Bled! Bûka welatê Sloveniya, em hatin te bixwazin

Bêrîvan Doskî

 

Bled bûka welatê Sloveniya, em hatin te bixwazin, ji bo ku em konferansa 37an ya nivîskarên ji bo aþtiyê ya PENa navneteweyî li ser sînga te li dar bixin. Ji bo ku nivîskarên aþtiyê bi xeml û aramiya bajarê Bled mijara aþtiyê bi coþ bikin.

Bled bajarê bi keniþt (klês) û Keleha Dêrîn li ser Gola Bled e, ku ji berî 1000 salan di destnivîsên fermî de hatiye baskirin, himbêza xwe vekir û nivîskar di aramiya bajêr de kirin mêvan.

Ez jî bi evîna Kurdistanê roja 26 e meha hezîranê ji London ber bi Bled bi rê ketim, ew bajarê derdor bi çiya, ku xeml û ciwaniya çiyayên warê min dianî ber çavên min. 

Her wê êvarê em bi keþtiyan çûyne keniþta(klêsa) nîva Gola Bled û li wir helbestvanên herî bi nav û deng yên Sloveniya di atmosfereke efsaneyî de helbest li ber awazên mûzîkê di avahiya keniþta(kileseya) kevnar de dixwendin, ku ez bi xwe jî birime wargehên hez, evîn û aþtiyê, dûr ji dunyaya þer, zilm û zordariyê.

Paþ hozanxwendinê, bi xwarin û vexwarinên cur bi cur parêzgarê bajarê Bled mêvandariya xwe ji hemû delegasiyonan re her li wir bi cih anî.

Di keþtiyan de ber bi cihê mayîna xwe em ketin rê, lê her pêleka Golê awazeke xweþik di dilê min de vedihand; stranek bi evîna jiyanê têde serî heldida.

27 e mehê, roja duyê ji konferansê li bajarkê Bled. Mijara serê sibê û ya paþ nîvro li ser yek babetê bû ( Kultura Ewropa yan jî Kulturên Ewropa). Mijar berfireh bû û gelek nivîskarên bi nav û deng gotarên xwe pêþkeþ kirin, ku pêþde di pirtukekê de ji bo konferansê hatibûne çapkirin. Êvara wê rojê em mêvanên Birêz Borut Pahor, serokê Encumena Niþtimaniya Komara Sloveniya li koçka Villa Bled, ku di demekê de, dema Yûgoslaviyaya berê, Koçka Tito bû. Dîwarên koçkê bi tabloyên dîroka wî welatî bi rêjîm û sîstemên xwe yên ji hev cuda hatibûn nexþandin.

Wan tabloyan xweþî ji dilê min re neda; ez xistime nava nîgaþ û xeyalan. Xeyalên lîstin bi çarenûsa Kurdan ji aliyê rêjîman ve û neçareseriya doza Kurdî di hemû sîstemên çep û rast ên vê dunyayê de.

Bi þev em vegerîn hotelê û li wir êvara helbest- û hozanxwendinê, ku gelek hozanvanan beþdarî têde kir bi zimanên xwe û wergera Inglîzî, û min jî bi zimanê me yê delal helbest xwendin. Min wesa hest dikir, ku hozanvan û nivîskarên li wir bi mûzîka zimanê kurdî mest û avîndar bûbûn û pêþwaziyeke gerim jêre kirin.

28 e Mehê, roja 3 e ya konferansa Bled û mijara Aþtî hat ber bas û xwendinê. 9 nivîs li ser vê mijarê ji bo konferansê di pirtûkekê de hatibûn çapkirin û di nava wan de ya me jî hebû. Her kes bi têgeha xwe ji aþtiyê bi mijarên xwe ve beþdar bûn. Ez jî ji warê Ehmedê Xanî, warê Mem û Zînê, ji wargehên herî kevin ên þaristaniyê, ji Kurdistana perçekirî û ya di bin barê zilm û zoriyê de mayî bi gotarekê li ser aþtiyê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê beþdar bûm. Berî gotarxwendinê, min peyama dilþabûna xwe ji hemûyan re xwend, ku ez bi navê Navenda PENa Kurd, ew neteweya 40 milyonî, bi nasnameya xwe wek Kurd beþdar dibim, ne bi nasnameya welatên Kurdistan di nevbera wan de hatiye perçekirin. Min gotar bi dilekî pir bi kovan(hesret) dixwend; herkesî jê hez kir û destxweþî li min kir.

Piþtî nîvro em ber bi kelahekê ve li Ljubljana paytexta welatê Sloveniya bi rêketin û xwendina hozanan ji aliyê hozanvanê Yûnanî Anastassis Vistonitis ve û pêþkeþkirina pirtûka wî  “The Grammar of Light” di rojevê de bû.

Êvarê jî em mêvanên Danica Simsic xanimê, parêzgara paytextê bûn û paþê jî em dîsa ber bi bajarê xweþik Bled ve vegeriyan..

Roja 29 ê meha hizîranê, roja çarê ji konferansa nivîskarên aþtiyê, em ji bo serdana mûzexana destnivîsên kevin û dîrokî di rê de bûn, û dan û standin bi delegesiyonan re û hestkirin, ku em ji aliyê hemûyan ve hatin pêþwazî kirin û me cihê xwe di nava wan de girtiye.

Mûzexane û belgeyên dîrokî yên li ser cih û wargehên wan li paytextê bala min dikiþand, lê ez jî bi hesreta warên me yên dîrokî bûm, ku bi hemû awayî hatine guhartin û têkdan. Paþ serdana mûzexanê, em ber bi Keleha Dêrîn a bajarê Bled ketin rê û li wir þano û dîmenên li ser dîroka wane siyasî û bûyerên dîrokî hatin pêþkeþkirin. Di pey re jî em bi hev re çûn seyranê; çûn cihekî bi navê Zaka û li wir her kesî bi awayekî piþtgiriya xwe ji bo doza ziman, çand û hetanî doza siyasî ya Kurdan nîþan dida. Paþ wexteke xweþ û aram, em hemû bi hev re, çend kesek ji hozanvanan ber bi bajarê Trzin ketin rê, ku beþdariyê di festivala 800-saliya hatina navê bajêr di belgeyên dirokî de bikin. Min jî bi zimanê kurdî hozan xwendin û mana wan bi zimanê înglîzî got, ku mûzîk û naveroka hozanan cihê dilxweþiya herkesî bû. Vê festivalê û beþdariya me cihê xwe di kenalên rageyandinê de girt.

Bi þev em ber bi bajarkê Bled û ahenga bidawîbûna konferansê ve hatin û ji herkesî re xuyabû, ku Navenda PENa Kurd cihê xwe di nava delegasiyonan de girtiye.

Roja 30 ê mehê, roja dawiya konferansê û xatirxwestin ji bajar u Gola Bled bû. Em bi delegasiyonên PENa Inglîzî re ber bi balefirgeha paytextê ketin rê û li wir li hindava  bajêr di balefirê de min temaþayî kopên çiyayên befrgirtî kir, xatir ji welatê xweþik ê Sloveniya xwest; bi hêviyên ku rojekê li Kurdistana Azad aheng û konferansên aþtiyê bên lidarxistin, em bi rêya esmanî ber bi London ve di rê de bûn.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org