Zordariya li ser Kurdan li Sûriyayê divêt bi dawî bibe

 Agahdarî li ser Civîna li Parlementa Berîtaniya, roja sêþemê, 18.05.2004

 
 
Bêrîvan Doskî

 

Roja sêþemê, 18 meha 5.2004an hevdîtineke gelêrî li avahiya Parlementa Berîtaniya (Li Mala Lordan) bi mêvandariya Lord Nick Rea li bajarê London bi rêve çû.

Civîna ku ji saet 7 hetanî 9 ê êvarê berdewam kir, li ser rewþa Kurdên Baþur-Rojava bû. Piraniya beþdarên vê civînê ronahî xistine ser stem û zordariya ku li hember Kurdên Baþur-Rojavayê Kurdistanê tê encam dan û hewildan ji bo bidawîbûna vê zilm u zordariyê, ji bo biserxistina xebata Kurdan û bidestxistina mafên wan yên rewa, piþtgiriya dost û hevalên Kurdan wergirin.

Beþdarên ku tevlî vê civînê bûn, ji bilî birêz Lord Nick Rea;

-      Birêz mamosta Mistefa Reþîd, cihgirê serekê Navenda PENa Kurd; ew bi xwe rewþenbîrekî Kurdên Baþur-Rojava ye, ku gotarek têr û tesel û tijî înformasiyonên dîrokî li ser rewþa Kurdan li wê deverê pêþkeþ kir. Hûn dikarin gotara birêz Mistefa Reþîd bi înglîzî û kurdî bixwînin.

-      Kerim Yeldiz, serokê projeya mafên mirovan ya Kurdî (Kurdish Human Rights Project) basê binpêkirina mafê mirovan bi taybetî yên Kurdan li Baþûr-Rojavayê Kurdistanê kir û bala baþdaran kiþande ser endametiya dewleta Sûriyê di çendîn peyman û rêkxirawên mafê mirovên yên navnetewî de û got, ku dewleta Sûriyê di van peymanan de pêþêliya endametiya xwe diket, çinkî xalên peymanan li ber çav nagire û mafê mirovan pêþêl dike.

-      Niwênerê Navenda PENa Inglîzî jî bi axaftineke kurt piþtgiriya xwe pêþkêþ kir. Hêjayî gotinê ye, ku berî demekê Navenda PENa Inglîzî helmeta îmzakomkirinê ji bo serbestberdana endamê me yê giranbiha kekê Merwan Osman destpekiribû û di encama wê de ew û kekê Hesen Saleh ji zîndanên Suriyayê hatibûn berdan.

-      Birêz Charlton Serokê Partiya Keskan di axaftina xwe de piþtgirî li mafên Kurdan yên rewa kir.

-       Birêz Neunes Niwênerê rêkxirawa Liberation cext li ser hindê kir, ku Kurd mafên xwe yên rewa dawa bikin û qet kol nedin. Wî bala mêvanan kiþande ser hindê, ku kalên Kurdan Mîdîyên kevn in û ew li hêrêma Rojhilata Navîn milletekî heri kevn e; ew ne hêjayî vê yekê ye, ku ev hemû zilm û zordarî li ser hebe.

-      Niwênerê Rêkxirawa Parastina Mafê Mirovên di Zîndanan de ya Navneteweyî (Amnesty International) got, ku belge û delîlên berbiçav hene, yên ku didin selimandin, mafên mirovan li deverên Kurdan têne pêþêlkirin, û got ku ewê çavdêriya van bûyeran û yên din li vê deverê bikin.

-      Birêz Xalib Semo û Aziz Osman niwênerên rêkxirawên çandî yên Kurdên Baþurê Rojava li London û Parisê jî di axaftinên xwe de hin aliyên din yên zordariya ku li Kurdên Baþûr-Rojava dibe ji beþdaran re dan xuyakirin.

Di gengeþiyê de mijarên girîng li ser rewþa Kurdên Baþur-Rojava hatin ber dan û standinê, peyv û gotarên mêvanan û yên beþdaran gelek warên zilm u zordariya ku li ser Kurdan tê kirin; ji girtin, îþkence û lêdanê bigire heya bêmafkirina Kurdên wê deverê ji nasnameya wan, erabkirina gund û bajarkên deverên Kurdan, qedexekirina mafê fêrkirin û raderbirînê. Herwesa hejarî, perîþanî û bêxizmetiya deverên Kurdan û hetanî rewþa neasayî ya vê dawiyê piþtî bûyerên 12 e adarê yên îsal,  kuþtin, girtin, îþkence- û zîndankirina hejmareke mezin ya Kurdan li seranserê Sûriyayê.

Hêjayî gotinê ye, ku niwênerê Baliyozxana Sûriyê jî li wir amade bû û herwesa daxuyaniyek ji aliyê Baliyozxanê ve hatibû þandin, ku birêz Lord Rea di civînê de xwend, lê amaje bi hindê kir, ku ew tenê dixwîne lê merc nîne, ew tevlî dîtinên di daxuyaniyê de hatine ziman bibe.

Di daxuyaniyê de hinde tiþt hatine ziman, ku renge di destûrê rijêmê de ji aliyê teorî de hebin, lê di aliyê pratîk de ji rastiyê dûr in

Baþdarên civînê gelek pirs û gotinên bi nirx anîn ziman û daxwaza piþtgiriya heval û dostên Kurdan ji bo çareseriyeke rewa ji bo doza gelê Kurd hate kirin.

Yek ji wan kesên amade yên înglîz got, ku ew di dema bûyerên 12 adarê de li Sûriyayê bû û ewî dît, ku refeke xort û xelkê Arab dihatin, bi alayên xwe ve gazî dikirin û digotin: “Bijî netewa Arab, bijî Seddam Husên û mirin ji bo Kurdan”.  Lê hêjayî gotinê ye, ku rayedarên dewletê û polisên awlekariyê li wir bûn û piþtgiriya wan dikirn. Ewî got, ku ew xwe weke þahidê bûyerê dibîne.