|
|
- Hevpeyvînek
li ser erdnîgarîya me ya birîndar û dîroka me ya tarûmar (9):
- Bi
Hemreþ Reþo ra gereke niþtimanî
-
-
-
- Bedirxan
Epozdemir
-
-
-
- Beþa nehem:
-
-
“Di
rastîyê da Þivan, Çeko û Birûsk, Seid Elçî û hevalên wî kuþtin”
-
-
- Divê beþê da:
-
- -
Înfaza her du Seid’an
- -
Þoreþ çawa têkçû ?
Taybetîyên wan rojan
- -
Rewþa Baþûr ya îro û
duweroj
- -
Xebata çandî û edebî
-
-
- -Em bêne ser rewþa îro. Divêm vê
pirsê jî pirsbikim. Çinkî hinek pirsên min yên dîn jî hene. Li
gor we, îro rewþa ku Baþûr têda derbaz dibî rewþeke taybetî ye ?
Hun rewþa Baþûr çawa dibînin? Sedem ku ev rewþa taybetî ji bo
duweroj erkên xwe pêkbine û serkeve pêþnîyarên we çî ne ?
-
- -Berî
ku ez baersiva vê pirsa te bidim, divêm çend gotinên dîn jî ji bo
pirsa te ya berî vê pirsê bêjim; Di
rastîyê da Dr. Þivan, Çeko û Birûsk Seid Elçî û hevalên wî kuþtin.
Dawîya bûyerê da mehkeme hatê danîn. Delegasyonek jî ji Bakur di
mehkemê da amade bû. Biryarê dardekirina Þivan û hevalên wî dan.
Divê meriv vê rastîyê jî bibêje. Êdî ew tiþtên dîn gerek lêkolîn
bêne çêkirin.
-
-
“Ne þerê Kendawê, þerê Tengavê”
-
- Ez dikarim, dîtinên xwe li ser rewþa taybetî ya îro,
ji bo Baþûr wuha bêjim; Ez dikarim bêjim sala 1975 ku em bînine ber çevên xwe, yanî ku dema
þoreþ têk çû, em bînine bira xwe, wê wextê emê rewþa îro baþtir
binirxînin. Her wek tê zanîn, Li ser hevdîtina Þahê Îran’ê
û Saddam, ku piþtgirîya vî tiþtî li hemû Cîhanê hate kirin.
Sedem vî jî þoreþ tekçû. Gelek insan canê xwe feda kirin.
-
- Wê demê ne wek vê dema dawî bû
ku em bêjin, gelek bûyer zelalin. Dost û dijmin zêdetir têne
xuyakirin. Wê demê rewþ îdî teklîhev bû. Tevgera Kurd û
bizava Ýraqê baþ nedihat lêkolîn kirin û encamên rasteqîn
dernediketana holê.
-
- Alîyê çeprêzana, Sovyet arîkarîya Ýraq û Surî
dikir. Ji alîyê dîn, xerbî, Emerîkî û Nato arîkarî û piþtgîrîya
Îran û Ýraqê dikirin. Ji ber vî jî pirsgirika
Kurd, nîkaribû bigêhêje her alîyê Cîhanê. Heta wê demê
televizyonek çêbû, gelek meþhûr bû li Elmanya. Bernameyeke wan hebû,
her hefte roja yekþemê, li ser babeteke rojane disekinî û bangê pîsporên
divî warîda dikir, ku dîtinên xwe bêjin. Wê demê gazî min jî
kirin, ku li ser pirsa Kurdî jî gengeþî bê kirin. Yekem car bû ku
meselaKurdî divê televizyonê da bi rengeke vekiri û zelal hate gengeþî
kirin. Piþtî vî edî di radyo yên Rojava û Rojhilat da hate
qisekirin.
