|
|
-
Hevpeyvînek
li ser erdnîgarîya me ya birîndar û dîroka me ya tarûmar (8):
-
-
- Bi Hemreþ Reþo ra gereke niþtimanî
-
- Bedirxan
Epozdemir
-
-
-
- Beþa heþtem:
-
-
“ Min ji Serok û Mektep Sîyasî îcaze girt û li
-
gel Þivan û hevalên wî rûniþtim”
-
-
- Divê beþê da:
-
- -
Birîneke kûr di dîroka me
da; bûyera her du Seid’an
- -
Hevdîtina Kek Hemreþ û Dr.
Þivan
- -
Pêþnîyarên Hemreþ di vê
demê, da ji bo Bakur
- -
Û gelek tiþtên balakêþ
-
-
- Ez hêvîya gelek rojên xweþtir,
azad û serkewtîtir, ji cenabê we ra dikim. Divêm derbazê pirseke dî
bibim;
- Di dîroka Kurdan da, bi taybetî di
dîroka tevgera Kurdên Bakur da bûyereke zor giring qewimîye. Bûyera
Seid Elçî û Dr. Þivan. Her çiqas wek alî hun ne di navêdane jî,
lê wê demê hun di nav xebata welatparêzda bûne. Ev bûyer cîyê
mixabinîyê ye û li gor dîtina min bandoreke menfî li ser tevgera
Bakur kirîye. Derheqê vê bûyera nexweþ da hun
- dikarin çî
bêjin ?
-
- -Gava
ku ez gihiþtime þoreþê roja yekemin,
Hebîb Kerîm ku Sekreterê PDK bû min li seyara xwe siwarkir, em bi
hevra çûne Gilale. LI Gilale çend hevalên me yên Bakur hebûn.
Min bire ba wan, ku em hev bibînin. Ewana hevalên min yên berê bûn.
Me hev nasdikir. Yek ji wan Soro
bû. Sedem ku çûye rehmetê ez navê wî dibêjim. Hineke dîn
hene ku hêj li jîyanêne naxwazim navê wan bêjim.
-
- Min
berê wê ji dizanî ku sala 1969
rehmetîyê Seid Kirmizîtoprak, yanî Dr. Þivan tevî çend hevalan
çûne Baþûr. Partî min agahdar kiri bû. Piþtî Dr.
Þivan û hevalên dîn ji min ra name þandin, ku çûne Baþûr û
dixwazin min jî bibînin. Piþtî çend rojan min ji Mekteba Sîyasl
daxwaz kir, ku rê bidin ez wan bibînim. Dr. Þivan wê demê li cem
Eshed Xoþevî bû. Li Qumrîyê dima ra, li vir doktorî dikir. Ew
hevalên dîn li wî alî bûn. Me xwest ku ew jî bên , ku em bicivine
ser hev û kise bikin. Dostêkê min yê berê jî li wir bû. Min lê
li Enqerê nasdikir. Li ser vê daxwaza min berqîye kiþandin û îcaze
dan.
-
- Dr. Þivan jî hate wê derê, em
gihiþtine hev. Wê hêvarê em bi hevra peyîvin. Ji min ra
behiskirin, gotin, em dixwazin partîyek damezrînin. Ez bi xwe wê
demê endamê PDKI bûm. Sedem vî jî min bi serê xwe nedivara bi van
partîyan ra bipeyîvim. Ez çûme Mekteba Sîyasî. Min got, meseleyeke
wuha heye, ez divêm li gel hevalan runim, hun çî dibêjin?Hevalên
Mekteba Sîyasî gotin; Tu azadî, tu dikarî.
-
-
Hêj
ji destpêkê Þivan dixwest partîyek damezrînê
-
- Wextê em rûniþtin, ez tê gihiþtim ku ev hevalên
ku hatine Baþûr ji xebata PDKT nerazîne. Digotin xebat nabî, nalife.
