|
DENGÊ
BÊDENGAN
Bedirxan Epözdemir
Dema
ku di civatêk da yan jî di welatêk da, mij û moran, tirs û xof xetma
xwe li jîyanê dixe, teda û zordarî wek tiþteke xwezayî tê xuya kirin;
Wê
demê, pélén þowenizmé digêhjine menzîla herê bilind. Kuþtin
û lêdan, dek û dolap di riya refleksên milî da
rewa têne dîtin. Þer,
dibî perçeyek ji jîyana rojane. Linç,
bi her cûre bandora xwe, di her warî da dide xuyakirin. Þik
û guman, bi xwe ra sixuran di efrînin. Wê
demê insan bi tirs û þik temaþa hev dikin. Civat
bi tevayî tê zept û rept kirin. Bêdengî
çar alî digrê. Çevên
meriv li aþtîxwazan, li parazêrên mafên mirovan digerin. Evên
ku borî ya bêhn û wijdana civakê têne zanîn, pêþverû, demokrat û
rewþenbîrin. Civat
bendeware ku erkên xwe bînine cîh. Lê
mixabin gelek caran bêdengin û tavizîn e. Dema
civat bi yek reng û bi yek deng xemilî, Dema
pêwîstîyên rojane ji alîyên van kes û hêzan va pêkneyên; Ev
rewþa ha, bi xwe ra bêhêvîyê tînê. Di
rewþên wuha da gelek caran hinek kes derdikevine hole. Ku
kes lêvîya dengê wan nîne, Lê
di wê dema tarî da ku çirûskek belav dikin, Dibine
hêvî û ronahîya civatê. Wek
birêz Bûlent Ersoy. Hunermenda
bi nav û deng wek vate ya navê xwe dengeke berz derxist; “Temam,
bila welat perçe nebî, nizam çawa nebî. Lê bila dayîk bînine dinê û
li ber çevan bidine axê, ev çîye?” Wek
hunermendek ji xwe bilind bû. Go;
Bila dayik negrin, zarok nemrin. Di
nav refên gelda bilintir bû. Ew
ne dayike û nikarê bibî dayik jî. “Zarokek
çîye, ez wek we nizanim. Sedem ku ez ne dayikim û nabim jî” Lê
bû peyîvdarê hemû dayikan. Ew
dema ku bayê þer li her derê
welat didome,pêwîstî bi dengeke aza û dilêr hebû. “Ji
bo þerê hinêkan, ew zarokê ku min anîye dinê, ez binax nakim” Birêz
Ersoy hemû xeteran himbêz kir, bû xwedanê rûmeta herê bilind. Di
vê civate da insanên wuha dilêr kêmin. Ji
gotina xwe nahate xwarê û poþmanî niþan neda; “Di
þûna mirinê da min go, piþkaftin. Ke min þaþî kir? Ez bûme dengê bêdengî
ye. Ez ne poþmanim û naguhrim.” Belê,
go bila zarok nemrin, bila tevkuþtin çênebin. Þer
redkir, di demeke wusa da ku þerperest çar alî girtine. Di
demeke wusa da ku dengê egîtên erzan erd û ezman dihejîne. Got;
“Ez gotinên erzan na bêjim. Gotinên klasik na ecbînim. Ez dibêjim, em
guh bidine bindestan, çareserîyek bibînin.” Bi
gotin û sekna xwe, bû remza aþîtî û egîtî yê. Bû
dersdar û þêwirmendek ji bo aþtîxwaz, rewþenbîr û hunermendan ra. “Vatenîyên
hunermend û rewþenbîran ronahîkirina gel e.” Hunermendîtî
ya rasteqînî þîrove kir; “Ez
ne hunermendekî ku tenê li ser dikê gerdana xwe biþkênim, kilama
bejim û bileyzim . Ez dîtin û rastîyên xwe sedem ku rîya gel ronahî
dikin pêþkêþ dikim û ezê vê pêþkêþ kirinê bidomînim.” Bûlend
Xanim bi rastî jî wek navê xwe bilind derket. Dengê
we bû dengê bêdengan. Bu
moral ji bo civata bindestan. “Eger
ku di þûna mirinê da pêþnîyara çareser kirinê cirim bî bila hama
min darde kin. Ku min rastîyê goti bî bila min perû û payebilind
bikin”. Ez
þerxwazan nizanim, lê þika min tune hunermenda hêja! Wê
dirok xelata herê bilind bide te Rîya
te vekirî bî dengê bêdengan.
28.02.2008 epozdemir1@zonnet.nl
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org