Sembola evînîyê,
“Beyefendî “yê Kurda:
Bedirxan
Epozdemir
Hinek
bûyer hene. Gava meriv dibehîzê þaþ dibî, gêj dibî. Gava meriv dibînê
þel dibî, þeht dibî. Dinya meriv tarî dibî. Meriv ji dest û pê dikevê.
Qirên dikî, hawar dikî, gazî dikî. Nafîle.
Ku ev bûyer mirin bî,
derdê te, kûl û xemên te qat-qat zedetir dibin. Mirina reþ, mirina
keysperest, mirina “bêbext”. Bi heybeta xwe ya mezin, wek “kabûs”ek
reþîya xwe berdide ser te. Te difetsînê, te dipirçqînê, jîyanê ji
te ra dixe tarûmar.
Bi rastî
bejim ji we ra; çî dibejim, çî difikirim, çî dinivsînîm. Ez jî
nizanim. Gotin bê watene, delalî û evîn hûnda bûn, waye çend roje li
cem min. Evîn, ku kanîya hêvî yê bû li ba min. Xuya nake, çû.
Digerim, li her alî, bi þev û roj. Nabînim, nabînim, nabînim…
Divêm piçêk hesabim. Bême ser xwe. Delalîyê, evînîyê biremînim. Nabî, nabî…Li kesan digerim, ku hinek tiþtan parbikim bi wana ra. Bi hezaran kes hene. Lê kes tûne, tûne, tûne…
Hevalê roja teng, þirîkê xem û kûlan, ser li computora xwe didim. Dê were, em bi hevra bikevine tarîtî û bêdengîya þevê. Bi qima dilê xwe, têr bifikirin.Ew jî xeyîdî ye, ew jî xemgîne.
Divem, hinek tiþtan
reþ bikim. Dizanim, çevê gelek dostan li mine, divêm binivsînim, deynê
“wefa”yê bidim. Tîpên
xwe hunda dike. Li tîpan digerim. Bi þer û çir,
bi lava û hêvî computara xwe qanî
dikim.
Bi rastî bêjim; Li ser Hemreþ Reþo nivsandin kareke hesa nîne. Dû astengên min yê mezin hene. Yekem, min pir hevilda, min da û neda ku ez bikarbim Hemreþ bi rengeke klasîk binime ziman, min nikarî. Sedem ku meriv nikarê lê di nav vê çarçove ya teng da hepis bike. Çinkî Hemreþ, behreke bêbin û bêserî ye. Sedem ku meriv noqê vê behrê bibî pêwîste ku meriv gelek pîspor bî. Ev ji kareke hesa nîne. Astenga duwem jî ji hêja Hemreþ tê. Ez baþ dizanim, ku ez li gor dilê xwe li ser þîrove bikim, min lê çawa dît, lê çawa fêmkir wusa bêjim, vêca ew nanirxîne. Sedem ku mûtevazîtîya vî û “beyefendî” tî ya wî rê li ber min digrin. Çinkî narînî, kûbarî û delalîya wî mecal nade min. Astenga herê giring jî ev e. Min tucar neva ku ez bê riza yê wî li ser kise bikim. Çiqas zor bî jî, lê îdî ezê wê azadîyê bidme xwe. “Dîtina çeva,qinyata dil”ê xwe bêjim.
Nêzikî sî sal bû ku min Hemreþ Reþo nasdikir. Min lê ji dûrva naskir, ji nîzva naskir. Min lê bi “Baxoz”, min lê bi “Çîya”, lê bi “Hêvîya Welêt” min lê bi hawara kurda bi “Hawar” naskir.
Heya berî dû sal
min digot ke ez lê baþ nas dikim. Lê piþtî ez gihîþtime vê encamê
ku min lê baþ nasnekirîye. Veca min heyfa xwe anî li salên borî. Min
li çoka xwe da. Lê nafîle.
Ez rastî yekî hatim; ku kesayetî ya wî têr û tijî bû. Bi evîn, hevî û bawerîyê hatibû hevirkirin. Bi delalî, zerafetî, xwezayî û zelalî hatibû honandin. Remza mêrxasî, nefsbiçûkî û kurdeyatîyê bû. Ciyê kînê û nefretê di deftera wî da tûnbû. Bi Kurdî diremand, bi Kurdî digot û bi Kurdî dikir. Ji xwe bawer bû, xwedîyê mejîyekê zelal bû. Evîndarê gel û welatê xwe bû. Dilê wû bêqeyd û þert ji bo yekîtîyê davêt. Hûr û kûr û dûr merheze dikir. Tim ji bo tiþtên mezin difikirîya, li peyî tiþtên piçûk nebû. Feil û finaz, dek û dolap jê dûr bûn. Xweþbîn bû, bi rasteqînî ji pir dengî û pir rengîyê hizdikir. Nebibû dîlê ideolojîyan. Kurdeyatî li ser ênîya wî weka namus hatibû nivsandin. Bi sebr û sebat bû. Xebat dikir bê westan. Bêbextî û keysperestî li ba wî cih nedidît. Bi xwe ra aþtbû, di nav aþtîyê da bû.
Xwezî hemû
welatparêz, hemû rewþenbîr û entelektûlên me, hemû siyasetmedar û
“serokênên” me wek Kek Hemreþ xweþbin bûyan , evindarê evînê bûyan,
bi xwe bi xwe ra di nav aþtîyê da bûyan, bi yekîtîyê bi rasteqînî
bawer bûyan, mûtewazî bûyan, rûmeta pir dengî û pir rengîyê
bigirtana. Wê demê êþ û azarên me yên salan çareser dibûn, tu pirs
û pirsegirikên me nediman. Wê demê emê zû bigîhþtina tema azadî û
demokrasîyê.
