Hevpeyvînek li ser erdnîgarîya me ya birîndar û dîroka me ya tarûmar(6)

Bi Hemreþ Reþo ra gereke niþtimanî

 

Bedirxan Epozdemir

 

 

Beþa þeþem  :

      

    “Ku meriv bêjê “ez” ev dijmintî ya Gelê Kurd e”

 

Divê beþê da :

 

-Jîyana Hemreþ Reþo jîyaneke rexistinî ye

-Damezrandina “Yekîtîya Demokratên Kurdistan”,  “Yekbûn” û “Tevger”

-Damezrandina Partîya Demokrata Kurdistan-Bakur” û hinek pirsegirik.                   

 

 

 

- Gelek balakêþe, jîyana we jîyana rêxistinî ye. Ev jî rastîyeke ku bê rêxistin , tenê bi serê xwe meriv nikarê vî barê giran hilde. Tenê bi rêxistin meriv dikarê gav bi gav bi pêþva herê. Dîtinên we di vî warîda çî ne ?

 

-Ez tucaran bi xwe ne diwê bawerîyêda me û rast jî nabînim, xebata þexsî bikarbî zêde feyde bide gel. Ýnsanê ku dixwazê ji bo gelê xwe bixeptê dive bikarbî xwe bixe nava çerçoveyekî. Di nav çerçoveyekî da xwe bilefîne. Li wê jî xwe deynê, tim bozbilindîyê neke.Çinkî ew  insanê ku þexsî bixeptê, tim dibê ez dikim. Û ku meriv bêjê “ez” ev dijmintî ya Gelê Kurd e. Ji ber vê yekê bawerîya min tenê bi xebata rexistinî heye û piþtgirîya wê dikim.   

 

-Bêguman ev tiþteke pîroz e. Pêwîste meriv jê ra rêz bigre. Ez dibêm, gav bi gav em babeta rexistinî  bi qedînin. Ez divêm ji cenabê we gelek pirsên dîn ( ku li cem min gelek giringin.)  pirs bikim.  Ez bawerim ku gelek kes jî mereq dikin û diven ji we bibihîzin.

Em hatine heya 1992 ya. Ji 1963 ya heya 1992 yan me gereke piçûk kir. Me turek avêt li kerexê derya ya welatê me ku xwedanê gelek pirs û pirsegirikane. Ez wê taqetê di xwe da nabînim yan jî ez  xwe pispor nabînim ku noqê vê derya ya bê ser û bin bibim. Tenê em bi hevra li kerexê vê deryayê gerîyan. Me temaþa  vê avê kir, vê derya ya kûr kir. Me beþ-beþ girt. Ku her babetek bi serê xwe bernameyeke taybetîye. Hêvîdarim wê mecal hebî ku em bikarbin li ser her babetî rawestin.                                                                                              

Çawa min dema dî jî got, jîyana we jîyaneke rexistinîye. Belkî herkes nizanê, lê gelek kes agahdarin, bi taybetî ji salên 70 wêda heya salên 80 yan wêda jî  çend salan  ji bo ku hêzên Kurd di nav xwe da yekîtî û hevkarîyek pêkbînin we xebateke bêwestan kirîye. Ev li alîyek. Li alîyeke dîn, em bêne 1992 ya. Gelê Kurd li her beþê Kurdistan Hemreþ Reþo wek entelektüel, rewþenbîr û sîyasetmedar nasdike. Hun wêga jî aktîf sîyaset dikin û serokê Partîya Demokrata Kurdistan-Bakurin.                                                                                            

Partîya we di Êlûna sala 1992 yan da hatîye damezrandin. Hun dikarin ji kerema xwe ra li gora merc û hoyên wê demê, we pêwîstîyeke çawa dît ku we Partîya Demokrata Kurdistan- Bakur damezrand ? Astengên we yê vê demê û îro çîne ? Perspektîf û armancên we ji bo gel û welat çîne?                                                                                                             

