Hevpeyvînek li ser erdnîgarîya me ya birîndar û dîroka me ya tarûmar(5)

Bi Hemreþ Reþo ra gereke niþtimanî

 

Bedirxan Epozdemir

 

Beþa pêncem:

                 Welatparêzên rasteqîn tu carî nabine peya yê tu kesî”

Divê beþê da :

-         Berpirsîyarî ya Þoreþê û yê Serokê Nemir Mela Mistefa Barzanî li Evrupa

-         Kurdistan yanî Barzanî, Barzanî yanî Kurdistan

-         Em dikarin pirek deynin di navbera xebata doh û îro li Evrupa ?                    

 

-Ev jî tiþteke zor giringe. Nifþa nûh bi taybetî xortên me êþ, azar, û zehmetîyên berê ku hebûne û tekoþîna me di konaxêkê çawada derbaz bûye agahdar nînin. Belkî meriv dikarê bêjê ji diroka xwe agahdar nînin. Çawa ku ji Musa Anter ra gotine, “we tu mirasek ji me ra nehiþt. Me ji sifir destpê kir”. Musa Anter jî bi wê zîrek bûna xwe bersivek balakêþ daye û gotîye ; ”Lawo, ma hun dizanin heya me ji binê sifir anî sifirme çiqas azar û êþan dît”. Ev ji dide xuya kirin, giringtirîn ewe ku meriv ji binê sifir binê sifir. Gelek meriv ji wê niqte ders û cerbandina bigre. Bi ya min di nav astengada, bê mecalî û bê imkanîyanda tiþtên ku hatine holê, îro evin bingeh ji me ra. Sedem wî jî pêwîste em bi dil û can xwedî derkevin li vana. Gerek em ji bîr nekin, ku kokê me li ser vê mirasa giring zîl daye, þîn û geþ bûye. Li gel vî niqteyek giring yê dîn jî heye. We li gel wan bê mecalîyan ku hun wê demê çendêk bûne, bi hevra bi rengeke dilsozî û evînî we mil daye hev û tiþtên gelek hêja anîye holê. Pêwîste ev bibî numûne ji bo îro. Ji bo duweroj jî neyêne jibîr kirin.                                                                                                    

Sedem vî divêm,  tiþteke ku li gor min balakêþê ji cenabê we bipirsim. Wek tê zanîn we li Evrupa demek berpirsîyarî ya Þoreþê û Serokê Nemir Mela Mistefa Barzanî jî kirîye. Ev di jîyana we da  cîyeke xwe yê taybetî heye. Gelek kes jî vî dizane. Hun dikarin ji kerema xwe ra di vî warîda me ronahî bikin ?                                                                         

 

-Wek ku min berê jî goti bû; Ew Rexistina Partîya Demoqrata Kurdistan ku li Evrupa hebû,  xwedan otonomîyek bû jî. Yanî pêwîst ne bû  emir ji jor were. Rêxistina Evrupa dikarîya li ser xebata Evrupa  bi serê xwe blryaran bide.Ji ber ku endamên  rêxistina Partîyê ji her ar beþên  Kurdistanê bûn. Endamên Partîya Demoqrata Kurdistana Ýranê, endamên Partîya Demoqrata Kurdistana Sûrî bûn. Divê demê da li Tirkîyê Partî nahati bû damezrandin. Sedem vî jî wek Kurdên Bakur em têda pêþdarbûn. Rîyek, azadîyek hebû  ku em têda xebat bikin. Îþ û karê Partîyê jî wê demê artîyê dimeþand. Lê wuha lê hat ku  pêwîst bû li her derê Evrupa hinek  kes bikarbin berî Partîyê, serbixwe, raste-rast karê þoreþê bimeþînin. Ne bi navê Partîyê  herin li derve bipeyvin, lê bi navê þoreþê bipeyivin. Wê demê  ji jor û ji hevalan pêþnîyar hat ku ez berpirsîyarîyek hilnime ser milê xwe. Þexsen min got; Ez xwe hêjay vî tiþtî nabînim, ku li her derî bikarbim vî tiþtî bimeþînim. Hêja ez negîhiþtime wê mertebê ku ez bikarbim , þoreþêkî temsîl bikim. Me vê demê Ýsmet Þerif pêþnîyar kir. Pêþnîyara me li Kurdistanê hate pejrandin. Ew bû berpirsîyarê þoreþê li hemû cîhanê. Wek wezireke xaricî. Ême jî li her dereke Evrupa hevalên me hebûn, wek insanên kontakt. Bi rîya wan me pêwendîyan çêdikir. Ez jî yekêk ji wan bûm li Elmanya. Tiþteke ne hewqas gevre bû. Vezifeyeke gewre me nekir. Yek ji þoreþê, nûnereke þoreþê bihata me diço bi xelkê ra tanî cem hevdûn, pêwendî çêdikir. Wan ev meselan dimeþand. Lê xebata me ya bingehîn ya Partî û Komeleyê bû.                                                                                                            

