Zerî

 

Azad ZAL

  

 

 

Stêrkên xilmaþ bi hêsrên te re rûxalê ezmanan dibûn

karxezalan xwe li wan digirtin

û

di rûbar û newalên gerdûna tewandî de li stargeheke bêhnvedanê digeriyan

 

Popiskên serxweþ yên agirîn bi keziyên te re li bîra kûr û tarî ya vebirrandî werdibûn

Zerî-delalan xwe li wan digirtin

û

li besterubarên birîndar bi sosinên mor-rengîn ên beyarî re didaliqandin

 

Seydvanên evînê bi dêmên te yên gulî re dibûn bergîdar

dadiketin xefik û xewna azadiya dildar

û

li geliyên hunandî yên mirinxwaziyê werdibûn

di pozbilindiya þebçiraxiyê de

li dilxweþî û þanaziya çêkirî digeriyan

 

Kulîlkên stûxwar bi rûyê te yê xemgîn re li bihara temenên birîndar werdibûn

û

di xemxwariya jiyana veçirandî de

li dermanê xêrxwaziyê digeriyan

 

Û tu

Xemrevîna min

Zerîna zerya min

Bargirana min

Delala bargir a hezar salan

Tu li navê xwe bûyî bar

Barê te li navê te bûye war

û

Bi dayîna rojê re warê hêviyan di berbanga sibeya me de þên bû

Hêviyên me bi navê te þîn bûn

û

hêlîna xwe di nava dilê me de vekola

 

19 Gulan-19 Rezber 2009

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org