|
Di tekoþîna Rewþenbîrî ya Kurdî da numûneyeke balakêþ: OSMAN SEBRÎ DI DILÊ GELDA YE Bedirxan Epözdemir Berê çend gotin : Ku
meriv bi gelemperî bêjê, dîroka gele me, bi teda, êþ, azar, kuþtin,
qirkirin, ledan û bi zordarîyan va tijî ye. Bê guman deme ku ez wuha dibêjim,
mabesta min ne ewe ku bêhêwîtîyê þiringe bikim, dimenên reþ bînime
holê. Lê pêwîste em bûyerên ku dîroka me da qewimîne tu car jibîr
nekin. Bi taybetî jî nifþên nûh pêwîste bêwestan li ser heyînên
me, li ser dîroka me, tiþtên ku ku li welatê me qewimîne û diqewimin,
li ser pirs û pirsegirikên me rawestin. Sedem ku xort û keçên me yên
xudandoz van erkên xwe bînine cih, pewîste rûsipî, rewþenbîr û
giregirên Kurda jî zanînên xwe û cerbandinên xwe pêþkêþî wan
bikin. Sedem ku nifþên nûh têbigêhin gerek tu tiþt ji wan neyêne texsîrkirin.
Bi
salane ku gelê me yê mêrxas di bin darê zorêda bedêlên giran daye. Dîroka
gele me bi xwînê hatîye avdan. Di nava gola xwînê da berxwedanên bê
hempa nîþanda ye. Di van berxwedananda bi hezaran lehengên me canê xwe yê
paqij û þîrîn di rêya azadî û rizgarîya gel û welatda fedakirine û
bê tirs xwe avêtine meydana þer. Ew
bûne remza egîtî û mêrxasî yê. Bûne
remza berxwedan ê. Em
bi van mêrxasa serbilind û kubarýn. Pêwîste
jîyana wan ji bo me hemûyan bibî
cîyê þanazî û qedirbilindî yê. Em
gerek tu car ji bîr nekin, ki ji bo diwarê azadî û rizgarîya welat çengek
ax, tasek av û xîçikek danî bî ew rûmeta netewa me ne. Ew
li Amedêne, li Bedlîsêne, li Mahabat li meydana Qazî Muhamedin Li
Hewlêrin, li Gelîyê Zîlan û li Cizîra Botanin Govend
û dîlanin, helbestên li ser lêvên keç û xortanin Li
Silêmanî, li Çîyayê Kurd û li Þikaka
Simko Axanin. Deþtin,
çîyan e û zozanin Keçin,
xortin, jinin, mêrin pîr û kalin Bi
þev û rojan nigebanê bê
westan Yên
Kurd û Kurdistanin. Li
Gok meydan Yusuf Zîyanin, li navça Dîyarbekir Þêx Seidên Pîranin Li
çiya yê Barzan remza berxwedanê Mela Mistefa yê Barzanin Ronesansa
Kurda mîrê mîran Celadet û Kamûran Bedir-Xanin Cîgerxwîn
û Apo Osman Sebrî remza berxwedana Kurdanin Serbilindî
û rûmeta me hemûyanin. Apo
Osman Sebrî, bi taybetîyên xwe, bi xebata xwe ya pir alî, bi mêranî û
berxwedana xwe di dîroka me da renkeke pir cuda ye. Ev
taybetî û ev kesayet di diroka netewanda li gel kêm kesan heye. Di
van rojên ku li her beþê welatê me pêwajoyên cûr bi cûr didomin, ku
her wek dîrok careke dîn tê nivsandin û asoyên me alarmên nûh lê
dixin, pêwiste em ji her dem zêdetir, zana û mêrxasên xwe bi bîrbînin.
Sedem vî yad û bîranîna Osman Sebrî gaveke zor giringe. Pêwiste em
zana û mêrxasên salê carek bi rengêke klasîk salê carek neyêne bîranîn.
Gerek jîyana wan xemil û hêz bide jîyana me ya rojane, em
xebat û fedekarîyên wan ji xwe ra bixine nûmune. Osman
Sebrî remza berxwedanê: Osman
Sebrî di 05.01.1905 da li gunde Narincî yê, li navça Meletîyê hatîye
dinê. Kurê Osman e. Bavê wî serokê eþîra Mêrdîsan bûye. Dema Apo
Osman deh salî bûye, di sala 1915 da bavê wî çoye ser dilovanîya xwe.
