|
Hevpeyvînek
li ser erdnîgarîya me ya birîndar û dîroka me ya tarûmar( 10 ) Bi
Hemreþ Reþo ra gereke niþtimanî Bedirxan
Epözdemir Beþa Dehem :
Cudabûnên îdeolojîk mecal neda ku zana yên me bêne cem hev. Divê beþê da
: -
Dîtinên Kek Hemreþ di derheqê bîranînanda -
Arþîveke dewlemend -
Azadî û evîn -
Û gelek pirsên balakêþ Ji min zêdeye lê ez wê
azadîyê dideme te, ku tu helbesteke bi dilê xwe bibînî û bixwînî. -Ez
dikarim yekê kurt bixwînim. Dei xwe da nabîninma ez li Zurîxê bûm hêj
negihiþti bûme Elmanya roja 24.03 1963 ya min vê helbestê nivisandî ye.
Navê helbestê; “evîndarîya Welêt”
e.
“Bang dikim, roj û þev
qîrên nahat, ne bangîn
hiþê min ço bi tev
evîndarê te me bi rastî.
Berve te têm bi rev,
çawa li min nabî xwedî.
Bang dikim bi dil ne bi dev
Evîndarê te me
bi rastî.” Zorsipas, siheta te xweþ. -Mesele
ew helbesta ku min ji te ra gotibû, pismamê min nivisandîye, jî wuha ye.
“Canê min Welatê min”
“Welatê min bindestê Rum,
Ecem û Ýraq
xort di xwe da nabînin rakin
tifing û beyraq
ey canê min tu li ku yî,
ezê te kengê bibînim ?
ez vê raketinê sedem te xweþ
nabînim.
Kengê ku me ji hevre got,
canê min welato
wê wext bê ezê te ji dijmin
bixwazim
bi hûrîyeto
belê hûrîyet nayê xwestin,
tê girtin ji dijmin.
Wextê ku me hûrîyet,
kire zava anî mal
wê wextê emê welatê xwe
pê ra bikin bûk û yar.” Min jî bi wê helbesta
jorîn ku helbesta min ya yekem bû, bersiva wî dabû. Lê pismamê min di
warê helbest nivîsê da gelek bi pêþve ço bû. We pirtûkeke helbestan
jî weþandîye bi navê “Apo”.
Osman
Sebrî di warê nivîsêda serketî bû. -Belê, dîwana Osman
Sebrî ye. Helbestên wî yên helbijartîne. Min bi navê “Apo” weþand,
sedem ku hemû Kurdên Sûrî jê ra digotin, Apo.
Apo yê dî vê dawîyê derket. Lê çawa tê zanîn,
“Apo” wek wate jî roleke xwe yê taybetî heye. -Li gor dîtina min, ew dikarî
ya di warê çîrokanda pêþva bi çora,
ne di warê helbestanda. Lê di alîyê
rastnivîsa Kurdî da, Kurdîyeke gelek paqij û gramatîkeke gelek fesîh
bi kar tanî. Carek alfabeyek jî çêkiri bû. Li gel Celadet Bedir-Xan di
Ronahî da, di Hawarê da xebat kiribû. Ewî di wextê xwe da dersê zimanê
Kurdî dabû. Sedem vî jî bingehek pê ra hebû. Ji bo vî jî di warê
nivsandin û belav kirina Kurdî da, di alîyê çapemenîyê da serketî bû.
Ev taybetîyên wî zêdetir moral dida min. Heya wê wextê dû
pirtûkên xwe jî ji min ra þandi bû. Navê yekî “Baxoz” bû.
Helbest bûn. Ya duwemîn jî “Derdên me” bûn. Her du pirtûkan jî ji
bo min þandi bû. Ez gelek bi wan kêfxweþ bûm. Lê bi rastî pêwendîyên
me zêdetir, li ser sîyasetê bû. Yanî ez dikarim bêjim, em wek yek partî bûn, wek
endamê yek partî bûn. Heya
du-sê salan min berpirsîyarî ya partîya wan kir, li Evrupa.
