Hevpeyvînek li ser erdnîgariya me ya birîndar û dîroka me ya tarûmar:
 
                          Bi Hemreþ Reþo ra gereke niþtimanî
 
Bedirxan Epozdemir
 
 
Berê çend gotin:
 
Çîroka vê hevpeyvînê dûr û direj e. Navêm li vir li ser vê çîrokê rawestim. Lê divêm, bi kurtasî bejim; ev hevpeyvîn li ser tika û daxwaza rayedarên KTV hate amadekirin. Li gor rayedareke KTV ev tîka û daxwaz eynî wext tika û daxwaza  serokatîya Baþûr bû jî. Min jî vê daxwazê erkeke niþtimanî zanî û roja 24.04.2001 li darxist. Hevpeyvîn sê roj ajot.  Keda Kamerewanê KTV ya vê demê-Kek Rizgar- þayanê pesnê ye.
 
Dema min vê hevpeyvînê li gel nemir Hemreþ Reþo  kir, nexweþeke pir giran bû. Min neva ku ez lê zêde biwestinim. Me di serîda, bihevre ji bo sê rojan bernameyek çekir. Xebata me li gor vê bernamê meþîya. Di dawîyê da du kasetên mezin tijî bûn. Min kasetan teslîmî rayedareke KTV kir. Vê wan jî, ji bo weþana tv. Amade bikra û biweþanda. Lê mixabin ku heya iro jî ez, akîbeta hevpeyvînê çî bû,  nizanim . Bereket bî jêgirtîyeke kasetê li cemin hebû. Bi vî aweyî hevpeyvîn ji hindabûnê filitî.
 
Dema dostên min ji bo hevpeyvîne ji min ra pêþnîyar anîn, ez di serîda gelek fikirîm. Gelo ka ez dikarim, di heqê vî barê giranda bêm, an na. Di dawîye da min vî karî ji xwe ra serfirazî û erkeke niþtimanperwer zanî û min xwe amade kir. Nêzikî sî sal bû ku min Hemreþ Reþo nasdikir. Min lê ji dûrva naskir, ji nîzva naskir. Min lê bi “Baxoz”, min lê bi “Çîya”, lê bi “Hêvîya Welêt” min lê bi hawara kurda bi “Hawar” naskir.
Heya berî vê hevpeyvînê dû sal min digot ke ez lê baþ nas dikim. Lê piþtî ez gihîþtime vê encamê ku min lê baþ nasnekirî ye. Veca min heyfa xwe anî li salên borî. Min li çoka xwe da. Lê nafîle.
Ez rastî yekî hatim; ku kesayetî ya wî têr û tijî bû. Bi evîn, hevî û bawerîyê hatibû hevirkirin. Bi delalî, zerafetî, xwezayî û zelalî hatibû honandin. Remza mêrxasî, nefsbiçûkî û kurdeyatîyê bû. Ciyê kînê û nefretê di deftera wî da tûnbû. Bi Kurdî diremand, bi Kurdî digot û bi Kurdî dikir. Ji xwe bawer bû, xwedîyê mejîyekê zelal bû. Evîndarê gel û welatê xwe bû. Dilê wû bêqeyd û þert ji bo yekîtîyê davêt. Hûr û kûr û dûr merheze dikir. Tim ji bo tiþtên mezin difikirîya, li peyî tiþtên piçûk nebû. Feil û finaz, dek û dolap jê dûr bûn. Xweþbîn bû, bi rasteqînî ji pir dengî û pir rengîyê hizdikir. Ne bibû dîlê ideolojîyan. Kurdeyatî li ser ênîya wî wek namus hatibû nivsandin. Bi sebr û sebat bû. Xebat dikir bê westan. Bêbextî û keysperestî li ba wî cih nedidît. Bi xwe ra aþtbû, di nav aþtîyê da bû.
 
Xwezî hemû welatparêz, hemû rewþenbîr û entelektûlên me, hemû siyasetmedar û “serokên” me wek Kek Hemreþ xweþbin bûyan , evindarê evînê bûyan,  bi xwe ra di nav aþtîyê da bûyan, bi yekîtîyê bi rasteqînî bawer bûyan, mûtewazî bûyan, rûmeta pir dengî û pir rengîyê bigirtana. Wê demê êþ û azarên me yên salan çareser dibûn, tu pirs û pirsegirikên me nediman. Wê demê emê zû bigîhþtina tema azadî û demokrasîyê.
 
Çawa min li jor jî dîyarkir, demek bêrî dilovanîya wî min pê ra hevpeyvîneke dûr û dirêj li darxist. Min gelek hewl da  ku zûhtirin qat bigêhêjê destê dost , hogir û hevalan. Lê mixabin ji bo hinek sedeman, ez dereng mam.
 
Di serîda min xwe amade kir, min xwe hêsa kir. Piþtî demek min lê bi rîyên cûre-cûre agahdar kir. Min diva ku zemîneke psikolojîk binime holê. Min diva ku hem govan û hem jî bertawanê dîroka me ya pêncî salên dawî zanînên xwe bi xwe ra nebe gorê. Zana û zîrek bûna wî, armanca min ya rasteqînî, dabû dîyarkirin.
 
