Numûneyeke balakêþ di edebîyata Kurdî ya pêkenînê da:

 

MELA EMERÊ GULPÝKÎ

 

                                                                                                                   Bedirxan Epözdemir

 

Her wek gelek caran tê gotin; edebîyata me, gelek dewlemende. Lê li gel wê dewlemendî yê sed mixabin ku îro jî em nikarin bêjin, di konaxê edebîyata cîhanê da ye. Sedem pirin. Lê bi gelemperî; wêrankirin û talankirina welat, çand û edebîyata me kambax û tarûmar kirîye. Qedexe kirîna salan mecal nedaye ku ziman û çand pêþva herê û nûjen bibî. Li gel van kirinê qirêj û gemar, 1i  pîya mayina edebîyata me bi rastî jî gelek balakêþe. Berxwedana edebîyata me sedem vî tiþtekê herê pîroze. Ku em van deh salên dawî lênekin, di warê nivîsî da kambaxbûn girantire. Xezîne di devda maye, derbazê ser kaxiz nebûye. Sedem vî , gava dibêjin edebîyata kurdî; pêra edebiyata devikî tê bîra meriv. Di saya serê hinek dezgehên kevnar da edebîyata me yê devikî mecala jîyanê dîtîye. Sed mixabin ku bi salan, xwendevan û pêþverûyên kurdan dijê wan dezgehan derketine û rûmeta wan nezanîne. Ku meriv bi hêsayî bala xwe bide dîroka gelê me, tê meriv bikarbî rola axa, mîr, beg,þêx û mela yên me, di jîyan û parastina edebîyata me da bibînê. Divî warî da medrese rolê herê giring leyîstî ye. Rola medresan di edebîyata kurdanda hewcedarê lêkolîneke bingeh fire ye. Sedem ku armanca vê nivîsê ne ev pirsên jorin, ez li vir li ser wana nasekinim. Ev pirs û pirsegirik babetê nivîseke dûr û dirêje. Min va ku ez piçêk tema edebîyata me ya pêkenîne bi we bidime temkirin.

 

Mela Emer ê Gulpikî kî ye ?

Bi salan berê gava ku min hinêk mesele û pêkenînên Mela Emer bihîst, ji min ra pir balakêþ hatin. Balakêþ bûn, çinkî naveroka wan di her warîda dewlemend bûn. Ez li ser rawestîyam.Li Dor û alî min va ku di heqê wî da zedetir agahdarbim. Mala wan ava, çevkanî yên min mela û feqî bûn. Lê heyf û mixabin, agahîyên zede li cem wana jî tunebûn. Divêm, bi taybetî ji mamosta Feqî Huseyn ra sipas bikim, ku di derheqê Mela Emer da hinêk agahdarî û meselên wî ji min ra kisekir.

Çawa tê gotin, Mela Emer, xelqê Hîzan e. Ji gundê Gulpik e. Kengê ji dayîk bûye, kengê çoye heqîya xwe ne dîyare. Her wek tê gotin kebra wî li gundê wî ye. Mamosta Feqî Huseyn dlbêjê; dareke gilyazê jê ra hatiye weqifkirin, min ji wê dara gilyazê gilyazan xwari ye. Seyda yê wî Mela Ýsa yê xorozî bû ye. Xuyaye ku seydayê wî jî pir zîrek bû ye. Eger zîrek nebûya þagirteke wuha nedigîhiþtand.

Çend pêkenîn ji Mela Emer:

Rojek Mela Emer, bi seyda yê xwe Mela Ýsa va tev hinek nas û dostan bi cîyêkî va diçin. Ji niþkava tareta Mela Ýsa tê. Mela Ýsa jî pir tekwa bûye, tekwa bûna wî li heremê deng daye.Ji Mela Emer ra dibêjê;

-Mela Emer tareta min ya piçûk tê, vaye av tuneye ezê çava tareta xwe bigrim ?

Mela Emer dibê;

-Seyda hesaye. Derkeve serê vê darê, li wê tareta xwe bigre, çiqlê darê biþkêne û xwe pê zuwa bike.Tareta piçûk e tiþtêk nabî, heya em herine gund.Mela Ýsa dibê;

-Wille baþe.