Piþtî
66’an
teklîhevî li Kurdistana Sûrî ku çêbû, bandora xwe li ser
Kurdên Sûrî yên Evrupa jî nîþan da. Mesela ku li Kurdistana Baþûr
dubendî çêbi bû, wan baþtir, didîtin ku ez hinekî bi van karan rabim
û bikarbim hinek wan jî nêzîkî hev bikim. Ez pê ra mam, pênç salan
heya dawîya 67’an. Di alîyê edebîyatê da pêwendîyên me bi hevra
pir tinebû. Axaftinên me li ser edebîyatê nebû, bi taybetî li ser sîyasetê
bû. Dema sala 69’an ku ez çome Þam’ê ew ne li vira bû, min nikarî ez lê bibînim. Wê demê derbazê Kurdistana Bakur bibû. Ez jî derbazê Bakur bûm. Cara yekem me hev li wira dît. Em her dû jî veþartî bûn. Çend roj em bi hevra man.
Cîgerxwîn
hinek hiþk bû. Lê diwê demê da min Cîgerxwîn jî li Þam’ê naskir. Cara yekem bû ku min lê dît. Lê tiþteke balakêþ bû ku navbeyna wî û Osman Sebrî nexweþ bû. Yanî ne razî bûn, ku ez herime wura. Ne divaran ku ez li wê bimînim. Lê min guh nedida tiþtên wusa. Min digot, her Kurdeke ku Kurdeyatî bike, xizmet ji bo welatê xwe kirî ye. Divê ez rêza wî bigrim, lê bibînim, pê ra jî bidim û bistinim. Naskirina min û Cîgerxwîn jî ev bû. Paþî Baxozê di destpêkê da dîwana
yekem ya Cîgerxwîn çap kir. Heya wê demê ev dîwan destê kesî da tine
bû û hinda bibû. Me çap kir û belav kir. Ez
dikarim bêjim, li Evrupa belavkirina pirtûkên klasîk bi destê Baxoz’ê
pêk hat. Me piþtî vî jî selikeke Kurdî derxist. Piþtî ku me dîwana Cîgerxwîn weþand
û belavkir, pêwendîyên me li gel hev zêdetir, bi hêz û têkûz bûn.
Dan û sitandinê me li ser helbestan zêdetir bûn. Pir caran min lê rexne
dikir. Piþtî heþt dîwan weþandin. Min bi xwe ne razî bûna xwe ji bo hinek
dîwan û helbestên wî nîþan dida. Sedem ku îdeolojî di helbestên wî
da di giranîyêyê dan bûn.
Di dîwana yekem da welatparêzî zêdetir, bû. Her çiqas rexne hebûn jî
welatparêzî girantir bû. Li
ser wan me dikarî niqaþ bikra. Me bîr û bawerîyên xwe digot. Cîgerxwîn,
hinek hiþk bû. Lê di dawîyê da qebûl dikir. Belê,
belê hiþk bûna wî meþhûr bû. Bi vê mabestê rehma xwedê li her du
helbestvanê me yên egit û nemir tînin.
Her
wek ku min bihistîye û agahdarim, di salên 85 û 86 an da xebateke we li
Elmanya ji bo Akademîyeke Kurd jî çêbû ye. We li gel hinek hevalên xwe
di sala 1986’an da Akademîyeke Kurdî damezrandî ye. Hun dikarin di vî
warîda me agahdar bikî ?
Pêwîste
em karên akademîk û sîyasî ji hev cuda bikin. - Wek tê zanîn li Parîsê Enistûtîya Kurdî çebû. Li Bonê Enistûtîya Kurdî vebû. Bawer dikim sala 1983 yan bû, qasî ku tê bîra min. Lê em diwê bawerîyê da bûn ku divê ew zanayên Kurd,Alimên Kurd ku di Ûnîversîteyên Evrupa da dixebitin, divê ku di her awayîda xebatekê ilmî jî bê kirin, her babetekî zanistî da. Ji ber vî li hemû welatên cîhanê, ne
tenê li Elmanya. Li Emerîka, Îngiltere û hemû welatên Evrupî çiqas
zana yê Kurd hebûn ku di Ûnîversîtayan da ders didin, ku xebat û lêkolînên
ilmî çêkirine, me xwest em wana bînine cem hev. Lê
mixabin ev cudabûna îdeolojîk û bi taybetî narkokîyên di nav Kurdên
Baþûrê Kurdistanê da mecal nedan ku zana yên me bêne cem hev.