Bi van insanan nameþ e. Sedem ku ew hatine naskirin. Diçine ku MÝT’ên
Tirkan li du wanin. Nikarin tevgerê zêdetir geþ bikin. Ji ber vê yekê
divê partîyeke nûh bê damezrandin. Li ser vî em dûr û dirêj
çend rojan peyivîn. Ez bi xwe li dij bûm. Em gihiþtine vê encamê,
min digot; eger dîtineke we wuha heye, pêwîste em bikevine nav wan.
Partîyê bi hêz bikin. Çima partîyeke dî damezrînin? Ji ber ku
cerbandinên min hebûn. Dema dibine du perçe þerê hevdu dikirin. Ji
bo wê, baþtir bû ew kesên ku dîtinên xwe yekin, di nav çerçewa
netewî da , di nav partîyek da cîh bigrin. Çima di partîyekê dî
da? Lê bi þertekî ku, eger ewana qebûl nekin, ku þoreþ vê rastîyê
bibinê û partîya ku nûh tê avakirin bi fermî bênaskirin, ne ku
her du partîyan fermî nasbike. Wê demê asteng derdikevin.
-
- Li ser wê em pêkhatin, ku ewil em
hewil bidin ku em bikarbin, li gel hev bixebitin. Wan dixwest ku ez jî
bikevime partîyê. Sedem ku digotin, cerbandinên me yên rêxistinî nîne.
Tu çend salane di rexistinanda dixebitî, xwedî cerbandinanî. Em
dikarin ji zanînên te istîfade bikin.
-
- Min hem ji Serok, hem jî ji Mekteba Sîyasî îcaze
girti bû. Ku tiþteke wuha çêbe , ez dikarim teklî wan bibim. LI
ser vê me biryar da ku ji Kurdistana Bakur yekê ku dikarê bi navê
partîyê bipeyvê, ku endamê Mekteba Sîyasî bî, yan jî sekreter bî
werê Baþûr ku em li cem hev rûnin. Heya ev xeber hat ku hatîye, em
hinek li ser rêbaz sekinîn. Guhartinên ku em dixwazin di bername da çêbin, em çî pêþkêþ
dikin, em çî dixwazin ji PDKT werê guhartin. Paþî me îcaze girt, cîpek
dane me bi tevî ronîyekî. Ji ber ku em bikarbin hinek tiþtan çap
bikin.
-
- Em rê ketin, çûne Qumrî yê. Rehmetîyê
Eshed Xoþevî xeber da me. Go, yek hatîye. Me nizanî kî ye. Em çûn,
ku bi navê partîyê (PDKT) Feqî hatî ye. Ez ne þaþ bim, em þevek
û du rojan bi hevra li ser meselê peyîvin. Hinek gotinên hevalan, îtirazên
Þivan wana hebûn. Ku di nav merkeza partîyê da hinek kes hene ku
casusê Tirkan e. Vî tiþtî pêþkêþî Feqî kirin. Gotin, carek hun
lêkolîn bikin, raste yan ne raste? Paþî pêþnîyarên me bigêhjîne
partî yê. Ka çî dibêjin.
-
- Li wir, Dr. Þivan digot; Tu car nabî
ku Seid Elçî wek serokê partîyê bimîne. Çinkî hatîye naskirin,
nikarê xwe bilefînê. Pêwîste li mala xwe rûnê. Yek-du kesên dî
jî gotin. Feqî îtiraz kir. Feqî dij derket. Got, tu car em dev ji
serokê xwe bernadin. Sekreterê me wê sekreterê me bimînê.
-
-
Pêþnîyarên
min ji Þivan û hevalên vî ra
-
- Lê di dawî da em gihiþtin vê
biryarê; Min pêþnîyar kir, min got; eger wahaye, divê Seid Elçî
yê rehmetî bibî “Serokê Þerefê” bimînê û êdî sekreter çêbî.