 

-Biborin, lê li vir dîsa em diçine ser mesela mûtevazîtîyê. Yanî divê rewþêda gelo, berdevkwanê Serokê Nemir Mela Mistefa Barzanî berpirsîyarîyeke wusa hêsa nebû. Tiþteke payebilind bû, berpirsîyarîyeke zor giring bû. Li Evrupa dengê Mela Mistefa Barzanî û þoreþê dane bihîstin. Berpirsîyarîyeke herê giring bû.                                            

 

 - Bêguman ji bo min ev serbilindî û þerefeke gelek mezin bû.Lê ez dikarim   bibêjim;  Di destpêkê da  dema me behsa Kurdistanê dikir, Ku me ne gota Barzanî  ne dizanîyan  Kurdistan heye yan na. Kurdistan bi navê Barzanî dihata naskirin.                                    

 

- Yanî çawa hun difermin,  wê demê  Barzanî yanî Kurdistan, Kurdistan yanî Barzanî dahata zanîn ?                                                                                                                              

 

-Belê, belê... Me  behsdikir, seetek, gelek caran dûr û dirêj. Me gengeþîya Kurdistanê jî dikir, kelem û kaxiz ji bi me ra bû. Digotin, ya Afganîstan, yan jî Pakîstan. Ku me digot, serokê þoreþê Barzanî digotin, ha wê demê nasdikirin. Sedem vî ev tim serbilindîyeke mezin bû ji bo me. Lê li gor mecalên wê demê me nedikarî zêdetir, xwe bilifanda. Ji ber ku pirsgirika Kurda ne dihata naskirin. Derefet jî kêm bûn. Wê wextê perê me tine bûn ku em bikarbin erebeyekî bikrin  û li dor û alî bigerin. Ji xwe bi teyaran çon bêmecal bû. Bi trênê jî pir çetîn bû. Yanî di her tiþtek da em di rûnê xwe da dahatin qewrandin. Yanî bi kûrtasî wek vê demê ne bû. Ji bo þoreþê ji tu derî ji me ra pere nedihatin.                                                                     

 

Wê demê tu dewletek wek gel Kurda, wek welat Kurdistan nas ne dikirin. Nizanîyan ku zimaneke Kurdî jî heye. Wek mînak, min sala 1965 mehkemeyek hinda kir. Ji ber ku min nikarî ispat bikim ez Kurdim. Xaricîya Elmana ji sefarete Tirkîyê dipirsîya, ewana jî digotin;  “Li Tirkîyê Kurd tunenin.” Wê wextê ji ber wan sedeman rewþ gelek dijwar bû. Lê ez dikarim bi hêsayî bêjim, ew dem ji vê dema îro xweþtir bû. Fedekarîyeke bêhempa hebû. Yanî nedihata bîra me em ji yekî ra bejin, arîkarîya me bike. Em bêwestan dixebityan.                                                                                                                    

 

-belê li vir taybetîyeke giring heye. Pêwîste ku em li ser rawestin. Gerek her kes bizanbi, bi rastî jî serokatî tiþteke zor giringe. Eger ku navê yekî û yê gelê wî bi hevra bê gotin, bê bihistin ev tê wê watêyê ku, bi rastî jî meriv dikarê ji wî kesî ra bêjê “Serok”. Ev rastî tiþteke dîn jî zelal dike; Ev jî ewe ku  bi gotin û sloganan tu  kes nikarê bibî serokê netewa xwe.                                                                                                                                    