-Ez dikarim bêjim, roja ku ez bi xwe hisîyam ez Kurdim, pêwîste ku ez ji bo gelê xwe bixebitim, ji wê roj heya îro min yekîtîya hêzên welatparêz pêwîst dîtîye. Çevên min tim  li yekîtîyê bûye. Min dema dî belavokek niþanê te da. Min ev belavok di sala 1963 yan da belavkir. Ev belavok jî dîsa li ser yekîtîyê ye.                                                                                                

 

-Belê raste. Sala 1963 ya, li Munih  cara yekem  bûye ku ( ez wusa dizanim.) bi taybetî ji bo Kurdên Kurdistana Bakur belavokek ji alîyê birêz Hemreþ Reþo va hatîye belavkirin. Li ser belavokê wuha hatîye nivsandin, “ Bang ji bo birayên me yên Karker ra” ye. Belavok wê demê sedem ku Karkerên ku ji Kurdistana Bakur hatine nikarbûne bi Kurdi bixwînin, bi Tirkî hatîye nivsandin. Di bin belavokêda ji du helbestên nemir Osman Sebrî du beþ hene. Naveroka belavokê, li ser êþ û azarên gel û welate. Pêwîstîya xebata welat, welatparêzî û yekîtî ye. Sedem ku karker cîyê xwe di nav tevgera welatparêz da bigrin bangê wan dike. Belavok du rûpele. Min pêwîst dît ku ez vê agahdarîyê bidime xwendevanan. Disa ez ve belavokê wek eslê wî di vê hevpeyvîne da di weþînim. Belê Kek Hemreþ, fermo.                                                                                                                 

 

-Piþtî sala 1980 ya û þunda  xebat li Evrupa  jî li gor bîr û bawerîyên, li gor îdeolojîyan meþîya. Tevgera Kurd îdî ne wek berê bi yek destî, bi yek dev  û yek xebatî bû. Cuda-cuda xebata destpêkir. Ji ber vê ev ji bo min dilêþîyeke gelek mezin bû. Yanî me digot, bîr û bawerî dikarê cewaz bî, lê di çerçoveke netewîda meriv gerek bikarbî li gel hev kar bike. Bo mînak ez dikarim bêjim; Me çend civîn li darxist, di navbeyna rêxistinanda. Me di wan civînanda pêþnîyar kir, Me got, em dikarin bi hevra tiþtên xwe yên klasik mesela em bêjin Cigerxwin, Diwana Þex Ehmede Xanê, Melayê Cizîrî bi kûrtasî tiþtên me yên klasîk , bi hevra alîkarîya hev bikin, bi weþînin û belav bikin. Ev tiþtên ku girêdana wan bi ideolojîyê va tuneye, bi kêmanî em bi wan destpê bikin. Yan jî em dikarin bi hevra Newrozê pîroz bikin. Li ser van mijaran axaftin çêbûn. Lê gelek mixabin, gelek rêxistinan gotin, eger ku em di warê ideolojik de li hev neyên, em nikarin bi hevra xebatên çandî jî bikin. Lê me dev ji vî berneda. Heta ji bo vû me dît wuha nabî me go baþe em rexirawêkê xwe çekin. Wan gotin, þexsî jî em we muhatap jî qebûl nakin.                               

Me destpê kir. Sala 1979 ha me “Yekîtîya Demokratên Kurdistan” damezrand. Bi navê rexistinê em çûne, cem rêxistinên dîn.                                                                                                          

 

-We bi navê rexistinê kovareke piçûk jî li darxistî ye ?                                                                              

 