Rojek dîsa,zingilê telefona min lê xist. Wek gelek  caran dîsa hêja Hemreþ bû. Divêm bi we ra payê bikim, dema telefona wî laqî bêntengîyên  min dibûyan, ez pê ra  pir þanaz û bextîyar di bûm. Piþtî pirsên hal û ehvalan ji min re got” Ez amademe, te xwe têr hêsa kir? Ez dizanim armanca te çîye, ez amademe ji her tiþtî ra”. Mirina wî nizik bû, li ber derî bû, mirinê himbêz dikir. Lê hêsa bû, xwedan moraleke bilind bû. Bi hêvî bû, xwedî bawerîyeke zexim bû. Sedem van taybetîyan jî, li gel gelek mercen dijwar mirina xwe bi hindikayî sê sal dereng xist. Bi wî moralê xwe yê bilind, bi wê kena xwe yê xweþik tim ji xanima xwe Zeyneb’ê ra digot;” ez we tenê nahêlim”. Lê sed mixabin ku felek carekedîn bêbextîya xwe nîþan da û me tenê hiþt.
 
Ez çûm,  bi kamera û kasetên xwe va. Hefteyek li cem mam. Derîyê xwe vekir ji min ra, mêhvandarîyeke Kurdeyatî yê nedîtî niþani min da. Min li gel wî, bernameyeke rêk û pêk çêkir. Bi sebir û sebat me dest bi karê xwe kir û dawî lê anî.
 
Arþîva xwe vekir, dilê xwe vekir ji min ra. Barê min giran bû, rewþa min xirap bû. Min gelek zor dida xwe ku sitêrkên cewên min nebînê. Çinkî ji hevpeyvînê zedetir, me xatira dixwest ji hev, ditin û xwestinên xwe diyar dikir. Yek deqîqe jî, ji ken û evînîya xwe nahate xwarê.
 
Em bi hevra derketine gerêkê dûr û dirêj. Çone çîya û banîyên Kurdistan, Çone gund û bajêrên Kurdan. Em bûne mehvanê Osman Sebrî, mêhvanê Cigerxwîn, Nureddin Zaza, ronesansa Kurdan mala Bedir-Xan’an. Em bûne mehvanê serokê nemirê Kurdan Mela Mistefa yê Barzan.
 
Em ji gundê wî derketinê rê. Malbata wî û zarûtîya wî. Ji ku hat navê Hamdî Turanli? Jîyana
wî û govanîya wî ya dîrokê heya roja dawî. Yek carek bî jî ne go, “min” yan “ez”. Tim digot,“Me” wuha kir, “Em” gerek wuha bikin.  Wek hinêkan dîrokê ji xwe destpê nedikir. Min ji çev û gûhên xwe bawer nedikir.Ez rastî sîyasetmedar û rewþenbîreke Kurd hatibûm, ku heya nûha min emsaleke wuha nedîti bû. Ji sala 1953 ya û heya îro roj bi roj çî dîtîye û derbaz kiriyê bêþirove nivisandi bû.    
 
Ez laqî bi hezaran belge, qaset û fotoxrafên dîrokî hatim. Bi dehan fotoxrafên Serok Barzanî hebûn li cem. Ez laqî süretêkê wî û Barzanî nahatim, li gel ku pêwendîyê wî û Barzanî gelek xurtbûn. Min go çima? Go; “Hewqas îþgûzar hebûn ku min fedîkir ez bi serok ra fotoxrafek bikþînim”.
 
Em li ser gelek tiþtan rawestîyan. Ji sîyasetê bigre heya edebîyatê, li ser evîndarîyê, li ser eþqê
me qisekir. Min jê bi tirs pirsek pirskir; “ Niyeta we heye hun bîranînê xwe binivsînin “? Kenî û bersiv da; “Kekê Bedirxan, ku ez rojek binivsînim, ez nabêjim “Hatýralarým” (Bîranînên min) ezê bêjim, “Hatalarim” (Xeletîyên min). Bersiva wî gelek tiþtan raxiste ber çevan. Min hinek qewlan jê sitand, ji bo “hatalarim”(Xeletîyên Min). Min kare xwe bi coþeke bilind qedand, me xatira ji hev xwest, heya careke din.
 
Roja ço ser dilovanîya xwe qewlê me hebû bi hevra ku em hev bibînin. Ew roj berî çoyîné min telefon kir, ji xanima wî ra. Xeberê reþ biraderek ku li mala wan bû da min. Dinya min tarî bû, çareke din min go, mirin bila navê te “Bêbext” bî.
 
Ez xemgin bûm,  wek gelek dostan di merasima cenazê wî da. Bi ya min me layiqê wî merasimek pêk nanî. Merama min ne cirimdarîya kesîye. Min dostan, dostên rasteqîn,dostên
kewnarî, yên ji dil û yên ne ji dil, dostên Hemreþ yên bi çev dost û yen ji dil û can dît. Min têr gûh da meth û sena. Û pêwajoya nexweþîya  remza delalîyê ya Hemreþ Reþo hate ber çevên min. Piþtî jî tenê yî, bêkesî. Û kedera qambax ya rewþenbîr û sîyasetmedarên me.
 
Hemreþ jî, ji nav me barkir. Ax û wax bêfeyde ye. Ya giring ewe ku jîyan û tekoþîna wî ji me ra bibî nûmune. Oxirbî remza aþîtî, biratî û Kurdeyatîyê. Oxirbî  “Efendîyê” Kurda  kekê hêja Hemreþ Reþo, oxirbî!
 
Yê baþ ewe ku ez zêde direj nekim û we ji sohbete Hemreþ Reþo mehrum nekim. Min pirskir û ewî bêwestan persiv da. Divêm hemen qat dîyar bikim, ku min zimanê hevpeyvînê li gor zimanê nivsandinê sererast kir.
 
 
HEVPEYVÎN BÝ HEMREÞ REÞO’ RA.
 
