PAYÎZE DÝLÊ MÝN DÎSA ZÎZE
 
 
Bedirxan Epözdemir
 
 
Ji bo parêzger Þevket Êpözdemir, ku berî duwazdeh salan (25.11.1993) ji alîyên hezên tarî va bi bêbextî hate þehît kirin
 
 
Ku bi rastî bejim, gelek caran ji dilê min nayê ku ez binivsînim. Pir caran dicerbînîm, hewildidim, li berxwedidim, xwe hinek hêsadikim, lê didim û nadim bêje nayêne cem hev,
Hevok rêz nabin li pey hev. Demên borî têne ber çevên min. Rewþa ku em têda dijîn û duwaroja me. Mijar hev diqewrînîn, pirs û pirsegirik têne lefandin li hev. Dibine wek gilokek benik. Teklî hev dibin gelek caran, dibine girîyeke kor. Napiþkivin, napiþkivin, venabin ji hev. Û pirs, pirs, pirs..  Rêz dibin li pey hev.  Giloka benik, carna ji xwe þerit û werîsan di efrîne. Dibine bêser û bêbin. Ne taqeta min heye ku ez bigêhjime wan, ne ew lêvîya min dimînin. Ji niþkava hinda dibin, ji ber çevan, bi lez û bez.
 
Veca ku demsal payîz bî, dar û ber sitûxwar û melûl bin, yek dengî û yek rengî xitma xwe li xwezayîyê dabî û payîz bibî xwezgînîyê nûçeyên reþ. Dilê te zîz, çevên te li derî û penceran bin , guhên te bel û bendewarê nûçevanan bin. Wê, ezê çî û çawa binivsînim ? Wê bi kîjan hêz ezê bikaribim, derd û kulan bireþînime ser kaxizan.
 
Ez we nizanim, lê kêyfa min qet nayê ji payîzan ra. Kesên romantîk bixeydin jî ev rastîya mine û ku bi salane  nayê guhartin. Payîz li cem min bûye remza xeberên reþ, bûye tirs, bûye xof. Sedem vî ye dema payîz te, dilerizim, direçifim, ditirsim.
 
Delalên min hebûn, evînên min hebûn, xeyalên min hebûn. Ku min bi wan ra heyî û tuneyî yê, xweþî û nexweþî yê par dikir. Ku me di þuna pêxwarinê da hêvîyê ji xwe ra dikir, qatix. Û bi helbest û kilamên serketinê me sebr û sebata xwe tanî.  Bi bêbextî ji min sitand wana, payîza keysperest. Min ji delalan mehrum, ji evînan bêpar kir, xeyalê min bi avê we çûn. Ez bê qatix, bê helbest û bê kilam mam.
 
Sedem vî ye ku ez ji payîzan hiznakim.
Sedem vî ye ku dema payîz tê tirs û xof min digrin, dibime bêzar û ziman.
 
 
Dar û ber melûl û sitûxwar. Zer, hatiye reþandin li çar alî. Yek rengî û yek dengî, xetma xwe li xwezayî yê daye.  Û ez xwe tenê, bêkes, xizan û nezan di ecbînim. Vêga dîlim, di destê payîza bêbext da. Min bi qeyd û bendên xwe yên kevnar va girêda ye. Gerîya min þidandîye bi wê heybeta xwe yê mezin. Wek kabûs li ser singe min rûniþtî ye. Bêtaqet û mecalim. Nefesa min dernakevê, difetisim. Li rengan digerim, li dengan digerim. Ne kes, ne nefes.
 
Bêdengî û yek rengî çýqas nexweþe, hey hawar !
Û sebir û sebat. Gotineke hesa û bêwate. Lê pekanîneke dijwar. Û gelek caran jî bersiva pirsên  bêdawî, li sûka bêhêvîyan.
 
 
Bêrî kirin çiqas zore.
Û ku çar alîyê te, mij, moran û duman bî.
Ku tu bêmecal, teqet û îmkan bî.
Û evîn dîl bî, li piþt heft derîyan  kilîtkirî bî.
 
Û di nav bêdengî, tarî û zilomatêda, bi wî dengê xwe yê zîz û lezîz, ku bi axên û keser Þivan Perwer; çiqas hawar û gazî bike û bêjê “min bêrîya te kirye, lo wille min bêrîya te kirye”.
 Qet dawî li berî û hesretan tê?
 
We nizanim. Lê berî û hesretên min qet kêm nebûn, her sal zêdetir bûn.
Çinkî bêrî, pirseke bêdawî ye di nav xire û gura jîyanêda.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org