 

 

-Belê.  Mela Mistefa Barzanî bi vê çeleba rasteqînî û bi taybetîyên xwe yê bijare serokêkê netewî bû.                                                                                                                       

 

-Ev taybetî jî di dîroka me da roleke gelek bilin leyistîye. Tenê ne kurd û dostên Kurdan, lê dijminên Kurda jî îro vê rastîyê dipejrînin. Baþe Kek Hemreþ, meriv dikarê pirek daynê di navbeyna wê demê û îro da? Ku hineke dî zelal bikim, salên 60 an û virda, salên 70 yan û piþtî 70 yan rewþa Kurdan, xebata wan li Evrupa, ku îro  gihiþtîye menzîleke dîn. Mabesta min di danîna vê pirê da mukayesa doh û îro kirine. Rengê xebatê, bir û bawerûyên cevaz, rewþa civakî, asteng û hêsayî. Hun dikarin çî bêjin ?          

 

-Berî her tiþtî, di destpêkêda xebatkarên Kurd, ji dil xebat dikirin. Bêtirê wan Kurdên Kurdistana Baþûr û kurdên Sûrî bûn. Ji Bakur û Rojhilat kêm kes hebûn. Lê piþtî sala 1980 yan ku hikmê eskerî hat, gelek sîyasetmedarên Kurdistana Bakur, derketine derve. Hatin li vira Partîyên xwe ji çekirin. Þeklê xebatê hate gûhartýn. Dikarim bêjim, mesela xebata Komela ya Xwendekarên Kurd, her ço hinda bû. Heya îro meriv nizane ka Komeleyeke wuha heye, yan na. Wê deme ku te digot, Kurd Komele dihata bîra herkesî. Digotin, KSSE. Kurdan jî destpê dikir, behsa Komele ya Xwendekarê Kurd dikir. Yê didûya, berê çewê me hemûyan  li Kurdistana Baþûr bû. Xebata hîmî ya Baþûr bû. Her kes ji bo Kurdistana Baþûr xebateke bê westan dikir.                                                                            

Piþtî sala 1980 yan îdî xebat ji bo her beþê Kurdistan li Evrupa bi aktîfî destpê kir. Îdî her kes ji bo beþê xwe dest bi xebatê kir. Bi navê partîya xwe û ji bo wî beþî bi taybetî xebat hate meþandin. Niqteyeke dîn jî, di vê dawîyê da em bêjin ji 1984 virda ku þer jî di navbeyna PKK û Dewleta Tirk da derket. Kurd li Evrupa bi rengeke dîn hatin naskirin. Bo vî jî meriv dikare bêjê ev guhartineke gelek mezin e.

Ew pira ku tu behsdikî, ez dikarim bêjim mixabin, bi tevayî ew pira ha nayê danîn. Mixabin ku qûtbûnek çêbû. Lê xebat pêþda ço. Di nav Karkerên Kurd yên Evrupada  hêþyarîyeke mezin peyda bû. Tê bîra min, dema me newrozek çêdikir, ku me bikarîbûya 2-3 karkeran  bibra wê newrozê serketineke mezin bû. Lê îro tu ji wan re bêjî neyin jî ewana bi xwe tên. Dixwazin pêþengîya vî karî jî bikin. Di virda meriv dikarê bêjê, bingeh raste. Li ser vê bingehê pêþveçûyin raste. Lê guhartinên gelek mezin  çebûne. Di reyagiþtî da jî pêþveçûnê gelek mezin hene. Tu dizanî, li cîhanê çiqas guhartin çêdibî, em jî li gel vê cîhanê hêdî-hêdî diguhurin.

 

-Ev jî raste û serbilindîyeke. Lê bi ya min, belkî jî ez þaþim. Bi taybetî piþtî 80 yan gelek rewþenbîr, siyasetmedar û kesên dî hatine Evrupa. Ew dilsozîya berê piçek derbe xwar. Ew derbe jî, jl vî tê; Serhiþkîyek hebû. Ýdeolojî mîna beton bû. Ew ideolojî bi ya min  bandora xwe li ser Komela Xwendekarên Kurdistan jî nîþan da.Li ser yekîtî û hevkarîyeke bingeh fireh jî nîþan da. Ew îdeolojîya beton, bû astengek ku Kurd di nav çerçoveyeke netewîda yekîtîyeke dem dirêj nehonandin. Hun ji vî ra çî dibêjin ?

