Hevpeyvînek li ser erdnîgarîya me ya birîndar û dîroka me ya tarûmar(7):
Bi Hemreþ Reþo ra gereke niþtîmanî
 
 
 
Bedirxan Epozdemir
                                                                                                
 
Beþa heftem:
 
                              “Barzanî tu car ne digot, ez serokê PDKÝ im
                                digot, ez Kurdêk im, Kurdêkê piçûk  im   
 
Divê beþê da  :
 
-         Armanca nêzîk û dûr ya PDK-Bakur
-         Pêwendî li gel partîyên Kurd, dîtina PDK-Bakur di derheqê YE da
-         Dîtin û bîranînên Hemreþ Reþo di derheqê Mela Mistefa Barzanî da
-         Girtin û berxwedana Hemreþ li balafirxana Mosko û 11 adarê
 
 
Hun partîyeke Kurdistana Bakur in. Armancên we yên nêzîk û dûr ji bo Kurdên Bakur çî ne, yan jî di van pêwajyanda hun çî dixwazin ?
 
Berî her tiþtî me armanca xwe zelal kirî ye. Em dibêjin; Partîyeke Kurdistanî, kîjan partî dibe bila bibe, ne em, ne jî partîyên dîn nikarin tenê bi serê xwe nûnertîya Gelê Kurd bike. Em nikarin bêjin, em nûnerê Gelê Kurdin. Em dikarin bejin, em nûnerê partîya xwe ne. Em bi navê endamên xwe û dostên vê partîyê dipeyîvin. Ji derveyê vî mafê me nîne, heqê me nîne ku em bêjin, em bi navê hemu Gelê Kurd xeber didin. Eger wuha ye divê rojek were ku ew partî bi karbî deynê ber xwe bêjê; Otonomî, federasyon,yan jî serxwebûna kurd. Ev kengê çêdibe ? Em diwê bawerîyêdane, divê hemu partîyên Kurd, bixebtin ku em bikarbin, rewþeke wuha peyda bikin. Ku Gelê Kurd bikaribî, bi xwe biryarê li ser çarenûsîya xwe bide. Eger ku ev roj hat, ku Gelê Kurd bikaribî helbijartinekî bike, bikarbî dengê xwe bide li ser pêþeroja xwe, wê demê partîya me jî dikare propaxanda xwe bike, bejê filan tiþtî rastire ji bo gelê me. Wê demê jî Gelê Kurd dengê xwe da kî, divê ew bi serkeve. Ew jî himê yekem yê demoqrasîyê ye. Divir da em dibêjin; her gav avêtinek divê em lê silav bikin. Yanî Tirk sibê ji me ra Tv. Vekin em bêjin sipas ji we ra. Wek Kamûran Beg gotî; Çima ji Þahê Îran ra nabêjin sipas. Gaveke dîn were avêtin, divê em piþtgirîyê bikin. Mesela ketina YE. Li gor me partîyên dîn hemû li dij bûn ku Tirkîye bikeve YE. Lê me di destpêkê da jî piþtgirî kir ku  Tirkîye bikevê nav Sûka Evrupî. Ji bo YE jî me piþtgirî kir. Lê me mercên xwe jî danî. Me go, pêwîste YE filan-filan niqteyan li bide berçev. Ji ber ku em
 di vê bawerîyê dane; heya ku Tirkîye nekeve YE, demokratîk bûna Tirkîyê gelek zehmete. Sedem ku dereng ketina demokrasîyê bandoreke xirap li ser rewþa gelê Kurd dike. Yanî ev her du alî bi hevra girêdayine. Rewþa aborî jî, rewþa sîyasî jî bi vî va girêdayî ye. Mesela em bêjin, hemu kardarên Tirkyê bikevine nav YE, wê demê mecbûr dibin ku zêdetir eqilyeta Evrupî hilînin. Tu bivêy-nevêy wê demê, wê bandora þovenizmê biþkê. Pêwîste ku ne yê jibîr kirin, aborî roleke mezin dileyizê li ser sîyaseta welatan. Eger îro li Tirkîyê hinek kardarên Tirkîyê, li ser rewþa Kurd û Kurdistanê lêkolina çedikin û raporan amade dikin, van gotinê min yên jorê sererast dikin.
 
 
Pir sipas ev pirs jî zelal bû.
 
Sipas xweþ.
 
