Hevpeyvînek
li ser erdnîgarîya me ya birîndar û dîroka me ya tarûmar (3)
Bi Hemreþ Reþo ra gereke niþtimanî Bedirxan
Epozdemir
Beþa
sîyem: “Ez Li Elmanya Li Ala Kurdistan gerîyam”Divê
beþê da:
. Ez çawa derketime derve yê welat ?
. Doza 55 an.
. Pêwendîyên min û Faiq Bucak
. Mr. Nove û bîranînê wî. -Yanî
gengeþiya Bariþ Dünyasi(Cîhana Aþitî) û Yön(Quble).
Ku Bariþ Dünyasi wek kowareke liberal ji alîyê Ahmet Hamdi Baþar
va, Yön wek kowareke çep ji alîyê Doðan Avcioðlu va li dardiket. Di her du kowara da jî bi zimanê wê demê “Mesela
Rojhilat” dahata gengeþî kirin. Tê gotin ku wê demê xortên Kurd yên
ku çep bûne piþtgirîya Yön, yên ku çep nebûne wek Musa Anter.
Abdurrahman Efem piþtgirîya Bariþ Dünyasi kirine û di wan kovaranda bîr
û bawerûyên xwe nivsandine. Lê tiþteke balakêþ heye ku xortên
Kurda bi taybetî di wan kowaranda ketine gengeþîyê ku pirsa gel û welat
bikevê rojevê. Bi ya min ku meriv li gor mercên wê demê merheze bike,
ev mantiq û teqtîk rastbûne.
Sedem
ku bi taybetî guhdar û xwendevanên me yên xort agahdar bibîn, tê zanîn
ku piþtî 1960
an nermbûnek, hidik bî jî piçek demokrasî û azadî hate Tirkîyê.
Bêguman Kurda jî ji wê rewþê feyde dît. Gelo wê demê kowar û
rojnameyên Kurdî jî derdiketin ? -Belê.
Dîcle-Firat derdiket. Piþtî kowara Deng û Yeni Akiþ derketin. -Baþe,
tê bîra we, hun yekem car kengê derketine derweyê welat ? -Baþ tê
bîra min. Ez cara yekem, 16
meha didûyan sala 1963 yan da derketime derveyê welat. -Cara
yekem hun hatine ku, sedem çî bû ku we, wê derê tercîh kir? -Ez hatime Siwîsre,
bajêrê Zurich ê. Sedem jî ev bû. Ji Siwîsre ji wî bajarî yek hatibû
Kurdistanê. Hatibû hêla me jî. Ew bi xwe resam bû. Ew, wê demê nexweþ
ketibû. Min lê ji Kolikê bire gunde me. Dû mehan
min lê li gund xwedî kir. Ji alîyê madî wa rewþa wî ne baþ bû.
Yanî xizan bû. Bi xwe Siwîsreyî bû. Sedem ku li mintiqa me ez yekem kes
bûm ku bi Îngilîzî dipeyivîyam, ev jî bû sedemek ku ez li gel
vî cûwamêrî pewendî daynim. Ji bo wî hatine gund. Ji min ra
gotin yekê xerip hatîye wýra. Halê wi nebaþe. Ez çom, pê ra peyîvim.
Min rewþa wî fêmkir, min lê bire gund. Tedavîya wî
li gund kir. Dû meh ma mevanê me. Ewî
ji min ra go, ku tu rojek hatî Siwîsre tu yê bibî mevanê min. Ewî
min li wê mevan kir. Sedem wî 18 meha diduyan sala 1963 yan gihiþtime
Zurichê. Piþtî sê rojan yanî 21 ê mehê çûme Lozanê, cem Ýsmet Þerif Vanli. Divêm niqteyeke dî
jî zelal bikim. Dema ku ez li Ýstenbolê bûm; çend Kurdên Kurdistana Baþûr
li Ýstenbolê xwendekarbûn. Wek Ýbrahim Mam Xidir, Cemal Alemdar. Ev
endamên “Komeleya xwendekaran Kurd” bûn. Wek þaxeke komeleyê jî
kardikirin. Lê pir nehênî bûn. Nedikarîn xwe bidine nasîn. Dema ez
derketim, wana nameyan dane min. Min wan nameyan gihande Evrupa.