-
- Lê bûyera herê balakêþ, Ku
Kurda xiste rojevê ku dibêjin “Þerê Kendavê” û ez jî dibêm,
“Þerê Tengavê” bû. Di wirda televizyonan roleke gelek mezin
leyistin. Piþtî vi edî baþ hate xuyakirin ku çapemenî, televizyon
û ragahandin bi rastî jî bûna hêza çaremîn. Heta car-caran dibin
hêza yekemîn. Çinkî edî herkes di mala xwe da dibî agahdarên bûyeran.
Piþtî ew siyaseta ku þer da seknandin, ku þer derbazê Bexdat nebî
û Ýraq bikarbî Kurdistanê bombardiman bike. Televizyon hemû çevnîyarê
van bûyeran bû û belav dikir. Sedem vî jî Dinya-Alem nikarî çevê
xwe li van bûyeran bigre. Yanî karbidestên dewletan, bêgane man ku
pirsa Kurdî jî binine rojevê û li ser rawestin. Ev serhildaneke
gelek mezin bû. Ev koça Kurdan ya
mezin, ku ji ber zilma Saddam revîyan û bi sedhezaran çûne Tirkîyê
û Îranê nikarî bê veþartin ji reyagiþtî. Ev gelek giring bû. Piþtî
wê, Dewlet û Yekîtîya Miletan xeta 36 an danî ji bo parastina
Kurdan.
-
- Li gor bîr û bawerîyên min, gûhartinên
ku li Cîhanê ji hatin pêkanîn, Dinya ji du qutban, bû yek qutup. Ev
jî bandoreke mezin li ser pêþveçûna kirin, ku careke dîn tiþtên
wuha dubare nebin.
-
-
“Wê duweroja Baþûr baþtir
bibî”
-
- Tiþtên
ku li Rohilatanavîn diqewimin, ku Kurd jî beþekin li mintiqê,
Emerika û Rojava nikarîyan li wana çev bigrin. Ez dikarim bêjim, her
çiqas di serî da pîvana berjewenddî têda hevqas ne mezin bû, mecbûrîyetek
hebû ku biparêzin. Ji ber ku di vijdana reyagiþtî da xwe pêþandinên
gelê Kurd cîh girti bû. Paþî mesela berjewendî jî da pêwîst
kirin ku Kurd li Rohilatanavîn û li Baþûrê Kurdistanê bêne
parastin. Ku bikarbin ew gûhartinên ku daxwaza wane bi kar bînin.
Yekek ji wana ku bikarbin bandora xwe bidine nîþandan ji bo pêþveçûna
mafên mirovan û demokrasîyê li mintiqê, ku ew desthelatdarên
Rohilatanavîn qebûl nedikirin. Û
digotin, ku ji bo mafên mirovan û demokrasîyê pêwîste sînor
neyine qebûl kirin. Ev mudaxala muqedesîyetan sînorên negûhirînê.
Mesela sînorên Evrupa sînorên wanin. Di navbeyna Elmanya û Fransa
da 30 sal þer hebû di tarîxê da. 30 sal dom kir. Wana di navbeyna
xwe da sînoran helkirin. Bo vî ew þovenîzma virda-wurda ji bo Kurda
jî derbaz dibî. Ev þovenîzma ku li ser Kurda heye nayê qebûl
kirin. Ev bayê ku ji bo mafê mirovan hat, êdî tu serok dewletek
nikarê ji bo berjewendîyê xwe li himber bisekinê.
Lê berjewendîyên xwe li vir jî dîtin, ev jî tiþtek dîne. Ku
ev ba li Dinya yê belav ne bûya , belkî tiþtên bi rengeke dîn
berjewendîyên xwe têda bidîtana.
- Ji
ber vî ez di vê dîtinê da me, ji niha û pêva eger meriv, hilkirina
dîrokê, cerbendinê berê bînê ber çevên xwe,
Duweroja Kurdistana Baþûr
wê hin çetir jî bibî. Kurda da îspat kirin, ku dikarin serbixwe bijîn.