Beþa yekem:
          
 
         -Di serî da divêm, sipas bikim ku di nava van mercen taybetî da cenabê te kerem nîþan  da û ji bo min zeman cuda kir
 
 
            -Gelek sipas, Kek Bedirxan Ji bo hatina te. Bi rastî ku ez bejim, ev konaxê îro ku gel û welatê me bi taybetî Baþûr gihîþtî yê, ji bo min serfiraziyekî gellek mezin e. Û ez gelekî bextîyarim, piþtî ev qas sal, ku ez dikarim bibêjim, ev bû 44 salê ku aktîfim ji bo gel û welatê xwe û îro dikarim, bi te ra li ser rewþa gel û welat kisebikim. Îro êdî rojname û televizyonên me hene. Ew xewnek bû. Ew xewna me bi cîh hat. Em gellek serbilind in ku îro li baþûrê Kurdistanê jî dewletekî me yê federe hatîye damezrandin û ew peþkewtinên ku em di televizyonê de dibînin, em hêvîdarin ku rojekê herin û bi çavê xwe,  wi ra  bibînin.
           Ya duwemîn jî, gelekî sipas  dikim Kek Bedirxan. Ez gelekî serbilindim ku li gel te vî karé pîroz dikim.  bi te ra derketina gereke nîþtimanî, ji bo min gelek paye bilinde. Ji ber ku, te jî xwe gelekî westandîye, di rê ya gel û welat da.Di nav van kar û barên giran  da û êdî pirs û pirsegirikên me di serê te da jî bi rasteqînî cîyê xwe girtine. Tu, xwe nasîyê tê û xebatên te yên ji bo  gel û welat cîyê serbilindîyê ye.  Ji bo wê jî gelekî sipas. Dîsa, ez gellek sipasî ji kameramanê Kurdistan TV Kek Rizgar dikim ku îþev ta ji Hollanda hatiye vira û ji bo    hevpeyvînê, vê  xebata hêja dike ji bo gelê me.
-Darxistina vê hevpeyvînê bi we ra, ji bo min  xoþewîstîyeke, serbilindîyeke. Hun govanê diroka pencî salên dawî ya gelê me ne. Hem govan, hem jî bertawan.   Sedem van taybetîyan ez divêm bi cenabê we ra derkevime gereke dîrokî. Ez sînorek ji hevpeyvîna me ra danaynim.  Car carna em ê herne neqeba kulturî, çandî, siyasî, car carna em ê bi kûrayî ya dîrokê ve herin û gellek carna jî em ê li ser rewþa ku îro gel û welat tê de derbaz dibe, guh bidine nêrîn û dîtinên we yên hêja. Lê divêm, pirsa yekem de, belkî pirsekê klasîk bî,.  ji dayîkbûn û zarotî û jîyana we yê dibistanê bikim. Kek Hemreþ, gelek kes  vêga mereq dikin, tu ji kerema xwe ra dikarî  piçek kurtejîyana xwe ji me re þîrove bikî?
 
            -Sipas dikim. Ez dikarim, tenê bi kurtî çend tiþtan bibêjim. Wek ji min ra hatîye gotin, gundekî me hebû, navê xwe Saqo bû. Di vê derê ez hatime dinyayê. Li gor tarîxa ku hatîye timarkirin, resmî yanî fermî yanzdehê didu sî û neh e (11.02. 1939). Lê rastî ne wilo ye. Wekê ku min pirskiriye, dibêjin, ez di dema pale kirina ceh û genim da, ku li ba me di meha hezîranê da ye û bavê min û mêvan li ser ban bûne. Dîyare germ bûye, wê wextê ez hatime dinyayê û xeber dane. Wê þevê jî mêvanekî me hebûye, mêvanekî karmendê dewletê bûye, navê wî Hemdî bûye. Wî xwestîye ku îlahî ku navê wî li min bikin û di edetê Kurdan da jî wuha ye, eger mêvanek hebe wî navê lê dikin. Ji bo wê jî navê min wê wextê bi navê Hemdî hatiye pejirandin. Piþtê wî  gundekî me yê dîn hebû. Em çûne wira û ta ku ez bûme heft salî, em li wî gundê man. Li her du gundên me jî dibistan tune bûn. Ji xwe wê wextê li tu gundêke Kurdistanê dibistan tune bûn. . Her çend gundekî mezin bû jî dîsa dibistan tune bû. Ji ber vî yekê sedem ku ez bikarbim herme dibistanê, pêwîst bû ku ez herime Kolikê.  Ku bi Tirkî jê ra dibêjin Kahta. Kahta, qezayê  Meletyê bû wê çaxê. Yanî bi Meletyê ve girêdayi bû. Naha bi Adiyaman(Semsûr) ve hatîye girêdan. Dibistana bingehîn, pêwîst bû ku em biçûna wê bixwînin. Ew jî bi gelekî dijwarî çêbû. Xalê min hatibû gund. Sedem ku ew li Mersin’ê mezin bibû, bi Tirkî dizanî. Dema xalê min bi Tirkî du gotin kirin, ez revîyam. Min got ew ne xalê min e. Çinkî bi Tirkî dipeyîve. Min jî bi Tirkî qet nedizani. Paþê bi rengekî ez xapandim, min birin Kolikê. Min dest bi xwendinê kir.  Piþtî ku xwendina min ya serate kuta bû, ez çûme, Talas Amerîkan Kolejî. Ku li Keyserî dima. Ev Kolej gelekî meþhûr bû. Wê wextê li Tirkîyê sê kolejên Emeriqî hebûn,  yek Robert Kolejî bû li Stenbol, yek Tersus Kolejî li Tersusê bû û yek jî Talas Amerîkan. Talas, meriv dikare bêje, ji yê Tersusê hîn meþhûrtir bû. Lê tenê qismê navîn hebû, ne lîse. Li wira min du sala xwend.  Me li vir leylî dixwend, yanî þev û roj em li wê diman. Ji derve yê  min,  þagirtên dinê hemû Tirk bûn, ji ber ku tenê zarokên dewlemendan dikarîn, li wé  derê bixwînin, çinkî gelekî giran bû û mesrefê wê zêde bû.
 
