MIHEMEDO QURBAN

NAVÊ MIN BESNA YE

Bedirxan Epözdemir

 

“Ez nivîskarê nefîyê me

Dema romanên xwe dinivsînim

Li himberê bêtebatîyê berxwedanê;

Dijê bêvicdanîyê vicdanê;

Dijê bêmerhametîyê dilovanîyê;

Ez lê xebitim ku bextê bi hevra jîyanê

Neqiþ û hevîr bikim.”

                                                (Mehmet Uzun)

 

Di ser koçkirina héja Mehemed Uzun’da mehek borî. Gelek dost û hogiran li ser nemir Uzun nivisandin û li ser jîyan û xebata wî rawestîyan. Bêguman herkes li gora xwe encaman derxist ji tekoþîna rézdar Uzun.  Encam çî dibin bila bibin li ser kesên ku jîyana xwe ji bo azadî û rizgarîya gel û welat feda kiribin, nivsandin û wan bîranîn erkêkê niþtimanî ye. Sedem rewþêkê min ya taybetî ez vê erka xwe ya pîroz dereng bi cih tînim.

 

Jiyana Mehmed Uzun wek sitranek bû.

Sitraneke dûr û dirêj.

Bi þîn û evîn.

Carna bi kêf, lê pir caran jî bi þewat û xemgîn.

Sedem vî, çî çax min guhdarîya “Mihemedo Qurban” kirîye jîyana Mehmet Uzun wek þerîdeke sînemayê li ber çevên min hatîye û çoye.

Ku ev jîyana bi rûmet bi delalî û fedekarî hatibû xemlandin.

Bi sebir û sebat hati bû hevîr kirin.

Têda edlayî û aþîtî hatibû reþandin.

Di vî jîyanêda cîyê bêvicdanî û bêmerhemetîyê  tinebû.

Bi hevre jîyan erdemek bû li cem Uzun.

Pir rengî û pir dengî bibû destûr, jê ra.

 

Ew dengbêjêk bû.

Dengbêjêkê bi xemil û delal

Dengêkê wek ava zelal bû.

Gelek zevîyên beyar û erdên ku bi salan bêked mabûn zindî kir, bi herikandina xwe.

Deng da dengan.

Dengên nûh efrand.

Dengên hêjar û bêzaran, bû sitran li ser lêvan.

Bû hawar û gazîya hevdem ya belengazan.

Bû dengbêjê dengbêjan.

 

Jîyana Mehmet Uzun wek avêk bû.

Avêkê bi coþ û boþ bû.

Bi xuþe xuþa xwe tarî û zilomatan diçiranda.

Gelek caran bêdeng bû, diherikîya bi narînî û nazenînî.

Her bêdengîyek bi xwe ra dengên nûh dixulqanda.

Herikandina ava zelal û dengê bê emsal

Vega bû sitran li ser lêvên hezaran.

                                    *               *               *            *  

 

Kêfa min ji bêje ya “xwezî” ra qet nayê.

Bi erênî bî jî, bi ne erênî bî jî gotina “xwezî” li cem min gelek caran bêwate ye.

Lê xwezî me qedrê hêjayên xwe dema li jîyanê bûn bizanîya.

Piþtî ku çon meth û sena, hawar û gazî, li çokên xwe dan bêfeyde ye.

 

Bi ya min di wextê xwe da me qedrê Mihemed baþ fêm nekir.

Me lê pir êþand. Belkî jî tiþtê ku ji destê me kiþand, ji destê dagirkeran nekiþand.

Kambaxbûna baþvemayinê gelek caran bi xwe ra hesûdî û bexuzîyeke bêwate tînê.

Lêpokîyên ku me li ser çêkir, gotinên ku me li ser got, nivîsên ku me li ser nivîsin hinek cuwamêr jibîr bikin jî, zu bi zu nayêne jibîr kirin.

Hêvîdarim, ku em ji wan ders hilnin.

Hêvîdarim, êdî ku pêwistî ya me bi bêje ya “xwezî”  tine bî.

 

 

Hollandî dibêjin;

“Dema ez saxbim gula bidne min, dema mirim gula neynine ser gora min”.

Bibexþine, Mihmed ê dil tenik û nazik. Dema tu li jîyanê bûyî me gula neda te.

Tu nefs piçûkî, bibexþîne wan kesên ku vega gula tînine ser gora te. 14.11.2007

 

 

  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org