Cerbandinek
:
NÝVÎSÊ REBENÊ
Bedirxan
Epözdemir
Ku
bi rastî bejim, gelek caran ji dilê min nayê ku ez binivsînim. Pir caran
di cerbînîm, hewildidim, li berxwedidim, xwe hinek hêsadikim, lê didim
û nadim bêje nayêne cem hev,
Hevok
rêz nabin li pey hev. Demên borî têne ber çevên
min. Rewþa ku em têda dijîn û duwaroja me. Mijar hev diqewrînîn, pirs
û pirsegirik lihev têne lefandin. Dibine wek gilokek benik. Teklî hev
dibin gelek caran, dibine girîyeke kor, napiþkivin, venabin ji hev. Û
pirs, pirs, pirs.. rêz dibin
li pey hev. Giloka benik, carna
ji xwe þerit û werîsan di efrîne. Dibî bêser û bêbin. Ne taqeta min
heye ku ez bigêhjime wan, ne ew lêvîya min dimînin.
Veca
ku demsal payîz yan jî
zivistan bî, dar û ber sitûxwar û melûl bin, yek dengî û yek rengî
xitma xwe li xwezayîyê dabî û dem bibî xwezgînîya nûçeyên reþ. Dilê
te zîz, çevên te li derî û penceran bin , guhên te bel û bendewarê nûçevanan
bin. Wê, ezê çî û çawa binivsînim ? Wê bi kîjan hêz ezê
bikaribim, derd û kulan bireþînime ser kaxizan.
Ez
we nizanim, lê kêyfa min qet nayê ji hinek demsalan ra. Kesên romantîk
bixeydin jî ev rastîya mine û bi salane ku nayê guhartin. Ev demsal, li
cem min bûne remza xeberên reþ, bûne tirs, bûne xof. Sedem vî ye, di
van demanda lerza min, tirs û xofa min.Wusa bûye ku di van demsalanda,
ez bi þik û guman îdî temaþa
þahî û bûyerên xweþ dikim.
Delalên
min hebûn, evînên min hebûn, xeyalên min hebûn. Ku min bi wan ra heyî
û tuneyî yê, xweþî û nexweþî yê par dikir. Ku me di þuna pêxwarinê
da hêvîyê ji xwe ra dikir, qatix. Û bi helbest û kilamên serketinê me
sebr û sebata xwe tanî. Bi bêbextî
ji min sitand wana, ew demên keysperest.
Min ji delalan mehrum, ji evînan bêpar kirin, xeyalê min bi avê we çûn.
Ez bê qatix, bê helbest û bê kilam mam.
Sebr û sebateke min ya rasteqînî jî, nivîs bû. Lê digerim, vega, nabînim. Û temên kevin tên bîra min. Xwe bi wan mijûl dikim. Xwe dixapînim, bi mijokên sexte, wek zarokên ku di himbêza dayîkên xwe da têne xapandin. Piçêk hêsa dibim. Piþtî gotinên dostê min yê ezîz –Ku çend sal berê ji nav me barkir û ço, ku ez didim-nadim lê jibîr nakim.- di guhên min da dikin çingîn. “Binivsîne, wê rojek bê cîyê xwe bibîne. Pêwîste nivîs ji bin bandora hêjarî û rebenîyê
azad
bibe û bigêhêje menzila xwe ya rasteqîn.” Dê fermo, were nenivsîne. Bêmecalim, dikim qêrîn û gazî;
Heyhat,
hawar! Min hevalêkê xwe yê rasteqîn hindakir.Yanî ez li nivîsê
digerim. Gelo, hun rastî hatin?