            -Yanê, mirov dikare bêje, li gora zarokên Kurdan, piçek hûn biþens bûn, ku hun çone wê kolejê?
           
             Erê..  Belê.. Li wê derê, sedem ku perwerde bi Ýngilîzî bû û mamostayên me jî Emerîkî bûn, Tirkî qedexe kiribûn.  Ji ber ku Tirkî ya min ne Tirkîyekê baþ bû,  Li derva dema em bi Tirkî dipeyivîn, bimin tinazê dikirin. Ji bo wî jî, ez bi Tirkî nedipeyivîm, ez bi Ýnglizî dipeyivîm. Dereca Ýnglîzîya min jî, ji yê gihan baþtir bû, ji ber ku  li hew kirinê, di rabûn û rûniþtinê de jî min bi Inglizî dipeyivî. Welê hat ku sala 53 ez vegeriyam welêt, li wira despêka sala 54 an da dibistana navîn li Kolikê vebû.  Min dibîstana  navîn li wê derê kuta. Piþtê wê, li wira lîse tune bû, ne li Adiyamanê hebû û ne jî li qeza me.  Divîya bû ku ez biçûma bajarekî Tirka. Ya hinekî bi nav û deng  Ýstanbul Erkek Lisesi bû. Wê demê ez çûm Stenbolê. Min Lise li wi ra xwend. Em jî bi þev û roj  lê wé diman. Bi pere bû. Yekemîn car li  wira   ez û welatparêzek rastî hev hatin. Ewa jî tiþtekî gellekî balkêþ e, bila xwendevanên me bizanibin. Kiþandina cixarê qedexe bû li dibistanê. Haþa li hizûr em diçûn, me li tiwaletê   dikþandin. Rojek, di wê demê de dema ez di hindur da bûm, yekî ji yekî re got “Kurdo”. Û gotinên hinekî xirab jî péra got. Ez têgihiþtim ku yekekî Kurd li wê heye. Hema min zû-zû xwe amade kir û ez çûme derva. Wî jî destê xwe diþuþt. Min go : “ Tu Kurd î”? Go : “Erê.” Ew Bahattin Eryilmaz bû.
 
            -Bahattin Eryilmaz ê me yê xelkê Bazîdê?
 
            -Belê. Û  li wir, hema di eynî  demé da em li hev germ bûn. Me hev himbêz kir. Em bûne heval. Ji ber ku em du Kurd tenê li wir hebûn.
 
            -Ez  dibém, Bahattin Eryilmaz  hiqûknas bû, yan na ?
 
            -Belê, belê... Hiqûknas bû. Paþê çû ber rehma Xwedê..
 
            -Xwedê rehma xwe lê ke..
 
            - Piþtî ew jî hate girtin li Diyarbekir, tu nas dikî. Bi  rîya wî da min mecal dît ku ew hevalên welatparêz  li zanîngahén  Stenbolê dixwendin, nasbikim. Dîsa bi rîya Bahattin Eryilmaz min mecal dît ku bi  mezinên Kurdan ra, yén wek Zîya Serefxan, wek Musa Enter nasbikim.
           
           - Gelo, biborin..
 
            - Belê..
 
            - Yekem car tê bîra we, we kengê rehmetîyê Zîya Serefxan û Musa Enter naskir?
 
            - Belê, baþ tê bîra min. Ez dikarim, tarîxa wî jî bêjim.  Meha îlonê sala 1957, ez çûme Stenbolê ji bo dibistana bilind. Dikarim bêjim 15 ê îlonê bû. Ev tiþta dikare bibe dawîya îlonê jî. Min çû, Zîya Serefxan di nivîsgeha wî da (yazîxana)  nizam çi xan digotin, min zîyaret kir...Heta ez dikarim bêjim, ew pirtûkên li ser Kurdan yên tarîxî, (ku veþartibûn) min cara yekemîn li ba Zîya Serefxan dît. Ewana dîtin û min li wira bi dizî  jî xwend. Da min, min xwend û dîsa da wî. Dûra jî min kek Musa Enter naskir. Û Yavuz Çamlibel, Medet Serhad (paþnavê xwe wî çaxê Loþ bû, çû rehmetê, Xwedê rehma xwe lê ke.)  Elî Yaþar û gelek kesên ku li zanîngehê dixwendin. Tabî ewana birayên me yên mezin bûn, em hîn xort bûn, me dibistana bilind(lise) dixwend, wana zanîngehê da dixwendin.
 
            Beþa duwem:
           
 
          Welatparêzî bi hizkirin hatibî hevirkirin”
            
           
          -  Biborin, pirseke piçûk.. Dema meriv wê demê û vê demê bînê berçev,  ew birayên me yên mezin,  ku we behsa wan kir, wek Zîya Serefxan, Apê Musa, Medet  Serhat û yên din, ji we mezintir bûn. Ku mirov pêwendîyên îro û yên wê demê miqayese bike, ferqéke çawa dibîne ?
 
