

Ji bo ku li Cizîrê perwerdehî û hîndekariya Zimanê Kurdî dest pê bike û pêþ bikeve ji aliyê aktîvîstên TZP’ê û kurdîhezên Cizîrê ve daxwaza xebata atolyeyê ya gihandina mamosteyên zimanê kurdî ji navenda TZPê û Kurdî-Derê hatibû kirin. Li ser vê daxwazê ji bo hefteyekê xebata atolyeyê li dar bixe mamosteyekê hate þandin.

Li navenda Cizîrê xebata atolyeyê hate lidarxistin û hefteyek dewam kir. Di dema xebata atolyeyê de wekî çavdêr wekîlê þaredar Ahmed Dalmiþ, nivîskar û wergêr Aydin Rengîn jî tev li xebatan bûn. 

Wekîlê Þaredar Ahmed Dalmiþ li ser girîngiya vê xebatê rawestiya û wiha got: “Hêviya hezaran salan a gelê me tê de ye îro pêk tê. Li Cizîrê bi hezaran xwendevanên dibistana seretayî xwendine hene. Di dilê hemiyan de jî kêmasiya zimanê zikmakî heye. Kêmasiyên ku hene wekî þaredarî em li ber çavên xwe dibînin. Di serî de ziman, dîrok, çand û huner û kevneþopiyên me yên mayîn di bin erdê de yên roj bi roj wenda dibin hene (wek arkeolojîk û etnografîk). Em wekî gelê Cizîrê xwedîlêderketin û serkeftina vê tenê di sazîbûnê de dibînin. Ji bo lêkolîn û lêgerîna zimanê kurdî ev xabata hatiye kirin pir pîroz dibinin, çend xebatkarên vê saziyê yên alîkariyê bidin vî karî em bejna xwe li ber wan ditewînin û çi ji destê me bê em ê bikin. Em ji hevalên ku niha di atolyeya gihandina mamosteyan de perwerdehiyê dibînin re serkeftinê dixwazin û em hêvî dikin ew ê xebatên baþ bimeþinin. Ez bi munasebeta vê dixwazim ji gelê Cizîrê re jî bibêjim û bangawaziya min ev e ku; ji bo sazîbûn û pêþketina zimanê kurdî û hînbûna xwendin û nivisandina zimanê kurdî tevlê bibin û piþtgiriyê bidin. Bi vî awayî em ê zimanê kurdî pêþdetir bibin û zindî bihêlin.”

Her wiha berendamên mamosteyên zimanê kurdî li ser girîngiya vê xebatê sekinîn û di derbarê xebata gihandina mamosteyan de wiha gotin:

Abdulcebbar Îðdî: Bi rastî îro mirov bikaribe di derbarê vê xebatê de hestên xwe bîne ziman pir zehmet e. Lê bes ez dikarim biþibînim gundên em lê mezin bûn hatine valakirin. Piþtî valakirinê þîlanên derê kaniyên me de zuwa bûn, ji aliyê nevînan (neyaran) ve hatin birîn, rahên wê jî agir berdanê. Demkî dirêj em jê dûr man û rojekî riya me lê ket. Me cuhek av ber da ser þîlanan. Þîlanên me ji nû ve ajir dan û þîn bûn. Lê nevînên (neyar) me dîsa dek û dolab li me gerandin, dîsa þîlanên me hiþtin bêxwedî. Lê nekarîn þîlanên me yên ajardayî bisojin û rahên wan kor bikin. Îro ev xebata li ser zimanê me tê dayîn wê bi milyonan þîlanan av bide wê ajira ji wan bilind bike. Gulên þîlanan wê bihara sor û zer vebikin. Çendî þîlan bi strî be jî û dîsa kaniya welatê me wê bi saziyên curbecur di cuhên ziman de biherike li her çar aliyên welat av bide.

Bahaedîn Robar: Ziman nasnameya gelan a sereke ye. Dema mirovek zimanê xwe yê zikmakî nizanibe biaxive û binivîse dê nikaribe nijada xwe jî bidomîne. Ango ew kes dê bête piþavtin û ji eslê xwe derkeve. Ji ber vê yekê divê her kes an jî her milet bikaribe zimanê xwe yê zikmakî li hemû qadên jiyanê bi kar bîne. Em dibêjin vaye hezar sal in me zimanê xwe parast û heta roja îro anî lê ji îro þûn de parastina zimên ne ew qas asan e. Ev serdema em tê de ne serdema teknolojiyê ye û zimanên serdest dikare bandorê ji zarokên li ber þîr heta kalên heftê salî heta þivanên li serê çiyayan jî bike. Ji bo pêþî lêgirtina piþaftina zimanê me pêwistî pê heye ku em êdî zimanê xwe ne tenê bi axaftinî di heman demê de xwendinî û nivîskî jî bi kar bînin. Lew ma em vê xebata atolyeyê ya li ser ziman girîng û watedar dibînin. Hêvî û bendewariya min ew e ku ne tenê li Cizîrê li hemû gund û bajarên ku Kurd lê dijîn xebatên bi vî rengî bên kirin.