-Belê. “Dengê Yekîtîyê”. Li gel wê jî  me Partîya “Yekbûn” avakir. Partîya Yekbûn wusa hate avakirin, ku li gor rêbaza xwe ji bo her çar parçe bû. Ne tenê ji bo beþeke Kurdistan. Di nav refên partîyêda ji her çar beþên Kurdistanê kes hebûn. Hinek ji wana mesela em bêjin; Ýsmet Þerif Vanli, Dr. Nureddîn Zaza, Cemal Alemdar, Þefîk Kezaz û gelekê dîn. Di xala yekem ya rêbaza partîyê da hatibû dîyar kirin ku em xebat bikin Partîyên Kurdan nîzîkî hev bibin, bi kêmanî, hemû Partîyên ji beþên Kurdistanê di nav cepheyekda bêne cem hev . Di vî warî da gelek name li cem min hene. Me dewe kirîye ji bo kongereke netewî. Bersiva gelek partîyan jî heye. Lê mixabin serketinek çênebû. Yanî ji bo vî, ji bo yekîtî û hevgirtinê, ji bo tevxebatê bi rastî jî çî ji me hat me kir û hêja jî em dibêjin, pêwîste ku meriv li ser vê bisekinê û xebat bike.                                                                    

 

-Em dikarin, derbazê damezrandina Partîya Demokrata Kurdistana –Bakur bibin ?    

 

-Wê demê lêgerînek hebû, sedem ku hinek kes û alî bêne cem hev . Hinek xebat hatine kirin. Hin kesên ku ji Rizgarî ketîyabûn, Ala Rizgarî û Bergeh hatin cem hev ku bi hevra  partîyek damezrînin. Divî warîda xebat hatin meþandin. Cî jî,  ji bo damezrandina kongrê hatibû tomar kirin. Di  Hezîrana sala 1992 ya da gerek ev kongre li darbiketa. Wê demê da nûnerên Partiya Demokrata Kurdistana Tirkîyê hatin ba me. Gotin, partîyê biryar daye ku em bêne ba te. Em dixwazin ku tu bibî endamê partîyê û li Evrupa jî bibî dengê partîyê. Tu dizanî, Kurd pesnê hev jî didin. Piþtî gelek guftû goyan min got; ez bi xwe þexsêkim. Bême nav partîyê, neyême nav partîyê tu feyda xwe tuneye.  Eger hun bi rastî li yekîtîyê digerin, xebateke sê qolî heye, dixwazin partîyek damezrînin. Ez bi xwe jî piþtgirîya wan dikim. Werin bila ev partî jî têkevê navê. Her çar alî em partîyek damezrînin. Gotin , baþe emê herin bi hevalên xwe ra biþewrin. Qebûl kirin. Me protoqolek çêkir. Protoqol Nisana sala 1992 li Swêdê çebû. Piþtî vî biryar hate dayîn, ku em biçin bi serokatîya partîyê ra civînek bikin, protoqolek çêkin. Hevalên sê qolî gotin; Eger tu biçî baþtir e. Sedem ku tu berê PDK’yî  yê. Her çiqas tu PDK’yî yê Ýraqê bi jî, ew giranîya te qebûl dikin. Sedem vî tu biçî baþtire. Pêwîst bû ku ez li ser Tirkîyê bi çuma. Hezar tiþt li ser min hebûn. Lê dîsa jî min got, eger raste , ji bo xizmeteke xem nîne ezê herim. Ez çum. Çûna min çîrokeke gelek dûr û dirêje. Pêwîste ku rojek li ser vê çîrokê jî bêrawestandin. Ka çawa bû ? Ez gîhiþtime Baþûr. Li wê qas heftîyek em bi hevra rûniþtin. Çend heval jî di ser urî da hatibûn. Li wê me biryar da ku  em dawîya tebaxê kongereke yekîtîyê li dar bixin. Lê pêwist bû ku Partîya Demokrata Kurdistan( Sala 1991 Tirkiyê li ser navê partîyê hatibû rakirin. Navê wan tenê ma bû PDK.) kongereke xwe yê awarte çêkin, xwe bikarbin halbikin, têkevine wira û partîyeke nûh avabikin.                                                                                                                                                     

Li ser vê li derî, li Evrupa, li welat endamên her çar alîyan jî hatine Baþûr. Me li Sersing  kongra damezrandinê çêkir.Berî vê biraderên  PDK kongra xwe ya awarte çekirin û halkirin. Gotin em razîne ku em bikevine partîya nûh. Ji bo ku  ew bibî nûmuneyek û were naskirin, me navê partîya nJh danî, “Hevgirtin” Partîya Demokrata Kurdistan. Piþtî du sal ku kongre çêbî sedem ku coxrafya dîyarbike navê partîyê bû; “Partîya Demokrata Kurdistan-Bakur”.