Tu zanî alimên me jî hemû sîyasetmedarin, di nav partîyan da
dixebtîyan. Ji bo vî jî 84 ‘an heya 86’an ancax me karî em wan bînine
ba hev. Me li vir, li Ratîngen civîna xwe ya
yekem li darxist. Di vê civînê da biryar hate dan ku Akademî bê
damezrandin. Me divê civînêda bername û rêbaza Akedemîyê jî çekir.
Piþtî komîteyek hate bijartin. Paþî me li mehkemê jî biryar da
sitandin. Bi rengeke rêxistineke qencîyê jî hate naskirin. Ev dihata wê
wateyê ku xebatek bibû ya heqê
xwe hebû ku ji dewletê jî alîkarî bigre. Ji ber ku rêxistineke ji bo
qencîyê bû. Ew kesên ku bi dirafan arîkarîya bikra, dikarî ya vî
meblaxî ji baca xwe bixista. Ew baca ku hikumat digrê, dikarîyan bi paþva
bistînin. Ev tiþt hemû dibûyan. Lê gelek mixabin ku pêþta neçû û hêja
jî her wuha maye, her heye. Em hêvîdarin, ku insanên me lê xwedî
derkevin û em teslîmê wan bikin. Ji ber ku ew kesên serokatîya vê
Akademîyê dikin, ku yekek ji wan jî ezim, sîyasetê dikin. Pêwîste em sîyasetê û
karê akademîk ji hev cuda bikin. Ji xwe dîtin û armanca me jî ew bû ku
em damezrînin û teslimê xwedîyan bikin. Lê me heya nûha kesî nedî
ku lê xwedî derkevin. Ji dervê van jî
gelek tiþtên dî jî hebûn ku bûne asteng. Wêga ku meriv behs bike, bêjê di nav berhemên edebîda, ji helbest, roman, çîrok, sînema û tîyatro zêdetirin kîja þax bala we kiþand ?
Ez ji edebîyatê zêdetir hizdikim, lê ne edebîyatvanim.
-Bi rastî her çiqas ez ji edebîyatê zêdetir hizdikim, ez ne merivêkê edebîyatvanim. Bala min zêdetir, tiþtên dîrokî dikþînê. Yek bîranîn yan jî ew kesên ku serpêhatîyên xwe nivsandine. Ez gelekî bi kefxweþî û bi germî li ser wan disekinim û dixwînim. Yê duwem jî kefa min ji tiþtên dîrokî ra tên. Di alîyê edebîyatê da di destpêkê
da hezkirina min gelek hebû. Lê piþtî ku ez ketime nav sîyaseta aktîf
êdî ez birçî bûm. Min digot, ez tiþtan fêrbûm, ji wan tiþtên ku bi
sîyasetê ve girêdana xwe hebûn, min pir guh da ser wan. Min xwendina xwe
bi vî rengî dikir. Nivîsên
min hene bi Ýngilizî, bi Elmanî, bi Kurdî û çendêk jî bi Tirkî .
Her çiqas min ne diva bi Tirkî binivsînim jî. Lê car-caran
ez mecbûr di bûm
binivsînim. Mesela bi Ýngilizî û Elmanî li ser pêþveçûna zimanê
Kurdî bi rengê latînî.
Çawa destpê kirîye, çawa bi pêþva çûye ev hatine belav kirin. Wekê
dîn li ser hozanên Kurdan, jîyana wan min hinek tiþtan nivsandî ye.
Mesela li ser Osman Sebrî. Li ser berhemên wan, min lêkolîn çekirine.,
ev hatine belavkirin. Lê li alîyê dîn bêtir, ew pirtûkên ku min tevî
Elmana derxistine, di wan da zêdetir li ser rewþa Kurdistanê hatine
seknandin. Sedem vî ez xwe li ser edebîyatê wek pispor nabînim. Nikarim
li ser edebîyatê niqaþ bikim.
( wê dom bike) |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org