Mela Ýsa derdikevê serê darê, tareta xwe eda dike. Mela Emer jî doxîna xwe vedike. Li dorme dorê darê mîz dike. Vêca Mela Ýsa li serê darê nikarê bê xwarê. Dike hawar û gazî. Eman-yeman...Dibê;-Kuro, Mela Emer, Feqe Emer te çikir? Te mala min xirakir. Ezê çawa bême xwarê?

Mela Emer ji kena xwe dev bernade û dibê;

-Wille Seyda tê tu yê li wê bimînî, îþev. Ezê herim û wê gur bên te bixwin. Xwedê jê razi ev çî tekwatîye, çî hale, çîye , hewqas tekwatî dibî? Qey te nikarîya hama li vir tareta xwe bigirta. Filan, bêvan. Gelek lomana dike.

Mela Ýsa;

-Mela Emer  Dev ji tinazan berde. Ji bo yî xwedê rîyek ji min ra bibîne.Mela Emer;

-Seyda tê tu çî bidî min?

Mela Ýsa;

-Tu çî bixwazî ezê bidime te.

Mela Emer;

-Cotêk darê Gilyazê, li ber derê te hene. Vê cota darê Gilyazê tu yê li ser min û li ser neslê min weqif (ev dara Gilyazê ku min li jor anî ziman yek ji wana ye) bikî. Ezê rîyek ji te ra bibînim, ku tu bikar bî bêyî xwarê.Mela

Ýsa, di rewþeke bêçareda ye. Sedem ku ji vê rewþê xi1as bibî xwesteka Mela Emer qebul dike û dibê; Belê, di rîya xwedê da min wana ji bo te û malbata te weqif kir.

Mela Emer, çara xwe hama vedike. Ciyê ku lê mîz kirîye, çara xwe li dor û alîyê mîzê girêdide û dibêjê; Dê di ser çara min da vere xwarê.

Mela Ýsa bi vî rengî ji serê darê tê xwarê.

 Çawa ku Mamosta Feqî Huseyn ji min re kise kir, ewî wê cotika dara Gilyazê li ber derê mala Mela Ýsa dîtîye, ji wana xwarîye. Û dibê,"wextê ez gîhamê gilyaz hêj gelek digirtin. Zarokên neviyê Mela Emer, dihatin ew gilyaz ji xwe ra diçinîyan û dibirin. Min jî ji wê gilyazê xwarîye." Ji van agahdarîyan, meriv dikarê bêjê ku, Mela Emer, xwar-jor beri duset sala jîya ye. Lê heyf ku heya îro jî em nizanin ka li pey xwe berhemeke nivîsî hiþtî ye yan, na. Tê gotin ku di nav gel da helbest û fiqre yên wî pir hene.

*  *  *

Mela Emer, rojek ga yê xwe zîn dike, hefsar dixe serî, siwar dibe û ji gund derdikeve.

Gundî yên wî jê dipirsin;

-Mela Emer te xêre, tu yê herî ku ?

-Ezê herme cirîtê.

-Çî cirîte Mela Emer?

 -Li Hîzan Seyîd Elî pêþwazîyek 1i dar xistîye, ezê herime wê pêþwazîyê.

 -Pêþwazîya gayan ne ?

 -Nexêr pêþwazîya hespane.

 -Pêþwazîya hespane, tu çawa siwarê gayan dibî ?

 Mela Emer;

 -Hespên min tune. Gayên min hene, ez siwarê wan dibim û diçim.

Gundîyên Mela Emer;

 -Baþe Mela Emer, key ev ga tê bi van hespên kihêl ra bikarbin bibazin?

 -Wule wextê golik bû, tu hesp pê ra nikarîya bibazîya. Nûha bûye ga,ehlaqê xwe terkandî ye.

 Ez nizanim.

Wusa xuya ye ku Mela Emer, nuktedaneke osta û hazir bersiv bûye. Bi rastî jî pêkenînên wî îro jî ji bo gelek meselan wek numûnene.

* * *

Mela Emer û Mela Heyder gundîyên hevbûne. Her roj sibê hev li mizgefta gund dibînin.