Pêwendîyên we li gel Partîyên Kurd çawanin ?
 
Partîya me ji bo pêwendîyan li gel Partîyên Kurd tu sînor danay ne. Tenê van salên dawî li gel PKK pêwendîyên me tune ye. Ya duwem dema sala 1994 an YNK, ku dest danî ser Parlemana Kurdistanê pêwendîyên me qut bûn. Em bi tundî dijê vê bûyerê derketin. Lê em gelek giring dibînin ku bi rengeke têkûztir, pêwendîyên rexistinên Kurdan hebin. Her çend ku di navbera me da cewazî hebin jî, gerek ev nebine asteng ji bo pêwendîyan. Pêwîste em bi dil û can hewil bidin ku her tim pêwendîyên rexistinên Kurd bi rengeke zindî li gel hev hebî.
 
Divêm derebazê mijareke ku ji bo min gelek giringe bibim. Çawa ku gelek caran jî tê gotin, serokê nemir Mela Mistefa Barzanî, belkî jî li ser rûyê cîhanê yekem kese ku navê wî bi gelê wî ra, navê gelê wî jî pê ra tê gotin. Yanî ev her du nav bi hevra hatine honandin. Cenabê we ji wan kesan yeke ku bi nizîkayî nemir Barzanî naskir û li gel wî di nav pêwendîyeke zindî da bû. Hun dikarin li ser serokê nemir Mela Mistefa Barzanî  çî bêjin ?
 
                                Vegera Barzanî tirs û xofeke mezin
                                         xiste dilê dagirkeran”                      
 
Pir sipas ji bo vê pirsê. Bi rastî ev pirs ji bo min gelek giringe.
Ez dikarim di alîyê xwe da bejim, ji min zêde ye ku ez ji alîyê serokê nemir vali ser vê pirsê rawestim. Giredaneke min yê pir tekûz li gel rehmetî hebû. Ez yazdeh rojan li Dilman mêhvanê wî bûm. Di van yazdeh rojan da me hev û du bi þev û rojan didît. Sedem vî min mecalên sohbeta wî ya dûr û dirêj dît. Min lê ji nêzîkayî naskir. Ev di jîyana min da serbilindîyek e. Piþtî ku bû nesib ez pê ra sohbet bikim, evîn û girêdana min li himberê wî xurttir, bû. Barzanî yê nemir, berî her tiþtî Kurdistanî bû. Ez dikarim bêjim, wê demê li Baþûr ji derveyê pêþmergeyan hama-hama hemû sîyasetmedarên Baþûr heremî difikirîyan. Ji bo wan tenê Kurdistana Baþûr hebû. Lê serokê nemir, dixwest tevayî ya Kurdistanê azad bibî û tim Kurdistanî di remand.  
 
Yekem ji bo min gelek giring bû ku xebata wî ya derbaz bûyî ya dîrokî ku bibû sembolek ji bo gelê Kurd. Bibû sembolek ku bi navê wî, netewetî ya Gelê Kurd dihata naskirin. Navê wî û Kurdistanê bi hevra hatibû girêdan. Meriv ne dikarîya ji hev cuda bike. Lê di vir da divê em bêjin ku bandorekê wî yê mezin hebû, li ser hemu beþên Kurdistanê. Baþ tê bîra we di sala 1960 da tevgereke leþkerî li Tirkîyê çebû. Berî vî du sal, sala 1958 ta serokê nemir vegerîya bû Kurdistanê. Vegera Barzanî di nav Kurdan da hêþyarbûneke mezin peyda kir. Di sala 1959 da bûyera 49 an peyda bû. Ev tiþt giþt bi hevra girêdayîne. Bi vegera Barzanî xebat ji çarçova teng derket û geþ bû, bû girsevî. Hatina wî moral û manevîyeta Gelê Kurd bilind kir. Bi hatina wî rê li ber Gelê Kurd vebû. Wusa bû ku Kurd û zana yên Kurdan, ne tenê li metropolan lê dikarîyan êdî di nav gelê xwe da jî rexistinan avabikin. Ev pir giring bû, ji bo her beþên Kurdistanê. Ji alîyê dîn da di nav beþên Kurdistanê da zordarîyên dewletên dagirker, tirs xisti bû nav gelê Kurd. Vê carê zêdetir, zext danîne ser Kurdan.         
Dagirker, ketine nav tirs û xofeke mezin. Tirsa wan jî ew bû ku wê Gelê Kurd zêdetir, hêþyar bibe. Ev ji di bûya sedeme ku Kurd zêdetir bi netewetîya xwe bihisin. Kurda ji xwe di pirisî çima ev teda li me dibî? Bêguman rewþ ne wek îro bû. Teknolojî bi pêþva neço bû. Gelek caran, gelek kes dahatin girtin, meriv pê ne dihisî ya. Ji bo çî dahatin girtin her kes agahdar ne dibû ya. Digotin, ev kominîstin, Kurdên komînistin. Lê di heda xwe da eleqatê wan bi komînistîyê va tine bû. Sedem ku welatparêzbûn dahatana girtin. Sedem vî ye ku ez dibêjim, vegera serok Barzanî roleke mezin, roleke Kurdistanî leyîst di vî warî da.   Vegera Serok Barzanî ne tenê li Baþûr û Ýraq rol leyist.
 
