Ji Enstîtuya Kelepûrê Kurdî 6 pirtûkên nû

 

Bedirxan Mukriyanî

 
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî, ku kar û barê xwe li baþûrê Kurdistanê digerîne, þeþ pirtûkên nû bi tîpên erebî derxistin ku li ser mêjû, folklor û kelepûrê kurdî ne. Ev pirtûkên hanê ku li ser erkê Weþanxaneya Aras hatine çapkirin, sê jê wekî weþanên þaxa Silêmaniyê ya Enstîtuya Kelepûrê Kurdî, du jê wekî yên þaxa Dihokê û yek jî wekî weþanên þaxa Kerkûkê hatine çapkirin.
 
 
Þêxê Sen'aniyan / Feqiyê Teyran – Xemgîn
Amadekirin û nivîsîna pêþgotinê: Celîlê Celîl
Tîpguhêzî û wêrgerana pêþgotinê: Merîwan Umer Dewlet
 
Ev berhema hanê ku nezîrî wate munazere ye, di nav edebiyata kurdî de cureyekî kêmpeyda ye. Xemgîn li ser bingeha berhema Feqiyê Teyran Þêxê Sen'aniyan nezîrî-nezîreyek nivîsiye û Celîlê Celîl jî ew li Suriyeyê peyda kiriye û cara pêþîn li Viyanayê bi tîpên latînî û erebî çap kiriye. Her çend bi kurmanciya jorîn komek pirtûk li ser Feqiyê Teyran û Þêxê Sen'aniyan hatibin nivîsîn jî, ev yek bi kurmanciya jêrîn bi têra xwe nehatiye kirin, lewma hin peyv û tabîrên nav helbestê bi kurmanciya jêrîn hatine danîn da ku xwendyar bêhtir û baþtir têbigihên.
Hêjayî bîrxistinê ye, Þêxê Sen'aniyan ku behsa evîna þêxekî û keçeke mesîhî dike, li her çar parçeyên Kurdistanê bi nav û deng e çi li nav musilmanan çi li nav êzidiyan. Celîlê Celîl di pêþgotina pirtûkê de weha dibêje: "Lûtkeya berhemên Feqê Teyran Þêxê Sena'niyan e ku li Rojhilata Nêzîk û Navîn bi nav û deng e ... ku ji bo þaîr û sofiyên wê serdemê bûye serkaniya dariþtina berhem û helbestan."
 
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Berfanbar 2008, 143 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kurmanciya Jorîn, 1000 heb
 
Karesata Kela Dimdimê (1606-1607)
Dr. Serwer Ebdulrehman
 
Pirtûk li ber ronahiya çavkaniyên mêjûyî û folklorîk Bûyera Kela Dimdimê dinirxîne ku heta niha çendîn beyt û lawik û stran pê hatine gotin, lê bi têra xwe lêkolînên zanistî û mêjûyî li ser nehatine kirin. Di vê pirtûkê de ku ji çar beþan pêk hatiye, di beþa yekem de, rewþa siyasî, civakî û jeopolîtîk ya dever û Kurdistanê ya wê serdemê tê nirxandin; her weha qala jiyana Þah Ebas û avakirina Kela Dimdimê tê kirin. Di beþa duyem de bi awayekî dûr û dirêj behsa jiyan û kesayetiya Xanê Lepzêrîn tê kirin. Di beþa sêyem de jî nivîskar têkiliyên Xanê Lepzêrîn, danûstandin û têkiliya akinciyên kelehê daye ber ronahiyê. Di beþa çarem de jî behsa êrîþa ser kelehê û berxwedana akinciyên wê, hawardaxistina Xanê Lepzêrîn bo serdarên kurd û sedemên dagîrkirina wê tê kirin. Nivîskar wekî çavkaniyên folklorîk ji þaxên devera Behdînan û Mukriyan sûde wergirtiye. Cihê gotinê ye, Dr. Serwer Ebdulrehman li Zanîngeha Silêmaniyê li beþa mêjûyê mamostetiyê dike. 
 
