Xewn û Hêvî

 

Azad ZAL

  

Li ber destê sibeyê,

Di berbanga þiyariya xewa hezar salan de

Min xewnek dît

Xewneke zelal

 

Dayikek zelîl bi rengê spî

Hate pêþberê min û sekinî

Di her destekê wê de seriyek yên zariyên wê

Ew jî spî lê spîyek saya

 

Û bang li min kir dayikê

 

Deng dengê dilê wê bû

Min ne bihist dengê dilê dayikê

 

Lê dilê min bihîst

 

Dilê min got;

“ji bo çi ez bi hêviya þkestî berê xwe didim gorê?”

 

Dilê min bersiv da xwe;

 

“Hêvî tune be çê dibe, þîn dibe li ser dilê xembar

Hêvî þkestî be dicebire li ser dilê birîndar

Hêvî heliya be dibeste li ser dilê evîndar

Hêvî xeyîdî be diriste li ser dilê ristevan…”

 

7 Rezber 2007

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org