Mela Heyder her dem ji Mela Emer pirsan dipirsê. Pirs û axaftinên wî hama bêje her tim wek hevbûne. Ji xwe Mela Heyder, her roj yan, pênç roj, deh roj carek ji Mela Emer ra dibê min te di xewna xwe da dîtî ye. Ji bo ku xwe pê bide þîrînkirin, her tim pesnê wî daye. Rojek dîsa sibeye, gelek kes ji bo limêja sibê amadene. Mela Heyder dibe;

-Mela Emer îþev min te di xewa xwe da dît.

Mela Heyder, dest bi xewa xwe dike. Min te wuha dît, wuha dît.

Çawa tê kisekirin, di warê zanîstî da melatî ya wana wek hev bûye. Lê Mela Emer, gelek caran ji Mela Heyder ra seyda gotîye. Mela Heyder, sofi, þexperest û menfietperest bûye. Ev taybetî yên wuha li cem Mela Emer tinebûne. Vêca rojek jî Mela Emer, wextê tê mizkeftê ji Mela Heyder ra dibê;

-Wile, seyda îþev min te di xewna xwe da dît. Xewneke zef ecêp bû.

Mela Heyder, sil dibe, guh lê beldibin, bi mereq;

-Xêr bû, kanê bibêje ?

-Wile, nûha hiþê min li serê min nîne, piþtî limêjê bila cemet rûnê, paþî emê xeber bidin.

Neyse, piþtî limêjê, her kes dizanê ku Mela Emer, Mela Heyder di xewna xwe da dîtîye. Ka bi çî awayî dîtîye mereq dikin. Tên li dora wan dicivin.

Mela Emer dibê;

-Min di xewna xwe da didît, þer bû þereke giran bû. Pêþberê me kafirê Urus hebû. Tu qumandanê alayê bûyî. Ez di alayî ya te da bûm. Ez jî tabûr qumandanî bûm. Alayî ya me pêþberê Urus, tabûra me li pêþberê Urus þerekê tundî dikir. Me bi hevra lê dida. Þer dahata merhelêkê wusan leþkerên me çiqas diço kêm di bûyan. Min ji te ra digot; Seyda vaye leþkerên tabûrê jî, yên alayîyê jî kêm dibin. Pêwîste em bi paþ va bikêþin. Te digot;  -Na ji ber kafirê paþve kêþan ne raste. Emê, þerkin.

Me dîsa bi hevra lê dida. Ne di tabûra min da, ne jî di alayî ya te da tu kes nedima. Ez û te tenê dimana.Min digot; -Seyda em birevin.

Te digot;

-Na , li ber qafirê revî ne raste. Hêj mecalên me hene.

Tifingekê di destê te da bû. Gava te gulebaran dikir, sê-çar qafir bi hevra dirêjê erdê di bûn.Min jî libo-libo dikuþt. Di dawîyê da berikên te jî û êmin jî xilas dibûyan. Vêca min digot emê çanbikin? Ji niþkava te duayek dixwend, te pif dikira xwe û tu difirîya yî. Min jî ev dua xewend, pif kire xwe, lê ez nedifirim.Ba min ranedikir. Dijmin dihatin bi alîyê min va, ku min bigrin. Min digot; -Seyda medet, ya medet... !

Hama tu ji jorda dahatî, te ev dua dixwend, te pif dikira min, te ez tavêtim. Vêca ez jî difirî ma. Min ji te ra digot; -Seyda min ew dua çend caran xwend, pif kire xwe, ba li ber min neket, ez nefirim. Ev çî bû?

Te ji min ra digot;

-Mela Emer dua ev dua ye, lê dev ne ev deve.

Em difirîna, difirîna, difirîna...Heya cîyekê mêrg û çîman, ciyekê gelek xweþ. Te ji min ra digot; -Mela Emer ku em li ha berjêrê xwarê bibin çawa ne?

Min digot;

-Wile seyda pir xweþe.

Me li wê xwe berdida xwarê. Gava me xwe berdida xwarê, ez diketama nava kûvîyekî, tu jî diketî nava kupêkî. Gava min mêze dikir, ev kûvîyê ku ez ketim hê tijî pîsîtayî ya insana ye, yê te jî tijî hingivîne. Tu diketî nava kupê hingivîn.

Divê navberê da sedem ku her tiþt di lehê Mela Heyder da tê kisekirin, gelek li xweþê wî tê.