Dîyare, ev gurup tev ji îdeolojîyên cuda-cuda hatibûn. Rîzgarî û Ala Rîzgarî li gor îdeolojîya xwe. Di nav Bergeh de yên ku berê PSK’yî bûn hebûn. Ew jî bi ideolojîya xwe hatibûn. Lê me van taybetîyan li ber çev girt, li goor wê rewþê bernameyek çêkir. Ku divê, mafê bîr û bawerîyên cuda-cuda hebî û her kes xwe bikarbî îfade bike û di organanda  Bê niqaþ kirin. Lê ev bîr û bawerî di nav çerçoveyeke netewîda bî. Yanî yekê dindar jî, yekê sosyalist jî û yekê kapitalist jî dikarê nav refên partîyê û bibî endamê partîyê. Bi yek þertî ku xwe di nav çerçova welatparêzîyê da bilefînê.                                                     

Wek dîn  azadîya bîr û bawerî ya gelek fireh  têda hebû.  Heta ez dikarim bêjim, mafên opozisyonê ji mafên piranîyê zêdetir bû. Ji bo çî? Wek mînak ku yek tenê jî muxalif bî ji endamê me mafê xwe heye belavokek dijê partîyê derîne û ew belavok gerek partî bi alîkarîya xwe ya maddî biweþîne û belavbike. Em hemû di vê bawerîyêda bûn. Yanî em hevalên ku di damezrandina partîyêda pêþdar bûn , di wê bawerîyê da bûn ku divê em xebateke nûjen bînine holê, li gor vê demê. Xebatek bê kirin, ku di nav gelda, çixereke, devereke nûh were vekirin. Bi vî rengê xebatê,  di navnetewîda  Kurd bi rengêkê dîn jî bêna naskirin. Meriv niþanî wan bide ku demokrasî û liberalîzm eve. Gerek di nav Kurdan da jî ev tiþtên ha hebin û çedibin.  Li ser van bîr û bawerîyan me Kongra Yekîtîyê çêkir.

 

 

- Li vir tiþteke zor balakêþ heye. Bi ya min vêga gelek kesên dîn jî mereq dikin. Dema meriv li dîroka  partîyên siyasî yên Kurda  li beþê welat temaþe dike, ez dikarim êjim partîya we wek partîyeke girseyî û demokratîk  bi rengeke cûda hatîye damezrandin. Yanî yekem partîye belkî di nav  partîyên sîyasî yên Kurdada bê ideolojîye. Cûda-cûda dîtin, ideolojî bi hevra xebat dikin di nav pergela siyasetekda. Gelo di wê demê da heya em bêne îro jî, ku meriv rewþa  civaka Kurdî hilnê ber çev, rewþa siyaseta Kurd  û sîyasetvanên Kurd baþ bi weznînê, Gelo ev kiras ji vê bedenê ra tê yan na ?

 

- Ev bîr û bawerîyên min yên þexsîye. Belkî hinek hevalên me bi rengeke dîn dibînin. Lê berî her  ku ez vê bersivê bidim, divêm tiþteke dîn zelal bikim.