  

   “Pêwiste em ji ideolojîyan feyde bibînin, ne bine dîlê tu ideolojîyek”

 

-Tu ne þaþî. Di vê tesbitê da rastîyeke rast heye.  Ji ber ku gelek rastî hene. Lé hinek rastî hene ku  rastîyên rastin jî. Gelek mixabin ew rewþa cîhanê ku wê demê du qutup hebûn Ew îdeolojîyên ku li gor  wê hatibûn pêkanîn, ez dikarim bêjim; (bila hinek kes vî þaþî fêm nekin) ew rexistinên ku li gor sîstema Sosyalist hatibûn avakirin, sazkirin, di   karê jihev qetandineda zêdetir zerar dan, zêdetir, bandora wan çêbû. Ji ber ku li gor wan; Ew kesên ku ne sosyalîst bûn, peyayên emperyalîstan, peyayên Emerîka bûn.   Ez bi xwe tu carî  rast nabînim;  Welatparêzên rasteqîn, tu carî nabine peya yê tu kesî. Em xwe nakine dîlên  ideolojîyan jî. Pêwîste em ji ideolojîyan feyde bibînin. Ez bi xwe ne Marksîst- Lenînîst bûm. Lê ji Das Kapîtala Marks bigre çiqas berhemên Lenîn hebûn min di xwend. Min diva ku ez ji wana îstîfade bikim. Bê guman feyda wan jî, ji min ra gelek çêbû.  Lê ew kesên ku digotin em Sosyalistin, Te wan bikuþta zanayeke xerbî ne dixwendin. Xwe yek alî têgihiþtandibûn. Di alîyê Sosyalizmê baþ têgihîþtibûn. Xwendin û zanîna xwe pêþta biribûn. Lê yê hemberên weê ne dizanîn. Ne dixwestin bixwînin ûî. Ji bo wê, ew dûbendî zêdetir xiste nava Kurda. Di alîyê zimanda jî bandoreke ne baþ kirin. Wek min gotî dema Baxoz hebû, tiþtên wê tim bi Kurdî  derdiketin., bi Tirki tiþtek ne diweþand. Lê demaHevra destpêkir, “Ronahî” derxistin. Ew bi Tirkî û Kurdî derdixistin. Ew kesên ku ji Bakurê Kurdistanê hatibûn bi Tirkî xwendin ji wan ra hêsatir dahata. Bi Tirkî dixwendin. Xwe ne diwestandan û bi Kurdî ne dixwendan. Sedem vî jî Kurdî hêdî-hedî þunda çû. Eger li Swêdê bi alîkarîya  wan kesên  ku divaran  Kurdî  bidine xwendin, bi Kurdî pirtûkan derxin, alîkarîya maddî nebûya  zimanE Kurdî li Evrupa pêþda ne diçû. Yanî ew fedekarîya berê  îro meriv nikare bibîne. Dema meriv wL tiþtî nebîne meriv nikare doh jî baþ binirxîne û bibîne.

 

-Bi îcaza we, dîsa we tiþtek anî bîra min. Dema ku we di Baxozda  kar kirîye rojek we belavokeke gelek hiþk bi Kurdî li dijê Îran li darxistîye. Wê demê mamostayê nemir  Kamûran Bedir-xan hatiye cem we û sedem vê bûyerê li we gelek tûre bûye. Gotîye; di vê dema xesasda we çima we belavokeke wuha weþandîye? Piþtî bihistîye ku belavok bi Kurdîye, hêsabûye û gotîye; xem nîne. Hun dikarin di derheqê wê bûyerê da me agahdar bikin?