Çiqas Mela Emer çîrokê dirêj dike, ew tim dibê; ê, ê, ê ... Çî çîrokêke xweþe ka dom bike 1o.

Mela Emer didomîne.

-Piþtî ku tu ketî nava kupê, ez jî ketime nava kûvî ne tu dikarîyayî derkevî, ne ez dikarîyam derkevim. Me li berxwe dida, eman-yeman me tu çara neditî ya. Paþî ev rewþa ha bala gelek kesan dikiþand. Li dor me dicivîyan. Me ji vê rewþa han xilas dikirin. Me derdixistana. Ji me ra digotin; -Wille hun herduk jî qirêjin. Em nikarin xwe nîzîkî we bikin, we jî teklî xwe bikin.

Me digot;

-Nexwe emê çawa bikin?

Ewana digot;

-Pêwîste hun herdu hev bi alêsin.

Seyda, haþa min te di alêst, te min di alêst. Di dawîyê da ew kes dihatin, 1i me mêze û qontrol dikirin.

Di binê guhê min da hinêk pîsîtayî mabû. Ji te ra digotin, dê vê piçikê jî bi alêse. Te vê piçikê jî di alast.

Mela Emer hêja gotinên xwe naqedînê, Mela Heyder bi hêrs :

-Ev ne xewne Mela Emer... !

Mela Emer piþtî vê hêrsê gotina xwe didomîne.

-Piþtî ku me karî xwe diqedand, ewan mirovan digotin; hun herduk pêwîste bêne weznandin û giranî ya we weka hev bin. Me dibirin, diweznandin. Dema me diweznandin, ez parîyek ji te girantir dahatim. Piþtî merheze dikirin, ka em çawa bikin, çawa nekin ku giranî ya me weka hev bên. Piþtî dengek ji paþva hat, got; -Min çare dît. Kuro, xîrê Mela Emer bibrin, bixne qûna Mela Heyder.

Li ser me vê emelîyata zehmet pêkanîn.Gotin gerek çarêke dîn bêne weznandin. Piþtî dîsa me weznandin. Vêca tu parîyek ji min girantir dihatî. Çare ji vî ra jî didîtin, gotin; Zimanê Mela Heyder bibirin, bixne qûna Mela Emer.Vê emelîyata han jî li ser me dikirin. Dîsa me diweznandan. Vêca em wekî hev dahatin. Piþtî me azad dikirin.

Her wek bala we jî dikþînê; ev nukte nukteyeke gelek balakêþe û bi hostayî hatîye honandin.Belkî jî nu-

mûneyeke hêja ye di nav wêja me ya nuktedanîyê da.

*  *  *

Li gundê Mela Emer, bi navê Hemza Axa axayek hebû ye. Gelek dewlemend bû ye. Lê di kirinên xwe da merivekê normal bû ye. Yanî zilma wî jî, edla wî jî hebû ye. Nîvê gund yê Hemza Axa bûye, nîvê mayîn jî yê hemû gundîyan bûye.

Mela Emer, bi xwe pir xizan bû ye. Gelek caran debara wî ya rojane jî tune bû ye. Rojek li mala wan tiþtek nemaye ku bixwin. Zar û zêçê wî birçîne. Bê mecale. Radibî, jin û zarokên xwe dide peyî xwe û diçîne mala Hemza Axa. Dikevine hindirû, rûtinin, zikên xwe têr dikin. Lê Hemza Axa ji Mela Emer napirsê ka hatîye çî. Çend roj di navda diçî, Hemza Axa temaþe dike nîyeta Mela Emer tune ku herê. Mereq dike, ji Mela Emer dipirisê ;

-Mela xêre, tu çend rojê bi jin û zarokên xwe li virî ?

-Hemza Axa min çend roj bêrê xewnek dît. Min va ku ez vê xewna xwe ji te ra kise kim.

-Xwedê li ser xêrê binivsînê keremke.

Mela Emer dest bi xewa xwe dike ;

-Min didît, ez di nav hewþêk da bûm. Di nava hewþêda gelek mislixên avê hebûn. Ez li wan ecebmayî dimam. Min hev dît ku melyaketêk jî li vê ye.Ez hêdî-hêdî û bi tirs çome balê. Bi xof min jê pirisî;

-Ev mislix çîne ?

Ji min ra got ;

-Ev mislix, mislixên riskê insananin.