Kurda îspat kirin ku dikarin xwe bi xwe îdare bikin. Kurdan îspat
kirin ku ji cînarên xwe bêtir, demokratîktirin. Edî sîyasetmedarên
Kurdan jî ne wek berêne. Sîyasetmedarên Kurda li her derê Cîhanê
edî têne nas kirin û belav kirin, nûnertîya Kuredistana Baþûr
dikin. Sedem vî jî di vî warî da ez gelek optîmistim. Hêvîya min
gelek mezine, wê bi pêþva here. Ne tenê Kurdistana Baþûr, her wuha
Kurdistana Bakur jî wê bi pêþva herê. Wê gûhartin û bûyerên
mezin çêbin. Wê ev ji bo Baþûr jî baþ bî.
- Ji ber ku ez bi xwe di nav dagirkerên
Kurdistanê da yê herê tirsonek û xetertirin Tirkîyê dibînim, ji
ber ku dewleta Tirkîyê bi xwe ne xawanê vî erdîye. Ewana tim
tirsonekin. Tu bi xwe dizanî ku ewana digotin, wê dewleta 16. Mîn ya
Tirkî wê têk biçe. Lê niha bi xwe, bi xwe dewletên Tirk yên piçûk
çêbûne. Ku dibî hêdî-hêdî ew tirsên wan jî kêm bibin. Ji bo vî
gûhartinê Kurdistana Bakur, yan jî li Tirkîyê çêdibin, ji alîyê
demokrasî û mafê mirovan da ji bo hemû beþên Kurdistanê wê
bandora xwe nîþan bidin. Wê ev tiþt di rojên pêþta xuya bikin.
- -Lê tiþtek heye ku di navbera rêxistinên
Kurdistanê da car-caran tiþtên nexweþ jî dibin. Ev jî xisareke
mezin dide Tevgera Kurdistan. Hêvîdarim ku êdî tiþtên nexweþ çênebin,
dawî li birakûjîyê bê û hestên netewî serkevin.
- Dema
ku em behsa sîyasetê dikin, wek mînak em bêjin, xanîyeke
meriv hebî, xanî sîyaset bî, dor û alîyê xanî jî bi kûlîlk û
bi þînayî hatibî xemlandin, meriv ku xwedan baxçeyeke xweþ bî, rûniþtina
wî xanî êdî xweþe.
- Bi ya min, huner, çand û edebîyat
jî di tekoþîna gelan da ev baxçeyê xweþ û delale. Divêm hinek jî
em li ser huner û edebîyatê rawestin. Wek ku tê zanîn, we heya nûha
bi Kurdî, Tirkî û Elmanî gelek gotar û berhemên edebî jî li dar
xistîye. Pirtûkeke we yê helbesta jî bi Elmanî û Kurdî hatîye weþandin.
Em bêne ser vê babetê. Gelek pêwendîyên we li gel nemiran Osman
Sebrî û Cîgerxwîn jî çêbûne. Divêm wan jî bipirsim.
- Ewil navbeyna we û edebîyatê
çawa ye ?
-
-
“Encûmena Wezîrên Tirkîyê pirtûka min qedexe kir”
-
- -Bi
rastî ku karê min nebûya, gelê min ne divê rewþêda bû ya, ku ev
rewþ dilê min gelek diêþînê, min tu car nedixwest ez sîyaset
bikim. Lê min dixwest ez tim bi edebîyatê ra xerîk bim. Sedem ku kêfa min
gelek ji edebîyatê ra tê û ez ji xwendinê jî pir hizdikim. Heya îro
jî têr nebûme. Heya îmkanên min çêbûne, ku pirtûk bi destê
min ketine min xwendî ye. Lê bi taybetî jî ku pirtûkên ku li ser
Rohilata Navîn, li Tirkîyê û li ser dîroka Kurdan zêdetir bala min
dikþînin.