 

Ji bo kongera yekîtîyê dema em  çûne  wura, bi xwe þexsîyen ez ne talibê serokîya partîyê bûm û di serokatîya partîyê da jî cîh bigrim. Cîh girtina min ne ev bû. Min ne dinirxand. Lê ez wusa bawerim, ji ber ku partî nûh hatibû damezrandin û ew her çar alî jî nedikarîn di nav xwe da yekî derxin. Yanî ez wek insaneke ku wek denge, wek mêzênê hatim dîtin. Sedem vî jî hemû hevalan bi hevra xwestin ku ez bibime serokê partîyê. Ne ku ez insaneke zor baþbûm, min zor xebat kir bû û ez zana bûm hatime bijartin. Ez vî wuha dibînim. Yanî ez wek denge hatime bijartin. Hate pêþkêþ kirin jî, gotin pêwîste tu bibî. Eger tu  nebî belkî ev yekîtî jî çênebî.                                                                                                  

 

- Gelo bijartina we ji bo serokê partîyê tene bi vê sedemê ye? Taybetiyên we yê dîn jî bandora xwe nîþan ne dane? Wek mînak dema meriv jîyana we tinê ber çev belki di nav entelektûel, rewþenbîr û sîyasetmedarên Kurda de hun yekem kesin ku di jîyana xwe da nebûne dîlê tu îdeolojîyek.  Li ser helbijartina we ev niqte jî bandora xwenîþan ne daye?                        

 

 

-Yanî min xwest ez vî ron bikim. Ku her kes bizanibî çawa ev pêk hat. Çawa cara yekem hema ez bûme serokê partîyê. Li alîyê, ev kiras ji vê bedenê ra hat, yan na radikarim, bêjim; Ev kiras ji vê bedenê ra ne tenge. Ji ber ku eger meriv çanda Kurda bînê ber çevan, Kurda ji hemû cîranên xwe zêdetir demokrasîyê hezim kirine. Sedem ku li Kurdistanê cûda-cûda ol û mezhep hene hebûne û hevdû qebûl kirine. Ermenî, Yahudî, Suryanî û gelekê dîn hebûne. Heta mezheban jî. Sunî. Elevî hebûne. Evana tim karlbûne bi hevra bijîn. Eger dijmin destên xwe nexista nav wan tu caran þer di nav bera wan da çênê di bûya. Dîyare Kurd, dikarîyan demokrasîyê û liberalizmê hazim bikin. Çinkî di kultira Kurdan da ev ne wek îdeolojî lê hebûn. Ji ber vî eger meriv rîyek li ber gelê Kurd veke ev mimkine. Kurdistana Baþûr mînaka vî ye. Evrupî jî dibêjin, tiþtên ku em  li Kurdistana Baþûr dibînin, Li Rojhilata Navîn, li Tirkîyê, li Îran, Ýrak û li Surîyê tune. Baþûr ji van hemûyan demokratiktire. Di 1992 ya da hatîye damezrandin. Parlementoya xwe çêkirîye. Di nav mercên herê dijwarda helbijartina herê azad  li wir çêbû ye. Ji vê sedemê ev kiras ne tenge, em tengin. Em siyasetmedarên Kurda vî tiþtî teng dikin.                             

 

 

-Helbet kultir, adet, rabûn û rûniþtina civakî ya Kurda da pirdengî, tolerans, xweþdîtin, heye. Ev taybetîyên Kurdan e. Ji van taybetîyan þika min tûne. Wek mînak jî em dikarin, bejin yek jî yekî deh mêran dikûjê, diçî xwe tavêjê mala wî, lê dibexþînê. Lê bi îcaza we , belkî ev dîtlnê mln yên taybetîne.  Wek insaneke welatparêz ez dikarim bêjim; ev taybetîyên Kurda zor giringin. Her çiqas dor û alî bêjin ev rûheke eþîrîyê jî lê ez vekirî dibêjim; Hinek tiþtên eþîrî û adetên me yên giranbûha hene ku hêja jî sîyaseta me negihþtîye vî konaqî. Pêwîste em van tiþtan biparêzin. Sîyaseta me jî wek nûmune  ji van ders bigrê û ji xwe ra bixe rêbaz, ku em bikarbin bi hevra bimeþin. Ne xwe tu þika min jî tuneye Kurd dikarin, bi hevra payê bikin. Kurd dikarin, jîyaneke rêk û pêk sazbikin, dikarin di nav aramîyêda li gel cîranên xwe bijîn, bi Tirkan ra, bi Ereb û Farîsan ra  di nav wekhevî îazadîyê da  li gel hev bijîn.                                                                                                       

