|
|
- Hevpeyvînek
li ser erdnîgarîya me ya birîndar û dîroka me ya tarûmar( 11)
-
-
- Bi Hemreþ Reþo ra gereke niþtimanî
-
-
- Bedirxan
Epözdemir
-
-
- Beþa Yazdehmîn:
-
-
“Ez nabêjim bîranînên min, ezê bêjim þasîyên
min”
-
- Divê beþê da
:
-
-
-Bîranîn û Arþîv
-
-Heya meriv serokê partîyek bî bîraninên
meriv objektîf nabin.
-
-Ezê dev ji seroktîya partîyê
berdim.
-
-Pêwîste em rê bidine xortan.
-
-Azadî çîye ?
-
-Evîn û rola evînê di jîyanêda
çîye ?
-
-Ez evîndarê gelê xwe me.
-
-
- Belê, madem ku we þîrove kir,
bi rastî jî di nav vê bersiva we da min bi taybetî vê pirsê ji we
kir. Hun pirtûkên bîranînê û
dîrokî di ecbînin. Rêyagiþtî ya Kurd, rewþenbîr û gelek kesên
dî jî dizanin, di nav Kurdên Bakur da belkî jî cenabê we yekem kese ku
gelek arþîveke we yê rêk û pêk heye.We rojane bûyeran jî nivsandîye.
Li cem we, wek belge ku bi sedan, beyan,
selik û gelek tiþtên dîn jî hene.
-
- Bi ya min ku hun jî teqdîr
dikin, arþîv dîroka gelêk e. Ew gelên ku
ji arþîvê mehrum
bî, ji dîroka xwe jî mehrum e. Qedirþinasîyeke gelek bilinde ku we
di serî da heya îro vê rastîyê dîtîye û arþiveke gelek
dewlemend anîye holê. We karê xwe û xebata xwe ya rojane yê sîyasî,
çandî, û yê entelektûlî
roj bi roj, sal bi sal not
kirîye.
-
- Hun dikarin mizgînîyek bidine
xwendevanên me yên hêja, gelo nîyeta we heye ku hun bîranînên xwe
binivsînin û vê arþîva xwe ya rêk û pêk bi bîranînên xwe va
(ku perçeyekin ji dîroka me ya 50 salê dawî) bixne xizmeta gel ?
-
- Heya
meriv serokê partîyek bi meriv nikarê objektîf bîranînê xwe
binivsinê.
-
- - Pir sipas. Berê tiþtên nivîsî,
li ser Kurdan, li ser dîroka Kurdan bi dest nediketin. Em li van tiþtan
digerîyan. Baþ tê bîra min , wextê min li Enqerê hiquk dixwend, li
wê “Milli Kutûpxane” hebû. Em diçona wira. Li wira Kurdek
dixebitî ya. Tiþtên ku li ser Kurdan hebûn veþartî bûn. Van tiþtan
dernedixistin, qedexe bûn. Ev biraderê Kurd, wan tiþtên qedexekirî,
dixist nav pirtûkên dîn
datanîya ber me. Me jî di virda dixwend. Bi Ýngilîzî, bi Frinsizî,
bi zimanên ku em nizanin hebûn. Me dixwend. Me digot, gerek tiþtek
hebî li ser Kurdan. Lê mixabin, zû bi zû bi destê me nediketin.Ew
tiþtên ku bi rêya ÝSK diketin destê min, me ji wana gelek sûd
digirt. Sedem van tiþtan Kurd hemû li dor min dicivîyan, digotin; ka
çî tê da heye, çî dibêje ? ziman jî nizanîyan. Min naveroka wan
belgeyan, ji wan ra þîrove dikir.
-
- Sedem vî roja ewil; li ku, bi
çî zimanî bûya bila bibî, çî bi destê min diket, min tomar
dikir. Mesela min Frinsizî nizanî, lê ku belgeyek li ser Kurda bi
destê min biketa, min arþîv dikir. Em bêjin tiþtên bi ziman Swedî
jî wusa bûn. Bi Erebî di bûya, bi zimaneke dîn di bûya baþ yan
nebaþ min top dikir, min digot wê rojek bê bi kêrî Kurda bê.
-
- Di
alîyê bîraninên xwe nivsandin da ku min çend caran jî goti bû;
Wek ku bi Tirkî dibêjin, “hatýralarým” Bi rastî ez navêm
bejim, “hatýralarým”. Lê ezê bêjim; “hatalarým”. Yanî
“ne bîranînên min, þasîyên min”. Ji ber ku ez divê bîr
û bawerîyêda me, dema meriv þaþîyê xwe binivsînê, þasîyên ku
te kirîye, ji bîranînên te zêdetir, tiþtên giring têne holê. Sedem
þasîyên ku te kirîye bi bûyeran va girêdayine. Wê demê tu dikarî
firehtir, li ser bûyeran bisekinî. Ku meriv tenê behsa tiþtên
baþ yên ku meriv kirîye bike, meriv nikarê bigehêje encamên
rasteqin.