- Helbest
wek xorteke germ, çî ji dilê meriv hatîye meriv dinivsîn ê. Ez bi
xwe ne helbestvanim. Lê min helbest nivsandîye. Ew ÝYSK hebû li
Holanda. Rêxistina navnetewî ya xwendevanan bû. Gelek arîkarê Kurda
bû di qada navnetewîda. Evê
rexistinê pêþnîyar kir, got, em di warê madîda piçêk jarin, wan
helbestên xwe vergerîne Elmanî jî, emê bi Kurdî û Elmanî bi weþînin.
Sedem ku heya nûha tiþteke wuha nahatîye weþandin wê bêfirotin. Bi
wan dirafan jî emê çapxaneyek ava bikin.
- Ez
rûniþtim, min ji wana ra wergerand, wan jî çapkirin. Bi rastî jî,
bi firotina vê pirtûkê jî bingehê çapxana xwe avêtin. Di vî warî
da nameyên wan hene li cem min. Dibêjin,
dema ku pirtûk derket, Tirkîye protesto kir. Sefîrê Tirkîyê raste-
rast midaxale kiri bû. Paþî li hemû pirtûkxanan gerîya bûn, Pirtûkan
top kiribûn, bi pereyên xwe kiribûn. Hevala jî digot; “Bi xêra
te û Reyedarên Tirka me çapxana xwe avakir”.
- Piþtî salan ku ez hatime girtin,
di nav dosya min da derket ku Encûmena Wezîrên Tirkîyê wê wextê rûniþtîye
vê pirtûkê qedexe kirine, ku nekevê Tirkîyê.
-
- -Belê, wek beyana beyana Encûmena
Wezîrên Tirkîyê ?
-
- -Belê. Her çiqas wek naverok zêde
bi qalîte nebû jî, sedem ku yekem car bû bi vî rengî pirtûkek neþir
di bûya, Di rojnameyên Evrupî da
wek rojnameyên Elmanî, Danîmarkî, Norweçî, Çekoslowakî û
yên Holandî da gelek pesnê wê pirtûkê hate dan. Lê sedem ku ji bo
propaxanda Kurda tiþteke baþ bû, em li dijê vê pesindanê
dernediketan.
-
- -Helbesteke
ku diwê demeda di bîra we da mabî heye û hun dikarin ji kereme xwe
ra çend rêzan bixwînin ?
-
- - Wile di ezbera min da nîne. Lê
ku tu dixwazî, ez dikarim, di cîyê ku hatine weþendinda, mesela di
Kowara Çîya da bibînim û ji wê bixwînim.
-
- -
Ji xwe helbestvan bi xwe dema helbestan dinivîsê, piþtî
ku tu jê dixwazî helbestek
- bixwînê
her tim dibê, wile di bîra min da nîne. Vêca ku hun kerem nîþan
bidin, di kowara Çîyada bixwînin wê gelek baþ bibî.
- -Ji kerema xwe ra ku tu piçêk
rawestî ez dikarim.
-
- -Dê
baþe, bi vê mabestê eme alîyeke dîn yê Kek Hemreþ nasbikin. Ev jî
helbestvanî ya wî ye. Sedem ku gelek kes agahdar nînin pirtûkeke wî
yê helbestan jî heye.
- Navê
pirtûkê çî bû Kek Hemreþ ?
- -Bakur.
-
- -Navê
pirtûkê “Bakur” bû, bi Elmanî “Noord” e. Di sala 1967 da hatîye
weþandin. Ev jî agahdarîyeke pêwîste ji bo xwendevanan .
-
- -Ez li helbestê digerim.
-
-
-
-
(
Wê dom bike)
- Di
beþa dehemda:
-
- -
Dîtina
Kek Hemreþ di derheqê bîranînanda
- -
Arþîveke
dewlemend
- -
Azadî
û Evîn
- -
Û
gelek pirsên balakêþ
-
|
|
|