Eger ku te ji rehmetîyê Barzanî bibirsîya, tu car ne digot ez serokê PDK Ýraq’im. Digot ez Kurdêk im. Ev tiþt bi wate ya xwe gelek giring e. Di her zemînîda vî tiþtî tim digot, ne diveþart. Digot; “ez kurdêkê piçûkim”. Barzanî gelek mûtewazî bû. Tu tim ji min ra dibêjî; “tu mûtewazî yî”. Lê mûtewazîtî ya rehmetîyê Barzanî û ya min nayê muqayese kirin. Sedem vî jî Gelê Kurd ji Barzanî gelek hizdikir. Ne tenê di nav partîyê da, di nav zana û entelektûlan da jî dahata hezkirin. Bi bere vacî belkî hinek entelektûl di hûndirê xwe da dijê wî bûn. Lê gel pê ra bû. Gel wusa girêdana xwe dida nîþandin, ku zana yên Kurda jî bêgav bibin, bikaribin li gel wî bixebitin, ku xebata gel jî pêþta here.  
                                               
Wekî dîn meriv dikarê hezar tiþtî li ser Serok Barzanî bêjê. Lê niqta herê giring ewe ku bi vegera wî, bandoreke nedîtî li ser netewa Kurd peyda bû. Hebûna wî, eger tiþtek jî nekira tenê hebûna wî li wê derê tirs û xofeke mezin dixista dilê dagirkeran. Ez bi xwe bi vî gelek serfirazim.
Gelek caran serok hêzan yan jî pêþmergan ji min ra gotîye; Dema ku me diva em di þer da biþkên, ku Mela Mistefa dibihist, bi xwe dihat cephe. Ku Ýraqîyan dibihista Mela Mistefa hetîye cephe ditirsîyan, wê demê me dikarî zorê wan bibin. Ew xof diketa dilê wan. Digotin, ku Mela Mistefa hatîye tê wê wateyê ku Kurd hemû li wê derêne. Yanî ev tiþt têrê nakin, ku pirtûkan meriv bikarbî Mela Mistefa þîrove bike. Her rabûn û rûniþtineke xwe bi Kurdî bû. Bi adet û axaftina xwe, bi edeba xwe, bi mejîyê xwe Kurd bû. Axaftina wî gelek sade û hêsa bû. Guh nedida slogan û teorîyan. Lê gelek zana bû. Ji alîyê dîn da dîndar bû. Dikarîya bi alimeke dîndar ra bi seetan li ser dîn niqaþ bike. Dikarî heya sibê li ser sîyaseta cîhanê bi sîyasetmedaran ra xeber bide. Ji bo wî meriv dikarê bêjê; Ýnsanek bû çawa ku di zîndanê da hin zarûk bû, mamê wî û hevalên xwe hatine dardakirin, ji wê demê heya çû dilovanîya xwe tim Kurdeyatî kir. Xwedan cerbandinên gelek mezin bû. Dikarî bi rojan bi meriv ra sohbet bike. Numûnan ji cîhanê bide, çîrokan bêjê ku meriv bikarbî bikenê. Bi her kes ra rûnê, bi sebir niqaþan bike. Tu car li cem bêhna meriv teng nedibû ya.
Yanî di her alî da ez dikarim bêjim; Di dîroka Kurdistanê da hevqas þehîdên me hene, hevqas serokên þoreþan hene, þex Seid heye, Seyît Riza heye, Ýhsan Nurî Paþa heye, em bêjin Pêþewa Qazî Muhamed heye ez bi xwe dibêjim yekek wekî Mela Mistefa di dîroka Kurdistanê da derneketî ye. Ne tenê di dîroka Kurdistanê da, di alîyê naskirina gelê wî û wî bihevra eger tenê vê girêdanê meriv binê ber çevên xwe di dîroka Cîhanêda tuneye, ku hevqas þoreþger hene, hevqas dewlet çêkirine, navê wan bi welat û gelên wan ra hevqas nahatîye girêdan. Gava te digot, Barzanî Kurdistan dihat bîra xelqê, ku te digot Kurdistan Barzanî dihata ser levên wan. Ev tiþt vekirîye. Ev tiþt gelek caran hatîye serê min bi xwe. Me diva em behsa Kurdistanê bikin, digotin tu nûha behsa Barzanî dikî.
 