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Berfanbar 2008, 166 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kurmanciya Jêrîn, 1000 heb
 
Yekem Xeyal – Sê skor bo Orkestraya Jîdar 
Zozik Qeredaxî
 
Pirtûk ji sê awazên bi navê "Dark Honî, Yekemîn Xeyal û Semay Kurd Le Vîenna" pêk tê ku bi zanista orkestrasyona cîhanî, harmonî, kontrapoyint, form hatine danîn. Ji van berheman "Semay Kurd Le Vîenna" ku li ser bingeha strana folklorîk "Boy Dênim" hatiye veçêkirin,  di  sala 2007an de, li Festîvala Yekem a Navneteweyî ya Ciwanan ya li Viyanayê ji aliyê Orkestraya Jîdarî ya Kurdî ve digel çend berhemên dî hate pêþkeþkirin û payeya duyem ya "gelek baþ" wergirt. Hunermend Zozik Qeredaxî, viyolonîstekî Orkestraya Jîdarî ya Kurdî ya li Silêmaniyê ye û heta niha çend pirtûk û çendîn gotar li ser muzîkê nivîsîne.
 
 
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Berfanbar 2008, 70 rûpel, 22x30 cm, Kurdî/Kurmanciya Jêrîn, 1000 heb
 
Metelên Þebekan
Berhevkirin û þîrovekirin: Herdewêl Kakeyî
 
Ev pirtûka hanê bi þêwezara Maçoyî ye û pitir ji 600 metelan pêk tê ku li gorî rêzbendiya tîpan hatine danîn. Metel bi jêrenot û perawêzên bi kurmanciya jêrîn hatine ravekirin da ku têgihiþtina wan hêsantir be. Cihê bîrxistinê ye beriya niha jî þaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Duhokê pirtûka Gotinên Pêþiyan û Îdyomên Þebekan çap kiribû.
Þebek ku li derdora Musilê bi cih û war in, bi þaxekî þêwezara Goran dipeyivin ku wekî Maço tê naskirin û nêzîkî hewramanî û kirdkî ye. Ew ji aliyê ayînî ve gelekî nêzîkî alewiyên bakurê Kurdistanê ne ku ev lihevçûn cihê balpêdan û serincê ye.
Herdewêl Kakeyî, ku bi xwe li ser dînê kakeyî/ehlî heqan e, di warê kelepûr û folklora kakeyî û þebekan û Germiyanê de pispor e û heta niha di vê yekê de komek pirtûk û çendîn babet û gotar belav kirine.
 
 
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Berfanbar 2008, 184 rûpel, 17x24 cm, Kurdî/Þêwezara Maçoya Þebekan, 1000 heb
 
Þevbêr - Çîrok û Serhatiyên Devera Þarya
Berhevkirin: Salih Casim Osman
 
Ev pirtûk 50 çîrok û serhatiyên kurt yên Devera Þarya bi xwe digire ku þêniyên gundên wê tev êzdî ne û dikeve nav herêma Þingalê.
 
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Berfanbar 2008, 161 rûpel, 14x19 cm, Kurdî/Kurmanciya Jorîn, 1000 heb

 

Gotinên Pêþiyan û Îdyomên Devera Kerkûkê
Berhevkirin: Herdewêl Kakeyî
 
Ev berhem pitir ji 1000 gotinên pêþiyan yên Kerkûkê û derdora wê  bi xwe ve digire ku li gorî rêzbendiya tîpan hatine danîn. Piraniya gotinên pêþiyan rûberî þêwezarên Maço, Xaneqîn û kurmanciya jêrîn hatine kirin û hevtaya wan bi ravekirinê hatiye danîn.
 
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Kerkûk, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Berfanbar 2008, 198 rûpel, 17x24 cm, Kurdî/Kurmanciya Jêrîn, 1000 heb

 

 
 
 
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li Silêmanî, Dihok û Kerkûkê þaxên wê hene, di sala 2003an de li Silêmaniyê hate danîn. Wê heta niha bi zimanê kurdî/kurmanciya jêrîn û jorîn, kelhûrî û maçoyî nêzîkî 80 pirtûk li ser folklor û kelepûrê kurdî belav kirine ku 10 ji wan bi tîpên latînî ne . Her weha nêzîkî 15 berhemên muzîkî yên dengîn û dîmenî belav kirine ku ji muzîka kurdan pê ve muzîka ereb, turkman, kild û aþûriyan jî bi xwe ve digire. Jê pê ve wê li ser qereçiyên Kurdistanê, benîþtê kurdî yê li devera Piþder, koçerên Qendîlê û masîgiriya li devera Qeladizê, devera Guliyan, Govendên Çelê û Berwarî Bala, Qale Mere belgefîlm durist kirine.
Bedirxan Mukriyanî/Silêmanî
Bo têkilîdanînê:
 
www.khi03.comMalper: 
 
 
 
 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org