            -Belê ev tiþt xalekî giring e. Ez dikarim bibêjim. Heya sala 59 ku 49 kes hatin girtin, ta vî gavê, her çend bîr û bawerîyén cewaz hebûn, cuda hebûn jî, tu cara ew germî di nav me da sar nebû. Yanê ku me seetekî hevdu nedîta, piþtî du seeta me hevdu bidîta, me dîsa himbêzê xwe ji hev ra dibir, me hevdu maç dikir, me hevdu gelekî hezdikir. Û em biçûk jî bûn li gorî wana, lê wekê ku em di salên wan da bûn, bi wî rengê me hevdu himbéz dikir, wek heval me mil didan hevdu. Ne em bêjin wan ew qas pozê xwe bilind bikrana, xwe dûrê me ve bidana.. Na.. Bi rengek wana xwe çiçûk dikir, danîn tala me, bi mera dikarîn bipeyîvin. Ya duwemîn, ew rikdarî tunebû di maybenê da, hesûdî tunebû. Ji ber ku em gelekî kêm bûn, em gelekî bi hev re hatibûn girêdan. Paþê jî belkî em bibêjin, eger li ser daxwaza wan hevalan nebûya, çima min li Stenbolê xwendina xwe, imtihana xwe  dabû, min hiqûk bi dereceyekî gelek baþ qezenç kiribû, ez sêhemîn bûm di nav hezaran da ku karibûm imtihanê bidim.  Min ew berda, ez çûm Enqerê. Hiqûk li Enqerê bixwînim. Ew li ser daxwaza wan heval û hogiran bû. Tu rêxistin tune bû, tu partî tune bû ji em bi hevra diþewîryan. Wé demé hevalan di cihde dît, gotin yanî, rewþa te ji ya me baþtir e, rewþa te yê maddî, tu  dikarî herî wir, ger ku tu dixwazî. Min got : “Ser seran ser çavan” û ez çom.
           
            Di aliyê din da, ez dikarim bibêjim, ew qas tirs jî tune bû. Yanê her gav, em xwendekarên dibistana bilind bûn yanê, ne yên zanîngehê bûn. Lé çiqas, em bêjin, organên dewletê dû me diketin, ne xema me bû, me guh nedida yê, me hezdikir em hinekî bi  cesaretekê medenî dijîn. Ji ber ku  bi rastî xwendekarén Kurd kêmbûn. Yên heyî jî, cesaretê medenî tune bû. Nedikarîn, berxwe bidin. Di aliyê axaftinê da, di aliyê gengeþî kirina da daxwazên xwe da. Me dixwest em  wek nimûne bikin, ku yên din jî cesaretê ji wî tiþtî bigrin ku bikaribin ewana jî zêdetir nêzîkbibin. Ji ber ku wê wextê Tirk hebûn, ku te bigota “ez Kurd im”, wan bawer dikirin ku tu dîn î. Demek waha da em dijîyan. Û nimûne jî hebûn, wexta sala 59 an ku girtin çêbû, (tenê 49 na, 51 yek kes hatin girtin. Yek çû rehmetê, yê din pêwîst nedikir). Li hemû Kurdistanê ku  wê wextê nezîkê 12 mîlyon hebûn (naha 20 mîlyon zêdetir hene). Tu bikaribî 49 kesan kom bikî.. Wek tu jî dizanî ku Celal Bayar dixwest bi kêmanî hezar kesê bide kuþtin, ku bibe nimûne, nedîtin, bêje “ez Kurd im”, tune bû. Tarîyekî reþ û tarî hatibû li ser Kurdistanê, heta sala 65 an jî, dizanî, qedexe bû ku bîyanî biçin Kurdistanê. 65 an þunda rakirin ew biryara. Ji ber vê yekê, ez dikarim bêjim, di wê demê da, ew hezkirina ku di nav Kurdan da hevdu ra hebû, îro bîr û
            Bawerîyên cewaz wan kirîye wek dijminên hev.
          
            Wê wexta ew bîr û bawerîyên cewaz, tam tersê îro bûn. Em ji hev hîn dibûn, me ji hev hizdikir yanî. Baþî em belkî bêne ser. Ew Bariþ   Dunyasi û Yön Dergisi de me bi zanêyî þerê hevdû dikir, ku di em bêjin di çapemenîya Tirkîyê da tenê çêra Kurdan bikin, navê Kurdan û mesela Kurdan werin nivîsandin. Mesela, Kek Musa Anter di Bariþ Dunyasi da dinivîsand. Bi xwe, eslê xwe da navê wî çep derketibû. Lê ême, em ne çep bûn. Hinek ji me di Yön Dergisi da dinivîsandin.
 
            -  Bariþ Dunyasi, (yanî Cîhana Aþitîyê) ku Ahmed Hamdi Baþar derdixist. Û em dikarin bêjin wek dîtinekî dunyevi dîtinekê rast bû, lîberal bû, nêzîkê lîberalîzmê bû. Di cenahekê dî da jî Doðan Avcioðlu ku kovara Yön derdixist, qismek xortên Kurdan di vî cenahî da, qismekê din jî di cenahê din da bûn. Ev jî rastîyeke me yê dîrokî ye. Bi kurtî em dikarin vê encamê derxin ji bersîva we: Em bêjin wê demê, evîn bi hêz bû û hêz bûna biratîyê bi evînê hatibû hevîr kirin. Îro êþ û azarê kû em dikþînin, ji derdê bê evînîyê ye, gelo ?
 
           - Welatparezîyek hebû, ji dil û can. Bi hizkiriné hatibû xemlandin.
 
            - Welatparêzîyekê germ û bi evîn, zexim û bi hêz bû, yanî ?
 
           - Carcaran ez vê gotina welatparêzîyê þaþ dibînim. Ez ji gelê xwe hez dikim. Wê demê gelparêz bûn em. Bi rastî jî ku em bêjin, welat ji xwe li cîyê xwe ma bû. Parçe bibû, lê li cîyê xwe ma bû. Lê gel dihata êþandin. Me ji kultira xwe hez dikir, me ji rabûn û rûniþtina miletê xwe hez dikir. Ew ferqina me giþt didîtin. Ew hezkirin hebû. Ji bo wî, tiþtên dî ji bo me tiþtên duhemîn, yên sêhemîn bûn, nedihatin bîra me.
 