-Sedem
ku ji bîra min neçî. Di nav axaftina we da navê nemir Faik Bucak derbaz
bû. We kengê rehmetîyê Faik Bucak naskir ? -Min
û rehmetîyê Faik Bucak di
sala 1960 an da hev naskir. Wê wextê Înqilaba eskerî çêbibû. Merivên
me giþt biribûne yassi adayê.
Ji bo vî jî ji me ra digotin, “dûvik” Hem ji alîyê sîyasî wa ,
hem jî jl alîyê partîya demokrat(DP) da. Min wê demê dev ji metrepolan
berda. Ez neçome Kolikê. Ez çome Rûha yê. Demek li wura mam. Faik
Bucak’e rehmeti li wir bû. Paþî hate girtin. Doza 55 a çêbû. Anîne
Enkerê. Merivên me jî wê demê ji welat dûr xistin. -Merivên
we jî ji doza 55 an hatine girtin? -Belê, belê. Apê min ewana giþt ji 55 an bûn. Wan anîne
Enkerê komkirin. -Navê
Apê we çî bû ? -Zeynel Turanli û pismamê min Abdullah Turanli. Ew berê serokê belediye bû. Giþt li wira kom bûn. Mala Þêx Seid, Mala Bûcaxa, ême, êdîn. Yanî çiqas 55 hebûn, hatibûn li Enkerê kom bibûn. Berê her yek dabûne derêk. Paþî karibûn bêne wira. Rehmetîyê Faiq Bûcak li vir jî nivîsgeheke(yazîxane) xwe vekir. Yanî rê danê wî ku Bûroya xwe ya Abûqatîyê veke. Me tim di ofîsa wî da hev didît. Ji xwe me bi malbatî jî hev nasdikir. Ewana xelqê Siwêregêne, em cîranên hevin. Ji xeynî vî jî wek eþîr jî em hevdu nasdikin. Lê em ne yek eþîrin. Dan û sitandinê her dem wek dû eþîran li gel hev hebûne. Keçên wan bûne bûkên me, keçên me bûne bûkên wan. Lê li gel nemir Faiq Bûcak pêwendîyên me li ser hîmê welatparêzîyê bû. Wek ku min berê jî got, wextê ez derketime derveyê welat ez bi taybetî ji Ýstenbolê hatime Rûhayê. Min Kek Faiq dît, hingî vegerim û derketim. “Bawer
bike wextê ez hatime Elmanya ez li Ala Kurdistan
gerîyam.” -Dema yekem car
hun ji welat û Tirkîyê derketin û hatine Siwîsre hiseke çawa li we
peyda bû? -Ku ez hinek tiþtan
bejim hunê bikenin. -Na, haþa.
Hevpeyvîna me bi rengeke sohbet derbaz dibî, fermo.
-Ez dikarim wêne
bibînim ? -Eva. Wê wextê
ew Mr.Novel dibêje . Di pirtûka xwe ya bi navê “Seyhateke taybetî
li Kurdistanê” da diyar dike. Min
ji arþîva Ýngilîzan derxist. Her wek tu jî di wêne da dibînî,
Eva eþîra me ye. Ewên di wêne da xuyadikin; Kalê min, Apê min û
pismamên me ne. Sedem vî jî min dixwest Kamûran Beg jî bibînim. Bi
kêmanî ev bûyer çawa qewimî ye, jê bibihîzim. Wek tu jî dizanî,
di wê demê da Mýstefa Kemal, li Siwasê Kongre li darxistî ye. Ewana
jî li wir civîyabûn ku bawejine ser Kongre. Di wê civînê da Bapîrê
min û Kamûran Bedir-Xan Beg jî amaden e.