Yanî ev jî numûneyeke li cîhanê, serbilindîyeke ku pêwîste Netewa Kurd  jî qedrê vî tiþtî baþ bizanê û pê serfiraz bî. Bi rastî jî ev taybetîyên ku pêwîste li gel her serokî hebî, meriv van giþan di kesayetîya Serok Barzanî da dibîne. Barzanî bi taybetî civata Kurd baþ naskirîye. Nefs piçûkayî ya wî ciyeke zor giring çekirîye di dilê gelda. Di vî warîda meriv dikarê bi sedan numûnan bide.
 
-Eger hun rê bidine min, dixwazim li vir vê bêjim. Me civînek kiribû. Ez bûm, Dr. Nureddin Zaza bû, Ýsmet Þerif Vanli bû. Me bi navê Yekbûn vê civînê li darxisti bû.Me bangê rexistinên dîn kir. Giþt hatin. Dest bi  teorîyan kirin, dest bi ideolojîyan kirin. Êdî rehmetîyê Zaza nikarîya sebat bike. Destê xwe li masê da û got; “Kuro bêje ez Kurdim, ne Mela Mistefa Barzanî Kurd bû”. Meriv dikarê gelek numûneyên dîn jî bide. Dema sdîyaset jî dikir ev tiþt gelek caran qewimîne.
 
Carek nemir Barzanî ji min ra got; “Gava ku delegasyona Îraqê hat em rûniþtin. Behsa Ýsraîl û meseleyên Dinyayê vebûn. Em li ser wan peyîvîn. Min ji wan ra got; Divêm mîsalek bidim lê bila dilê we nemînê. Belkî bi bi vê mîsalê em jî bikarbin, xwe tevbidin. “ Go, min ji wan ra got; “ Leþek heye li holê. Seyêkê gelek bi hêz jî li ser leþe. Du seyên dî jî hene, dixwazin ew jî piçêk goþt ji vî leþî bixwin. Ev seyê mezin, Ýsraîlî bû. Ewê di du wî da jî Ereb bû. Çiqas ew nêzîkayî lê dikir, ew seyê dî bi çûqula lê dixist. Ev se jî em Kurdin. Hun nikarin, herin Ýsraîl þerê wan bikin, hun tên li me dixin.” Yanî wusa bi wate diaxifîya.
 
                             Qaçaxçî yê titunê û Barzanî
 
Li alîyê dîn, min gelek caran behs kirîye; ew numûna qaçaxçî yê titûnê. Qaçaxçî yê titûnê, titûna qaçax tînê. Pêþmerge du caran jê gûmrik distînin û dawîyê da jî sîleyek lê dixin. Li ser vê bûyerê, tê gilîya xwe li serok ra dike. Serok dibêjê “tu wan nasdikî, kî ne ? ji me ra bibêje”. Qaçaxçî dibêje “wile ez nizanim, kî bûn, ez wan nas nakim” . Barzanî dibê; “Tu nizanî kine, ez jî nikarim tiþtek bikim. Ya baþ ewe ku tu rabî sîleyek li min bixî û pereyê wî jî çî bî ez bidime te û em meseleyê safî bikin”. Barzanî bi vî rengî bi insanan ra dida û distand.   
 
