Aþtî; rêvîngê tinê û bêkes

 Bêrîvan Dosky

Bas li ser aþtî, têgeha me ji aþtiyê, erkên nivîskaran û pêwendiyê nivîs û aþtiyê bi hev re ne nû ye û ne tiþtek xerîb e. Nivîskarên ku doza aþtiyê diþopînin û bi nivîs û helwêstên xwe li cem evîndarên aþtiyê cîh digirin pir in. Ji ber ku cewherê xuliqandina edebî tê maneya xurtkirina riha aþtiyê. Nivîskarên ku li ser þopa aþtîxwaziya Lev Nikolayeviç Tolstoy (1828-1910) dimeþin di hemû welatan de hene. Tolstoyê ku li dijî her þikl û þêweyên þer, þidet û zordariyê bû. Kesê ku nîvsedsalî berî Mahatma Gandhi digot, serhildana civakî li dijî bê edaletiyê di çi qonaxan de nabe bigihîje dijwarî û þidetê. Lê gelo em hemû wek hev ji aþtiyê tê digîjin?

Aþtî; silogana hindekan, emrazê destê hindekên din, lê hêvî û meraqa daykên ku ji pêþeroja zarûkên xwe difikirin, yêk ji wan peyivên pîroze ku mirovatî dihebîne. Lê wê nerast be ger em bêjin her kes û li her derê wek hev ji têgeha (concept) aþtiyê fam dikin. Her wek wê nerast be eger em bifikirin ku her kes wek hev aþtiyê dibîne û ji bo afirandina aþtiyê dixebite.

Tevgera aþtîxwaz, hêzên xwedî deselat û qurbaniyên þer tenê bi gotin basî yêk têgehê dikin. Di cîhana wan de maneya aþtiyê û hurmeta aþtiyê ne wek heve. Kesê birsî û kesê têr dema basî xwarinê dikin, yêk tiþt tê bîra wan, lê weku hev ji wê nafikirin. Dema mirov bixwaze maneya aþtiyê fam bike pêwîste mirov têgehîþtina wê ji wan evîndaran fêr bibe ku bi hesreta avakirina pêþerojek bextewer soza evînê didin hev, lê di nava çavniqandinekê de cîhana wan serubin dibe.

Nivîskar li ku, kengê û çawan dikare ji maneya rastîya aþtiyê fam bike? Dema li ser gora her qurbaniyekê, bi awayek pasîv tenê bi rondikên pênûsê, gulên aþtiyê av dide, an dema bi xwe dikeve enya aþtîxwaziyê û aktîv bo aþtiyê dixebite? Nivîskarê/a ku bi xwe qurbaniyê/a þere, an ewê/a ku li cem qurbaniyan cîh digre?

Ew erkekê hewbeþê hemû nivîskarên xwedî berpirsayetiye ku her dem û li her cî pênûsê xwe bikin payeyê alayê aþtiyê. Mixabin di serdemê me de gelik pênûs bûne xencera fanatîzm, dugmatîzm û zêhniyeta þerparêz. Qelemên aþtîparêz di gelek welatan de bê hibir dimînin, tên þikandin, di goþeyên girtîgehan de xewnên hewqederên xwe diþopînin, an rêya koçberiyê digirne ber xwe. Lê dîsan jî pênûsbidestên xwedî berpirsyartî ji nivîsînê narevin.

Em ji Rojhilata Navînin. Wê herêma ku ji þaristaniyê re daykitî kirî, lê niha bûyî navenda dogmatîzm û mutleqbûnê (absolutism). Li wê herêmê de rasyonalîzm û hev û din tehemul kirin yêkim qurbaniyê wê kîneyê ne ku zêhniyeta hiþk û girtî di civak û nava siyasetê de pêk aniye. Nivîs û qelem di mercên dijwar de dijîn. Nivîskar bi hesreta derbirîna raya serbest serî didanên û bi dehanê wan jî di goþeyên girtîgehan de bendê qedera nediyarin.

Basî Rojhilata Navîne. Cihê ku nivîs berî ji dayk bibe tê reþ kirin, qelem berî ku binvîse tê betalkirirn ji hibrî, gelatîna sansorê her dem hindavî stuyê nivîsê ye û nivîskar ji bo ku di þîna ji berbirina keda xwe de ne rune, ji welidînê bi fukare.

Lê di Rojhilata Navîn de ji nivîs û nivîskariyê çarereþtir “aþtî” ye. Kotra bal sipiya di qefesa cahliyetê de bendî kirî ku tenê rêya tê re tê birin ber deriyê gurane. Rêvîngê tenêmay yê çola xezebê ku li pey seraba (trawîlke) hedefê diçe, lê hindî jê nêzîk dibe pitir ji bêhêvitiyê ditirse. Aþtî her roj bi þûrê tundutîjiyê tê serbirrîn. Fanatîzm, zêdereviya (ekstrêmîzim) olî, siyasî û faþismî her roj heremê pitir ji aþtiyê dûr dixe.

Em li welatê Ehmedê Xanî û Mem û Zînê ne, li Kurdistanê. Li cem me Aþtî, meraqe, xewne, nave, hêvî û heste. Ji ber ku þer, Enfal, kîmyabaran, înkar, fanatîzm û bêmafkirin hemû warên jiyan û civaka me dagirtiye. Em ji welatekê ne ku ziman ji xelkê wê hatiye qedexe kirin û ev qedexekirin ji aliyê “nivîskar” û “rewþenbîrên welat” ve tê parastin. Welatê ku banga ji bo axaftina bi zimanê daykê tê maneya terorîzmê û þer bi xwe re tîne. Ew welatê ku nava þer de be ne veþartiye ku têde qelem bê qîmete.

Dema civak di nava aþtiyê de nebe, îstiqrar nîne, lê dema ziman aþtiyê bi xwe ve nebîne, jiyan namîne. Li welatê me de nivîs, ziman û gotina peyiva aþtiyê bi zimanê daykê dibe sedema þer û çalkirina aþtiyê. Eger em navê ewan nivîskar, þair, lêkolînvan û xebatkarên civakî ku zimanê kurdî bi axaftin, þêir, nivîs û gotinên xwe de bikar anîn û li ser hindê hatin ceza kirin bêje wê rûyê reþê dîrokê derkeve û meclisa me tarî bike. Lê eve rastiya jiyana me ye.

Di edebiyata hewdema Kurdî de ku bi giranî ketiye jêr tesîra þert û mercên siyasiyên welat, aþtî tenê di çarçoveya hêviyê de maye. Þair, nivîskar û lêkolerên edebî heta dawiya sedsala 20 jî tinê li çiyayên Kurdistanê û li jêr sîbera tevgera siyasî ya hêzên Kurdistandî derfetên nivîsa bi zimanê daykê hebûn. Ji ber hindê jî edebiyata ku pêþ ketî edebiyata parastinê ye. Roman, çîrok, þêir û helbestên kurdî  pitir di wê çarçovê de hatine nivîsandin.

Dijberê herî mezinê aþtiyê qedexe kirine, lê ji wê jî wêrankertir xebata sîstematîk bo ji navbirina zimanekê ye. Werin em bi hev re destê rêvîngê aþtiyê bigrin, ji bo parastin û xurtkirina zimanên bindest li cîhanê mina zimanê Kurdî, bi hev re bibin rêvîngê rêya aþtiyê û bo ku em bi hev re bigihîjin mirazê, ji înkar û ji navbirina zimanan re bêjin NA!

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org