            -  Wê demê guhartinên ku li Tirkîyê peyda dibûn di nava hêzên çep û hêzên rast de,  çi qas bandora xwe li ser xortên Kurdan hebûn? Êdî di nava xortên Kurdan da jî rex kifþ bibûn? Yanî  ev cep e, ev rast e.. dahata gotin ?
 
            - Ew, piþtî sala þêstî peyda bû, piþtê ku esker hate ser hukim. 27 ê Gulanê þun da. Ew zagonekî bingehîn nû anîn. Bi wé zagoné, bi kêmanî ji bo perê çep jî mecal peyda bûn. Wê wextê Partîya Karkerên  Tirkîyê , (TÝP) hate damezrandin. Ez dikarim bêjim,  wê partîyê bandoreke baþ ji bo Kurda peyda kir. Cesareta medenî ya Kurda zéde bû. Di bin þemsîya wê partîyê da Kurd karîn mesela Kurd bînin ziman. Wek tu jî dizanî, sala 71, ew partî ji bo wê yekê hate girtin. Yekemîn cara di kongra xwe da bi fermî got: “ li Tirkîyê Kurd hene”. Tenê ji bo wî gotinê TÝP hate girtin.
 
-Her wek we jî got, ew rastîyek e. Lê civata Kurd, civatekî ku red û înkar, û ji bîr kirin tê da her car heye. Civatekê wusa ye. Ez dikarim bêjim, qasî ku min dîtiye,  gellek caran jî ewên ku di wî demê de, di wan mercan da, di nav refên TÝP’é da xebitîne, wek cûrumdar hatine dîtin. Wê demê TIP di bin serokatîya Behice Boran da kar dikir û gelek xwendevan û rewþenbîrên Kurdan jî di nava vî partîyê da cîh girtin. Ew rastiyeke ku we jî anî holê.  Di rîya wê partiyê da Kurd hinek bûn xwedan cesaret û karîbûne hinek dor û alîyên xwe  nas bikin û tevgera Kurdî bi rengekî demoqratîk þîrove bikin.
 
 Divêm li vir derbazê babeteke dîn bibim.  Ji ber ku gellek niqtekî giring û dîrokî ye.    Bûyera çil û neha.. Gelek kes li ser vî bûyerê nivîsandine. Gelek biraderan li ser vî nêrîn û dîtinên xwe nivisandine. Heya ew kesên ku vê bûyerê jîyane, di nav de bûne, hinek ji wan jî  dîtinên xwe nivisandine. Ji bo wî, ku hun bi kurtî bêjin, li gor we bûyera çil û nehan çî ye?
 
           - Li gor bîr û bawerîya min, wek min despêkê da jî got, organên dewletê tim û tim li  dû me bûn. Ew  kesên ku xwedan hestên niþtimanî bûn tim û tim ji alîyê dezgehên dewletê va dahatin teqîp kirin..  Bi taybetî ez dikarim bêjim, zêdetir li dû me bûn jî, wekê em xort bûn, em diçûn universitê, me wan hevalana ditîtin. Ew hebekî din bala wan pir dikþand. Lê hatina rehmetî Serok Berzanî, vegera wî li Sovyetê, ew tiþta li ser Tirkîyê tesîrekê gellek mezin kir. Tirsek kete nav wan.
 
-    Sal çend bû, ezbenî, wê demê ?
 
-         Sal 1958 bû. Tesîrek gelek mezin kir. Û li ser Kurdan jî bandora xwe nîþan da.. Dewleta Tirk jî gellek tirsîya. Ewa yek. Kuþtina qiralê Îraqê, derketina Îraqê ji pexta Bexdat. Tu dizanî, bi vegera Berzanî rewþeke taybetî hate holê. Ew her du bûyer jî gelekî tirs xistin hundirê dewleta Tirk. Wana xwestin ku berî welatparêzî di nava Kurdan da þîn bibe, gur bibe, gotin em nimûneyekê bi kar bînin, bi kuþtinekê çavên wan carekî din bitirsînin. Wek caran dîsa tevgera welatparêz bitemrînin. Û wek nûmune kesên li ber çav hebûn. Yekê wek mîna Zîya Þerefxan ku ji malbata Þerefxanîyan hatibû. Yek mîna wî bikujin, wê tesirekî mezin nîþan bida ra. Yan jî Musa Anter û gellek kesên xwendekar. Li gor wan wê demê, wê çavên xelqê bitirsîya. Ev ji ber vî bûyerê esasen çêbû. Gotin,ev kes nebin,  belkî hêdî-hêdî  nikarin pir tiþt ava bikin. Û di wê dema da,  jî ev hatine nivîsandîn jî.  Wê demê kovarek bi navê Forum hebû. Li ser kurdan jî gelek nivîs di  kovarê da derdiketin. Form, jî bi nivîsandibû Qasim, xwarzîyê Kurdan e.Sedem vî li sere mesela Kurdan disekinê. Mela Mistefa jî ji bo vê yekê Sovyet anî ku mafên Kurdan bidin. Ev gotin bandora xwe li ser me jî dikir. Em diketin binê wî bandorê. Bandor, hêþyarî ya gel bi xwe ra tanî. Lê  Dewleta Tirk pir ditirsî. Ev tirs. Hêz û cesareta me zêdetir dikir.
 