Wê demê apê wî Þûkrî Axa dibî serokê eþîrê. Osman Sebrî li cem
mezin dibî. Di sala 1922 da dibîstana “Rûþtîye” kuta dike. Di
van salanda welatparêzê Kurd Simayil Efendî nasdike. Ev nasîn di Osman
Sebrî da gûhartinên nûh peyda dike. Di mejîyî wî da dîtin û ramanên
netewî hatine reþandin û hedî-hedî di vejin. Sîyasetvanêkê tekoþêr : Di sala 1926 an da her dû apên wî
Osman Nûrî û Þûkrî sedem ku teklî tevgera Þêx Seid bûne li Amedê
têne dardekirin. Ev bûyer bandoreke pir mezin li ser jîyana Osman Sebrî
dike. Tovê ku di mêjîyê wî da hatîye reþandin edî dibine þitil. Dil
û mejî êdî bi xebata pratikte dibine yek. Konaxa jîyana wî bi vê bûyerê
digûhirê. Li gel hevalên xwe yên xudandoz û bixîret
xebata pîroz, xebata hêþyarkirina gel destpêdike. Êdî dema çalakîyan
e. Çalakîyên netewî roj bi roj têne xuyakirin. Her di wê salêda ji alîyê
dagirkeran va tê girtin. Du sal li bajarê Tirka li Denizli di zîndanê da
dimînê. Di sala 1928 an da Mistefa Kemal leborîna(afu) giþtî ilan dike.
Apo Osman tê berdan. Di sal 1929 an da Osman Sebrî li gel 26 axa û serokên
eþîrên Kurda dîsa tê girtin. Ýnca li zindana Meletye yê dengê Osman
Sebrî û hevalên wî yên tekoþêr bilind dibî. Li mehkema “Dîvan
Herb” ku mehkemeyeke taybetî bû û bi gelemperî ji bo darezandina tekoþêrên
Kurda hatibû damezrandin, tê mehkeme kirin. Heft hîvan di wê zîndanê
da dimînê. Di encamêda bi arîkarîya cihgirê girtîgehê ku bi xwe yekê
Kurd bû tê berdan. Edî
mecala wî namînê ku Bakur bi sitirê. Roja 24.12.1929 an derbazê binxetê
dibî. Xebata esil ya sîyasî ya nemir Osman Sebrî li Sûrî destpê dike.
Li Kobanî cîh dibî. Xebat û çalakî li vir destpê dikin. Celadet Mîr
Bedir-xan nasdike. Di komîta Xoybûnê da cih digre. Di jîyana wî
da konexeke nûh destpê dike. Zanayî û þahrezayî ya wî di demeke
kurt da li digêhêjîne refa serokatî ya Xoybûnê. Di roja 01.07. 1930
yan da Xoybûn biryar digrê ku dijê Tirkîya dest bi êrîþan bike. Li
ser vê biryarê desteyek çekdarên Bozan Beg bi serokatî ya Osman Sebrî
diçine bajêrê Rûhayê. Êrîþ dibine ser çend padîgahên leþkerî. Piþtî hêzên çekdar li benda
serdarên hêza Bozan Beg û birayê wî Mistefa Beg dimînin. Lê mixabin
ku her du jî ji alîyê desthiletdarên Fransa ve têne girtin û wan diþeynine
bajêrê Þamê. Piþtî vê bûyerê hêvîya hêzê çekdar diþkê û paþ
ve vedigerin. Li Sûrî Kurdên bi nav û deng
Celadet Bedir-xan, Mala Haco, Malbata Cemîl Paþa ji alîyê hêzên
dewleta Fransa ve têne girtin û wan jî diþeynîne Þamê. Di encamê da
Osman Sebrî bêhêvî dimînê û ji Xoybûnê dûr dikevê. Piþtî vê bûyerê
derbazê Kurdistana Baþûr dibî. Di navbera salên 1931 û 1938 an da çend
caran tê girtin. Li Mosil û Bexda di girtîgehê da dimîne. Tê sirgûn
kirin. Di sala 1936 an da ji alîyê Fransa ve sirgûnê Efrîqa dibî.