Ev meseleke dîne, meriv dikarî paþî li ser biaxefê. Lê
tiþtek heya ku ev qewmîn pir bi þaþî hatîye nivisandin. Wek mînak
rehmetîyê Musa Enter, Ekrem Cemil Paþa nivsandine lê pir þaþ
nivsandine. Pêwîste meriv li ser vî jî rawestê. -Sedem ku
xwendevan agahdarbin, meriv bi kûrtî çawa dikarê bûyerê þîrove bike
? -Mesela Kek
Musa Enter dibêjê; Filankesî ji min ra gotîye
ku, ji Erzeromê heya Siwasê peyayên Hecî Bedir Axa,
bi filankesî û bi min va wana parastine û anîne. Di rastîye da
di wê demê da civîn, li çîyayên Kurdistanê çêdibin. Li Meletyê,
tevî Celadet û Kamûran Bedir-Xan, tevî Ekrem Cemil Paþa , Mr. Novel
(Mejer) û çend kesên dîn. Û li gel serok eþîrên vê mintiqê ku bi
kalê min va girêdaybûne. Ne tenê eþîra me,
eþîrên Merdis, eþîrên Bizik, eþîrên Kalikan û gelek eþîrên
dîn jî bi kalikê min va girêdayîbûne. -Navê kalikê
we çî bû? -
Jê ra digotin; Hecî Bedir Axa. Ji
binemala Mehmed Beg bû. Wê demê ew biryardidin ku bavejine ser Sêwasê.
Veca bûyer li vir bi xwe ra zelalbûn tine.
Yani ewên ku bi insîyatîfa xwe biryarbidin û bavêjine ser Sêwasê,
çawa dibî ku parêzgeran
bidine Mýstefa Kemal û hevalên wî ku wana biparêzê heya binê Siwasê
? Tiþteke wuha tune û ne raste. Ku meriv nitqa Mistefa Kemal bixwîne,
di wir da li ser vê babetê bi zelalî dinivsîne. Dibêje kombûne,
dikarin bavêjine ser me. Heta name dinivsînê ji Paþa re. Ji ber ku Elî
Galip Paþa Walî yê Xerpûtê
jî li gel wan e. -
Li alîyê dîn Ekrem Cemil Paþa dinivsîne, dibeje; “Siwte germbûn, piþtî
sarbûn, roja dî ez hema siwarbûm û çom.” Tu ku da herî ? Ku ewana
riza nîþannedin tu nikarî, herî jî. Ji ber
ku li wan çîyayên Meletyê, heya biçî Rûhayê bi kêmanî ji te ra çar
roj pêwîste. Wê demê bi dewaran, bi hespan diçûn. -
Lê bîranînên Mr. Novel bi xwe hene. Mr.
Novel di bîranînên xwe behsdike. Dibêje; Kurda ji Elî Galip dixwest îlah
biçe ser Sêwasê. Kurda jî digot, ku em
dixwazin ji bo Kurdistanê bixebitin, divê em sifte Meletyê dagir
bikin. Piþtî wê jî herne wê derê. Eger
meriv paþî pirtûka wî blxwinê, Deme Elî Galip hate girtin di ifada xwe
da dibêje; “Ku ez nebûma,
wê Kurdistan çêbûya, wê demê min asteng çekirin.” Yanî di
virda meriv dikare, bi du niqta lê binêrê û rastîyê bibînê. -
Pirsipas. Hêvîdarim ku min we newestand.
Ku hun mandîbûn em dikarin rawestin ? -
Zor baþe, mandî nebûm. (Wê dom bike.) Di beþa çarem
da: -Xebata Kek Hemreþ
di Tevgera Tekoþîn û Azadîya Kurdistanê da
li derveyê Welat. -Pêwendî li
gel Nûreddîn Zaza û Osman Sebrî. - Ýsmet Þerif
Vanli û Kamûran Bedir-xan. -Berpirsîyarî
ya Þoreþê û Komele ya Xwendekarên Kurdistan.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org