Lê ku ez jê ra dibêjim sîyaseta sunî, ku em jî wek hinêk kesan nebêjin hinek kes ji derve ve tilîya xwe dixine nava karê me. Dema sîyaseta sunî îdeolojîya sunî þiringeyê civatê bike, nexweþî û narkokî ji dest pêdikin. Mabesta min ev bû. Helbet gelê me layiqê tiþtên xweþe.  Helbet ez jî divêm  kiraseke nûjen ji vê bedenê ra bê.  Eger îro hinek tiþt bêne hezim kirin, gelê me tu wext cirimdar nîne. Belkî em bêjin, sîyaseta me hinek tiþtan þaþ fêmkirîye. Sedem vî bû min ji we pirskir.                                                                                                      

Ji kerema xwe ra ku hun bikarinbin bêjin bi rengeke çawa sîyaset ? Partîya we wê bi sîyaseteke çawa azadî û demokrasîyê bînê ? Yan jî kîjan cûreyên tekoþînê li pêþûya we heye ?                                                                                                                                                                

 

-Berî her tiþtî di xebata welatîda, di xebata serxwebûna gelanda , her celep xebat rewa ye. Lê ême  her çiqas ew tonên dîn redkirîye jî, lê me dûrî xwe xistine. Li gor dîroka xwe ku em dibînin, ku em rewþa cîhanê  tinine ber çevan, em dibêjin, cîyê ku em bi zorê bi karbînin, xebata aþîtî û demokrasîyê bêtir wê ji gelê me ra feyda xwe hebî, wê destkewtîtir bî. Dîroka me ya 15-20 salên dawî vî tiþtî careke dîn da îspat kirin.Hun dizanin, þerê ekdarî, ku PKK destpê kir, tu caran Kurdistan hewqas vêran ne bibû. Di tu þerî da Kurdistana Bakur hewqas xira ne bibû. Tu  caran hewqas gund, 4000 gund nehatibûne þewtandin û xira kirin. Tu caran nêzîkî sê milyon Kurd  Kurdistanê terk ne kiri bû, berneda bû.Bi xwe û bi þexse xwe ne çobû nav Tirkan. Ancax bi sirgunan. Mesela malbata me çar caran hatîye sirgun kirin, lê her ku rê lê ditîye dîsa vegerîye welatê xwe.  Ji bo vî em dibêjin, hem li gor rêzanîya navnetewî, hem jî ji bo parastina gelê xwe divê em bêtir tonê xebatê , bi rengeke aþîtî û demokrasî bimeþînin. Ku em bikarbin dostan zêdetir, dijminan jî þermezar bikin.                                                                                                                                                

Ez bawerim dijminên me jî wek mînak bêjim, li Bakur dewlet jî û PKK jî bêtir li ser hevalên me disekinin. Nahêlin ku hevalên me di cîyên xwe da bilifin. Hemû caran ji me ra rapor dihatin, ka li welat bi çî awayî li ser wan disekinin û bi çî awayî zor li wan dikin.                                                                                                                                                                 

Ji bo wê nûha jî em divê bawerîyê da ne her ku diçî dinya piçûk dibî, global dibî, sînor radibin. Divê Kurd jî li gor wê gavên xwe bavêjin. Li gor sîyaseta ku li dinyayê tê meþandin, pîvaneyên xwe daynin û di nav gelê xwe da jî bi vî rengî bê ku wan bi êþînin, xebata xwe bimeþînin wê serketîtir bin. Ew bawerîya min e.                                                                                             

 

 

Di beþaheftem da :

 

-         Armanca nêzîk û dûr ya PDK-Bakur

-         Pêwendî li gel partîyên Kurd, dîtina PDK-Bakur di derheqe YE da

-         Dîtin û biranînên Hemreþ Reþo di derheqê Mela Mistefa Barzanî de

-         Girtin û berxwedana Hemreþ li Balafirxana Sovyet û 11 Adarê            

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org