Mîrza Ronî: Çavkaniya zimanê kurdî ya nivîskî li Cizîra Botan bi Dîwana Melayê Cizîrê hatiye nivisandin û ev dîwan îro jî ji zimanê kurdî re ya herî girîng e. Lê mixabin herêma ku zimanê nivîskî lê hatiye nivisandin nehatiye parastin. Û tu xebatên nivîskî lê nehatine irin. Ev xebata heyî ku me ji bo gihandina mamosteyan daye destpêkirin; lêxwedîderketina nirxên Melayê Cizîrî ne. Ev nirxên ku di destê me de heye divê ku gelê Cizîrê baþ bizane û li ser zimanê kurdî bisekine û ji zarokan heya kalan divê bibin xwenda û bikaribin binivisînin. Gelo ku îro Melayê Cizîrî saxbûya û bijiya, ku îro li Cizîrê binêriya wê ji me re bigota çi? Wê bigota; “qedrê gulê çi zane; kelbeþ divê kerê reþ”

Mehmet Dalmiþ: Dema ku hevalan ji min re got ji bo xebata gihandina mamosteyên zimanê kurdî tu jî tev li vê xebatê bibî; min ji nava dilê xwe keserek kiþand û cihek wek Cizîra Botan de kêmasiya min û yên wekî min hene min teþwîqê vî karî kir da ku ez jî beþdarê vê xebatê bibim û di pêþerojê de wekî mamosteyekî ez jî bixebitim. Kesên ku bixwazin zimanê zikmakî hîn bibin da ku ez bikaribim ji wan re bibim mamosteyek baþ.

Cemal Menek: Bi rastî jî di bajarek weke Cizîra Botan de zaravayê Kurmancî rêzimanê xwe ji vir standiye, lê mixabin îro mamosteyek zimanê kurdî tune ye, em hêvîdar in ev destpêk ew ê nebe dawî.

Yunus Orak: Di tekoþîna azadiya kurdan de ji destpêkê heya niha qelsiyek hebû li ser zimanê kurdî. Lê dereng mabe jî van salên dawîn girîngiya ziman hate famkirin û ji bo ziman hewldanên cur bi cur çêbûn.

Weke em dizanin yek ji wan hewldanan jî TZP bû. Bi rastî jî xebatên bi vî rengî ku li Cizîrê jî çê bibin ji bo pêþeroja ziman dê pir baþ be. Her çi qas Cizîr li gor bajarên din ên kurdan di hêla zimên de baþtir be jî mixabin ev rewþa ziman roj bi roj ber bi xerabûnekê ve diçe. Ji ber vê yekê jî demek ji dema nêzik de li vî bajarî hewceyên saziyên kurdî hene. Ji bo vê bingehê jî me tevî çend hevalan dest bi xebata perwerdehiya zimên kir. Bi vê xebatê em bi hêvî ne û her wiha em ew qas bi biryar in ku di hêla zimên de di nava civakê de hiþmendiyeke ziman dê bê pêþdexistin. 

Her wiha hîndekar Azad Zal di derbarê xebata atolyeyê de got ku divê xebatên bi vî rengî li herêmê bidomin û wiha dewam kir: “Xebata ku me li vir pêk anî ji bo hîndekarî û perwerdehiya zimanê kurdî destpêk bû. Ji xwe em bi kinasî li ser rêziman û rastnivîsa zimanê kurdî rawestiyan û me di vê çarçoveyê de xebata atolyeyê li dar xist. Ev xebat wekî destpêk bû û hêviya min ew e ku ji xebata atolyeyê þûn de xebat xurttir bibin û bi xebata van berendamên mamoste 

perwerdehî û hîndekariya zimanê kurdî ew ê hîn xurttir û berfirehtir bibe. Divê ku li bajarên wekî Cizîr, Nisêbîn, Qoser û yên ku kurdî û kurdewarî serwer e xebatên hîndekarî û perwerdehiyê dest pê bikin û xurttir bibin. Di vê ku li van herêman perwerdehî û hîndekariya xwendin û nivisandina zimanê kurdî dest pê bikin û bêne pêþdebirin. Ev jî bi xebatên atolyeyê yên bi vî rengî dibin. Divê ku xebata ku li Cizîrê hatiye lidarxistin ji bo li bajarên din bêne kirin bibe mînak. Ez ji van hevalên ku tev li xebata atolyeyê bûne hêvî dikim ku li Cizîrê xebatên li ser zimanê kurdî yên baþ û berfireh li dar bixin. Divê ku li Cizîrê xwendin û nivisandina zimanê kurdî li dest pê bike û pêþ de here. Heval bi daxwaziyek xurt tev li vê xebatê bûn û ew ê gelek xebatên baþ li dar bixin. Cizîr warê zanyarên wekî Ebul-Iz el Cezîrî, wêjevan û alimên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran e. Gelek cih û warên kevnare yên ku dîrok, çand û hunera kurdî di xwe de vediþêrin hene. Divê ku bi zimanê kurdî xebatên tormarkirin, lêkolîn û lêgerînin xurt bêne kirin.”

Her wiha li gorî ku hate ragihandin di dawiya xebata atolyeyê de azmûn hate kirin û hemû berendamên mamoste bi serkeftî azmûnê derbas kirin. Di demên þûn de ew ê sertîfîkaya mamostetiya zimanê kurdî bê dayîn.

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org