Kanîya evînê ;  

                        Seydayê Mela Ebdulsemed 

 

Bedîrxan Epözdemîr

                                                    

Di dîroka gelanda gelek gernasên bênav hene. Bêdengin, meriv gelek caran wan nabînê. Xebat dikin, bi þev û roj wek mêrûyan, bê westan. Kevirên havînê tim tavêjine kadînê. Ku rojêk bê meriv bikar bî sebra xwe bi wana bînê.

Lê ku qeyd û bendên baþvemayî civatê zebt û rept kiribin, gelek caran hinêk tiþt wate ya xwe winda dikin. Wate tên gûhastin, yan jî berevacî dibin. Wê demê jî kedera bindestî û baþvemayî yê, teklîhevî destpê dike. Sedem vî jî piþkaftina pirs û pirsegirikan bi hêsanî cênabin.

Baþe çîye gernasîya bênav ya gel? Ev dema ku gel û welat trajedîyek dijî pêwîste pirs bi hêsanî bê zelal kirin. Eger ku zelalbûn cênebî, bandora Donkîþot’an tê tim û tim xetma xwe li civatê bide. Þik nîne tê wê demê jî kambaxî dom bike û bi xwe ra trajedîyên nûh bîne.

Vêca em dikarin bêne bersiva pirsê; gernasên gel yên esl; bêdengin, kesayetîya wan tijî ye, li pey navê xwe û tiþtên piçûk nagerin. Tim hûr, kûr û dûr diremînin. Rêyek danîne ber xwe, rêyeke dûr û dirêj. Bêwestan dimeþin heya dawîya temena xwe di vê rêda. Bêguman rêya wan wusa hêsa nîne, bi asteng, eza û sitrînan va tijîne. Diþkên, lê tucar natewin. Neynika civatê ne, rehjana civatê digrin. Rewþ û mercên ku gel û welat têda derbaz dibin baþ dizanin. Moral û menevîyata wan tim bilinde. Cirûskên evînî û aramîyê belavdikin li dor û alîyên xwe. Bi rabûn û rûniþtinên xwe rêz û evîna dostan jî û ya dijminan jî qezenc dikin.

Nûr dibarê ji rûyê wan. Kanîya evîn û delalîyêne. Bi sebir û sebatin. Pêwîstîya wan bi meth û xwe niþandanê ra tûne. Na bêjin « ez » , tim dibejin « em » . Tenê nahêrin lê diefrînin jî. Dîrokin, helbestin, xetîbin, zmenin, çandin, pêþengên esl yê bêdengin.

Mixabin piranîya kesên ku dibêjin ; em ji bo civateke adil, wekhev û azad têdikoþin agahdarê van merxasên gel yên esl û bêdeng nînin. Yan jî lêvên xwe pê hildikin û derbaz dibin, wana nabînin.

Waye êþa me ya salan eve. Em qedir û qîmeta heyînên  xwe nizanin. Em dikarin li ser xelqê û pêþengên wan bi rojan qisebikin. Wana ji xwe ra pêþrev bizanin yan jî serokên xeyalî di mejîyê xwe da bixulqînin. Dermanên wana yên ku bi kêrî birînên me nayên, em ji xwe ra dixine melhem. Lê em dermanên xwe yên esl bi destên xwe berevacî def didin. Yanî bi kurtasî, em ji xwe dûr ketine, ji xwe ra bûne bîyanî. Ji dîroka xwe ra, ji axa xwe ra, ji çand û zmanê xwe ra û ji hêja yên xwe ra.

Heyhat! Gelo li ser rûyê cîhanê kesêk wek me hebûye, yan heye?

Dizanim, wê dîsa gelek kes li himber wan gotinan nerizayî ya xwe nîþan bidin û dij derkevin. Wê dîsa rastîyan bi tiþtên sunî badene bikin. Lê ne xeme. Rastî nayê veþartin û li gor dilê meriv nayê þikildan. Êþa herê mezin eve ku pirî me gernasên sexte û pêþengên sunî afirand em malwêranbûn, kambaxbûn.