*
*
*
Berê
nivîs hebû. Sebir û sebat bû, gelek caran ji meriv ra. Xudan siyanet û
paye bilind bû. Heval û hogir bû, di demên tengda. Bi taybetî, li
xeyran û xurbetê tenêtîyê pardikir û diqewrand. Xwedan hêz û
heybeteke bilind bû. Hêza pênûs û nivîsê gelek zexim bû. Hindik bû,
lê rindik bû. Pir
caran, tarîtîyan diçirand. Dibû hêvî û ronahî. Perwerde
bû nivîs, ji bo nezanan. Rê nîþanî civatê dida, civatê bi zanistîyê
dixemland. Delalî û baþîyê direþand, li dor û berê xwe. Tirs û
xofeke gelek mezin bû, ji bo gelek kesan. Gelek kes direcifîyan. Digotin;
Eman, eman bela nivîsê nekevê derê me. Û hinek kesan jî, piçûk didîtan
nivîs û nivsandinê. Henek û laqirdîyan xwe dikiran pê. Divaran ku nivîs,
jar bikevê, xizan bî, bêtaqet û bêmecal bimînê. Lê,
ser neketin. Delalî û baþîya nivîs û pênûsê, wan perwerde kir, kiþande
nav refên xwe. Mecbûr bûn. Bejna xwe tewandin, ji hêza paye bilind ra. Lê
di dawîyê da, nivîsê lewitandin. Nivîsê xistine alet ji bo armancên
xwe yên qirêj.
Li
alîyeke dîn ve nivîs; cirim bû, tawan bû. Yanî sicin bû, zîndan bû.
Sedem vî jî, ji bo hinêkan jî, tirs bû, xof bû û xopan bû. Û direvîyan
bi þev û rojan ji nivîsê…
*
*
*
Berê nivîs hebû. Hevqas hêjar û reben nebû. Bi hêz bû, bi rêz bû. Ronahî û þehreza bû.
Di
destê keysperastan da haceteke qirêj nebû. Taybetmendîyên nivîsê hebûn.
Xwedan terbîye û perwerdeyeke paye bilind bû. Li dor û alîyê xwe van
taybetîyan direþand. Herkes hedê xwe dizanî li himberê nivîsê.
Lê
heyhat…! Ýro,nivîs jar ket. Di destê keysperestan da bû hacetê qirejî
yê. Dubendî, dek û dolap bi nivisê tên weþartin. Nivîs êdî perwerde
û delalîyan naefrînê. Kes
fenakrê pora xwe ya sipî û temena xwe. Herkes bûye
kelemþor. Bêperwa dileyzînê pênûsa xwe. Ü
hestîyê ziman tune. Baveje bavê min, bavêje. Ne
xesasîyetên netewî, ne jî merheza duwerojê. Kîn û edawet reþandin,
belkî jî bûye karê rîhsipî û kalemêran me. Bi forte û pesin dîrokê
ji xwe destpê dike. Bi “hevalno” celsê vedike, piþtî bêkes û kûs
civînan terkdike.
Ü
êþa herê giran…Nivþeke, bêcerbandin, bêarþîv, baqij û delal, lê
sed mixabin nezan. Piþtî “abê”cî tî. Yanî, mirîdî. Û pêra jî,
narkokî, teklîhevî û dubendî. Li alîyê dîn jî, di nav xizanîyê de
rexne. Dinalê û dikalê. Yanî, yan pesin, yan jî reþkirin. Û dibê; ev
çî bû hate serê min? Hey…!
Nivîsê rebenê. Tu bûyî hacetê van hemûyan.
Berê nivîs hebû. Kubar bû, payê bilind bû.
Berê
nivîs hebû. Delalî, evînî û xweþbînîyê direþand, li dor û alîyan.
Ýro jî nivîs heye. Lê hiznîye, þermezare.
Ýro
jî nivîs heye. Lê di mejîyanda
“qereqol”an awadike, bûye hacete nexweþîyan, di destên nezananda.
Hey..! Nivîsê rebenê, tu yê kengê ji destên xernexwezan bifiltî û azad bibî?
Tu yê kengê dîsa bigehêjî menzila xwe ya berê?
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org