Tirs û Hêrs Pirsegirikan Çaresernakin

 

Bedirxan Epözdemir

 

 

Wek gelek pirs û pirsegirikan demeke dûr û direje ku li Tirkiyê “perwerde bi zimanê zikmaqî” tê axaftin û gengeþî kirin. Pirs gelek caran dibî girîyeke kor. Hem reyadar û hem jî hevwelatî bi rengeke pedagojîk û akademîk  gelek caran dikevine nav þaþîyên mezin. Gelek caran gengeþi û þîrove ji naverokê zedetir, bi þekli tê holê. Numûneyê bêwate têne dayin. Ev jî alozîyên nûh bi xwe ra tînê û pirsê dixe gilokeke teklihev.
 
Li gor rayedaran, kî li ser babetê rawestê ew welat perçe dike. Bi vê dîtina çewt û þowenîst, refleksên tirs û xofê di nav civatê da antî-patî  yên nedîtî peyda dikin. Ewên ku daxwaza vî mafê rewa dikin,  sedem ku pirsê bi naverokeke tijî dîyar nakin, gelek caran dikevin nav þaþîyan. Ev rewþ jî bi xwe ra xirûcirîyên nûh tînê. Bêguman ev þidandin jî bi kêrî tu kesî nayê û girîyê kortir, dike.
 
Berî çend roj, þandeyek bi navê hijde rêxistinên sivil yên civakî, ku di nav wan da nûnerên Oda Sinayî û Bezirganî ya Amedê, Baro ya Amedê, Oda Bezirganî ya Amedê, Oda Tebîbên Amedê û Komela Karbidestên Amedê jî hebûn, ji bo pirs û pirsekirikên aborî û sîyasî  yên Amedê û herêmê, bi Serokwezîr Recep Tayip Erdoðan ra, li parlementoya Tirkîyê hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê da Wezîrê Çandî ku ew bi xwe ji parlementerê AKP’yê Amedê’ye û parlementerên dîn yê AKP’yî yên Amadê jî amade bûn. Þanda Amedê, raportek pêþkêþî Serokwezir kir. Her wuha nûnerên rexistinên sivil, dîtin û pêþnîyarên xwe þîrove kirin.
 
Dema Serokê Baro ya Amedê birêz Sezgîn Tanrikulu dîtinên xwe þîrovekir, got Pirsên herêmê tenê ne aborîne, lê sîyasîne jî. Wê demê Serokwezîr ji Tanrikulu xwest ku numûneyek  bide. Birêz Tanrikulu got, mafê bi zimanê zikmaqî perwerde û di karûbarên gelemperî da bi zimanê zikmaqî karguzarî li Tirkîyê tine. Bi vê nirxandinê navend þidîya. Li ser van nirxandina, Birêz Erdoðan “Bi  zimanê zikmaqî perwerde tenê ji bo  kêmnetewan e. Ji bo wan jî qurs vedibin” got û mîneka Tirkên ku li Elmanya dijîn da.  Li ser vê gotinê, Tanrikulu got, “Pêwîste em Tirkên ku li Elmanya dijîn û Kurdên Tirkîyê dijîn teklîhevnekin”. Piþtî vî dîyalox hiþk bû. Erdoðan, ture bû û bersiveke tund da. Got ” Tu direwa dikî, tu ne dirustî “.  Li ser vî, tansîyona civînê bilintir bû. Tanrikulu, “Kes nikarê dirustbûna min bi weznîn ê, hun nikarin li min heqaret bikin“ got û civînê terk kir. Piþtî bist deqîqe dawî li civîna hat. Careke dîn navend þidî ya û rîya guftûgoyê ji alîyê Erdoðan ve hate xitmandin.
 
Lê pirs bê bersiv ma. Pêwîste neyê jibîr kirin ku berî çend sal jî, dema Birêz Erdoðan ço Amedê, li himberî pêþnîyarên Birez Tanrikulu gotibû, “Ji bê jinan ra, jin berdan hêsa ye”. Di eslê xwe da sîyaseta Erdoðan di derheqê pirsgirika Kurdî da xeteke zikzak seyrdike. Dema lê xweþê  tê dibêjê “ Pirsegirika Kurd pirsegirika min e”, “Heftê û penç parlementerên min yê Kurd hene”.  Xwe kubar û serbilind dike. Lê dema ku Kurd sedem ku cejna xwe ya netewî pîroz dikin, xort û keç, jin û mêr di bin jopên polêsanda têne pirçqandin û dinalin li holê ne Erdoðan ne jî heftê û pênç parlementerên wî xuya nakin . Dema li ber çevê dinya yê, xort û keç têne lînçkirin, dema ku mil têne þikandin, dema dayikên heftê salî, di bin copên hêzên ewlekarî da têne lêdan û nalên, qir û hawara wan erd û ezman dihejîne mûyên Erdoðan nalipte. Heya nûha berpirsîyarên ku van cenîme yên nemirovî kirine di derheqê wan da lêpirsînek jî venebû ye. Eve demokrasî, eve azadî? Ka pirsgirika Kurd ya te bû?
 
Ez dibêm ku xerezeke Serokwezir heye li himberî Kurdan. Wusa hêrsdibî ku xwe hinda dike gelek caran. Gotinên wî dijê hevin. Tiþtê xaf þîrove dike. Ez dibêm ew bi xwe jî, ji van gotinan bawer nake. Sedem ku ev gotin puç û valene. Bêwate û bêmantixin. Sistem lê û hevalên wî xistîye nav rewþeke nexweþ. Nikarê bi sîstemê,  hêrsa xwe ji Kurd derdixe. Gerek Birêz Erdoðan baþ bizanê; Bi hêrs û tirsê pirs û pirsegirikên welat çareser nabin.
 
Bila neyê jibîr kirin, Kurd jî, îdî Kurdên berê nînin.
Kî, li ku, kengê, ji bo çî, çî dike baþ dizanin.
Ev hemû wek têbînî ji dirokê ra têne qeyit kirin.
 
Kurda di dîroka xwe da tucar li kesî bêbextî û keysperestî nekirîye.
Lê, li bêbextî û keysperestî ya tu kesî jî çev negirtine.
Her car hesyeta û rûmeta xwe jî parastine.
 
Gotina Kurdan bi nav û denge; “Bi xwe kirî, derman tune ye”.
Ku tu dadigeh nekî, tu yê bêyî dadigeh kirin.
 
Zanayek dibêje; “Zalimên herê mezin, ji nav mazlumên ku serê wan nahatîye pirçiqandin, derdikevin”. Ev raste.
 
Recep Tayîp Erdoðan û Partîya wî kirasê mazluman li xwe kirine.
Lê ew rola zaliman dileyîzin li himberî Kurdan.  
Kurd li dijê sistemê radiwestin, sedem ku li AKP’yê xedir tê kirin.
  sosreta herê mezin ewe ku, ew jî li Kurdan zilim dibarînin. 
 
Wusa xuya ye ku di tekoþîna demokrasîyê da rojên dijwar  li pêþî ya Kurda ne.
 
     11.04.2008
epozdemir1@zonnet.nl

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org