Êþeke dîn yê giringtirîn jý heye ; dema gernasên gel yên esl, ji nav me bardikin û diçine heqî ya xwe, wê demê ax û waxên bê wate destpêdikin. Vêca em li çokên xwe didin hawar û gazî dikin. Cîyê mixabinîyê ye ku gelek kes jî li ser van þexsîyetên paye bilind, ji xwe ra þexsîyetan  avadikin.

 

                          *                               *                                *

Nizanim, hun ket fikirîne, yan jî ji kerema xwe ra dikarin piçêk bifikirin. Sedemê esl ya trajedîya me çî ye ? Li gor min bersiv vekirîye ; bê evînî, bê evînî… Yanî em li himberî evînîyê tavandarin, deyndarin. Em rûmeta evînê nizanin. Di mala xwe da, di karê xwe da, di jîyana rojane da û di sîyaseta xwe da me bi inyad evînê mihandî ye. Sedem vî ye ku di her warî da rewþa me bûye mina gilokek benik, bûye mîna girîya kor. Binerin evîn li ku þîn bûye, derîyê serketinê li wê vebûye. Eger ku hun jî bi hêsayî fikirîn û gîhîþtine pêwîstî ya encama evînîyê, verin em evînê þin bikin û himbêz bikin. Belkî evîn ji bo qedrê mezinayî ya xwe me bibexþînê. 

 

                        *                               *                                    *

Dema min xeberê wefata çinara mezin, mamostayê paye bilind Seydayê Mela Ebdulsemed bihîst, ez pir êþam. Lerizîm, qamqurfî bûm, ji taqetê ketim. Ji 15’Adarê heya îro min gelek caran xwest ku ez li ser jîyana Seyda rawestim. Lê divêm bi resteqînî bêjim ; ez û pênûsa xwe bêhêz ketin, li himberê xeberê reþ. Çinkî Seyda, ji bo min gelek watedar bû. Remza wan gotinên jorî bû, ku min xwest ez li ser rawestim. Lê sed mixabin ku hêjmara wan mînak û remzan roj bi roj kêm dibî û wek kesatîyên xwe bêdeng ji nav me bardikin û diçin. Careke dîn mala xerîbîyê biþewite, careke dîn bila navê mirinê “bêbext”bî.

Ez navêm bi gotinên xaf û yên kevnar li wir pesnê Seyda bidim. Bawerim ku wek her kesê gernasên gel yên esl pêwîstîya Mamosta yê mezin bi vana tûneye. Gerek insan ne bi gotinan lê bi kirinên xwe bêne yad kirin. Ku em bivên ewana di gora xwe da rehet razên û hestîyê wana di gorêda jan nede, gerek em xebata wan ji xwe ra  wek numûne bibînin.

Jîyana Seyda, jîyanêkê dûr û dirêj bû. Di wê jîyanêda ewî gelek eza û cefa dît. Lê jîyanêkê bi rûmet bu. Tim serbilin û bextîyar bu. Ketibû þoreþa Þêx Seîd efendi. Di sala 1946 da li gel bavê xwe,  bi alaza tevlîbûna Komara Mehabadê, peyatî ketine rê. Lê mixabin sedem hinek astengan, ne gihîþtine wî mirazê xwe yê pîroz.

Kî çî dibêjê, bila bêjê rola medresan di jîyandina çand, zmen û dîroka gel da pir giringe. Em gelek tiþt deyîndarê seyda û alimên xwe ne. Ewana li ser reyên Feqîyê Teyran,Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanê þîn bûne. Wek berdevkê wan, wana gihiþtandine dema me. Me ji wan temên xweþ û hêjayan bêpar neheþtine.

Seyda li gelek deverên Kurdistanê di medrese yên xwe da bi sedan feqî û mela yên welatparêz gihîþtandî ye. Di hêþyar kirin û rêzbûna gelda bandora feqî û melan nayê înkarê.

Mamosta yê nemir, Seydayê Mela Ebdulsemed li þamê bi nûnerê ronesansa kurd Mîr Celadet Bedir-xan ra hevdîtin çêkirîye. Sedem wê hevditinê di sala 1943 yan da li Tetwanê di heqî  wî da doz hatîye vekirin. Ji bilê wê dozê ji sala 1952 ya heya sala 1988’an sedem ramyarî û xebatên xwe yên welatparêzî û olî hatîye girtin û di heqê wî da doz vebûne. Lê ewî tucar li himberî dagirkeran serê xwe nizim nekirîye. Bi inyat heya dawîya temena xwe, ji bo edlayî, aþîtî, biratî, wekhevî û evînîyê têkoþaye. 