Tebat nake, divê nêzikê gel û welat bî. Direvê tê Libnanê. Derbazê
Þamê dibî. Çend salan ji meydana sîyasetê dûr dikevê. Xwe dide çalakîyên
rewþenbîrî û toreyî. Di
sala 1957 an da li gel desteyek rewþenbîr û welatbarêzên Kurdistana Sûrî
“Partîya Demokrata Kurdistana Sûrî”di damezrînin. Osman Sebrî dibî
sekreterê giþtî yê partîyê. Rêbaz û
bername ya partîyê bi navê
“Rêzana Partîyê” bi belavokek belav dike. Di sala 1960 an da li gel
hinek hevalên xwe tê girtin. Li himberê iþkence û lêdanên ne dîtî
dibî remza berxwedanê. Dibî “Apo Osman”. Bê guman wata “Apo” di
çanda Kurdî da cîyeke xwe yê taybetî heye. Di 1963 an da tê
berdan. Derbazê Beyrûtê dibî. Heya dawîya wê salê li wê bi cîh dibî. Bi
van girtin û sirgûnan teklîhevî dikevê nav partîyê. Endanmên partîyê
guh nadine rêbaza partîyê û Osman Sebrî gunehkar dikin. Lê ji
serokatîya partîyê dûr dixin. Ev biryara ne adîlane dibî sebep ku
Osman Sebrî xwe ji qada sîyasetê bikþînê. Meriv
dikarê bi kûrtasî jîyana Osman Sebrî ya sîyasî wuha þîrove bike. Lê
bê guman jîyana lehengê me yê nemir, þayanê lêkolineke gelemperîye.
Mijareke gelek giringe ji bo lêkolinvanên sîyasî, edebî û civatnasî.
Ku meriv pispor nebi meriv nikarê nokê vê derya ya bêser û bêbin bibî.
Bi vê nivisa kurt tenê ez li qerexê derya yê derketime gerek. Teqeta min
tine bû ku ez noqê kûreyî ya vê deryayê bibim. Rewþenbîrêkê
jîr, edebîyatzanêkê þahreza: Alîyeke
ve deryayê jî, bi xebata edebî û rewþenbîrî hetîye xemlandin.
Mamostayê nemir, di qada edebî û rewþenbîrî da jî tim jîr, zîrek,
serkêþ û rêzan bû. Osman
Sebrî ostayê ziman bû. Zimanzanê Kurd bû. Divî warîda xebatên hêja
kir. Li ser rêziman û Elîfbaya Kurdî gelek xebat baþ kirîye. Bi sedan
þagirt gihîþtand. Gelek Kurdan xwendin û nivsandina zimanê xwe jê ferbûn.
Ev ji bo me hemûyan serbilindîye. Sedem em bi Osman Sebrî kubarin. Helbestvaneke
mêrxas yê netewî bû. Helbestên wî moral û manevyeta Kurdan bilind
dike. Helbestvanê dîrokçe ya Kurdî bû. Ewî hem bi rengeke klasîk hem
jî bi rengeke nûjen helbestan di efrand. Çîrok nivîseke hêja û Ostayê
Fabil ya Kurdî bû. Çawa di warê sîyasî da her wuha di warê edebî da
jî rexnevaneke bê tirs bû. Rexne li cem wî ne metihkirin bû û ne reþkirin
bû. Rexnegirtinê li gor wate ya rexnê pêk tanî. Naveroka
berhemên Osman Sebrî, dilþewatî, welatparêzî, axên û zarên, gazî
û hawara gel û welatin. Ev rê- rêbaz, hêvî û tekoþîna gelin. Sedem
vî ye ku Osman Sebrî’yî nemir bi salane ku di nav dilê gelda ye, li
ser lêvên keç û xortên me da ye. Wê her tim jî wuha bî. Binêrin
ku çî dibêje;
“Divê tu zanibî ev bûne sî sal
Min nedît tu xuþk û bira, xelkê dimal
Ne
me dît axa welat, pîra dîyan
Ne vexwar kavser û
ger ava çîya.” Dîsa
dijê birakûjîyê û ji bo yekîtîyê wuha hawar û gazl dike; ev hawar
û gazî berî mirina wî 7-8 meha ye.