-
- Ji
alîyeke dî va ku belge hebin, xizmeteke mezin dike ji tevgera gel ra.
Ez dikarim bejim; li gel min pir belge hene. Ez amade me ku ev belge ji
kî ra pêwîst bin pêþkêþî wan bikim. Ev yek. Ya duwemîn jî,
ez di vê bîr û bawerîyê da me dema ku meriv berpirsîyarê partîyek
bî, serokê partîyek bî, yan jî aktîf sîyaset bike, ez ditirsim
dema ku meriv bîranînên xwe binivsînê zêde objektîf nabî. Ku ev
ne bi dilê meriv bî jî mixabin ev wuhaye. Mesela ku tu li ser yekî
binivsînî, belkî tiþtên wî yên baþ jî hebin, ku tenê kêmasîyê
wî binivsînî ev þaþ e. Ez dibêm, insanek ku bist sal xebat kirîye,
zehmet kiþandîye, di vî bist salî da tiþtên hatine serê wî, bi
serê xwe rengê jîyaneke. Ez bi xwe qimeteke mezin didime vî kesî,
sedem ku ne li gora min bî jî evî kesî ji bo gel û welat xebatek
kirîye. Pêwîste ez xebata wî jibîr nekim. Eger ku piþtî bist sala
di jîyana wî da guhartinek çebibî, bejim mixabin ku ev tiþt jî hatîye
serê wî. Ku em bi vî rengî bîranîna li darbixin, bi ya min wê
qencîyeke baþtir bigehêje tevgera me ya pîroz.
-
- Min
çend caran biryar da heya min dest jî pêkir, ku ez bîranînê xwe
binivsînim. Ez dibêm ke sala 1994 bû. Min destpêkir, ku ez binivsînim.
Le min dev jê berda. Min go yê baþtir ewe ku ez çend salên dîn jî
bisekinim.
- Eger
xwedê emreke dirêj bide, hêvîdarim ku piþtî vê kongrê, ku hevalên
min jî destûr bidine min, ku ez bikarbim dev ji serokatîya partîyê
berdim. Wê demê ezê bikaribim dest bi nivsandinê bikim. Ji
ber ku ez vî tiþtî gelek giring dibînim. Ez di wê bawerîyê da me
ku feyda xwe jî pir heye.
-
-
Pêwîste
em rê bidine xortan
-
- Feydeyêkê
ku li gor min pir giringe
jî heye. Ev jî ewe ku meriv xwe heta-hetayê
serok û berpirsîyar nebînê. Em bikarbin, destûra xwe
bixwazin û destûr bidine hevalên xwe jî. Bi gotineke vekiri ku em bêjin,
Ew jî ewe ku; Pêwîste em bikarbin, rê bidine xortan jî. Da ku
xort jî bikarbin, rola xwe bileyzin. Sedem ku her tim tê gotin,
filankes û filankes berpirsîyarin. Em dawî li vî adetî jî bînin.
-
- Meriv
dikarê bi cerbandinên xwe arîkarîya xortan jî bike. Pêwîste meriv
pêþîya xortan veke. Ku meriv dilsozê gelê xwe bî, dikarê di her
warîda xizmeta gel û welatê xwe bike. Þensê xortên me, ji me zêdetire.
Dema em wek wan bûn kêm kes hebûn ku em ji wan sûd bigrin û serborîyên
xwe ji me ra bêjin. Dema ku me þaþîyek dikir, kes tinebû ku me
agahdar bike. Lê îro rewþ di her warîda çêtire.
-
-
-
Ez divêm dev ji serokatîya partîyê berdim.
-
- Sedem
vî ku hevalên min îcaze bidne min ezê di kongera pêþîya me da dev
ji serokatîya partîyê berdim û bi alîkarîya we jî ezê dest bi bîranin
û serborîyên xwe bikim. Bawerîya min eve ku wê nifþê teze ji van
sûd bigrê.
-
- Bêguman
divî warîda çî bikevê ser milên min ez amademe. Ez vî erkeke pîroz
dizanim. Hêvîdarim ku hun me ji van þîrînîyan û ji van teman mehrûm
nekin. Ev erkeke niþtimanî ye.
-
- Divêm
di vê beþê da hinek pirsên
kurt bikim. Sedem ku min li gel we vê hevpeyvînê
bi rengeke hesa û evînî li darxist, bi rêz î xweþî derbazbû
ez pir bextîyarim. Lewra we mecal da min ku ez bikarbim her pirsî ji
we bipirsim.
-
- Kek
Hemreþ li gor we azadî çîye ?
-
- -Di serîda pêwîste
kesayeteke te yê azad hebî. Meriv bi xwe, xwe azad bibîne. Dema meriv
ditinên xwe li ser babetek bêjê pêwîste meriv di bin bandora tu alî
û îdeolojîyêk de neminê. Tu xwe bi tu alî û malbatî va girênedî.