          - Çawan ku politîka Dewleta Tirk ya klasîk,  di her Bûyerîda  rayedarên wan her car dibêjin, ji derve ve hinek kes tilya xwe dixin nav þixlên me. Ez di wî bawerîyê da me, ku wê demê jî tirs û xoveke wusa hebû ye. Ne ku Kurd di wî demê da bi hêz bûn û xwedan rêxistin bûn û tevgera Kurd ber bi pêþ diçû. Gelo wê demê jî bûyera 49’an bý vî rengî dahata nirxandin?    
 
           -Ez bawer dikim wê gavê bi tenê çavtirsandin bû. Wek îro klasîk dibêjin ji derve hatine, nizam çi dikin, tiþtê waha tune bûn. Digotin, mesele, destê derva tê da heye, lê zef li ser wê nedisekinîn. Wana xwest ku çev bitirsînin. Li wir Menderes rolek dileyst. Yanê Menderes li dijê wî bû ku ev qas Kurd werin kuþtin. Gotin em çend kesan bikujin. Lê Celal Bayar na. Wek berê. Dixwest serê Kurdan biþkêne. Lê li Kurdistana bakûr, eger ji þêstan derbas kî, dibînî ewa çend mehan sala 59’an bû. Di 65’an ancax, dikarî Partîya Demokrata Kurdistan li Tirkîyê damezrandin. Çi qas sal navberê da hene. Ji bo wê jî ew gotina te rast e: Xeterîyek ew qas mezin tune bû. Ewan dixwest wek nimûne di despêkê da vemirînin vî tiþtî.
 
           -Belê, we qeyda xwe li zangoya Stenbolê hiqûqê. Piþtê wî hûn çûne Enqerê. Gelo sebebekî xuyayî hebû ji bo çûna we yê Enqerê?
 
            -Belê. Wê gavê danûstandinê me li gel hevalên Enqerê ne ew qas têkûz bû. Ji ber ku rêxistin tune bû. Kek Mûsa diçû Enqerê li gel wan rûdiniþt, dihat, ji me ra behsa wan dikir. Me wan nas nedikir wî çaxî. Mesela Kek Nacî Kutlay hebû û yê dîn hebûn. Em bêjin Saît Kirmizitoprak hebû (Doktor Þivan). Bi destê Tirkan, xwestin di nav xwendekarên Kurd da dûbendîyê çekin, di nav Sûnî û Elewîyan da. Ji ber vê jî hevalan gotin; pêwîste hinek kes ji me biçin Enqerê, bikevine nava xwendekaran û vî tîþtî zelal bikin, baþtir dibe. Ji bo ku zehmeta zêdetir, ji bo welatparêzîyê li Istenbolê çêbû ye, li Enqerê di nav xwendevananda welatparêz hindik bûn.
           
            Hevalan pêþnîyar kirin. Min go, ez dikarim. Ez çûm. Ku ez bêjim min hemû tiþtan çareser kir, ne raste. Lê çî ji min hat min kir. Tabî ew hevalên wir, xebatên gelek baþ kirin, divê babetê da. Ji ber ku di nav hevalanda dost û hevalên me yên Elevî jî hebûn. Weka minak; Dr. Þivan. Wî jî wê demê xwe gelek êþand. Heya min û wî baþ hev fêmnedikir, ew zaza bû. Paþî kurmancî fer bû. Em bi tirkî bi hevra dipeyîvîn. Lê em bi hevra diçûn civînan. Hinek alîkarî çebûn. Piþtî hêdî-hêdî ew tiþt rabûn. Tenê casusên Tirkan hebûn, di nav Sûnîyan da jî, di nav Elevîyan da jî. Yên welatparêz dîsa gîhîþtine hev. Sedem ev bû, wek dîn tu sebeb tunebûn.
          
 
           -Emê paþî bêne ser mesela Dr. Þivan û Seid Elçî jî. Çinkî ev bûyer gelek giringe. Lê ez divêm, em gav bi gav herin. We li Tirkîyê hiquq neqedand, piþtî hun derketine derveyê welat. Bi çî armancî, çawa û bi kîjan rê ?
 
 
           -Sedema derketina min ya derveyê welat ya yekemîn; wê demê li Kurdistan Baþûr þoreþ hebû. Li Evrupa jî dengê wan “Komela Xwendekaranê Kurd” bû. Dengê þoreþê vê komeleyê digahanda reyagiþtî. Di nav Komeleya Xwendekarên Kurd da kurdên Kurdistana Sûrî, Iraq û Îran hebûn. Kes ji Kurdistana Bakur tine bû. Kî hebû? Kek Dr. Necîp Xafa. Ku ewî jî demek li Tirkîyê xwendi bû. Kurdê Baþûr bû. Ewî carcaran dikarîya ji xelkê ra behsa Kurdistana Tirkîyê bike. Mesela Kurdên Bakur ji hevalên xwe ra bêjê. Lê Komele bi xwe jî girêdayî sîyasete Kurdistana Baþûr bû. Ji ber vî nedikarî ew meseleyên ku li Kurdistana bakur dibin bine ziman û bigîhîne reyagiþtî. Meseleyê jî nedizanîn bi rastî, sedem ku ne xelqê wê bûn. Me pir diva ku yek yan jî çend kesek hebin, li Evrupa bikevin nav Komelê. Ewana jî derd û kûlên Kurdistana Bakur  bînine ziman. Ev sedemê yekem bû. Di alîyê dîn da jî, îdî rewþ jî li me teng bibû. Em vî jî bibêjin; bila miletê me bizanibî, ne ku tenê ji bo wê sedemê bû. Girtina me nêzîk bibû. Wek tê zanîn, piþtî ez derketim, 20-30 kes hatinê girtin. Ewana jî giþt hevalên me bûn û ji her çar parçên  Kurdistanê girtin hebûn. Ji ber vê yekê ku pêþnîyar hat, ka çawa bikin ku yek biçî derveyê welat. Wê demê rehmetîyê Kamûran Bedir-xan jî bi rîya Mezîyet Xanimê, ku xwîþka wî bû, li Istenbolê dima û xwedîyê “Çinar Otêl”ê bûn. Bi Musa Enter ra pêwêndî danî bû. Wî jî diva ku çend kes ji Kurdistana Bakur herine Evrupa. Heta wê demê gotibû eger pênç kes verin, ez dikarim ji wan ra bûrs jî bistînim. Lê paþî rast derneket.Hatin ji min ra gotin; tu çî dibêjî? Min go eger hun dixwazin ez amademe, ez dikarim dev ji xwendinê berdim. Ya rastî kek Bedirxan ew tiþtên welatparêzî ku ket dilê me , ji wî þunda ji bo me xwendin-mendin, meqam, ya tiþteke dîn ne giring bû. Esas mesele ew bû ku em çawa xizmetek bikin. Ji ber vî min dev ji xwendinê berda, bê ku ez li ber xwe bikevim. Min dev ji hiquqê berda, min go ezê biçime Evrupa, ezê bixwînim û karê welatparêzî jî bikim.
 