 Min lê nêrî, ji hinek mislixan hindik, ji hinêkan zef, ji hinêkan dilop-dilop û ji hinêkên dî jî qet av nayê.Ez li vê rewþê sosret dimam. Min vê rewþê ji melyaket dipirsî;

-Ev çîye, tu li vir çî dikî ?

Melyaket bersiv dida ;

-Ez melekê risqê me. Ev mislixên ku tu dibînî, heryek yê mirovêkin. Wextê Xweda irada xwe li ser wan dîyar dike, ez jî li vê gorê karê xwe pêk tînim. Ku yek hêjar bibe, ez li vir mislixa wî piçikek badidim. Av hindik jê tê, li wê risqê wî kêm dibî. Ewê bimrê jî ez mislixa wî bi tevayî dadidim.

Min mislixa xwe û ya te pir mereq dikir û ji melyaket dibirisî ;

-Ka mislixa min kîjane ?

Melyaket mislixa min nîþanî min dida. Ji mislixa min dilop-dilop av dihat.

Min digot;

-Mislixa Hemza axa kîjane?

Mislixa te jî nîþanî min dida. Çî bibînim, ji mislixa te aveke wusa boþ dihat, wek cuwa aþê bû.

Piþtî melyaket bi karê xwe xerîk bû. Parîyek ji min dûr ket, ço alîyê dî. Min jî vî firsend dî û bênefsî kir, ez rabûm, min mislixa xwe bada, hindik vekir. Dilop bûne þirik. Þirkek zirav û zelal ji mislixa min hat. Tu nebêjî melyaket pê hisîya. Ji dûr va  qîrek da min, hêrs bû, ji min ra xebera got. Hat, mislixa min bi tevayî dada. Min ax û wax kir, min pê va hêvî û zare-zar kir;

-Min bibexþîne, min þasî kir. Tika dikim, mislixa min weke, bila wek berê bî, bila dîsa dilop-dilop bê, ez zêdetir naxwazim. Ez qima xwe li rewþa berê tînim.

Melyaket pir hêrs bibû. Min da û neda ji ya xwe nahate xwarê. Bi tûndî go;

-Te bê emrî ya xuda kiriye, îdî ji te ra risqeke serbûxwe tune ye.

Min go, îdî ezê çawa bikim, çawa nekim, key ezê bimrim?   

Bersiva min da;

-Na tu namirî.

-Lê ezê çawa bijîm?

Min dî ku destê xwe avête mislixa te, hinêkêdî jî vekir. Ji min ra go ;

-Min risqê te jî berda ser yê Hemza Axa. Ji îro û pêva tu yê risqê xwe li cem Hemza Axa bixwî û vexwî.

Sedem vî ez li virim, ez ji bo risqê xwe hatime.

Ku meriv pêkenînên Mela Emer baþ lêkolîn bike, vê meriv bibîne ku naveroka wan pir manîdar û balakêþin.Ewî bi wan gotinên xwe yên hêja rewþa gel raxistîye ber çevan. Ji bo wekhevî û edlayîyê senetê pêkenînê gelek rind bi kar anîye.

*  *  *

Mela Emer, rojek mevlûdêk dide. Ji bo mevlûdê barek mewîj dikirê. Barê xwe tînê datnê malê.Xwendina mewlûdê xilas dibî, dor tê belavkýrýna mewîja. Mela Emer dibê;

-Gelî gundîyan, ez mewîjan wekî mirovan, yan wekî xwedê belav bikim?

Gundîyên Mela Emer bi yekdeng dibêjin;

-WekI xwedê beþ bike.

Mela Emer cembêk dide Hemza Axa, cemba mayî jî li çend malên nîv dewlemend beþ dike. Tiþtek parê feqîran nakevê. Gundî nerazîya xwe nîþan didin;

-Seyda ! ke xwedê wuha ye, ev çî beþkirine ?

Mela Emer  bi aramî bersiwa wan dide;

-Temaþa rewþa gundê me bikin. Xwedê jî mal û mulkê gund wuha belav kirîye. Min jî weka wî kir.