Demek bêrî dilovanîya
wî min pê ra hevpeyvîneke dûr û dirêj kir. Ez xerîkim ku zûhtirin
qat bigêhêjê dost û hogiran. Di serîda min xwe amade kir, min xwe hêsa
kir. Piþtî demek min lê bi rîyên cûre-cûre agahdar kir. Min diva ku
zemîneke psikolojîk binime holê. Min diva ku govanê dîroka me ya pêncî
salên dawî zanînên xwe bi xwe ra nebe gorê. Zanayî û zîrek bûna wî
armanca min ya rasteqînî fêmkiri bû. Rojek zingilê telefona min lê
xist. Weka
her caran hêja Hemreþ bû. Divêm bi we ra payê bikim, gava di her bêntengîyeke
xwe da ji min ra telefon dikir ez pê pir þanaz û bextîyar di bûm. Piþtî
pirsên hal û ehvalan ji min re got” Ez amademe, te xwe têr hêsa kir?
Ez dizanim armanca te çîye, ez amademe ji her tiþtî ra”. Mirina wî
nizik bû, li ber derî bû, mirinê himbêz dikir. Lê
hêsa bû, xwedan moraleke bilind bû. Bi hêvî bû, xwedî bawerîyeke
zexim bû. Sedem van mezîyetan jî, li gel gelek mercen dijwar mirina xwe
bi hindikayî sê sal dereng xist. Bi vî moralê bilind ji xanima xwe
Zeyneb’ê ra digot;” ez we tenê nahêlim”.
Ez çûm, bi kamera û kasetên xwe va. Hefteyek li cem mam. Derîyê xwe vekir ji min ra, mêhvandarîyeke Kurdeyatî yê nedîtî niþani min da. Min li gel vî bernameyeke rêk û pêk çêkir.
Arþûva xwe vekir,
dilê xwe vekir ji min ra. Barê min giran bû, rewþa min xirap bû. Min
gelek zor dida xwe ku sitêrkên cewên min nebînê. Cinkî ji hevpeyvînê
zedetir, me xatira dixwest ji hev, ditin û xwestinên xwe diyar dikir. Yek
deqîqe ji ji ken û evînîya xwe nahate xwarê.
Em bi hevra
derketine gerêkê dûr û dirêj. Çûne çîya û banîyên Kurdistan,
Çûne gund û bajêrên Kurdan. Em bûne mehvanê Osman Sebrî, mêhvanê
Cigerxwîn, Nureddin Zaza, ronesansa Kurdan mala Bedir-Xan’an. Em bûne
mehvanê serokê nemirê Kurdan Mela Mistefa yê Barzan.
Em ji gundê wî derketinê rê. Malbata wî û zarûtîya wî. Ji ku hat navê Hamdî Turanli? Jîyana
Wî û govanîya wî ya dîrokê heya roja dawî. Yek carek bî jî ne go, “min” yan “ez”. Tim digot,
“Me” wuha kir, “Em” gerek wuha bikin. Wek hiêkan dîrokê ji xwe destpê nedikir. Min ji çev
û
gûhên xwe bawer nedikir.Ez rastî sîyasetmedar û rewþenbîreke Kurd
hatibûm, ku heya nûha min emsaleke wuha nedîti bû. Ji sala 1953 ya û
heya îro roj bi roj çî dîtîye û derbaz kiriyê bê þirove nivisandi bû.
Ez laqî bi hezaran
belge, qaset û fotoxrafên dîrokî hatim. Bi dehan fotoxrafên Serok
Barzanî hebûn li cem. Ez laqî süretêkê wî û Barzanî nahatim, li gel
ku pêwendîyê wî û Barzanî gelek xurtbûn. Min
go çima? Go; “Hewqas îþgûzar hebûn ku min fedîkir ez bi serok ra
fotoxrafek bikþînim”.
Em li ser gelek tiþtan rawestîyan. Ji sîyasetê bigre heya edebîyatê, li ser evîndarîyê, li ser eþqê
Xeberda. Min jê bi
tirs pirsek pirskir; “ Niyeta we heye hun bîranînê xwe binivsînin “?
Kenî û bersiv da; “Kekê Bedirxan, ku ez rojek binivsînim, ez nabêjim
“Hatiralarim” ezê bêjim, “Hatalarim”. Bersiva wî gelek tiþtan
raxiste ber çevan. Min henek qewlan jê sitand ji bo “hatalarim”. Min
kare xwe bi coþeke bilind qedand, me xatira ji hev xwest, heya careke din.
Roja çû ser
dilovanîya xwe qewlê me hebû bi hevra ku em hev bibînin. Ew roj berî
hereketê min telefon kir, ji xanima wî ra. Xeberê reþ biraderek ku li
mala wan bû da min. Dinya min tarî bû, çareke din min go, mirin bila navê
te “Bêbext” bî.
Ez xemgin bûm
weka gelek dostan di merasima cenazê wî da. Bi ya min me layiqê wî
merasimek pêk nanî. Merama
min ne cirimdarîya kesîye. Min dostan, dostên rasteqîn,dostên
Kewnarî,
dostên Hemreþ yên bi çev dost û yen ji dil û can. Min têr gûh da
meth û sena. Û nexweþîya remza
delalîyê Hemreþ Reþo, piþtî jî tenê yî, bêkesî. Kedera qambax ya
rewþenbîr û sîyasetmedarên me.
Hemreþ
jî ji nav me barkir. Ax û wax bêfeyde ye. Ya giring ewe ku jîyan û tekoþîna
wî ji me ra bibî nûmune.
Oxirbî
remza aþîtî, biratî û Kurdeyatîyê. Oxirbî
“Efendîyê” Kurd kekê hêja Hemreþ Reþo, Oxirbî! 14. 01.
2003