 

- Belê raste. Lê bûyer wuha qewimî; Rojek Kamûran Beg hate Berlînê. Got; bangî hevala bike ez dixwazim, bi we ra bipeyvim. Ez hatime ji bo ku ez li welatê Evrupî bigerim. Çend kesan hînî Kurdî bikim. Ku ew jî bikarbin çend kesên dîn hînî Kurdî bikin., ku Kurdî belavbibî. Me civinek li darxist. Çend Kurdên Bakur hebûn, hatin cem hev. Di nav axaftinêda  behsa Baxoz hat. Baxoz jî wê wextê rexistineke nehenî bû. Sedem vî jî kesek bi vekirî xwedî lê dernediket. Yanî ne digot ez ji Baxozim. Kedexe bû.Me belavokek derxisti bû. Bi her zimanek hati bû weþandin. Bi esle xwe weþanên me Kurdî bûn lê me werdigeranda zimanên dîn jî. Yani bi Ýngilîzî, Elmanî, Frinsî. Heta bi Rusî jî. Di wê belavokê da me gotibû; “Lenet li Þahê Îranê were”. Ji ber hinek kiryaran. Wê demê jî bi navê Þoreþa Kurdistana Baþûr kesên ku derdiketana derve di ser Îranêda dikarîyan derkevine derve. Ji bo vî Kamûran Beg got; “Ev ne tiþteke raste. Meriv diçî qehwexaneyek rûdinê. Eger garson qehweyêk bide te   tu dibêjî, sipas.  Ême jî îro tenê ev rê ji me ra vekirîye. Eger Baxoz nebêjê sipas jî qet nebî bila çîran jî neke. Min dengê xwe nekir. Me dîsa axaftina xwe domand. Em hatine ser fer kirina zimanê Kurdî. Çawa bikin, çawa nekin. Min got, ez di vir da divêm, tiþtek ji te ra bibêjim. Got “çî ye” ? Min got, di rêbaza Baxozda xalek heye dibêjê; Ewê ku nikarbî bi Kurdî bixwînê û binivsînê nikarê bibî endam. Got “ev tiþt raste “ ? min got, belê raste. Wê demê got” ez hezar car lenet li Þahê Îran’ê dibarînim.”         

 

-Ev tiþteke gelek giringe. Bi rastî ku em li ser hîmên ku mamosta Kamûran Bedir-xan danîye ji bo ziman û çanda me  bi meþîyan vêga ziman û weja me gelek bi pêþva çobû. Ev jî tiþteke gelek giranbûha ye yan na?

 

-Lê divêm li vir tiþteke balakêþ bêjim. Her wek  min berê jî got, Ku Celadet û Kamûran Bedir-xan Beg  çawa ji bo civînê hatine Meletyê û kalê min dîtine. Mejer, di vî warîda noteke balakêþ danîye. Dibê; “Celadet Kurdî baþ dizanî, lê Kamûran Kurdî qet nizanî ya.” Ev jî rastîyeke. Dîyare ku Kamûran Beg paþî Kurdî hînbû ye.                                                      

 

-Divê babetê da tiþteke ku hun ji bo xebata derve yê welat  lê zêdebikin heye ? Ku tinebî em dikarin, derbazê mijarekê dîn bibin ?                                                                                  

 

- Wekî te jî di destpêkê da li ser xebata Evrupa got, vaye nezîkî 40 sale ku ez di navê da me. Meriv ku behs bike bi rojan xilas nabî. Ew tiþtên ku em bi kurtî li ser rawestîyan, eger di derheqê wan da pirsên we hebin, ez dikarim bersiv bidim. Mesela piþtî wê tu zanî “Yekîtîya Demoqratên Kurdistan” me damezrand. Partîya “Yekbûn” hate damezrandin.  Rêxistina netewî ya “ Partîya Demoqrata Kurdistanhate damezrandin. Gelek xebatên wuha jî çêbûn. “Tevger” hate damezrandin. Ewana gihiþt teklî Tevgerê bûn. Hin xebatên dîn hene. Paþî em têne 1992 ya. Li ser damezrandina “Partîya Demoqrata Kurdistan-Bakur” disekinin.

Di beþa þeþem da :

 

-Jîyana Hemreþ Reþo jîyaneke rêxistinî ye

-Damezrandina “Yekîtîya Demokratên Kurdistan”, “Yekbûn”, û “Tevger”

- Damezrandina “Partîya Demokrata Kurdistan-Bakur” û hinek pirsegirik.       

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org