Li wê em hinek nêzîkî hev bûn. Þivan wan jî sedem ku rîyêkê dîn
tinebû, hinekî pê razî bûn. Feqî bi vê biryarê vegerîya. Ku
pirsên we yên dî jî hebin divê arayê da
hun dikarin pirsbikin.
- Feqî
vegerîya çû, lê em li ser temam kirina rêbazê domdar bûn. Di
xebata rêbazê da destê min jî têda heye. Mesela em bêjin “Partîya
Demokrata Kurdistan Li Tirkîyê” ev “li” pêþnîyara min bû. Çinkî
me tim merheze dikir, çima “Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê”tê
gotin. Bi vê wateyê me her wek dixist malê Tirkîyê. Ku te digot,
“Li Tirkîyê” her wek partîyeke li Tirkîyê hatîye damezrandin.
Ji ber vê em li ser wê dixebitîyan.
-
- Ji alîyeke
dîn wa ew pirtûka ku Þivan dinivsand, me bi Ronîyê çapdikir. Orjînalê
wê me paþî dixwend, çend fikir têda hebûn, me fikrê xwe jî di
derheqê wanda digotin. Piþtî vî ez bawerdikim, 5 ê gulanê 1970 bû
ez vegerîyam.
-
-
Min name ji Þivan ra þand
-
“Ez carekedîn bi wera naxebitim”
-
- Bi vê biryara ku ez biçime Evrupa.
Ji ber ku dema pasaportê min li ber xilasbûnê bû. Þoreþ, nikaribû
pasaporteke nûh yê Ýraqî ji min ra çêke. Gotin, here pasaportê
xwe dirêj bike û dîsa were. Ez bi vî awayî hatim. Wan ji gotin, li
gor biryarê emê kongre çêkin. Me þifre ji hevdu ra çêkirin, min
bi Þivan ra, ku min agahdar bikin, li gor van þifran.
Piþtî Þivan ji min ra nameyek þand. Têda digot, me partîyê
damezrand. Deme ku ez vegerim, min her ihtimal belki ez nikarbim bêm,
min raportek nivisand ku têda pêþnîyarên min hebûn, ku di kongrê
da bêne xwendin. Ew nama ku Þivan ji min ra þandibû heya îro jî
di arþîva min da ye. Li gor wê nameyê, hemû tiþt, tiþtên
ku em li gel hev rûniþtine, me biryar daye li gel Feqî, li gel yên dîn,
li wê bûne û bi vî rengî çêbûye.
-
- Lê hinek þik ji min ra çêbûn.
Gelo raste, yan ne raste? Min sedem vî ji Mektep Sîyasî ra wê demê
nameyek þand. Min go, vaye tiþteke wuha heye. Yek, ev partîya ku hatîye
çêkirin ji alîyê we va fermî tê naskirin, yan na ? jiber ku nebûye
yek. Çinkî þertê me yekitî bû . Yekîtî çênebû ye. Yê
diduyan, min xwest hinek infermasyonan bigrim, li ser vê bi çî awayî,
bi çî rengî disekinin. Ji min ra name hat ku ne wiloye. Ne yekîtî
çebûye, ne jî ji alîyên wan va bi fermî nayê naskirin.Wek partîyek
li ser seran, li ser çevan. Yanî wan hinek min êþand. Min ji wan ra
nameyek þand. Min got, ez carekedîn li gel we naxeptim. Yanî bi kurtî,
tiþtên ku ez dizanim, têda pêþdarbûme ev tiþtane. Yên ku piþtî
vî bûne, ew tiþtên ku min jî wek herkes bihistîye.
-
- Çawa tê gotin,bûyer sala 1971
an da piþtî ku nemir Seid Elçî derbazê Baþûr bûye qewimîye. Bêguman
bûyer heya niha bi her awayî ronahî nebûye. Pewîste ku ev bûyera
reþ ku têda gelek ders hene bi her awayî bê zelalkirin. Belkî jî
ku heya nûha zelal bibûya ev nexweþîyên van salên dawî çênedibûyan.