“Divê em xwe pêkbînin ji bo felata xwe
Bijîn serbilind wekî çîyayên welatê
xwe
Berê xwe nedin hevdu û þerên hevdu
nekin
Bes rêya gelparêzîyê li pêþ wan
vekin.” (11.02.1993) Min
li jor gotibû ku rêzdar Osman Sebrî ostayê zimanê Kurdî bû. Di salên
80 yan da gelek caran ku bû nesib min lê dît û di gelek waran da min lê
naskir, bala min xebat wî ya teorîk û pratîk li ser ziman kiþand. Mala
wî ya li taxa Kurdan bibû zîyaretgah û dibîstan. Gelek kesan dihat dersê
xwe hiltanîn û diçon. Osman Sebrî bi sebir û sebat li ser þagirtên
xwe disekinî ya.
Sedem
vî divêm li vir çend gotinên Mamosta Osman Sebrî yên li ser giringîya
ziman rêzbikim. .
Meriv ku bi zimanê xwe re bendewar nebe, nikarê îdea bike ku ew ji
welatê xwe hizdike. .
Gava tu bixwazî gelperwerî ya mirovekî fambikî, ta kîjan derece
pêþva çoye, binêre çiqas ser bi zimanê xwe re bendeware. .
Her bêjeyek kevirekî avahîya ziman e. .
Kesê ku ehmîyet nede zimanê xwe , di jîna neteweyî da tuneye. .
Ziman wekî asoya behrêye, nêzik xuya dike, lê çiqas dinêrî tim
ew e. .
Milet bi du tiþtan hêþyar dibî, yek bi darê zilmê, du bi
xwendin ê. Berhemên
Osman Sebrî: Elfabê
ya Kurdî -Þam, 1955 Bahoz
û çend nivîsên dîn, 1955 Derdê
me (gotar û helbest) – Þam,1956 Apo
(gotinên xwe nepêjin bêtav) – Ratingen,1981 Elîfbaya
Têkûz -Þam , 1982 Çar
leheng - Þam, 1984 Bersiva
Hoþeng- Þam, 1992 Serpêhatîyên
min (destnivîse) Xebat
û Lêkolînê li ser Osman Sebrî: Osman
Sebrî (Helbestvan û nivîsvan)- Heyder Omer
Çapa yekem çapxana Evra- Berlin, 2004
Çapa
duwem çapxana Yad- Silêmanî, 2006 Dîwana
Osman Sebrî (amadekar) A. Balî- çapxana Evra, Berlin 2005 Mirina
Osman Sebrî : Osman
Sebrî, Di salên dawîda ji ber pîrî, nexweþî, pêrîþanî, derd û
kulên giran êdî nedikarî sîyasetê
jî û edebîyatê jî bi kêr bine. Qedera wî jî wek qedera rewþenbîr
û nivîskarên me yên dîn bû. Di nava tuneyî û bêmecalîye de roja
11.10.1993 xatira ji Kurd û Kurdistanê xwest û ji nav me barkir û ço.
Gora wî li goristana gunde Berkevirê ya nêzîkî Dirbêsîyê, li
Kurdistana Sûrî ye. Di
dawîyê da dikarim bêjim, dema Osman Sebrî bi Kurd û Kurdatîyê hisîya,
dilê xwe kire evîngeha welat. Xwe awête kura agir, zilm û zordarîyê
himbêz kir. Ji bo azadî û rizgarîya gel fedekarîyên bê emsal kir. Jîyana
wî bi êþ û azar derbaz bû. Lê ev êþ û azar jîyan da gelê Kurd. Ji
xwe dema meriv van çar rêzên jêr bixwînê, bi hêsayî dibî xwedan
agahdarî li ser jîyan û keseyeta Mamosta Osman Sebrî.
“Xwe danînim bo sîtem û zorê
Divê serbilind ez biçim gorê
Gava bi rûmet ez biçim goristan
Hêja ye bibim lawê Kurdistan. “ Tu
bi serbilindî çoyî gorê lehengê Kurd yê bi nav û deng. Ey
Apo Osman Sebrî sembola berxwedana Kurdan. Tu
lawê hêja yê welatî. Sedem vî serbilinde bi te Kurdistan. Di
102 salîya nemir Osman Sebrî da ez lê bi rûmet bibîr tînim.
Epozdemir1@zonnet.nl
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org