Nefs piçûk bû Seyda. Bi mezina ra mezin, bi piçûkan ra piçûk bû. Remza dilsozî û dilovanîyê bû. Bi bejin û bala xwe, bi rûyê xwe ken, bi rîyê xwe yê ku nûr jê dibarî bawerî û moraleke bilind dida meriv.

Min Seyda di sala 1968’an da nas kir. Pêwendîyên me li welat tim zindî bûn. Wek merivêkê tî û birçî min lê zîyaret dikir. Ez têr nebûm ji wê kanîya zelal û sifra dewlemend.Sohbet û þîretên wî pêþîya min vedikir.Dema sala 1980’ê ewirên reþ ezmanê welat girtin, ez terkê welat bûm. Min hesret û kesera wî kiþand bi salan. Di nav mercên dijwar yên penahendîtîyê da bi telefonan car-caran min bêna xwe derdixist. Gava digo “Bedirxan’ê min” (li xerîbîya xopan du kes bi vê xitabê moralê min geþ dikirin. Yek Seyda bû, yê dîn jî rehmetî yê Hecî Dirsin bû. Ku ew jî berî salêk ço dilovanîya xwe. Her du ji heval û dostên hev yên dilsoz bûn.) min kul û xeman jibîr dikir. Dengê wî sêh meh têra min dikir. Piþtî 12 salan ku ez vegerîya me welet dotira rojê ez çome zîyaretî ya Seyda. Bi hesreta salan min lê himbêz kir, destê wî maçê kir, min lê têr bên kir. Qey eybe ku ez bêjim? Ez têr girîyam. Ew jî kelogirinî bû.Berdilya da ber dilê min. Min hêsa kir. Va ku em tenê bimînin. Ji mehvanan îcaze xwest. Em li ku mabûn, me li wê dom kir. Ketine nav sohbetên kûr û me dawî li þevê anî.

                    *                                *                         *

Seydayê Mela Ebdulsemed sala 1908’a li gundê xorosa Hîzana Bedlîsê hatîye dine. Kurê seydayê mezin Mela Osmanê Xorosî ye. Mela Osman tenê ne li nawçe lê li seranserê welêt alim û tekoþêrêkê bi nav û deng bu ye. Mamostayê nemir Mela Ebdulsemet roja 15’yê adarê 2001’an de li Îzmîr’ê, di Nexweþxana ya Zanîngaha Ege’yê bi ruyê xwe yê ken, bi menevîyatêkê bilind ço ser dilovanîya xwe.Seyda 17’yê adarê 2001’an de li Tetwan ji hêla girseyî ya gel ya mezin ve hate pêþewazîkirin û li rexê mizgefta xwe hate veþartin.

Oxir be Seyda, Oxir be.

Em nagirin, ax û wax nakin. Li çokên xwe naxin. Çinkî baþ dizanim, kêfa te ji sitêrkên çeva, ji dilopên xwînê ra û ji ax û waxan ra nedihata.

Oxir be mamostayê kanîya evînê, Oxir be.

Hêsa be, bila çevên te li paþ nemînê.

Em þagirtên te yên rasteqînin. Em ehd dikin, sond dixwin, qewl didin;

Emê heya dawîya temena xwe li ser rêça te ya payebilind bimeþin. Sedem ku zarokên me jî vê rêça pîroz biþopînin, çî ji destê me bê emê bikin.

Û bi sond û peyman em qewlêkê dî jî didine te; dema hesretên te pêk hatin, emê bêne ser gor te, mizgînî ya mezin bidine te.  

Þika te nebî wê zarûyên te yên egit heykele te deynin. Wê mala te bibî navenda çand û dîroka gel. Wê zarokên me wê demê serbilind bin. Sedem ku nevîyên tene wê bi gurur temaþa cîhanê bikin. 10.Gulan.2001