GERNASÊN RASTEQÎN

YÊN GEL BÊDENG ÝN

Bedirxan Epözdemîr

                                    

Di dîroka gelan da gelek gernasên bênav hene. Bêdengin, meriv gelek caran wan nabînê. Xebat dikin, bi þev û roj wek mêrûyan, bêwestan. Kevirên havînê tim tavêjine kadînê. Ku rojek bê, meriv bikaribî sebra xwe bi wan bînê.

Lê ku qeyd û bendên paþvemayîyê civatê zebt û rept kiribin, gelek caran hinêk tiþt wateya xwe winda dikin. Wate tên guhastin, yan jî berevacî dibin. Wê demê jî kedera bindestî û paþvemayîyê, teklîhevî dest pê dike. Sedema vî jî pirs û pirsegirikan bi hêsanî napiþkifin.

Baþe çîye gernasîya bênav ya gel? Ev dema ku gel û welat me trajedîyek dijî pêwîste pirs bi hêsanî bê zelal kirin. Eger ku zelalbûn cênebî, bandora Donkîþot’an dê tim û tim xetma xwe li civatê bide. Þik nîne dê wê demê jî kambaxî dom bike û bi xwe ra trajedîyên nûh bîne.

Pêwîste êdî em jî wek netewên cîhanê, nûjen bifikirin. Dev ji gotinên vale berdin. Em tenê darekê nebînin, dehla mezin bibînin. Dev ji tiþtên piçûk berdin, li pey projeyên mezin bin. Pêwîste her tiþt ji bo mafê gel û welat bî. Tim û tim em li  þasîyên hev negerin, piçêk jî qencî û baþîyên hev jî bibînin. Bûyeran bi eynî standart binirxînin. Kî þaþî û xeletî bike em li dijê wî bisekinin. Xwedan tolerans bin, bikarbin hevûdu bibexþînin. Em bizanibin, ku bexþandin mezinayî û þanazî ye. Û em tu car jibîrnekin, azadî û rizgarîya me girêdayîye bi evînî û yekîtîya me va.

Vêca em dikarin bêne bersiva pirsê; gernasên gel yên esl; bêdengin, kesayetîya wan tijî ye, li pey navê xwe û tiþtên piçûk nagerin. Tim hûr, kûr û dûr diremînin. Rêyek danîne ber xwe, rêyeke dûr û dirêj. Bêwestan dimeþin heya dawîya temenê xwe di vê rê da. Bêguman rêya wan wusa hêsa nîne, bi asteng, eza û sitrînan va tijî ne. Diþkên, lê tucar natewin. Neynika civatê ne, rehjana civatê digirin. Rewþ û mercên ku gel û welat têda derbaz dibin baþ dizanin. Moral û menevîyata wan tim bilinde. Cirûskên evînî û aramîyê li dor û alîyên xwe belavdikin. Bi rabûn û rûniþtinên xwe rêz û evîna dostan jî û ya dijminan jî qezenc dikin.

Nûr dibarê ji rûyê wan. Kanîya evîn û delalîyê ne. Bi sebir û sebatin. Pêwîstîya wan bi meth û xwe niþandanê ra tûne. Na bêjin « ez » , tim dibejin « em » . Tenê nahêrin lê diafirînin jî. Dîrokin, helbestin, xetîbin, zmenin, çandin, pêþengên esl yê bêdengin.

Mixabin piranîya kesên ku dibêjin ; em ji bo civateke adil, wekhev û azad têdikoþin agahdarê van merxasên gel yên esl û bêdeng nînin. Yan jî lêvên xwe pê hildikin û derbaz dibin, wana nabînin. Li pey fantazîyên xwe ne. Ji derveyê roj û tava wan kes tine. Ji nav her du lêvên tim gotinên« serok » yan jî « abê » tibijiqê. Bûne dîlê îdeolojîyeke bêwate. Û mixabin, li cem wan hêja jî qîmeta îdeolojîyê ji insan bilintir e.

Waye êþa me ya salan eve. Em qedir û qîmeta heyînên  xwe nizanin. Em dikarin li ser xelqê û pêþengên wan bi rojan qisebikin. Wana ji xwe ra pêþrev bizanin yan jî serokên xeyalî di mejîyê xwe da bixulqînin. Dermanên wana yên ku bi kêrî birînên me nayên, em ji xwe ra dixine melhem. Lê em dermanên xwe yên esl bi destên xwe berevacî def didin. Yanî bi kurtasî, em ji xwe dûr ketine, ji xwe ra bûne bîyanî. Ji dîroka xwe ra, ji axa xwe ra, ji çand û zmanê xwe ra û ji hêjayên xwe ra.

Heyhat! Gelo li ser rûyê cîhanê kesêk wek me hebûye, yan heye?

Dizanim, wê dîsa gelek kes li himber wan gotinan nerizayîya xwe nîþan bidin û dij derkevin. Wê dîsa rastîyan bi tiþtên sûnî siwax bikin. Lê ne xeme. Rastî nayê veþartin û li gor dilê meriv nayêne dûruvdan. Êþa herê mezin eve ku pirî me gernasên sexte û pêþengên sunî afirand em malwêranbûn, kambaxbûn.

Êþeke din ya giringtirîn jî heye ; dema gernasên gel yên esl, ji nav me bardikin û diçine heqîya xwe, wê demê ax û waxên bêwate destpêdikin. Vêca em li çokên xwe didin hawar û gazî dikin. Cîyê mixabinîyê ye ku gelek kes jî li ser van þexsîyetên payebilind, ji xwe ra þexsîyetan avadikin.

Nizanim, hûn qet fikirîne, yan jî ji kerema xwe ra dikarin piçêk bifikirin. Sedemê esl ya trajedîya me çî ye ? Li gor min bersiv vekirî ye ; bê evînî, bê evînî… Yanî em li himberî evînîyê tawandarin, deyndarin. Em rûmeta evînê nizanin. Di mala xwe da, di karê xwe da, di jîyana rojane da û di sîyaseta xwe da me bi inyad evînî mihandîye. Sedem vî ye ku di her warî da rewþa me bûye mina gilokek benik, bûye mîna girîya kor. Binerin, evîn li kû þîn bûye, derîyê serketinê li wê vebûye. Eger ku hûn jî bi hêsayî fikirîn û gîhîþtine pêwîstîya encama evînîyê, werin em evînê þîn bikin û himbêz bikin. Belkî evîn ji bo qedrê mezinayîya xwe me bibexþînê .

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org