Wextê tu wuha bikî ew tê vê wateyî ku tu xwedan kesayetek azadî.
- Ya duwemîn ewe gelê ku tu
ji bo wî tekoþîn didî bikaribî jîyaneke serfiraz bijî. Bikarbî
di her warîda jîyana xwe renga-reng bidomînê, bikarbî celeb-celeb
partîyên xwe, rêxistinên xwe damezrînê, bikaribî xebata xwe ji bo
welatê xwe bimeþînê. Bi kurtasî gel di her warê jîyanê da bikarbî
tevbigerê. Di her warîda bîr û bawerîyên xwe serbest bêjê û
bimeþînê.
-
- Evîn
çîye û rola evînê di jîyan û tekoþînê da hun çawa dibînin ?
-
- -Evîn li gor herkes wateya
xwe heye. Dema mijara evînê derbaz dibî, yekser pêwendîyên di
navbeyna du cinsanda te zanîn. Lê di eslê xwe da ne wuhaye. Ez evînê
tenê pêwendîyên di navbera jin û mêranda nabînim. Ez
dikarim bejim, ez bi xwe evîndarê welatê xwe me. Evîna hevalan, ewîna
dil piþtî evîna welat tê li cem min.
-
- Evin li ba min ewe ku tu
bikarbî her tiþt bi rengeke azad bikî. Di her warîda rizgarîya te
hebî û bê astenk tu bikaribî xwestinên xwe pêkbînî. Bi tewayî
tu xwe bidî vî tiþtî. Wek numûne ku ez dîndarbim, ez evîndarê
xwedê me. Ji dervêyê vî tiþtî tu tiþt bala min nakiþîne. Dema
ez limêj bikim, li dor û alîyên min çî dibî bila bibî, þer jî
çêbî, dewet jî hebî min gerek eleqedar neke. Sedem ku min bi tevayî
xwe daye vî tiþtî. Evîndarî li gel min tiþteke wuha. Tu dikarî
xwe bi kûranî bidî, her çiqas bi zerar û zîyan bî jî. Bi
kuþtin û mirin bî jî. Ebeden tiþtek neyê bîra te.
-
- Baþe
ev merhela ku gel û welatê me têda derbaz dibî kêmasîya herê
mezin bê evînîye. Ku me qedrê evînê bizanîya, belkî îro ev
nexweþî, birakujî jî tinebûya. Me ji hev hizbikra, di malbatêda,
di civatêda, di sîyasetêda û di her merhela jîyanêda
ku me qedir û qimeta evînê bigirta îro wê rewþa me cuda bûya.
Ev trajedîyeke ku em têdane û wê kengê dawî lê bê nexuya ye.
Cenab caran heviþtana tuihê we vê nirxandinê çawa dibînê?
-
-
Ez evîndarê gelê xwe me
-
- -Niha
li gora min, min dema dî jî li ser mijara evînêda
dîyar kir, ew nayê wê wateyê ku em rêçperestin, yan jî
nijadperestin. Evînîya welat ji derveyê vane. Li cem min evînîya
gel û welat bi rengeke humanistîye. Pêwîste em ji insanan hizbikin.,
sedem ku meriv ji insanan hizbike, pêwîste tu di serîda evên ku têne
pirçiqandin xizmeta wan bike, ji wan hizbike.
-
- Gelê
min nehata êþandin, ku Tirk bahatana êþandin, belkî jî ez evîndarê
Tirka bûyam. Lê sedem ku gelê min bindeste, tê êþandin ez mecbûrim,
dijî tiþtên ne insanî rawestim. Bi kurtasî evîndarî li cem min
eve.
-
- Gotinên
te rastin. Eger insanên me, sîyasetmedarên me li ser bingeha evînîyê,
li ser humanizmê, ne li ser çeprêzî yan jî li ser rastrêzîyê, ne
li ser ideolojîyan bigihþtana tu caran hev û du ne di êþandin, ne
mimkin bû. Ev trajedî jî ne di bûyan. Ev insanên humanîst, tu car
bi wan ra his nîne ku ji bo kursîyekî þer bikin. Ýnsanên humanîst
xudan hisên taybetîne. Li gel wan hisên ku pêþîya pêþveçûnê
bigrin tune. Berevacî bi pêþveçûna civatê û insanan kêfxweþ
dibin. Kesên humanîst tim hewildidin ku arîkarîya insanan bikin. Çinkî
pêþveçûna kesan xizmeteke ji bo insanîyetê. Di vir da ev ferq
heye.
-
-
-
(wê dom bike)
- Di
beþa dozdehem da:
-
- -Beþa dawî
- -Li ser gelek babetan pirsên kurt
- û
bersivên Kek Hemreþ
- -Gotina
dawî
|
|
|