Roja
12 Adarê 2005 li Stenbolê , li hewþa DEHAP ya Baðcilar, ji bo
salvegera koç kirina duyem û yekem xelata Zimanê Kurdî ya bi
navê zimanzan Feqî Huseyn, ji aliye Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
va civînek hate lidarxistin. Di civînê da nezikî dused kes bêþdar
bûn. Civîn bi axaftina serokê enstîtuyê Þefik Beyaz
vebû. Di civînê da xanima nemir Mamosta Feqî Huseyn,
Rabia xanim û kûrê wî Ferhad Saðniç jî bixêrhatin dane mêvanan
û sipasîyên xwe pêþkêþî bêþdaran kirin. Hinek dost û
hevalên Mamosta Feqî Huseyn li ser jîyana wî axifîn. Xelata
isal, (ku cara yekemîn hate dayîn) ya Zimanê Kurdî bi navê
Feqî Huseyn, þagirtê wî Zana Farqînî bi xebata xwe ya
Ferhenga Kurdî-Tirkî, Ferhenga Tirkî-Kurdî ji destê Mela Ýsmet
û Þefik Beyaz girt. Her wuha Zana Farqînî jî bi axaftina xwe
sipasiyên xwe diyar kir. Divê civînê da ez jî amade bûm. Min
jî vê gotara jêr pêþkêþ kir.
Hêjayan,
Xwîþk
û Birayên delal,
Divêm,
di serî da silaveke germ yê ji kûrayî ya dil pêþkêþê we
ezîzan bikim.
Ku ez bi
rastî bêjim, ji min ra þanazîyeke
pir paye bilinde ku ez îro di nav
we dost û hogirên birêz da me û di vê roja pîrozda
dikarim, li gel we biaxifim. Bizanin ku ev rewþ, þewq û
heyecaneke paye bilind dide min.
Heger
hun bi rastî ji min pirsbikin, ez navêm li ser jiyana Mamosta
Feqî Huseyn bi rengeke kilasik rawestim. Çinkî dema ku em bi
renkeke kilasik li ser jîyana hêja û rewþenbîrên Kurda
rawestin, em nikarin pirs û pirsegirikên xwe çareser
bikin. Sedem ku jiyan û tekoþîna
Tekoþêr û Rewþenbîrên Kurda li gor Tekoþêr û Rewþenbîrên
Cîhanê elalade jîyanek nîne. Jîyana yên me kambaxîyeke pir
mezine. Çinkî dîroka Kurda, dîroka trajedîyan ne. Di van
trajedîyan da barê herêgiran li ser piþta wan bûye, eza û
cefa yê herêgiran rewþenbîr û ronakbîrên
me kiþandine. Mixabin qedera hemûyan wek hev bûye; tineyî,
bêkesî û belengazî... Û di dawîyê da yan li quncikeke mala xwe, yan
jî li goþeyeke nexweþxanê da, bêselav û bêxatir, di nav
teneyî û bêdengîyê da koçkirine û çone.
Tiþteke
taybetî heye, di dîroka gelan da, ku gelên cîhanê vî ji xwe
ra xistine hîmeke sereke û tucar peþîya vî bernedane. Pewîste
Kurd jî dev ji vî hîmê
sereke bernedin. Ew civata ku xwedî li rewþenbîr
û nivîskarên xwe dernekeve, ew civata ku ala ronakbîrîyê tim
bilind neke, ew civat nikare rojên ronahî ji weleta xwe ra jî
bine.Ew civata ku hêjayên xwe bîr neynê, yan jî wan ji bîr
bike, bide alîyek, ew kes yan jî ew rexistin nikarin, civateke
azad û demoqrat damezrînin.
Wêga ez
baþ dizanim, ku Feqî Huseyn sax bûya. Yan jî ji bo demek, ji
bo pênç deqîqan serî xwe hilda û fekirîya me, wê li ser vê
civînê ji te ji me ra niqteyên balakêþ bi gota.;
Yekem tê
bi gota; Dev ji pesin,metih û fortan berdin. Pesnên min nedin. Çinkî
pêwîstîya kesên kesayet têr û tijî bi pesin û metha tune.
Ew bi xebat û kirinên xwe kubar û ser bilindin.
Þik
tune bî wê me gotarvanan û we guhdaran jî rexne bikra. Wê
bi gota; te vê bêjeyê þaþ bý kar anî, vê gotinê xelet go,
pêwîst bû te wuha-wuha bi gotî ya. Lewra çawa hun jî dizanin
Feqî Huseyn di warê zimanda pir hesas bû.