Ez li gel Serok gelek caran tenê jî rûniþtim. Carek dîsa em tenê bi hevra rûniþtibûn, jorêkî. Got; “Vir dibistana zarokên mine”. Bi Latînî jî li ser texteyê reþ nivsandibûn. Ewana li vir ferdibûyan. Li wir qursîyek tenê hebû. Sedem ku ne wextê dibistanê bû yek qursî hebû. Ev qursî wek wan qursîyên ku li Amedê di qehwexananda hene wek wan bû. Ji min ra got; “tu li vira rûne”. Tabî min nikarî qebûl bikra, Serok li erdê rûnê û ez li ser qursî rûnim. Çikir-nekir ez li ser qursî rûneniþtim. Ew jî li ser qursî rûneniþt. Em her du li erdê rûniþtin û me kise kir. Ev tiþteke piçûk bî jî lê balakêþe. Çinkî em bi xwe wusa nakin. Em hewqas dibên em mûtewazîne, dîsa em bi xwe nikarin wusa bikin. Endameke me tê em rengeke dîn, hevalêkê me tê em bi rengêkê dîn pê ra muamele dikin. Mixabin em wuhane.
 
Li ser pirsa we min van qisekir.  Nexwe bi hevpeyvîneke wuha meriv nikarê, taybetîyên Serok Barzanî þîrove bike. Ev bi serê xwe mijareke ku meriv li serî bi taybetî rawester û dîtinên xwe bêjê.
 
-Lê bi rastî ew tiþtên ku we bi kurtî got, gelek balakêþin û meriv dikarê di der  heqê kesayetî ya Serokê Nemir Mela Mistefa da bibî xwedî fikir.
 
Ne min li ser Serok Barzanî roj bi roj dîtinên xwe bi kurtî nivisandî ye.Meriv dikarê gelek tiþtan li ser bibêje.
 
-         11 Adarê 1971 rojeke gelek balakêþe di tevgera Kurdistana Baþûr da. Em dikarin bejin, gûhartineke gelek giringe di dîroka Kurdistanêda. Ku bi beyana 11 adarê 1971 tê nasîn. Hun ji wan kesan yekin ku di wê demê da jî li Baþûr bûn. Ez dikarim his û dîtinê we yê wê rojê hînbibim ?
 
Belê, sipas dikim. Ew çûna min ya wê demê jî çîrokek bû. Bi rastî jî sedem ku min nikarî vîze bigrim û li ser dewletek da herim, ez bê vîze çûme Sovyetê. Min xwest ku ez li ser Sovyetê û Îranê herime Þoreþa Baþûr. Li balafirgeha Sovyet ya Mosko min sê roj hepis kirin, ji ber ku vîzeyê min tinebû. Xwestin ku min bi paþve vegerînin. Min ji wan ra got “yan ez dimrim, yan jî venagerim”. Dema ez gihiþtime Kurdistana Baþûr, ku 11 adarê bû, ez hatime cîhaneke dîn. Ez azad bûm, min digot ke ez ji dayîka xwe  nûh  bûm.
 
Ji ber ku min di gelek pirtûkanda xwendi bû, ew kesên ku tekoþînê didin û tekoþîna azadîyê didine domandin, ew bi xwe azadin. Her çiqas gelê wan jî û ew bi xwe jî bindest bin, ev rastî nagûirê. Sedem vê hevildanêye ku ew bi xwe azadin. Min tema vê azadîyê di wê demê da li Baþûr girt. Min hêj wê demê li Kurdistaneke  azad, ku bi destên pêþmergeyên mêrxas Ala Kurdistan tê rakirin dît . Mela Mistefa Barzanî ku ji bo me qehremaneke efsanevî bû, min karî wê rojê lê bibînim. Min þekil û þimalên wî bi nêzîkayê wa dît.  Wê rojê îdî min bawer kir ku meriv dikarê herê cem, dikarê li gel kise bike. Ev tiþt hemû ji bo xorteke kurd, ji bo insanek wek min tiþtên taybetî bûn û tu caran nayêne jibîr kirin. Rojeke wuha xweþtir û bextîyartir, di jîyana min da derbaz nebûye.
 
 
                                                                                                                  ( Wê dom bike)
 
Di beþa bê da (ya heþtem):
 
-Birîneke kûr di dîroka me da; bûyera her du Seid’an
-Hevdîtina Kek Hemreþ û Dr. Þivan
-Pêþnîyarên Hemreþ di wê deme da ji bo Bakur
-Û gelek tiþtên balakêþ
 
 
 
 
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org