Sedem vî jî bûyer hêja jî giringiya xwe di parêze.
- Ezbenî,
tu teklîyê we li gel Seid Elçî hebûn ? Yanî bi nîzîkayî teklîyê
we, nasbûna we yan jî wek eleqatên insanî, we rêzdar Seid Elçî
nas dikir?
-
- -Berî
vî divêm tiþtek ronahî bikim. Tu ji min baþtir nasdikî. Sedem ku
tu diwê demê da li welêt bûyî, ez li derveyê welêt bûm. 12 Adarê
sala 1971 li Tirkîyê cunta eskerî carekedîn derbe çêkir û dest
danî ser hikim. Wê demê rehmetîyê Seid Elçî mecbûr bû ku
Kurdistanê terk bike û derkevê derve. Nexwe wê bahata girtin. Derbaz
bû, li ser Surî ço Zaxo. Paþî jî ev bûyer çêbû.
-
-
Min
Seid Elçî Þexsen tu car nedît
-
- Em
bêne ser pêwendîyên min û yên Seid Elçî. Þexsîyen me hevudu
nas nedikir. Bi tenê sala 1969 an berî wê jî, berî ku bêne girtin
ji min ra xeber þandibû, dixwest ku ez bibime temsîlcîyê wan.
Bibime nûnerê wan li Evrupa. Min vî di xwe da nedît ku ez bibime nûnerê
wan. Sedem ku ez ne endamê wan jî bûm. Ez endamê Partîya Demokrata
Kurdistana Ýraqê bûm. Yê duwemîn jî me hev nas nedikir. Min vê
partîyê nas nedikir. Tenê bi rîya þoreþê ku xeber ji min ra
dahatin , min li ser wan dizanî. Wekî dî jî min digot, ez ne laiqê
wê me ku ez partîyek li derve, li her deverî temsîl bikim. Min di
xwe da nedidît. Ez gihîþtime wê encamê, ku ez nikarim vî karî
hilnime ser milê xwe. Wan salan ji Ýsmet (Ý. Þ. Vanli) rica
kiribûn. Nameyek jê ra þandibûn ku ew wan temsîl bike. Tabî ew
jî kete avê.
-
- Lê
dema sala 1968 an hatine girtin, ku li Antalya di hepsê da bûn, me
gelek xebat kir li Evrupa. Dijî Tirkîyê me dengê wan gihiþtande
reyagiþtî ya cîhane. Ew tiþtên ku hatine kirin , ew teda ku li wan
bûye me navê Baxozê belav kir. Ev belavok hêja jî li cem min hene.
Di alîyê dîn da jî me hinek komek kir û ji wan ra þand. Rehmetî xêra
vê komekîyê imzayê xwe jî daye ku hefqas pere gihiþtîye wan.
Hevalek ku sedem heja dijî û ez navêm li vir navê wî bidim, herduya
bi hevre imza kirine. Lê wekî dîn tu pêwendîyên me ne rexistinî
hebû, ne jî me hevdu bi
þexsî nas dikir. Dûr-dûr va me hevdu nas dikir.
-
- -Yanî
we hevdu rû bi rû nedîti bû ?
-
- Gelek mixabin na.
-
- -Ev jî
pirsek bû, ku gelek kes mereq dikir.
-
- Min
jê ra gelek rêz digirt. Lewra min dizanî ku gelek welatparêzêkê
giranbûha ye.
-
-
-
(wê dom bike)
-
- Di beþa bê da (ya Nehem):
- -Înfaza her dû Seîd’an
- -Þoreþ çawa têk çû? Taybetîyên
wan rojan
- -Rewþa Baþûr ya îro û duweroj
- -Xebata çand û edebî
|
|
|