Wê niqteyeke dî jî bi got. Çawa dema dî em jî bûne govan. Ev jî mesela teknîkî ye. Ewî di got, ku meseleyên teknîkî hal bibin, wê gelek tiþtên dîn jî hal bibin.
Û bêguman
tim her tim tiþteke gelek giring jî di got; Ku Kurd bikarbin, bi
hevra dan û sitandineke xweþ bikin, di nav xweþî û baþîyê
da bin, ji hev hiz bikin, dubendî û dijîyatî ya hev nekin, wê
deme tê ber bi dewlet bûnê va herin.
Ku hun
kerem niþan bidin min
wek birayeke xwe bibejrînin, min pewîst dît ez ji ve ra van xalên
jor bêjim. Dîsa bi icaze we divêm
çend gotinên dîn jî bejim;
Eger
ku hun ji hêjayên Kurd ji
Mamosta Feqî Huseyn hizdikin, yan jî wan divên, ji derveyê
gotinan di rêça wan da bimeþin, armanca wan ya pîroz bibejrînin
û jîyana wan ji xwe ra û ji malbata xwe ra bixine sembol.
Xelata herê mezin ev ji wan ra.
Dema
em qedir û qimet bidine zimanê xwe, ku em nasnama xwe ji bîr
nekin, ku em hêza xwe xurt bikin, milên xwe bidin hev, em bi
çî rengî, bi çî dengî dibin bila bibin, bi hesteke netewî
em yekîtîya Kurd da bixwezin û vê yekîtîyê silav
bikin; wê demê wê Mamê Feqî û gelek Mamê Feqî yên di gora
xwe bi aramî razên. Wê demê hestîyên wan jan nadin. Wê demê
heqê me jî heye ku em bi wan serbilind bin û wan bi gurur silav
bikin.
Biborin,
ez navêm dema ve zêde hildim. Lê ji bo min meseleyeke dî jî
heye, ku li cem min pir giringe. Îro li vir axaftvanên dîn li
gor min êdî azadin. Þaþ neyê fêm kirin, lê Mamê FeqL hinek
azadîyin ji min sitandî ye. Wek hun jî dizanin, Feqî Huseyn
xezurê min bû. Li civata me ji xezurtî û zawatîyê zêdetir
me wek du dost û hogiran nas dikir. Du rêwengîyê rîya dûr û
dirêj bûn em ji hevra.
Ku meriv
ji malbatek bî, yan jî, ji dor û alîyek bî û meriv di
civateke baþvemayî da bîjî, di gelek mijarada azad kise kirin
hêsa nîne. Belkî meriv þaþ bê fêm kirin. Lê ez divêm iro
piêk azad kise bikim. Yanî xezurtîyê deynime alîyek, çend
gotinan bêjim.
Min
ji Mamosta Feqî çî fêm kir, ew kî bû ?
Ku meriv
bêjê, Feqî di filan tarîxî da, li filan cîh hate dinê, wuha
kir, dûr û dirêj bi
rengeke kilasîk jîyana wî þîrove bike , meriv nikarê
bigêhje hinek encaman.
Feqî
Huseyn, numuneyeke pir balakêþe di dîroka rewþenbîrî ya
Kurda da.
Ew bûye
pirek di navbeyna medresê û dibistanê da.
Mamosta
Feqî Huseyn, doh anîye bi îro va girêda ye.
Ku çawa
tê zanîn, rola medresêyîyan di dîroka Kurd û Kurdistanê da
bi taybetî di warê çand, ziman û wêjeyê da pir-pir giranbûha
ye. Pêwîste Kurd vî jî jibîr nekin. Lê ez divêm bi vê bûyînê
li vir ez tiþtêk vekirî bejim. Ev eynî wext wek dibîstanîyek
xwe rexnekirina mine jî. Me qedir û qîmeta
rewþenbîrên xwe yên medresî nizanîye. Ew îdeolojîya
teng û hiþk bi salan me di nava serhiþkîyê da gevzandî ye.
Sedem vî jî me rûmeta van hêjayan nizanî ye. Ev kêmasîyek bûye
ji me ra.
Îro
Kurdayetî gelek tiþt deyîndarê medresê ye. Medresîyan,
hestên netewî dane piþta xwe, xwe bi ziman, çand, edebîyat û
tekoþîna me bar kirine, bê westan vî barê giran anîne gihîþtandine
dibistanîyên me. Dibistanîyên me jî van taybetîyên me yên
netewî bi zanistî hevîr kirine û anîne danîne ber me, ku em
jî ji wan xwarineke xweþ çêkin. Veca li ser me vacibe ku em vê
xwarina xweþ neþawtînin, agirê wê baþ eyar bikin û temêkê
xweþ jê hilînin. Û malavayî bidine her du alîyan jî.
