|
Weþanxaneya Enstîtuya Kurdî ya Amedê bi boneya betlaneya dibistanan ji bo zarokan 5 pirtûkên çîrokan ên nû çap kir
Xebatên Enstîtûya Kurdî ya
Amedê yên di warê kurdî de bênavber berdewam dikin. Enstîtuya ku heta
niha îmze avêtiye binê gelek xebatên giran bûha, herî dawî bi boneya
destpêkirina betlaneya dibistanan ji bo zarokan 5 pirtûkên nû yên çîrokan
derxistin. Pîrtûkên þîrokan ên bi navê, 'Pîrê û Dîk', 'Pîrê û
Rovî', 'Rovî û Þêr', 'Gayê Çot' û 'Herdem Ciwane' li gorî zarokên
temenê wan di navbera 8 û 12 saliyê de hatine nivîsandin.
Têkiliya xweza û mirovan
derdikeve pêþ Amadekariya pirtûkan ku nêzî
sal û nîvê hatiye kirin, mijarên cur bi cur dihundirîne. Di her pirtûkekê
de mijarek cuda tê vegotin. Piraniya çîrokan jî çavkaniya xwe ji civakê
digire û gelerî ne. Di çîrokan de hem aliyên zarokan di warê hiþmendiyê
de pêþ vebibin û hem jî di warê çanda kurdî de kur bikin derdikevin pêþ.
Aliyek din ê balkêþ ew e ku bi gotinên ji devê zindiyaran, hewil tê
dayîn têkiliya di navbera xweza û mirovan de bi zarokan bide hezkirin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org