*  *  *

Mela Emerê Gulpikî, ji bo ku destmêj bigirê diçî ber çemêk. Piþtî destmêjê divê gora xwe bixe pîyê xwe. Ferêk dixe pîyê xwe, fera mayî nabînê.Temaþe dike ku fera gora wî bi avêve diçî. Zor dide xwe, xwe dirêj dike ku fera gora xwe bînê, wê demê bayêk ji ber diçî.

Mela Emer bi hêrs dibêje;

-Ha ji te ra destmêja te, bide min fera gora min.

Ji van herdu pêkenînan meriv têdigehjê ku Mela Emer, di dema xwe da merivêkê pir alî bû ye. Li gel bîr û bawerîyên xwe yê olî, gelek caran jî asî bû ye.

*  *  *

 Dîsa rojek, Mela Emer diçî cem Mela Heyder. Mela Heyder li mizgefta gund bûye. Rewþa wî ya aborî ji ya Mela Emer çêtýr bûye. Pêwîstîya Mela Emer bi hinek diraf hebû ye. Çoye jê xwestîye. Lê Mela Heyder gotîye  perê min tuneye û nedaye. Çend roj di navê da derbaz bûye Mela Emer dîsa çoye mizgeftê. Ji Mela Heyder ra gotîye;

-Seyda min îþev  xewnekî dît.

-Xwedê xêrke, ka bêje çî ye?

-Min te di xewna xwe da didît. Xêre, þere ez nizanim. Lê xewneke pir eceb bû.

-Çî bû?

Mela Emer;

-Min didît,ku heþir rabi bû. Ez diçoma heþrê, li wê gelek insan di çona ber þeyînê, ber mêzênê. Herkes gunehên xwe, xêra xwe û îmana xwe diwezinand, li pîyan hisabên xwe didîtan. Ewên cenetîbûn diþandana cenetê, ewên cehnemîbûn diþandana cehnemê. Ez jî diçom, gava îmana min û gunehên min tavêtina ber hev; hingî îmana min ji gunehên min kêmtir derdiket. Wê demê melyaketek dihate ba min û ji min ra digot;

-Vaye hefqas îmana te kêm maye, gelo ka tu nikarî peyda bikî, ku em deynine ser.Tu heyfî em navên te biþeynine cehnemê.

Min digot;

-Ezê li ku peyda bikim?

Melyaket ji min ra digot;

-Çiqas nas û dostên te hene li virin, di nav heþrê dane. Tu dikarî ji wan bipirsî.

Ez diçoma cîyek, didoyan, sisîyan min pirs dikir. Herkes ji min ra digot;

-Ha ew çadirên ku xwîya dikin, tu dibînî?

-Belê ez wan çadiran dibînim.

Digotin;

-Di wan çadiran da bi navê Mela Heyder melayek heye. Tu lê nasnakî?

Min digot;

-Wýle, ez Mela Heyder baþ nasdikim.

Ez li nav çadiran digerîyam, min pirsa te dikir. Ji min ra digotin;

-Ev çadira pexember e, ev çadira Elî ye, ev çadira Ebûbekir e, ev ya Emere e û ev jî ya Mela Heyder e. Sedem ku çadira te li ba çadira pexember û van eshaban bû, ez gelek þah di bûm. Dema min te didît; rûyekî nûranî li te, quranek li ser çoka te, tu quran dixwînî. Min silav dida. Te serê xwe radikir, silava min digirt. Min digot;

-Seyda, vaye hal û mesela min wuha ye. Kederek îmana min kêm e. Tu dikarî hinek ji îmana xwe bidî min ku ez bibim, deynime ser îmana xwe? Ne xwe wê min biþeynine cehnimê.

Wê demê te destê xwe li quranê dida û digot;

-Mela Emer, bi vê quranê, bi vê quranê, bi vê quranê piçikek jî îmana  min tune. Tu çî ji min dixwazî?

Piþtî ku Mela Emer xewna xwe kise dike, Mela heyder lê hêrs dibî û jê dixeyidê û careke dî nave guh bide wî.

Belkî jî Mela Emer, mela meþhûreke me yê duwemîne. Em nizanin. Pêwîste em bê westan li heyînên xwe xwedî derkevin. Tiþtên ku ji ber talankirin û werankirine mane birjînine ser kaxiz. Ev bareke li ser milê me hemûyan. Gelo emê bikarbin di heqê vî barê giran û pîroz da bên?