Dema me
van pêk anî, kêfa me ji pir dengî û pir rengîyê ra hat,
me tebata hev kir, qet þik û gumana min tune, wê demê wê Kurd
azad bibin, bigehjine civateke wekhev û demoqrat. Ez divê bawerîyê
da me, tê wê demê Kurd þad û bextîyar bin.
Qasî
ku min ji zimanzan Feqî Huseyn fêmkir, keseyeta wî têr û tijî
bû. Kêfa wî qet ji “ simsar”ra nedihat û derdê wî yê
xwe nîþandan û pesindanê tine bû.
Carna
binavê rexneyê hinek ku ji wan ra jî cuwamêr tê gotin, lê reþ
dikirin. Lê di umura wî da nebû, tenezûlê bersivê ji ne
dikir. Çinkî gihiþti bû wê encamê ku rexne, metih kirin î
reþ kirin nîne. Sed mixabin ku hêja jî wek dezgeh di nav
Kurdan da rexne û rexnegirî,bi rengeke zanistî rûneniþtî ye.
Þik tuneye ku êþ û azarên me jî hinek ji vê valeyî yê tê.
Ýro
çî di warê sîyasî da, çî di warê edebî da tiþten ku
bi navê rexneyê têne kirin sosreteke mezine û eleqa wî bi
rexnê wa tune ye. Rexne gerek xwedan pêþnîyar û proje bî. Ku
tu rabî pesnê yekî bidî, yan jî lê reþ bikî, bê pêþnîyar
û proje bî navê wî nabî rexne.
Divêm
di dawîyê da tiþteke dîn jî ji we ra bejim. Ji kerema xwe ra
hêjayên me yên ku ji nav netewa gelê Kurd derketine, ji bo
rizgari û azadî ya gelê me heya dawîya temena xwe ji tu
fedekarîye baþva nemanê,yên wek Feqî Huseyn û gelekên dîn,
bi pesin û methan neynine serziman û bîr neynin. Wan bi rengeke
kilasîk nenirxînin. Ji bîr û bawerîyên wan, ji evînîyên
wan, ji delalîyên wan, ji fedekarîyên wan nûmunan hildin, wek
xelet bidine zarokên xwe, bidine malbata xwe. Ku hun hêvarê çone
mala xwe we ji zarokên xwe ra nego “kapi kapatmiþke”, di þuna
wî da we zimane me yê delal û zelal bi kar anî, we go “derî
bigre” baþ bizanin ku wê wê mamê Feqî di gora xwe da rehet
razê.
Ku hun li çanda xwe, li zimanê xwe, li nasnama xwe xwedî derketin wê demê tê ruhê wî þad bî. Herê rêzgirtin û xelata mezin ev ji Mamosta Feqî Huseyn ra.
Pêwîste
em van ji xwe ra bixne mîna peyman, wek sond, wek qewil. Bidine
xuya kirin ku em di rê û rêbaza wan da dimeþin.
Çinkî
ew rûmeta me ne.
Çinkî
ew serbilindîya me ne.
Baþ
bizanin ku di ser rûyê cîhanê da tu neteweyek, bê rewþenbîr,
bê nivîskarên xwe gavên xweþ û delal navêtî ye.
Ez ji
miletê me bawerim. Wê mitleqa ama mitleqa qedir û qîmet bidine
hêjayên xwe û tê wan di kûrayî ya dilê xwe da bikolin û cîyê
ku layiqin di dirokêda wê wan li cîhê wan da bidine rûniþtandin.
Wek
her neteweyek, wê netewa me jî bigehêje merheleyên pîroz. Wê
welateke azad û demoqrat awa bikin, rûhê hêjayên me jî þad
bikin.
Bi
van mabestan, bi van daxwazan ez careke dîn we jî dil û can
silav dikim.
Tim
þad û serketî bin.
(Ev
axaftin, roja 12 adarê 2005 an li Stenbol, di civîna salvegera
koç kirina duvem û
yekem
xelata ziman Kurdî ya bi navê Feqî Huseyn ku ji alîyê enstîtuya
Kurdî ya Stenbolê li salona DEHAP ya Baðcilar li
dar hati bû xistin, hate kirin.)
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org