             -We di sinifa çendî da dev ji hiquqê berda?
 
        - Min ya didûya qedandi bû, ezê biketama ya sisîya. Sala 1961 ez çûme wira. Ketim sinifa yeka. Destpêka 1963 ya ez ji wê derketim. Sedem vî ez derketime Evrupa. Me dev jê berda. Yanî min nikaribû xwendina hiquqê bi dawî binim.
 
 
         - Qasî ku ez agahdarim, dema ku hun li zanîngahê xwendevan bûne pir aktîf bûne. Xebata ve ya aktîf bala rayadaran jî kiþandîye. Derketina we wusa hêsa bû?
 
 
           -Berî wê divêm ez li ser noqteyekî bisekinim. Ew çûna min ya Enqerê, ew xebata me li wir kirîye, ku paþî me dev jê berda . Li vê derê gelekî þandîyên Kurdistanê jî hebûn. Parlementerên Kurd hebûn û merivê min bûn yek  apê min bû, pismamê me tê da hebûn. Ne dikarîn mesela Kurda, yanî jî bi kêmanî ew paþdamayîne. Ji ber wê yekê wê demê me digot; “Rojhelat”. Me ne digot Kurdistan. Wextê ku me dinivsand jî, wextê em dipeyvîyan jî me digot “Rojhelat”. Ji bo yî wî min li dijê wan parlementeran  di rojnameyên Tirkîyê da gelek nivîsan nivisand. Babetên nivîsên min li sere Rojhelat yanî Kurdistan bû. Min digot ji bo çî hun meselê li parlementoyê naynine ziman, li wê derê çî iþê we heye? Min di mercên ew rojde gelek bi hiþkî nivisandi bû. Heta min di wirda dawîyê le anî bû, min gotibû, yanî me Kurda  wextê ku dibin me li darxin, misalek heye; dibejin daxwaza te ya dawî çîye? Em dibêjin, “bila benê min sor bin”. Min vê gotinê sedem ku Kurd ji ala xwe pir hizdikin,  bi kar anî bû. Lê Tirka nizanî bû ji bo çî dibêjim. Ji wan weye ku ala wan jî sor sedem wî ez dibêjim.
           
 
            Paþî pê hisîyan ku ne wîlo ye. Ji ber ku li ser heq û heqîketê min hinek gotarên dîn jî nivisandin, mabesta min eþkere bû ku ez çî dixawazim. Çawa min berê ji dîyar kiri bû  pewîste bêjim ev balkêþandin li Stenbolê destpê kir.        
            Ji te ra bûyereke piçuk bejim. Min li vir roja wî jî nivsandîye. Ez û Baha (Bahattin Eryilmaz)em çûne sînemayê.Me bihevra tu car bi Tirkî nedipeyîvî. Yanî em her gav bi Kurdî dipeyîvîn. Dema em çûne sînemayê yekê dergevan li bver derî rûniþti bû. Li biledan mêze dikir û berdida hindir. Dît ku em bi Kurdî kisedikin, rabû qîr kir. Go; vir Kurdistane ku hun wilo kýsedikin. Ez jî hinek hêrsbûm, min go; vira jî Kurdistane û emê jî bi Kurdî bipeyîvin.Paþî þer destpêkir. Xwest li me xe. Hinek kes ketin navbeyna me. Gotin ev pravaktore, ev MÝT e. Bi aqil bin, dixwaze provakasyon çêke, ku tiþtek bine serê we. Xuya bû ku dergevan MÝT e Tirka bû. Ji wê destpêkirî bû û devam dikir. Tabî ku ev tiþtên han jî hatin nivîsîn. Yanî dewleta Tirk tucar nedixwest Kurd bikarbin gotaran binivîsin. Kurd bikaribin derden xwe di rojnamanda yan jî di çapemenîyê  Tirkîyê da þîrove bikin. Ji bo wê jî ewana hinek aciz dibûn.Ew kowara Yön, Bariþ Dünyasi ji wan aciz dikir. Mesela ku Dicle-Firat derket, kêm kesî diwêrî bikirîyan. Ez dikarim bejim, hinek pereyê min hebûn, min diçû sed hebî dikiriya, dikir bin çengê xwe, wextê ku ji universitê, ji derzxanan xwendevan derdiketin, ez diçûm, sere her maseyek min yekî datanî û ez derdiketima derve. Xwendevan diçûn, diketin hindir, didîtan ku li ber hemûyan Dicle-Firat heye. Yani tiþtên wuha bala kesan dikiþand.a.
 
                                                                                                                  (Wê dom bike.)

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org